Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

9 Aralık 2011 Cuma

DÊRSIM welatê zef tê bihîstin û kêm tê nasîn


DÊRSIM
welatê zef tê bihîstin û kêm tê nasîn
Murad Celalî
muradcelali@gmail.com
Hinek mijar hene ku di deheq wê de nivîsandin ji bo mirov pir bi zehmet e. Dêrsim jî ji yek wan mijaran e. Lewra heya nika li ser Dêrsim, dîrok û niştecîhên wê de, bîr û bawerîyên gelê wê, serhildan û ciyawazîyên wê yên ku li tu derên dinê peyda nabin ji van egeran hinek in. Him gelekî zêde qala wê hatîye kirin, tê kirin û bi qasî wê jî kêm û xelet tê nasîn.
Dêrsim di erdnîgarîya Kurdistanê de herêmeke pir girîng e. Lewra him bi çîya û çemên xwe, bi gelî û newalên xwe ve, him bi bîr û bawerîya xwe ve û him jî bi zaravayê xwe Kirmanckî ve ji wan herêman dinê yên Kurdistanê vediqete. Herweha bi berxwedan û serhildanên xwe ve herdem di dilê hêzên dagirker de bûye kuleke xedar, hê jî şopa wê kulê tê xuyanê.
Di vê nivîsê de emê qala van tiştan nekin. Egera ku bû baîs ev nivîsa were nivîsîn pirtûka Andranîkê ermen e ku piştî ku ev camêr di sala 1888 de li Dêrsimê gerîyaye, ketiye nav gelê Kurd, li çîya û banîyên wê gerîyaye, di derheq bîr û bawerî, edet, jîyan û çanda mirovên heremê de agahî berhev kiriye û ev agahîyên xwe nivîsîye û li Tiflîsê di sala 1900 de di nav Yekîtîya Weşanxaneyên Ermenîyan de bi navê “Dêrsim, Çanaparbordûtyûn Yêv Aşxarbgrûtyûn” wekî pirtûk daye çapkirin.
Bi qasî ku em ji pêşgotina pirtûkê jî fêm dikin, ev berhem bi ermenîkîya kevin hatîye nivîsîn û du caran hatîye çapkirin. Di sala 2010 de Mamoste Malmisanîj ev bi alîkarîya camêrekî bi navê Serdar Uçar bi destxistîye û daye Têmûrê Xelîl. Têmûrê Xelîl kurdekî ji herêma serhedê ye û di derbarê zimanê Kurdî de gelek xebatên hêja kiriye û hê jî van xebatên xwe berdewam dike. A Têmûrê Xelîl ev berhema ji ermenîkîya kevn wergerandîye Kurmancî. Ev wergera wî di nav Weşanên Deng de derçûye.[1] Piştî wê Roşan Lezgîn ew pirtûk ji Kurmancî wergerandîye Kirmanckî û Weşanxaneya Vateyê çap kiriye.[2] Bi rastî Roşan Lezgîn bi xebatên xwe yên di warê ziman de xwedî kedeke gelekî mezin e. Li ser înternetê bi malpera xwe www.zazakî.net ê ve karekî pir kêrhatî dike. Herweha tenê bi qada sanal nasekine bi kovara Şewçila ku du mehan carekê derdikeve û rojnameya panzdeh rojan carekê derdikeve Newepel ve jî valahîyeke mezin dadigire. Bi saya van weşanan gelê Kurd bi wêjeya bi vî zaravayî jî dihese. Bi rastî ez bi saya van weşanan hînî Kirmanckî bûm û hê jî hin dibim. A ev wergera ku em qala wê dikin jî beşek ji van xebata ye.
Pirtûka bi navê Dêrsim hatîye weşandin ji 160 rûpelan pêk tê. Wergêr beşa naverok û îndeksa navan li pirtûkê zêde kiriye. Evna di çapa Kurmancî de tunene. Herweha navên taybetê bi Kurdî û Ermenîkî yê bajar, war, çîya û çeman bi îtalîk hatine nivîsîn. Ev ji bo muqayesa navên îro û wê demê gelekî kêrhatî ye. Herweha weha hinek peyvên tirkî yên wekî jimaran jî bi vî qaydî hatine kifş kirin. Bi vî tehrî meriv dibîne ku wê hingê jî milet dema qala tarîx û temenê xwe dikir jimarên tirkî bikardianîn. Ev edet hê îro jî di nav kalên me Kurdan de heye. Pirtûk du beş e, beşa pêşîn de nivîskar qala gera xwe ya Dêrsimê dike û di beşa dudan de jî bi giştî qala Dêrsimê dike.
Ji bo mirov di derheq rabirduya kurdan û cînarên wanê li herêma Dêrsimê jîyane bizanibe, ev pirtûk gelekî baş e. Lewra dema meriv vê pirtûkê dixwîne hema hema mirov bi giştî di derheq hemû babetan de dibe xwedî fikr. Lewra Andranîk bi rêberîya hevalên xwe, -car caran dibêje di nav van rêberan de merivên wî jî hene- çi Kurd û çi jî Ermen dikeve nav her kesî. Ji nêz ve, bi çavê xwe dibe şahidê jîyana wan, ji devê wan bawerî û dîroka wan hîn dibe. Li ser awayê jîyan û çanda wan bi xwe tesbîtan dike û li ser wan şîroveyên xwe rêz dike. Herweha gelê wir, Kurd û Ermenan bi gelên herêmên din ve muqayese dike. Carna tu lê dinihêrî pesnê wan dide û carna jî rexna li wan dike.
