Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

9 Aralık 2011 Cuma

DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ


DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ
Murad Celalî
Çavnasîya min a nivîsandina bi Kurmancî û herweha bi dîroka Kurd û Kurdistanê re ev nêzîkî deh û danzdeh salan e. Dema min teze dest bi zanîngehê kiribû, ji ber ku beşa ku min dixwend dîrok bû û piranîya wê jî ji dîroka tirkan pêk dihat, ew hemû mijarên dîrokê ku wekî ders didane me -çi dîroka dunyayê û çi jî dîroka heremeke kifş bûya- hemû li gor dîroka fermî ya dewleta Tirk a netewperest ji bo xwe dabû nivîsîn, dihate vegotin û nirxandin. A ji wê hingê mêj ve perwerdeya li zanîngehê ji bo min bû dergehekî teze û ez ji wê çaxê vir ve bûme danasê wan.
Li zanîngehê hemû ders li ser heman xîmî ava bibûn/bûne, tirk mezin in, mêrxas in, çengawer in û tu kes nikare xwe li ber wan rabigire û jixwe tirkek berdêla hemû cîhanê ye. Ji bo xwepesinandin û serbilindîyê tirkbûn bes e. Heke tu tirk bî, êdî pêwîst nake tu bibî xwedî rûmet û nirxekî din, lewra te hemû hêjahî ji bav û kalên xwe yên ku dunya û alem li ber bayê wan hejîyabû hildaye û ev gencîne ji te re wekî mîrateke bê hempa maye.

Di nav van şert û mercan de ez û hemû xwendekarên mina min, ku her kesek ji hêleke welêt hatibû, ji netewên cihê cihê, her roj dibûne şahidê derewên wan. Kambaxê li dunyayê tu dostên wan tunebûn, ji Asya Navîn bigire heya Ewrupayê hemû netewe û dewlet neyarên wan bûn, çav berdabûne ax û welatê wan. Lewra ev welatê parek ji behiştê, bi keda milê xwe, bi zorê û hêza şur zeft û fetih kiribûn, divê heta hetê bi xwîna xwe ya sor û gevez biparastana!
Kurd, Ermen, Ereb, Yewnan, Îranî û hê gelek miletên din ji wan re neyarên dîrokî bûn. Çima, çimkî ewna berdêla hemû cîhanê bûn, ya rastî dîrokê ji wan dest pê kiribû. Jixwe Hz. Adem jî tirk bû, êdî ji xêncî vê çi mabû! Hemû şaristanî û îcad malê wan bû, tenê nikaribûn herine hîvê, ew jî îslamê rê nedaye wan, loma êdî di vê axirîyê de dev ji wê jî berdane. Lê dîsa jî li her derê kevneşopî û bermayîyên wan hebûn. Tenê pêwîstî bi xortên zana û xurt hebûn. A vaye em ji bo vî karê pîroz berendamên nedîtî bûn…
Gava wana di wî warî de kar û xebata xwe wekî îbadetê rojane, bê navber dikirin, berêka ez ji wê rewşa wana diltezîn aciz dibûm. Lewra di wê dunya xwe ya ku bi derewan hatibû avakirin de bi xwe jî derewên xwe bawer dikirin. Lê heya wê hingê ew perwerdeya min hidabû digot ku ev tiştana ne rast in. Ji ber vê rewşa xwe ya elewat û sosret nedidîtin. Loma gotî min lêkolîn bikira û di derheq dîroka rastî de bibûma xwedî agahî.
Herçendî di warê dîroka Kurdan de bi qasî yên wan çavkanî tunebûna jî dîsa hinek pirtûkên ku qala Kurdan dikin hebûn û min dest pê kir ewna xwendin. Bi qasî tê bîra min ew pirtûka herî pêşîn a min di derheq kurdan de xwendîye “Kürtler” a Bazil Nikitin bû. Piştî wê jî min ew maddeya Ansîklopedîya Îslamê ya bi navê The Kurdsh ku Minorsky (1877-1966) nivîsîbû û wekî pirtûk di nav weşanên Dozê derketibû xwend. Lê ya rastî berya vê gava min lîse dixwend, apê min pirtûka Îhsan Nûrî Paşa (1893-1976) ya bi navê “Kürtlerin Kökeni” anîbû Îdirê û min wê çaxê ew pirtûka xwendibû û hê jî ew wêneyê li ser bergê wê pirtûkê di bîra min de ye. Tenê tê bîra min ku min ew ew pirtûk xwendîye, lê ji xêncî wê tu tiştekî din nayê bîra min. Lewma ez wê wekî pirtûka pêşîn nahesibînim.
