Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

24 Aralık 2008 Çarşamba

Rojên Zozana

Em di demsalê havînê de, ji bo çend mehan diçûn/diçine zozanan. Zozanê me ji wan zozanên nav û dengê ku li herêma Serhedê ne û jê re dibêjin “Zozanê Sînegê.” Li van zozana nêzîkî sed, dused, zome/êl lê datînin. Ji wan zoman navê çend heban weha ye: Helhele, Potir, Besik, Açmê Jorîn û Açmê Jêrîn, Hingilo, Çemê Kalê, Kanya Xatuna, Zoma Birûskê, Zoma Reşoyan, Warê Fatikê, Tepê Elyan, û hwd. Li wir saz/goleke mezin jî heye ji wê re jî Gola Sînegê tê gotin.

Ev zozan, gellek sal berê kal û bavên me hatine li wê derê derketine zozana, pez û dewarên xwe li wir xweyî kirine. Ji wê vir de sîneg bûye havîngeha me. Gel xwe ji germ û nexweşîyên deşt û havînan diavêne ber bextê zozanên bilindê hêşîn û hênikê hewa paqijê binhvekirî. Li wan deran him heywanê xwe diçêrînin, him jî şîr, penêr, mast û rûn zexîra xwe ya zivistanê dadigirin, him jî ji hirî, liva û mûyê pez, berx û bizinan tiştên navmalê yên raxistinê, mîna kulav, berr, xalîçe, emenî, gewe, meşref, balgî û cilan çêdikin, ji mûyê bizinan, kon, têrr, telîs, xurc, weris, kindir, pezbend û kap dihûnînin. Ger cîyê jê gîha bihatana çinînê hebûna debir û dilika xwe ya zivistanê jî didanê ser hevdû. Digel vê ji çêre, gîha û pincarên beyanî gellek cûrê nebatê ku hinekê dihatine xwarin, hinekê wan ji bo xwarina zivistanê dihatine hişk kirin û hinek ji wan jî derman bûn loma berhev dikirin. Ji wan navê hinekan; çexşûr, mendik, ribêz, tirşoya ga û tirşoya merivan, cehtilî, kereng, karî, goşteberx, siping, gizêr, sîrim, çaya beyanî, selmesk, pûng, gezgezk, reskerovî, qiçî, belghewîs, gulik, silqok, tolik, şolik, xaşxaşk, şîlan, pîzpîzik, pêçyêpîrê, toptopik, pîyêqazê, hêlkeberan, heftqapût, qanok, nanêçivîkê ye. Û xêncî van gellek gihayê din hêşîn dibûn.

A ez ji di wan havînan yekê de li zozana ji dayik bûme. Nizanim ji ber wê ye, çaxê dibe bihar xwebera kêf û eşqeke mezin dikeve dilê min. Wê hingê ez tê derxim êdî dema çûyîna zozanan nêzîk bûye, ango hilgêr e. Mîh û çêlekên me zûda ye zane. Ango berx û golikan xwe şidandine ne virnî ne, hilik bûne. Lewra millet danê beranberdanê wisa bi hesap û pîvan kifş dikin ku gava berf dihele, belekî dikeve erdê û reş dibe wê çaxê ewna jî bi qasî li ber sir û seqemê xwe bigrin mezin dibin. A wê hingê kale kala berx û mîhan, mike mika kar û bizinan, ore ora golik û çêlekan olan dide û ev zimezima ji dengê wan dertê, ev jî dibe nîşan loma mêriv hazirî tivdarek, kar û barên çûyîna zozana dike. Di hêla din de ev dengê heywana him navgîna peywendîya di navbera wan û merivan de ye hîm jî di navbera heywana bi xwe de ye. Bi vî qaydî danê wanê alifdayîn, avdan, berxberdana dîyar dibe.

Li zozana, malên zoma me di hundirê newalekê de datînin. Çaxê hê serê havînê ye mal tên li wara datînin, konê xwe vedigirin ji nav kon û kolikên me de aveke zelala ku ji ava berfên dihelin berhevdibe dikişe. Gava hewa berêka germ dibe û berf radibin ew jî hêdî hêdî kêm dibe û di axirîya meha havînê ya pêşîn de dimiçiqe. Gava hilgêrê em zarok diçûne zozana, me raste rast berê xwe dida cihê xwe yê her sal lê dileyîst. Ne ew deran em xerib didîtin û ne jî me wan deran xelk/beyanî dizanibû, em merivê hevên berê de bûn. Me dîsa nota salên borî dest bi lîstikê xwe yê berê yê sirûştî dikir. Listikên me qet nedihatine guherîn jî. Lewra alav û tiştên me pê dilîst (tîtik) kevn nedibûn. Me dest pê dikir bi kevir û xîçên piçûk, çawa ji mezinên xwe dîtibû kolik çêdikir, ji pey kolikan me dîwarê hewş, koz û axilên pez, berx û dewarên xwe datanî. Dema evna şixûlana diqedîyan îcar dor dihate çêkirina wesayît/eraban. Lewra divê ji bo hewcedarîya em herine bajêr. Ji tenekê rûn, salçê me ji bo xwe erebe jî çêdikir û rêya bajêr vedikir. Bi vî awayî me zarokan jî ji xwe re zozaneke piçûk, jîyaneke piçûk li dardixist. Lê lîstikê me ne ev tenê bûn. Dîsa me bi keviran şeşik, heştçar, sêreng, quçhirşandin dilîst. Herweha me bi kevkanîyên xwe ve kevir divirvirand diavête cîyên herî dûr û me digot ka kî dikare biavêje cîyê herî dûrê. Loma carna di navbera zarên êlê de şer derdiket û bi kevkanîyan ve şer dikirin. Xêncî vê em li kera sîwar dibûn û me pê dida xarana û hinek rojan em diçûne li ser pîyê newalan, hêsî û li cîyên bilind, kevirên gilover tot dikir û her wekî vê gellek listikên me yê din jî hebûn. Dîsa ji me zarokan kîjan biçûna ber berana me beranê xwe berdidane hevdu da beranê kê dê berde beranê kê û beranê kê yê bireve.

Ji zarên zomê herkesek diçû ber berxê xwe û dibû berxvanê mala xwe. Ji berxvanan xêncî wanê diçûn ber berxên malên dewletî, yên din gişk xwemal bûn. Çaxê êdî berx hilik dibûn me berx nedibirine dana. Wan çaxa hewa berêka germ dibû, milet tivdarekê berxbirê dikirin. Berya berx bên birîn seba rind, bêzehmet bên birîn û livaya wan paqij bibe edet e, berx tên şûştin. Me jî berxê xwe dibirin di Çemê Kalê de dişûşt. Lê tiştê wextê berxbirê herî xweşa me zaroka dihat ew bû ku hewla berxan dihate çêkirin. Paşê ev hewle li der û cînaran dihate belakirin. Te digot qey ev wext danê cejn û şahîyê ye. Ji bo berx bên birînê me li goşeka kon kifş dikir. Çawa di kon de sewkîya rûştinê, kûlîna zexîrê hebû her weha li hêşîyeke kon de cîyê her sal berx lê dihatine birîn jî hebû. Me li erdê cil radixist, qusûsîyan dianî berx datanîn erdê, lingê wan bi pezbendê girêdidan û dest bi birînê dikirin. Me zarokan jî livaya ji ber destê wan derdiket berhev dikir. Birastî livaya berxan pir nerm e, loma kêfa me zef bi vî şixûlî re dihat. Çaxê berx hêdî hêdî ji livayê derdiketin û dihatine birînê lezeteke wê ya wisa heye nayê gotin. Li gel vê êdî ew berxê me, ne ewên berê yên ku ev çend mehin em nas dikin in û her yek navê wanê taybet hene; berxê kelî sor, yê qer, yê kur, yê kerr, yê bel, yê kol, yê qerbelek, yê sorkew, yê reşkew, yê şelt, yê qol, yê beş, yê terispî her weha ji bo karan ya çal, ya hemis, ya kever û hwd. Dema ji bin hebrîngê derdikevin êdî hatine guherîn, ango ê ewna heywanê dinê ne. Piştî berxbirê demekê şunda êdî berx nedihatine dana û vê şunda berxberdan xelas dibû. Her weha ev wext çaxê dayîna heqê şivan û berxvana ye jî. Her mal qasî jimara pezê xwe heqê şivan/rêncbera dide. Malên dewletî bi tena serê ji xwe şivan û berxvan digirtin, malên zomê yên mayî jî yan bi tevayî şivanek digirtin yan jî ji wan yek derdiket digotê ezê îsal herime ber pêz û pezê wanê din ji xwe re colî hildida. Gor vê hinek sala serê panzdeh peza berxek, carna jî ji serê bîst pezan berxek distandin, heke pez nîvê vê be yanê heft heb û yan deh heb bin wê çaxê jî karek distandin.