Bi rastî gava min ev pirtûk xwend –divê ez vê jî bêjim min ya Kirmanckî xwend- hema ez dikarim bêjim ji bo min mîna romanekê hat. Lewra di vê rêwîtîya xwe de Andranîk rastî gelek şeran hatîye, rêya wî hatîye birîn, hatîye şêlandin, wî anîye ew kesên rêbir xapandîye ji destê wan filitîye. Di derheq exlaq, perwerde, mîmarî û têkilîya gelê wir de nirxandinên girîng kiriye.
Dema qala çanda ermenên Dêrsimê dike, tu dibêjî hema ev Kurd in. Bo mînak dibêje ku di nav wan de bûkên nû dema teze tên sîwar kirin û tên mala xwe, ji xesî û xezûrên xwe re bûktîyê dikin, ango xebernadin. Gava min ev xwend bi rastî ji bo min pir balkêş hat. Lewra ev edeta hê nika jî di nav Kurdên me de heye. Nika dîya min bi xwe pêncî salî ye û hê ji kalkê min re bûktîyê dike. Herweha jinapa min ji tîyê xwe, ango ji bavê min re bûktîyê dike. Ez nizanim gelo nika di nav ermenîyan de ev edeta maye û yan nemaye. Lê hê di nav Kurdan de heye. Wekî vê hê gelek tiştên din hene.
Jixwe tiştekî asayî ye cînar têkevine ber bandora hevdu, ji edet û bawerîyên hevdu hildin. Lêbelê ez nizanim gelo kîjan miletî ev edet –ku bi min edeteke betal e- ji kê hildaye.
Herweha dema meriv vê gernameyê dixwîne meriv dibîne ku alîyê bîr û bawerîyê de jî ev herdu milet gelekî hevdu çûne. Ango li gor gotina wî Kurdên Dêrsimê dêrê wan wekî zîyaret û cîyên pîroz dibînin. Heta hinek Kurd di dema tengasîyan de diçin xwe diavêjine wan deran. Li wir lava û dua dikin.
Tiştekî melum e Kurd û Fille bi sedsalan li gel hevdu jîyane, ev pirtûk ji bo meriv çawanîya vê têkilîyê bizanibe berhemeke baş e. Heta li gor ku nivîskar dibêje, di nav daristanekê de rastî komek Kurd hatine, ji bo wan bitirsînin xwe wekî Osmanî nîşandane, lê gava ku dîtine Kurd ji Osmanîyan hez nakin, wan wekî neyar dibînin, yê xirabîyekê bi wan bikin, wê çaxê xwe bi ermenîtîyê xilas kirine. Û hê gelek tiştên din, ji bo dîtina van divê mirov vê berhemê bixwîne.
Lê bi mercekî, divê mirov ji binî ve bawerîya xwe bi xebatên bi vî rengî ji destê xerîban derketine bawer neke. Lewra endamên dêran, rojhilatnasên xaçparêz, xebatkarên şirketên bazirganî û nûnerên dewletên Awrupî bi sedsalan xebatkarên xwe şandine nav gelên herêmên Kurdistanê, Afrîqayê, Hindistan û gelek deverên din. Ev endamên wan hatine nav wan gelê niştecîh, fêrî zimanê wan bûne, li ser bîr û bawerîyên wan lêkolîn kirine, di derheq dewlemendî û kêmasîyên wan de bûne xwedî melumat, paşê di derbarê van xebatên xwe de gelek rapor û berhem amade kirine. Bi rastî saya xebatên wan gelek berhemên edebî ji windabûnê filitîne û di pirtûxanyên biyanîyan tên parastin.
Lêbelê gava ev xebatana hatine kirin, pir caran ji edaletê dûr ketine, nirxandin û şîroveyên wan ji rastîyê dûr ketine. Bi helwesta oryantalîstan nêzîkî bûyera bûne. Bi çavekî ku ew mirov namzedê bişaftin û xapandinê ne li wan nihêrîne. Lewra li gor wan ev kesana hov in, -car caran di vê pirtûkê de jî rastî vê peyvê û nêrînê tên- loma divê bên perwerdekirin. Ango dema bişibine rojavayîyan dê bibine medenî û pêşketî!
Ji ber vê gava Andranîk qala gundên ermenîyan dike dibêje, hema hema hemû gundên wan de dêr û dibistan heye, di gundê dêr tunebe de jî keşîş çend hefteyan carekê tê şîretan li wan dike. Lê gundê Kurdan him bi asta perwerdeya xwe ji wan kêm in û him jî bi pergala gund û malê xwe ve. Car carna mirov rastî nakokîyan jî tê.
Lêbelê evna hemû dîsa girîngîya vê pirtûkê kêm nakin. Lewra heke ev xerîb û rojhilatî nebûna emê ji gelek agahîyên di derheq çand, welat, wêje, bawerî û zimanê xwe bêpar bimana.


[1] Andranîk, Dêrsim, Rêwîtî û Erdnîgarî, Wergêr, Têmûrê Xelîl, Weşanên Deng, Diyaberkir, 2009.
[2] Andranîk, Dêrsim, Raywanî û Cografya, Çarnayox, Roşan Lezgîn, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2010.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder