Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

12 Ocak 2009 Pazartesi

Jimar, war û wargehên kurdan

Îro li ser rûyê cîhanê bi milyaran mirov, bi hezaran gel û ziman dijîn. Ji bilî gel û zimanê bi nav û dengê li ser rûyê cîhanê yên bi hêz û serdest, em ji yên din, pir hindikî haydar in û yan jî heke yên agahdar hebin jî ev ji ber xebat û kedeke taybet e. Lewra ev mijareke berfireh û dewlemend e û loma pisporîyeke taybet divê. Ango ji vê yekê mebesta me ew e ku em di derheq gel û zimanên cîhanê de, xwedî agahîyên pir kêm in. Jixwe piranîya mirovahîyê jî mîna me ye. Loma belkê ev yek ji bo piranîya mirovan nebe kêmasî jî. Lewra ev ne tiştekî zerûrî ye ku her kes pê bizanibe û yan ji bo hînbûna wê xwe biwestîne. Lê ev her kar û peywira kesên lêkolîner û pisporên vê mijarê ye.
Lêbelê dema mesele dibe jimara gelê kurd, war û welatê wan, pirsgirêk û tengasîyên wan, gotî em xwedî agahî bin. Lewra çawa ku her mirovek, navê xwe, navê malbat, bav û kalên xwe, êl û eşîra xwe dizane -her weha ev tiştana ji bo nasnameya mirov jî pêwîst in- gotî di derheq gelê xwe de jî xwedî agahdarî be. Di serî de divê mirov pêşîyên xwe binase, ango dîroka xwe hîn be, bizanibe ka ji kûderê peyda bûne, bi kîjan gel û netewî re meriv/xizmê hevûdu ne. Di pêvajoya dîrokê de bi kê/kîjan miletî re bûne dost û kîjan gel û netewî bi wan re neyartî ajotîye? Li ser rûyê erdê heya kû derê koç kirine, gelo kîjan, şaristanî û çand pêk anîne? Kîjan dewlet damezirandine û yan jî kîjan hêz û hebûn têk birine? Di van babetan de bi kîjan milletî re hevpar in?
Em dikarin vê rêze pirsê hê dirêjtir bikin, lê evna bes in, zêdetir ne hewce ye. Lêbelê ji van pirsan jî tê xwuyanê ji bo kesekî normal, zanîna ev tiştên han, ne bi zehmet e û tewr hewcedarîyeke girîng e. Jixwe egera zanîna dîrokê jî ev bi xwe ye.
Lewra rastîyeke melûm e ku neyarê her miletî seba binketina gelên dijminê xwe, herî pêşîyê ji lawazî û kêmasîyên wî dest pê dike. Lê dinihêre neyar di kîjan warî de jar e, a ew jî ji wê hêlê dest bi êrişê dike û çaxê di wê alî de jarxistinekê pêk bîne jî, êdî bingeha bêbextîya xwe li ser wê li dar dixe.
A îro neyarên gelê kurd, lîstikên xwe li ser vê avakirine. Ev kêmasîya me ya sereke jî bêtifaqîya me kurdan e. Ev ne bûyereke teze ye, dîroka vê heya bi sedsalan dûr diçe. Lê di vê nivîsê de armanca me ne eva ye.
Wekî tê zanîn li ser rûyê erdê gelê herî mezin ê bêdewlet kurd in. Ev di gelek qad û platforman de hatîye ziman. Her çendî ji ber nebûna dezgekî jimarê ya serbixwe ku jimara gelê kurd ya teqez kifş bike jî, lêkolînên biînsaf, jimara kurdan li dora 30 milyonî nîşan didin. Ev nifûsa kurd, îro ji navenda Kurdistanê dest pê dike heya Ewrûpa, Amerîka û tewr heta Afrîqayê çûye, bûne penaber.
Li ser diaspora kurdan, koçberîya wan gelek lêkolîn hatine kirin û hê jî tên kirin. Lewra hebûna kurdan him ji bo hêzên dagirker û him jî seba dewletên cînar û rojhilatîyên ku berjewendîya wan di rojhilatanavîn de hene balkêş e. Loma ewna jî li ser kurdan lêgerînên cûr be cûr dikin.
Di vê babetê de par, di 4ê Cotmeha sala 2006 de Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrupa li ser jimar û cîyên ku kurd lê dijîn de raporek amade kir û weşand. Li gor wê raporê jimara kurdên cîhanê li dora 30 milyonî ne; li Tirkîyê 12-15 milyon, li Îranê 8 milyon, li Îraqê 5 milyon, li Surîyê 1.5-2 milyon, li rojavaya Ewrûpa milyonek 300 hezar, li Afganîstanê 200 hezar, li Azerbeycanê 150 hezar, li Lubnanê 80 hezar, li Ermenîstanê 45 hezar, li Gurcîstanê 60 hezar, li Tirkmenîstanê 40 hezar, li Amerîkayê 20 hezar û li Kanadayê jî 6 hezar kurd dijîn.
Dîsa 22 Adarê, di rojnameya Mîllîyetê de lêkolîneke Kondayê weşand. Di vê lêkolînê de li ser gelek babetan lêgerîn hatibûn kirin, lê ya me elaqedar dike mijara jimara kurdên li bakurê Kurdistanê bûn. Li gor vê lêkolînê jimara kurdên bakûr 11 milyon û 445 hejar kes in. Berya vê jî sîyasetmedarekî tirk gotibû kurd encax 6 milyon û 500 hezar kes in.