Havînê li zozana jîyan pir ber û bereket e, her roj û meha wê xweyî wateyeke taybet e. Ji bo her çaxî navekê wê heye û dem bi wê nav û bûyerê tê nasîn û zanîn. Li wir demjimêr û salname ne hewcedarî ne. Li wir xweza bi her tiştê xwe ve li berdestê mirov amedeyî peywira xwe ye. Û tu car xwe şaş nakin, derengî nakevin û nawestin.

Lê gotî em qala edetên pezbirînê jî bikin. Di nav gel de ji kesên pêz dibirîn re qusûsî dibêjin. Ji berê de edet e, çaxê danê pezbirê tê mêrên zomê bi hevdu dicivin. Bi dor, carê pezê malekê dibine cîyê pezbirê û li wê derê pez dihate birînê. Pezbira her zomê cî/guhirên kifş bûn û ev derana ji berê de ji bo van karan dihatine bikaranîn û nedihatine guhezîn. Mîna çawa mozirgana naxiran nedihatine guherîn û ekserî pezên nîyêr û histewr; kavir, hogeç, beran, bendîr û mîhstewr li van deran dihatine birîn. Pezê doşanî li ber mala dihatin birîn. Ev der cîyên talde bûn. Ji lewra cîyên talde ba lênaxe û ev jî seba pezbirînê tiştekî pêwîst bû. Heke çaxê pez tên birîn ba bê wê hingê xwîdana pêz lê sar dike ev yek jî nahêle pez bi hêsanî bên birîn. Çimkî gava xwîdan li heywana sar dibe hebrîng rind naxebite û birîna pêz bi zehmet dibe. Her weha guhirên pezbira piranî nêzîkê av û delavan bûn û ev jî di jîyana mirovan de girîngîya avê careke din bi me dide zanîn. Loma ji destpêka dîrokê vir de jîyan li der û dora avan derketîye holê.

Her kar zanebûn û hostatîyê divê. Çawa ji bo kirina her karî edetên taybet hene û şarezayên wî karî hene, di pezbirînê de jî jêhatîbûn û şarazatî heye. Bo nimûne dema çinînê de ji bo serhonazîya honazan bike ji wan yê herî zana û pêciryayî dide pêşîyê. Pezbirîn jî zanebûn divê û di nav qusûsîyan de jî qusûsî ji ser qusûsîyan re hene. Di her mal û êlê de kesên di vî kararî de pêciryayî û bi nav û deng hene. Di pez birê de herkes şixûlê wî yê taybet heye. Qusûsî pêz dibirin, duajoyê birê li ber destê wan diçû-dihat pez datanî û girêdida, pişkûrî û xûlaman jî hirî berhev dikir û girêdidan. Carna di navbera qusûsîyan de pêşbazî dihatine çêkirin. Loma destê xwe birîndar dikirin yan jî hebrîng li pez diket. Herweha ger kesê ku pezê dibire destê wî sivik nebe yan jî hê rind nizanibe bibire ji ber ku heywan gellekî li erdê girêdayî dima yan jî lingê pezê bi pezbendê ve rind nehata girêdan, a wê hingê pez dikete hebrîngê; ango ji tamarê wan hinek diqusîyan û seqet dibûn. Wekî çaxê hinek caran balgîyê meriva rind nebe, xişk be yan jî ji ber kar û şixûlekî situyê meriva biqerime jê re dibêjin sitû ketîye balgî, mîna wê ji wê re jî digotin pez ketîye hebrîngê.