Êdî seba min pêvajoya xwendin û naskirina dîroka Kurd û Kurdistanê ji wê hingê mêj ve ye dest pê kiriye û berdewam e. Lewra mîna berê nîne û her roj mirov rastî pirtûkeke nû tê ku qala dîrok, wêje, ziman, çand û edetên Kurdan dike. Ev yeka ji bo me hemû kesan dibe derfeta hînbûnê. Lê ji van pirtûkan yek heye, divê mirov wê baş nas bike û jê sûd werbigire. Ew jî pirtûka M. Emîn Zekî Beg (1880-1948), Dîroka Kurd û Kurdistanê ye. Ev pirtûka ku ji du cildan pêk tê di sala 1931 de qedîyaye. Zimanê wê Kurdîya Soranî ye. Jixwe taybetîya wê ya herî mezin ew e ku nivîskarê wê kurd e û bi zimanê xwe yê zikmakî Kurdî nivîsandîye. Lewra berya wî jî Şerefxan Bidlisî (1543-1599?) pirtûka xwe Şerefname ya ku çavkanîya dîroka Kurdan e nivîsîye û ango ku ew bi destê kurdekî torinî hatîye nivîsîn. Lê Şerefxan ev berhem bi zimanê xwe, bi Kurmancî nenivîsandîye. Helbet dibe ku hinek hincetên wî jî hebin, lê ev ne mijara vê nivîsê ye. Piştî Şerefnameyê, Mela Mehmûdê Bazîdî (1799-1867) ku zanayekî bi nav û deng e, pirtûka xwe ya bi navê Tewarîxî Cedîdî Kurdistan[1] ku bi qasî hezar rûpel bûye nivîsandîye, him jî bi kurdî. Lê mixabin ew jî ji xêncî kurtasîyeka wê ya ji teref Kurdolog A. Jaba ve hatîye parastin, tu tişt negihîştîye ber destê me. Ango heya ew pirtûka neyê peyda kirin pirtûka M. Emîn Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistan, pirtûk a pêşîn e ku bi zimanê xwe yê resen hatîye nivîsîn.
Gelek taybetîyên wê yên din hene ku wê dike pirtûkeke tekane. M. Emîn Zekî Beg, di sala 1880 de li bajarê Silêmanîyê ji dayik dibe. Li wê derê dest bi perwerdeya xwe dike, peyre li Bexdayê dixwîne û piştî wê li Stenbolê Akademîya Leşkerî de dixwîne û di artêşa Osmanî de tê wezîfedarkirin. M. Emîn Zekî Beg tenê bi vî karî re mijûl nebûye. Lê wekî lêkolînerekî di gelek mijaran de behrem nivîsîne. Zimanê di van lêkolînên xwe de bi karanîye Osmanî û Kurdî ye. Ji wan xebatan çend heb ev in:
1. Artêşa Osmanî, Bexda, 1324.
2. Lêkolînên Di Derbarê Şerên Osmanî De, Stenbol, 1336.
3. Me Îraq Çawa Winda Kir, Stenbol, 1336.
4. Di Herba Umumî Weqeayên Enîyên Osmanî, Îraq, 1337.
5. Sefera Îraqê û Bîranînên Me, Stenbol, 1337.
6. Herba Selmanê Pak û Zeyla Wê, Stenbol, 1337.
7. Kurtasîya Dîroka Kurd û Kurdistanê, Îraq, 1931.
8. Kurdên Bi Nav û Deng…
9. Dîroka Silêmanîyê û Rêvebirên Wê.
10. Muhasebeya Nîyabetê.
11. Du Taqaleyê Bêsud.
M. Emîn Zekî Beg, di artêşa Osmanî de gelek salan kar kiriye, ji ber vê peywira xwe li gelek deveran gerîyaye, herweha lêkolînerekî baş bûye û loma gelek berhem amade kiriye û ji wan hinek hatine çapkirin in û hinek jî hê nehatine çapkirin. Bo mînak pirtûka du cildê Êrişa Qut el-Îmara û Muhasara Wê hên nehatîye çakirin.