Lê tiştê balkêş ev e ku di van demên axirîyê de jimar, nifûsa kurdan hinekan gelekî elaqedar dikin, tewr ji ber wê xewnên xirab dibînin û xeyalên wan pûç dibin. Gelo çima?
Sedema vê kifş e. Ev çendî çend sal bûn, hebûna kurdan dihate nîkolkirin/înkarkirin, çand, wêje û hêjahîyên kurdan dihatine talankirin. Loma derd û kuleke wana wekî jimar û zêdebûna kurdan tunebû û yan jî heke xemeke wana wisa hebûya jî ev nedianîne ziman. Lewra her tişt ji binî ve dihate redkirin. Lê êdî îro nikarin mîna berê hebûna me kurdan înkar bikin. Çimkî êdî dunya û alem haj bi vê pirsgirêka mezin heye. Heta ji bo gelek hêzên heremî û yên rojavayî ji bo xwe bigihînine heremê, ji dewlemendîyên wê sûdwerbigirin dibe hincet jî.
A ji ber van hêzên serdest bêgav man, hebûna kurdan qebûl kirin. Lê ev rastî li wan pir giran tê, nikarin hezm bikin. Loma îcar bi şeklekî din dilhene vê rastîyê piçûk û negirîng nîşan bidin. Ev hemû fikarên wan ji ber vê hindê ye.
Loma gelek kes û kesên kewneperestê berjewendîyên wan di hindiknîşandana kurdan de ne û ji bo vê hewl didin. Seba di vî karê xwe de biserbikevin jî hemû dek û dolaban bi bêbextî bi kartînin. Ji bo vê hema em mînakekê tenê bidin. Ev jî seba yekîtîya kurdan têk bibin, radibin cudahîya zaravayên kurdî derdixine pêş. Bi vî tehrî doz dikin ku kurdîyek tenê tuneye. Tewr Kurmanc û Kirmanc ji hevûdu cuda ne, ne netewek in. A gelek tiştên mîna vê derdixine rojevê, dikin ku yekîtîya kurdan têk bibin. Lê heroj hê hinekî din rindtir tê xwuyanê ku ew nikarin bi van lîstikê xwe ve biserkevin. Lewra ne mîna berê ye bi saya teknolojîyê kurd dikarin bi hevûdu re tekilîyê daînin û ev jî bîrewerîya wan pêşve dibe. Lê nika mijara me ne ev e.
Bi rastî ev lêkolînên han di alîyekî de jî rewşa gelê kurd didine nîşandan. Her weha li ser wan -bi taybetî li ser ya Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrupa- gelek nivîs, rexne û nirxandin hatine nivîsîn. Lê van rojên dawîn pirtûkeke Muhemmed Alî es-Sîwêrekî el-Kurdî ya di derbarê kurdên Urdunê de qal dike jî bi zimanê tirkî hatîye çapkirin. Di derbarê danasîna wê de Cemîl Oguz di malpera www.dîyarname.com de nivîsek weşand. Li gor ragihandina Cemîl Oguz ev pirtûk jimara kurdên Urdunê bi qasî 15-20 hezaran nîşan dide; ango jimara kurdan hinekî dîsa zêde bûye! Lê li wan deverên kurd lê dijîn ya ji bo min herî zêde bi balkêş Afganîstan e. Her çendî di hinek pirtûkan de bi kurtasî navê kurdên Afganîstanê derbas be jî (bo mînak M. Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistan de qal dike û her weha di wê pirtûka behsa kurdên Urdunê dike de, di rûpelê 25an de jî tê gotin ku jimara kurdên Afganîstan-Xurîyan 200 hezar e) tu agahîyeke meriva têr bike tuneye. Li hinek cîyan tê gotin ku kurdên li Afganîstanê piştî şerê navxweyîyê di sala 1970 de pêk hatîye ji wê derê koç kirine. Lêbelê ji bo vê agahîyê jî tu çavkanîyan nîşan nadin.
Ya ez meraq dikim, gelo bi rastî îro kurd li Afganîstanê dijîn û heke dijîn li ku derê yan li kîjan herêman dijîn, bi kîjan zaravayî diaxivin, çi bandora wan li ser erdê Afganîstanê heye? Jimara wan çiqase?
Lewra çiqas kêm be jî di derheq war û welatên kurd lê dijîn agahî hene, lêkolîn hatine kirin. Lê di derheq kurdên Afganîstanê, yan lêgerîn nehatine kirin û yan jî hatine kirin lê min nedîtîye. Heke hatibin kirin pêwîst e ewna di malper û kovarên kurdî de bên danasîn û weşandin. Lê heke heta nika xebatên bi vî rengî nehatibin kirin, gotî ji îro şunda dezgeh, rêxistin û lêkonerên kurd yên ku derfetê wan hene li ser vê yekê bixebitin û gelê kurd agahdar bikin da ku em bizanibin rastî çi ye û bi çi awayî ye.
Helbet dibe ku hinek rabin bêjin derd û kulê me ne bes e, ew rabûye li pey çi dikeve. Lêbelê ev hizreke ne rast e. Gotî em haj bi xwe hebin, bizanibin kurd li ku derê, di çi rewşê de dijîn û çawa dikin da ku bikaribin bibine parêzvanê maf û hebûna wan, li wan xwedî derkevin. Lewra mirov her bi xwedîderketinê dikare hêz bigire û ser bikeve. Naxwe em bi vê bihesin û bizanibin dê pêşerojê ji bo me qenctir be.