Li zozanan piştî mîh, ango pezên doşanî dihatine birînê îcar dora şûştina hirîyê dihat. Jina ji hirîyan jî piranî hirîya mîha dijbartin. Lewra hirîya mîha zivir û xweş bû, loma dema dixistine nivîn, fayke, gore, lepik û tiştên mîna vê nedikete hevdu û xerab nedibû. Jinên êlê bi hevdugirtin roja hirîşoyê kifş dikirin û di berbanga sibê de bargir, ker û heywanê xwe bar dikirin û berê xwe didane av û çeman. Li ber çem û delavan cihê hirî rind dihate şûştinê diêwirîn û hirî didane ser tet û kevirên li rexê çeman bi dar û singan dikutan û dişûştin. Çaxê meriv guh dida dengê terpe repa sing û daran te digot qey ev senfonîya hevbeşa mirov û xwezayê ye. Ji ber ku xûşexûş û xûlexûla ava dikişîya dibû tev van dengan û olan dida. Lê jin hema tenê ji bo hirîşoyê nediçûne ber çêm, herweha gellek caran jî seba kinc/çekşoyê diçûne ber ava.

Ji piştî vê dor dihate hişkandin/şekirina hirîya tewnan. Loma jin rojê di konê malekê de hev dicivîyan û diçûne zibaretîyê. Pîrekan him şixûlê xwe dikir û alîkarîya hevdû dikirin him jî bi hevdû re şêwr dikirin. Ji pey şehkirinê, îcar hirî dihate ristin û li pey re jî dihate xavkirin. Carna du ta tev dihatine xavkirin carna jî sê heb bi hevdu re dihatine badan. Eva li gor tiştê dê bêçêkirin dihate destnîşan kirin. Û ji vê re jî digotin ta/rîsê dunex û sênex.

Her weha qîzên xama û bûkên teze teşîyên xwe hildidan diçûne bindarûkan. Wan cîyê kevir û zindarên yanê qaşên bilind re bindarûk tê gotin. Keç û bûkan teşî û kulîyên xwe yê hirîyê hildidan, derdiketine van deran hirî diristin, kilam digotin, kilam diavêtine ser dergistî û dilketîyê xwe. Teşîyê xwe ji ser serê qaş hetanî jêra qêş ku ev çar pênc mêtre dirêj dikirin û nedihîştin hirîya diristin biqete û bi vî qaydî bi hevdu re diketine pêşbirkê û jêhatîbûn û secîhbûna xwe îsbat dikirin.

Li pey van karan pîrek diçûne çolê û çîyê ji çêre û çilpîyên (çilix û herîreşekeka di rengkirinê de tê bikaranîn) ji bona kurm/boyaxkirina hirîyê dianîn. Hinek rengên xwezayî ji van gîhaya dihate çêkirin, lê ew rengên din jî çerçîyên dihatine zoma tişt difrotin dihate kirîn. Ji bo rengê rîsan re kurm tê gotin. Havînê him ji bo roja hazir amedekarî tê kirin him jî seba zivistanê. Çawa ji hirî, mû, çermê pêz nivîn, raxistina navmalê, konê ku avahîyê li zozane tên çêkirin, herweha ji şîrê pêz û dewaran jî runê nivîşkî, penêr, çîçal, toraq, tixafk, mast û gellek xwarinên din çêdibûn. Ji van hinek dema wana kin in, tenê havînê tên xwarin fenanî mast/qatix û tixafkê lê ewên din jî ji bona zivistanê dibe zexîre. Herweha ji goştê wan qelî tê çêkirin ev jî dibe xwarina zivistanê. Çermê hewyana him ji bo raxistin, xeml û nimêjê dihate hişk kirin him jî seba bi eyar û avrêncê ku zexîre têde tê hildan û digel vê dibe meşk. Bi meşkan dew tê kilan û rûnê wê jê tê veqetandin. Digel vê haveynê penêr bi şîlafa heywana ve tê çêkirin.

Bi rastî jîyana li zozana ji bo êlatê pirr bi reng, bi coş û pêdivî ye. Di nav ava sik û sar, çîya û banîyên hêşîn de, kalekala pêz û mikemika bizinan dikeve tev kilam û bilûrê şivan û gavana.

Bi kurtasî havînê li zozana her awa û rengê jîyanê dihate jîyîn. Lê gotî ez vê bêjim tiştê herî zêde pê kêfxweş dibûm û şa dibûm ev bû: Çaxê berx û pez hêlvedidin û meriv li ser de aş dike diedilin û diçêrin, a ew dengê ku wê hingê derdixin, dema tu guh didêyî tu dibêjî qey diaxivin, ev ji bo min pirr xweş bû. Wê çaxê min xwe li erdê dirêj dikir û guh dida mire mira wan. A ev ji bo min zewqekeka bêpayan bû.

13. 06. 2003
Roja Înê 12. 44

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder