Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

24 Aralık 2008 Çarşamba

Zimanê Kurdî Yê Yekgirtî

Çendek berya vê di malpera diyarname yê de hevpeyvîneke ku bi serokê Enstîtuya Kurd Ya Amedê Ebûbekir Çelebî re hatibûkirin weşîya bû. Di wê hevpeyvînê de serokê Enstîtuya Kurd Ya Amedê digot divê ji zaravayên kurdî soranî bibe zaravayê standart.

Vê hevpeyvînê di navbera kurdan de dengveda û di vê mijarê de gelek nivîs û rexne weşîyan. Ev rexneyena cûr be cûr bûn. Hineka digot, ev jî tele û defikeke roma reş e, bi zarê serokê Enstîtuyê hatîye rojevê, hinekan digot, ji berya vê here dewsa tirkî li mala xwe kurdî ser dest bike paşê vê gotinê bêje, hinekan digot na divê dest ji serokatîya enstitûyê bikişe, hinek li ser hejmara kurmanc û soran rawestîyan û balkişandinê ka berhemên kurdî yên herî pêşîn bi kîjan zaravayî ve hatine nivisîn û herweha hinekan jî di vê heyamê de li ser bêmikûnîya vê bawerîyê qalkir û hwd.

Vê yekê careke dinê dîsa qencîya fikirkirin, hevpeyvîn, nirxandin û rexnekirina ramanan nîşanî me da. Lewra meriv, bi vî tehrî dikare çewtîyê xwe bibibîne, bi agahîyên teze yê haj pê tuneye bihese û ji hevdû sûdwerbigire. Lêbelê gotî rexneyê me bi xweşbînî û bi niyete baş bin û şexs nebine armanc da ku encameke rind pêkbê. Ligel vê gotî em kurd, li ber fikir, pêşnîyaz û helwestên bi vî qaydî binfirek û bi tehemûl bin. Lewra îro kurd di qonaxeke wisa de ne ku gelek tiştên qenc û xerab tev derdikevine holê û bandorê li me dike. Loma encamên vê bi awayên cûda xwe didine der. Seba ku em bikaribin li ser pirsgirikên weha bifikirin û serwext bibin gotî em berê xwe bidine halê kurdan û kurdistanê ya îro.

Li başûrê kurdistanê di warê ziman, wêje û kurdolojîyê de qenc û xerab hawirekî geşbûn û bingehgirtinê pêkhatîye. Li wê heremê derfetên madî û manewî hene ku kes û dezgehên li ser vê mijarê kardikin hene û kesên bîrewerê hezdikin di vê babetê de karbikin dikarin xwe li wir bigirin. Hema qet nebe ji rewşa wê taxê; ango ji bakurê kurdistanê qenctir e. Lewra êdî li wê heremê zimanê fermî û serdest kurdî ye, dibistan, zanîngeh, sazî û dezgehên rêvebirinê bi vî zimanî kar dikin. Bi kurtasî jiyan bi kurdî digere.

Lê li bakur –ku ji heremê kurdistanê ya herî mezin e- rewş tam berevajî wê ye. Ji ber pêşveçûna teknolajîyê hêzên dagirker dikarin xwe bigihînine heya serê çîyayên me, dibistanên dewletê yên ku armanca wana sereke ew e ku zarokê kurdan asîmile bikin, hema hema li her dera kurdistanê bela bûne, herweha ji ber vî şerê bist-sî sale berdewam dike nêzîkî çar milyon kurd koçî bajarên mezin kiriye û ji ber ku di bazarê kurdî pere nake, asîmilebûn lezbûye û xwebera bela dibe.

Di navbera herdû heremên kurdistanê de gelê me di wan rewşên ji hev cûda de dijîn. Tiştekî melûm e, mirov zarokê dema xwe ye. Di civaka wî de kijan ol, bîr û bawerî serdest be, malbat û gelê wî qiymet bide çi, ew jî çav dide wan û wê rewşê dipejirîne û ji xwe re dike nirx.

Loma îro di nav gelê me de ji bo ziman, parastina çand û kelepora xwe bîrewerîyeke xurt pêknehatîye. Gel di jiyana xwe ya rojane de şert û mercê heyatê çi pêwîst bike li gor wê tevdigere. Herweha zarok hê piçûktî mêjîyê wan tên pûçkirin. Loma tiştê çapemenî derdixe pêş ji xwe re dikine armanc û dibine peyrewê wê. Ji xwe sazî û dezgên kurdan yê xurtê li ber wê bibine asteng û vê pêvajoyê çep bizivirînin tune ne. Herweha partîyên siyasî di vê hêlê de bêdilî xwe dixebitin û ji xwe divê meselê de bingeh û polîtikayên wan yên rêk û pêk tune ne. Beklê ev yek qet bala wan jî nakişîne. Lewra hema dane pey polîtikayên demkurtê rojane.

Di alîyê din de herwekî tê zanîn ziman bi liv û tevger e. Herdem candar e. Him bandorê li der dora xwe dike û him jî dikeve bin bandora hawirê xwe. Loma ji bo guherînê pêvajoya wê ya taybet heye û bi tiştên sunî/sexte naguhere. Jiber vê divê dema em qala standardekirina ziman dikin, divê bala xwe bidine van hêman û egeran gişkî û li ber vê pêvajoyê dûr û dirêj bi semax bin. Di gel vê seba dinav hemû kurdan de him di warê nivîsandinê de û him jî karanînê de zimanekî standart pêk bê, gotî konferansên zanistî yê serbixwe çêbin. A piştî niqaş û xebatên zanistî biryar bêgirtin û encama wê de di çapemenîyê de îmlayeke hevbeş bê kişfkirin; kovar, rojname, malper û navgînên din heman îmlayê bixwebitînin. Sazî û dezgehên kurda karê xwe yê warê zimanê kurdî de li gor vê bikin. Ev jî xebat, tifaq û rêzgirtin divê.

Lêbelê seba ev karê standardekirinê rûnê û ji teref her kesî bê pejirandin, divê meriv taybetî, şert û mercên her heremê binihêre. Li gor wê li kîjan heremê gel kîjan zaravayî bi kartîne divê li ser wî zaravayî û di navbera devokên wê de karê standardekirinê bê pêkanîn. Nabe ku meriv dewsa zaraveyê wan -ji ber hinek hincetên mîna ku ev zarava demlemedtir, hêsantir e û hwd.- bêje hûn li dewsa zaravayê vxwe vî zaravayê han (kurmancî, soranî, dimilkî…) bikarbînin. Jixwe merivên me hingî diçe zimanê xwe ji bir dike, çaxê em tiştekî wisa bikin, evê ji gel re bibe bargirînaka serbar û dê pê aciz bibin û tam dev ji kurdî berdin.

Ligel vê jixwe, zana û kedkarên zimanê kurdî bihêsanî ji zaravayên kurdî têdigihêjin û ji bo wan ev hêsantir e wana fêrbibin. Lewra ev karê wan e. Lêbelê ji bo gel belkê ev ji zimanekî beyanî hînbûnê zehmettir be. Loma divê em bikin ku dewsa kil bikin çav dernexin.

1 yorum:

  1. Slaw reaz
    Please publish this for your readers

    HAMA MÎR WAISI: ´´KURD JI QEWMÊ ARÎ NE - ZIMANÊ YEKGIRTÎ YÊ KURDÎ HEYE´´

    http://www.serbesti.net/forum/showentry.php?sNo=29083

    Zor sopas

    Hamma Mirwaisi
    hmirwaisi@gmail.com

    YanıtlaSil