Rewşa me ya olî

Hz. Muhemmed çend meh piştî bûyera fîl, ji dayik bû. Li Mekkeyê li ber destê apê xwe Ebû Talib perwerde bû. Zaroktîya xwe de şivanî kir, xortanîya xwe de bi bazirganîyê mijûl bû. Dema bû çilsalî Xwedayê Mezin ew ji bo qasidîya xwe hilbijart û bi navgînîya wî mirovê pak û durust peyxama Xweda ragihande beşerîyetê.
Qasidê Xwedê yê herî dawîn Muhemmed (569-632) (s.x.l.) şêst û sê salan umir kir. Ji wî temenî bîst û sê salan qasidê Xwedê bû. Ango bîst û sê salan bi ragihandin, teblîx û weşandina olê Îslamê re mijûl bû. Rastî gelek tade û zahmetîyan hat, pir renc û cefa kişand. Lê peyxama/mesaja ku Xwedê jê re şandibû gîhande mirovahîyê û bi wesîla wî ew reçeteya rizgarîya dunya û axretê belavî her dera cîhanê bû. Wekî her milêtê cîhanê kurd jî bi hinarîya wî hisîyan û pê bawerî anîn û bûne sehabîyên wî.1 Lêbelê bi giştî gelê kurd ancax di serdema Hz. Omer (634-646) (x.j.r.) de bi Îslamê re çavnas bûn.2
Lêbelê rind tê zanîn ku guherandina olan, terikandina bîr û bawerîyan ne karekî hêsan û demkin e. Ev yek bûyereke derûnî û civakî ye. Ji bo pejirandina olekî, guherandina ramanekê pêvajoyek dirêj divê. Di vê heyamê de ev ol, yan ev fikir tê nasandin, teblîxkirin û hêdî hêdî ev bawerî diedile, tê nasîn, dîyar dibe û tê qebûlkirin û yan jî berevajî wê, dibe rast neyê dîtin û loma nayê pejirandin. Dema em li sîret/jîyana Qasidê Xwedê (selamên Xwedê lê be) dinihêrin vê danasîn, teblîx û niqaşa ku dîrokê de li ser olê Îslamê pêkhatîye bi awayekî baş dibînin. Wê hingê gelek salan muşrîkan olê Îslamê qebûl nekirine, li hember derketine, xerab nîşan dane, tiranê xwe pê kirine û bi kurtasî seba ku têk bibin pir li ber xwe dane. Lewma di navbera malbatan de nakokî derketine, dê û bav, zarok û jin, dost û heval ji hevûdu belav bûne û ji hevûdu re bûne neyar. Yên dewlemend û hêzdar sitem û neheqî li kesên belengaz, kole, jin û bêkes kirine, seba wana ji Îslamê bidine vegerandin ji war û welatê wan qewirandine, mal û milkê wan talan kirine. Lê di encamê de Îslam serket, rastî derkete holê, heqîqet eyan bû. Ew kesên ku berê ji Îslamê re neyartî dikirin berêka nermbûn, fikirîn, pûçîtîya bîr û olê xwe yê şîrkê fahm kirin û bûne misliman. Bi vî tehrî tovên olê Îslamê hatine çandin.
Lêbelê gava Îslamê hêz girt, belavî çar terefê dunyayê bû, êdî gelek deste, eşîret kom bi kom hatin bûne misliman û di encama vê de ji alîyekî ve bi şer û fethan Îslamê deng vedida belav dibû û ji alîyê din ve jî ji ber ku jimara mislimanan zêde dibû, gelek kesan, eşîran çav dida mezin, serokên xwe û dibûne misliman. Ji ber vê lez û bezê, mislimana nikarîbûn xwe bigihînine her kesî û wan perwerde bikin û loma Îslam wekî berê ango destpêkê bi rêk û pêk nedihate fêrbûn û zanîn. Van girseyên teze ancax hinek tiştên sereke hîn dibûn, lê ji wê perwerde û terbîyeya ku nifşên pêşîn pê kemilîbûn û gihaştibûn nebû para wan.
Di alîyekî de ev geş û gurbûna Îslamê sebebê şanazî û kêfxweşîyê bû û di hêla din de seba paşerojê de ji bo sedemên nexweşîyan dibû hawirekî guncan. Jixwe sî sal piştî rêzanê me Hz. Muhemmed, ew dad û edaleta ku wî pêk anîbû berêka winda bû, li dewsa xîlafeta ku bi rêka şêwr û hilbijartinê pêk hatibû, seltenat bû serdest. Ji ber vê di nav civaka Îslamê de gelek nakokî û nexweşîyan rûdan û alozî derket. Bandora wan heya îro hatîye.
Ya rastî ev rewşa ku em qala wê dikin rastîyeke dîrokî ye. Çi çax li heremekê hêzek mezin bibe û bela bibe, li gel wan pêşveçûnan herweha xîmê hinek neheqî û pirsgirêkên ku dê paşê bibine egera serêşîyê jî di wê heyamê de tên avêtin û ya rastî ji bo bi cîhbûnê derfeteke rind bi dest dixin. Lewra ew dem tevlihevî zêde ne û kar û bar bi lez dimeşin. Gelek caran mirov pê re nagihîne, hinek neyînîyên piçûkê ku dê paşê bibine egerê nerindî û xerabîyên mezin wê çaxê nayên dîtin. Ji bo ku meriv vê rastîyê bibîne dîroka Osmanî ya serdema Qanûnî (1520-1566) bes e. Her çendî ev dem zîrweya dewleta Osmanî ye, li gel vê tovên pûçbûnê jî wê çaxê hatine reşandin.3
Em dîsa li mijara xwe vegerin. Di dîroka Îslamê de çaxê Hz. Omer de piştî şerê Nîhawendê (637) artêşa Îslamê ber bi herêma Kurdistanê ve hatîye û di van şeran de pir hindik kurd û misliman rastî hevûdu hatine. Lê piştî fetha Tîkrit û Hîlwanê raste rast artêşa Îslamê ketîye xaka Kurdistanê. Wekî gelek miletên din kurdan jî di serî de olê Îslamê nepejirandine. Loma pir caran li hember hêzên Îslamî serî hildane, seba parastina olê xwe yê berê li ber xwe dane û serî hildane. Di pêvajoya dîrokê de berêka kurdan jî olê Îslamê qebûl kirîye. Lê ev di demeke dirêj de bûye. Lewra kurdan di dîrokê de gelek dîn pejirandine, wekî êzîdîtî, zerdeştî, cihûtî... Ji van olan yê ku êzdîtî ye, zimanê we yî olî, rê û resmê wî kurdî ye. Lê ev ne mijara me ye.
Wekî me li jorê jî qala wê kir. Dema fethan de teblîx û danasîna ol, bîr û bawerîyan bi awayekî rêk û pêk nabin. Tenê hinek emir û fermanên wê yên sereke tên hîmkirin. Lêbelê ji bo ku ev ol û bawerî bi awayekî baş rûnê, biêzanîn û biêhînbûn divê teblîxeke dûr û dirêj biêkirin; pirtûk, emir û fermanên wê olê teze bi zimanê wê girseya ku tê dawetkirin biêşîrovekirin da ku têbigihêjin, li ser bifikirin û bi bîr û bawerîyên xwe yên berê ve raberî hevûdu bikin ku cudahî di navbera wan de bibînin, hêjahîya wan fêm bikin û di encam wê de bikaribin tercîha xwe bikin. Ger ku wisa nebe, ne ew ol û bawerî tê fêmkirin û ne jî tê pejirandin. Heke bê pejirandin jî evê ji ber hinek egerên din be. Ango ev yan ji ber tirs û gefan e, yan çavdayîn/teqlîda mezin û serokan e û yan jî ji bo berjewendîyên maddî ye.
Mixabin gava mirov li dîroka cîhanê dinihêre, piranîya mirovan bi çavdayînê bîr û bawerîyên bav û kalên xwe pejirandine û bûne peyrewê wan. Pir kêm kesan bi lêkolîn û tehqîqê olê xwe hilbijartîye. Ji ber vê, endamên gelek olan hîkmet, bingeh û hêmanên bawerîya xwe baş nizanin. Bilî çend tiştên ku devkî bihîstine, çend rituelên ku di civakê de tênkirin tiştekî nizanin û ya ecêb meraq jî nakin. Ev rewş li herêma me jî heman şeklî rastîya hemû gelan e. Têkilîya wan a bi olê wan re li ser bingeha çavdayînê pêk hatîye.
Dibe ku civakên mîna me kurdan ji ber ku zimanê wan hatîye qedexekirin, ne azad in û ji ber vê perwerde nebûne, bi zimanê wan pirtûk û xebatên olî tunene û yan kêm in, loma piranîya gel nexwenda ye, -bi taybetî jî jin- li ber gelên serdest hinekî mezûr bin. Lê wekî tê zanîn olê Îslamê her kesê ku xwedî hiş û balix, xwedî vîyan muxetabê Xwedê qebûl dike. Her weha olê Îslamê bingeha xwe li ser zanîn û agahîyê qebûl dike. Loma dema îbadetek, karekî qenc têkirin, biryarek tê dayîn divê îlam bi nîyetê destpê bibe û ev jî ancax bi zanînê gengaz e. Lê gava em bala xwe didine civaka xwe -ji vê meqset ne tenê kurd in, tirk, faris, ereb jî wisan in-, bêser û berîyek heye. Ji bo ev rind bê fêmkirin em qala çirokeke di nav gel de tê gotin bikin:
“Wekî melûm e, çaxê mehra bûk û zavê têbirîn mela şert û şirûtên Îslamê ji wan dipirse da ku heke şaş bikin, rind nizanibin hînî wan bike ku bikaribe mehra wan bibire. Lewra ji şertên nikahê yek jî mislimanbûn e. Loma mela berya mehra wan bibire ji zavê dipirse ku çend şertên Îslamê hene. Zava li der û dora xwe dinihêre vedigere ser mela û dibêje Seyda şertên Îslamê pêncî ne. Mela lê dinihêre şertên Îslamê nizane jê re dibêje çawa şertên Îslamê pêncî ne qet tiştekî wisa dibe, ka rind bîne bîra xwe. Ji ber vê zava dîsa li der û dora xwe dinihêre, wê çaxê ji cemaetê yekî li pişt mela sekinî, pênc tilîyê xwe, vedike nîşan didê, zava çaxê çav bi wî dike ve jê re dibêje: Heyran ez dibêjim pêncî Seyda qebûl nake tu radibî dibêjî bêje pênc yê çawa pê qayîl be?!”


Em rind nizanin gelo ev bûyer qewimîye yan na. Lê ev ji bo civaka me, halê gelê me teswîr bike çîrokeke balkêş e. Lewra ne dûrî aqilan e. Ji ber vê gotî zanayên me, li hêvîya ti kesî nesekinin divê ji cem xwe seba perwerdeya gel dest bi xebatê bikin. Di serî de ji wan re qala tewhîdê bikin. Lewra esasê Îslamê qebûlkirina yekîtîya Xwedê ye. Dema mirov yekîtîya Xwedê qebûl bike û hemû hêzên taxûtîyê ku doza îlahtîyê dikin red bike dibe misliman. Gotî evê bi zanebûn bike û dema dibêje la îlahe îllallah serwext bibe ku ev tê çi maneyê. Ji ber ku ev şîfreyeke pir girîng e pêxemberê me Hz. Muhemmed ji bo vê bide gotin gelekî xebitîye û muşrîkan jî seba vê nebêjin pir li berxwedane. Lewra ev peyveke wisan e ku jîyana mirov ji serî de rêk û pêk dike. Dema em li jîyan û tekoşîna wî (s.x.l.) binihêrin emê wateya wê baştir têbigihêjin û emê bizanibin ku hema bi devkî gotina wê ve kar naqede. Loma pêwîstîya mirovan her bi wê heye.

Têbinî:
1 Şark Uleması, Mehmet Çağlayan, Çağlayan, r. 35, 1996, İst.
2 Dîroka Kurd û Kurdistan, M. Zekî Beg, Avesta, r. 95, 2002, Stenbol.
3 Yedîyüz Osmanlı Beyliğinden 28 Şubata: Bir Devlet Geleneğinin Anatomisi, Fikret Başkaya, Ütopya Yayınevi, Ankara, 1999, s. 151-152

Eşîra Celalîyan

Gelê Kurd, yek ji gelên herêma rojhilata navîn ê herî kevn e. Koka gelê Kurd herî kêm qasî 3500 sal berya zayinê (b.z.) diçe. Ji ber ku herêma Kurdistanê ji mêj de hêlîna zayîna olan e, qada ceng û şeran e, li ser rê û dirba bazirganî û çûn û hatinê ye, lewma hergav li ber çavan e. Ji her dem û qonaxên dîrokê şûn û dûmahî lê hene. Loma ji gelên heremê her yek xwe kevntirîn milletê vê derê dibîne. Esl û nijada xwe heta jê tê bi şaristanî, çand, ol û pêxemberên berê yê nav û dengê herêmê yên mîna Sumer, Babîl, Med, Pers, Gilgamêş, Îbrahîm, Zerdeşt hwd. ve girêdidin. Seba peyîtandina/îsbata van gotinên xwe jî gelek tiştan jî jêderk nîşan didin, herçendî ji wan pirê wan ne delîl bin jî.
Qada zanista dîrokê cîhê xirecir, gengeşî û niqaşên cûr be cûr e. Û disîplîna dîrokê heya nekeve destê kes û komên nijadperest û ji avarû neyê derxistin, li gor berjewendî, mebestên bed neyê bikaranîn û çep neyê qulipandin gelekî fêrkar e. Lê hezar heyf îro êdî prensîb û destûrên zanistê li cem gelekan pere nakin. Nirxandin, rexnekirin ji bo rastkirin û serastkirinê ne endaze ye. Lewma ji vê rewşa heyî jî herî zêde gelên bindestê mîna me kurdan zîyanê dibînin.
Ji ber van rewş û mercên nerind û neyînîyê ku em bêgav tê de dijîyan, êdî ez hîn bibûm û ji min re ecêb nedihat ku hêzên dagirkerê Kurdistanê heryekî ji bo bişaftin û mehandina kurdan bigotina: “Kurd ji me ne”, ango tunene. Çawa tirkan digot: “Kurd, tirkên li serê çîya ne”, ji ber ku di şert û mercên dijwar yê cihên bilind mane û loma gava li ser berfê jîyane û berfê di bin lingê wan de kirîye kart-kurt, lewma nişkêva nav û zimanê xwe jibîr kirine(!), fêrî zimanekî bi farisî û tirkîya kevin li tevhev bûne. Farisan digot jixwe ne hewceye bêtifaqî têkeve navbera me, ji lewra em gişk Aryen in. Ereban jî digot: “Na, kurd ji dola Sam ê kurê Hz. Nûh tên; vêca ereb in.”
Lê çend sal berya vê, çaxê min teze dest bi xwendina pirtûkên li ser dîroka kurdan hatibûn nivîsîn kir, min nizanîbû ka di vê babetê de pirtûkên herî baş kîjan in. Loma min ji mezin û hevalên xwe pirsî ka gelo kîjan pirtûk di vê mijarê de ya herî çêtir e? Kîjan di vî warî de çavkanîya berbiçav e? Ji wan gelekan pirtûka B. Nîkîtîn pêşnîyar kir. Her çendî ev pirtûk bi temamî kitêbeke dîrokê nebe jî di derbarê kurdan de bi kurtasî be jî agahîyên giştî didan. Êdî ez fêrî dîroka xwe dibûm, loma bi heyecan her beşa wê bi kito kito û bi baldarî dixwend. Çaxê ez hatime beşa kurdên li Ermenistanê dijîn, pêrgî tiştekî hîç nedihate bîra min hatim. Nîkîtîn ji lêkolînvanekî Urisê navê wî Averîanov, navê eşîrên kurd yên li Ermenistanê dijîn neqil dike û digel hinek eşîrên heremê, ji Celalîyan heşt milan dijmire; kotanli, soranli, saganli, hasananli, keçananli, kapdekanli û cînankanli û dibêje ev bavikên eşîra kurdan ya ji êlên mezinê serhedê Celalîyan tên eslê xwe ermenî ne û bûne kurd!? Him jî ji wan milên ku navê wan hatine gotin gelek jî xelet hatine nivîsîn. Herweha ji van milan hinek, di hinek cîyan de mîna eşîreke serbixwe tê nîşandayin, paşê jî di nav milên eşîra Celalîyan de jî tên jimartin. Ji bo mînak Hasananli di rûperê 279 de li jorê/fêza paragrafê de cûda, mîna eşîreke serbixwe tê nîşandayin, hinekî li bintara wê de jî di navbera Celalîyan de tê jimartin. Digel vê navê gelek eşîran jî çewt hatine nivîsandin. Lê helbet em rind nizanin gelo ev xeletî yan nakokî di eslê pirtûkê de heye, yan di wergerê de hatîye kirin.
Herweha dema min li ser vê mijarê lêkolîn kir, di înternetê de di malpera www.kdps.org de pêrgî maqaleyeke Dr. O. Blau –li ser êlên bakurê Kurdistanê- hatim. Cankurd ev maqele ji almanî wergerandîye kurdî. Nivîskar ji cîyekî din ragihandîye (Wagner, Reise nach Persien II, s. 232) ku Celalîyan navê xwe ji mîrekî ermenîyê ku navê wî Celal bûye, di bindestê wî de bûne hildane. Herwekî wergêrê jî destnîşan kirîye ev çewtîyeke pir ecêb e. Ji lewra Celal ne navê ermenîyan e. Ligel vê nîvîskar di cîyekî din di derbarê navê Celalîyan de weha dibêje: “Dibe, ku destekarîya pevçûn û cengewarî û talankerîya Celalîyan li hember hersê dewletên hevsînor re, ew rûmetnav ji wan re anî be. Herhal wan bi xwe jî ji xwe re ew nav wek nîşan birine û bi kêmasî niha ew êlnav bo cihêkirina xwe di vê navçeyê de bi kar tê.” Ev jî dozeke din e.
Dîsa di malpera kurdên anatolîya navîn de www.xelkedondurma.com/dirok/index.hml dema qala cîh û warên ku kurd lê dijîn têkirin, têgotin ku pirê celalîyan yên li Yêrîwan û Azerbeycanê dijîn ermenî ne.
Çawa tiştekî wisa dibe? Ev eşîra Celalîyan ku gir û hûr di gelek serhildan, tekoşînên heremê de rolên girîng leysitîye, ermenî ye?! Ji pey pirtûka B. Nîkîtîn re min pirtûkeke dinê ya behsa eşîrên kurdan dikir de jî heman agahî ji vê kitêbê dihate ragihandin xwend. Ji dû vê re Albûmeke bi çavê seyahên rojhilatî ve kurdan dide nasîn kete destê min. Di vê albûmê de dema qala êla Celalîyan tê kirin, li kêleka nîgareke ku eşîra Celalîyan temsîl dike weha hatîye nivîsîn; êla Celalîyên ya bi eslê xwe ermenî ne bûne kurd û dibêje ji heşt mil/bavikan pêktê lê heft heba dijmire, li bintarê de jî lêkolînvanê Îngilîz Mark Sykes ê ku li Kurdistanê gerîya ye û di encama van gerê xwe nexşeyeke eşîrên kurdan amade kirîye referans tê nîşandan ku eşîra Celalîyan li nêzîkê Amedê bi awayê koçerî û niştecîhî dijîn û ji çar hezar malbatan pêk tê. (The Kurdish tribes of the Ottoman Empire, J.R. Anthrop. Soc., XXXVIII, 1908, ji B. Nîkîtîn neqil) Di van pirtûkan de xêncî van tiştan tiştekî merivan îqna bike, qîma merivan pê bê tuneye. Bes têgotin navê eşîra Mamakanli navê wê ya rast “Mametkan”e dişibe eşîra Ermenîya ya navê wê Mamîkonyan e. Wê şunda ez li pey vê gotegotê ketim, ka gelo ev gotina hanê raste yan na. Ez bi xwe jî ji eşîra Celalîyan milê Soran têm. Heya wê hingê min tiştekê wisa ne ji bav û kalên xwe, ne jî zana û rûspîyên heremê nebihîstibû. Min ev mesele ji kî re got, bi min kenîyan. Lewra tiştekî wisa nehîstibûn ne jî bîna bûn. Digel vê li herêma me hinek malê bi eslê xwe ermenîbûn hebûn û di nav millet de ji wan re “bavfille” dihate gotin. Ger tiştekî wisa hebûya divê miheqeq di nav millet de bihata gotin. Çimkî malên eslê xwe ji milletên din bûn bê tirs û veşartin eslê xwe digotin û gelê heremê jî ev yekana dizanîbûn. Ji lewra bi salan bû bi xweşî cînartîya hevûdu dikirin. Jixwe tiştekî wisa ji dûrî aqilan e. Heke jimara vê eşîrê kêm bûya, ji çend malan pêk bihata dibe ku têkete hişa û bihata pejirandin. Lê ne wisa ye. Ji lewra hê li van deran malbatên bi eslê xwe ermenî hene û ziman û kelepora xwe parastine. Helbet ji wan yên dînê xwe guherandine û zimanê xwe jibîrkirine jî hene. Lê ne eşîr bi eşîrtî. Lêbelê tiştekî weha jî heye ku hinek mal û kesên bêeşîr, yan jî paşmayîyê milletên dinê (tirk, ermenî, nastûrî, suryanî hwd) dibe ku hebin xwe nîsbetî êlên mezinê bihêz bikin. Lê evna jimara wan pirr nînin û ji bo vê dozê nabe piştek.
Ya rastî ji bo dîyarkirina meselên weha, gotî meriv serî li dîroka berê, dîroka hê berya zayînê bixe. Bes bi wî şeklî dê delîlên saxlem bi dest bikevin. Ji lewra her çiqasî di pêvajoya dîrokê de gelek tişt hatine guherîn, winda bûne, hatine jibîrkirin jî, mêjû di wê hembêza mezin a ku kevin nabe de dews û şûnê gelek tiştan jî veşartîye û ji bo me heta îro parastîye. Di derbarê vê mijara me de jî li gor agahdayina Mehrdad R. Izady; ji 4. sedsalên B.Z. (berî zayînê) heya 5. sedsalên P.Z. (piştî zayînê) koçê kurdan hergav ji herêma Rojhilatê başûrê çîyayên Zagrosê bervî Bakûrê Kurdistanê berdewam kirîye. Ji ber vê, dema îro meriv li navê eşîrên wê heremê dinihêre hema heman nav, yan jî hinekî hatine guherîn li Kurdistana navîn û bakûr tê dîtin. Êla Celalîyan jî di vê pêvajoyê de, mîna gelek êlên din; ji wê herêma ku warê ji hevûdu zêdebûn û belavbûna Kurdan çîyayên Zagrosê ye, koçî cîyê xwe yê mi îro lê dijîn, kirine. Lêbelê hê îro jî her çendî ji hev qetîyayî jî bin li heremên cûrbecûr, ji hevûdu dûr dijîn. Ji wan hinek li herêma Xorasanê ya îro di navbera Îran û Turkmenîstanê de dabeş bûye de dijîn, hinek di navbere Silêmanî û Helepçê de, hinek jî li rojhilatê Senendejê dijîn û beşa herî mezin a konfederesyone jî li herêma serhedê dijî. Evnê me jimartin bes yên navê wan bi Celalî tên zanîn in. Lê ji destpêkê vir de navê wan bi gelek awayan hatîye zanîn, ji wan awayan çend heb; Gelu, Kuh Giluya, Jiluya, Galawand, Kalalawand û Celalawend. Bi rastî ev navana li gor dem û derê guherîne û wisa hatine zanîn. Ji van agahîyan jî tê fêmkirin ew îdîayên hanê em behsa wan dikin ne rast in û ji wan gelekan ji hevûdu bihîstine û bê piştrastkirin qebûl kirine. Mîna vê ew gotina wana di derbarê eşîra Mametkan yên ku îro di nav milên Celalîyan de tê hesabê jî wisa ne rast e. Navê wanê di nav Ermenîyan de Mamîkonî ye, bi ermenîkî xeber didin, di nav kurdan de Mametkan (li serhedê), Mamakan û Mameş in, bi kurdî xeber didin, çaxê berve başûr diçin navê wan dibe Mamasanî û bi lorî xeber didin. (Bnr: Izady, Kürtler, Bir El Kitabı, r: 162-183)
Celalî êleke bi sed hezaran nifûsî pêk tê. Ne tenê li bajarekî dijîn, li gelek gund û bajarên di navbera Tirkîye, Îran, Azerbeycan û Ermenîstanê de belav bûne. Piranî li der û dora çîyayê Agirî/Gilîdaxê, Elegezê, li deşta Rewanê, zozanên Serhedê û bajarên mîna Mako, Bazîd, Agirî, Qers, Îdir, Wan û Mûşê dijîn. Ji wan hinekan koçî Anatolîya navîn kirine, li deverên cûrbecûr cîwar bûne. Di gelek serhildanan de cîh girtine. Her çendî ev nivîs mijara wê dîroka Celalîyan ya giştî nebe jî qet nebe, bira em di derheqê şaxên wê de hinek agahî bidin. Me ev agahîyana li gel hinek tesarûfan ji ber pirtûkeka dewlemend a ku (Mücahit Özden Hun; Iğdır Sevdası, Cilt: 3, r: 656, 2002, Ankara) ji devê rûspîyên herêma serhedê hatîye nivîsîn wergirtin:

Eşîrên Kurdan Yên Li Serhedê
Milan
Hesenan – Raman
Reşkotan – Pêncenan
Şikakan – Hekerîyan
Gulavîyan

Zîlan
Celalî – Retkan
Cemaleddînî - Sîpkan
Heyderan - Ademan
Zirkan – Cibran
Birûkan

Kurdê Reş
Bextîyarî

Eşîra Celalîyan

Xelikî
Cindîyan – Sule’êtîman
Qorixçîyan – Hesoxelefan
Butkan – Meyaka
Qotan – Keskoyan
Gêloyan – Elemhoyan
Soran – Cumkan
Elyan – Gelturan
Misirkan – Pîlekan

Birxikî
Mala Emê – Keçelan
Mala Hesî Keçel – Hesesoran
Sakî
Mala Bozo - Mala Bado
Mala Hesê Nekê – Mala Resê Çillê
Mala Êla Bozxorê - Pêyala
Qatkan – Qîmkan
Mametkan - Giskan
Keleşkan - Qurrûyan
Mala Hozê Semê - Deloyan
Mala Yaqubê Eledînî – Mala Xidiraxa Hîndîrîsan – Banûkan

Mîna van şaxên eşîra Celalîyan hê gelek şaxên dinê mîna van hene: Keçelan, Şemkan, Reşreşkan, Qizboxşolîyan, Omkan, Şêxbizinîyan, Qereçolîyan, Zilfoyan û hwd. Lê wekî me li jorê jî destnîşan kir mijara me bi xwe ne ev e. Loma em zaf pêda naçin.
Lêbelê vê derê gotî meseleke dinê ya dîrokî jî bê zelalkirin. Lewra gelek caran ev rastîya dîrokî te jibîrkirin. Li ser rûyê cîhanê tu netew ji alîyê nijadê de xwerû nîne. Di pêvajoya dîrokê de gelek nijad û xwîn têkilîya wan bi gelek awayên cûrbecûr (şer, koç. bazirganî, hwd) bi hevûdu re çêbûye. Di encama van têkilîyan de hinek nijad bûne tevhev, eslê xwe winda kirine, herweha ji wan hinek nijadên teze çêbûne. Ji lewra jîyana cîhanê çalak e. Her gav diherike û xwe diguherîne. Jixwe bilî kesên nijadperestê hêjahî û rûmetê bes para xwe û gelê xwe dihesibînin kesek vê rastîyê nîkol nake. Him jî dema behsa heremeke mîna rojhilata navîna ku dergûşa zayîna mirovahîyê, şaristanî, ol û zimanan biê kirin, bawer nakim tu merivê ku hişê wî li serî be li dijî vê rastîyê derkeve.


Jêderk:
-Bazil Nikitin; Kürtler, Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, Cilt: 1-2, Çev. Hüseyin Demirhan-Cemal Süreyya, 4. Baskı, Deng Yayınları, 1994, İst.
-Burhan Kocadağ; Doğuda Aşiretler, Kürtler, Aleviler, 2.Baskı Can Yayınları, 1997, İst.
-İlhami Yazgan; Batılı Gezginlerin Seyahatnamelerinde Kürtler, Özgür Bakış gazetesi yayınları, 2000.
-Mehrdad R. Izady, Kürtler, Bir El Kitabı, İng. Çev. Cemal Atila, 1.Baskı, Doz Yayınları, 2004, İst.
-Mücahit Özden Hun; Iğdır Sevdası –Kaf dağında bir şehrin hikayesi-, 2002, Ankara.