Lê ji ber ku em dixwazin qala Dîroka Kurd û Kurdistanê bikin, emê bi kurtasî li ser wê rawestin. Wekî M. Emîn Zekî Beg jî pêşgotina pirtûka xwe qala wê dike, çaxê êdî din av civaka Osmanî de her netewek berêka hişyar dibe, tirk jî dev ji Osmanîbûnê berdidin û netewe tirk derdixine pêş, nivîskar jî pêwîstîyê bi lêkolîn û lêgerînan dike. Lêbelê di derheq Kurdan berhemeke bi taybetî qala Kurdan dike û di vê mijarê de mirov serwext dike nabîne. Di gelek pirtûkên agahîyên tevlihev û dijberî hevdu dibîne, loma hewecedarîyê bi xebeteke weha dibîne. Di encama xebatên dûr û dirêj ev berhema derdive holê. Gava ev pirtûka amade kiriye ji van serpêhatî û gerên xwe yên di heyama peywira xwe pir îstifade kiriye. Herweha rasterast ji pisporên mijarê alîkarî hildaye. Ji ber ku gelek ziman zanibûye, wekî Kurdî, Farisî, Osmanî, Erebî, Îngilizî, Fransî û hwd. ev berhema ji gelek çavkanîyan av daye. Tiştê dinî ku divê mirov bêje ew e ku nirxandin û tehlîlên wî ji bo xwenêr pir kêrhatî ne. Lewra hêman a ku pirtûkekê dewlemend dike, şîrove û hilsengandinên di derbarê bûyeran de ne. Bi tena serê xwe ragihandina bûyer û serpêhatîyan têrê nake û zêde girîng jî nîne. Lê ya wê giranbiha dike, nirxandin in ku mirov wê hingê dikare ji wê dîrokê, tecrûbeyên berê û xeletîyên heyatî dersan derxe. Lewma M. Emîn Zekî Beg bi bîrewerîyeke mezin ev yeka kiriye û gelek cîyan sedemên têkçûnan, egerên binketinan û nakokîyên di nav gelê Kurd de rave kiriye.
Di hêla di de gava kesek vê pirtûkê bixwîne dê bi giştî carekê de hemû wêneyê dîroka Kurdan û Kurdistanê bibîne, hezkî ev kesa cara pêşîn rastî vê mijarê bê jî. Lewra ev pirtûka ji serî heya binî hemû babetên Kurdan ji xwe re dike mijar. Ji koka Kurdan, ziman û zaravayên wan, bîr û bawerîyên wan, çand û hunera wan, civak û kesayetîyên wan hemû di vê pirtûkê de hene. Çawa ku çavkanîyên wê yên cihê rengê ji dîrok, ferheng, tefsîr, seyahatname, bîranîn û gelek cûreyên din hene, babetên wê jî her wisa cihê reng in.
Lê çawa ku di hemû berheman de kêmasî û xeletî hene, di wê de jî hene. Lê gava M. Elî Ewnî, ev pirtûk wergerandîye Erebî bi baldarî û ziravrêsî xebitîye, xeletî û kêmasîyên wê serrast kiriye. Cîyê hinek beşan guhirîye. Ango tertîba pirtûkê guhirandîye. Herweha nivîskar bi xwe jî gelek agahîyên nû li pirtûkê zêde kiriye û bi gotina wî, ev lêzekirin ji heşt paran pareke pirtûkê pêk tîne. Loma gava mirov eslê wê yê Soranî û Erebî dide ber hevdu ev yeka bi awayekî eşkere tê xwuyanê.
Ev pirtûka girîng di nav weşanên Nûbiharê bi zimanê Tirkî derçû. Ya rastî divê ev pirtûka ku ji heştê sal berya vê hatibû nivîsandin hê ji zûve bi zimanên cînarên Kurdan bihata wergerandin û weşandin. Lewra ji bo ku cînarên Kurdan bi qaydekî baş û rast Kurdan, Kurdistanê, ziman û çanda wan nas bikin, di derheq wan de bibine xwedî agahî, divê wê ji devê wan bibihîzin û ji çavkanîyên wan bi xwe bixwînin. Ango gotî ev karê pêwîst hê berê de bihata kirin. Jixwe îro gelek pêşketinên nû diqewimin, hêz û dewletên berê Kurd înkar dikirn têkçûn. Lewma dibe ku him Kurd û him Tirk û him jî hemû kesên -Kurd, Laz, Çerkez, Ermen û hwd.- îro ji ber zext û asîmilasyona dagirkeran tenê tirkî dizanin bixweazin dîraka Kurdistanê hînbin û dê ji wê îstifade bikin.
Ev nusxeya Nûbiharê weşandîye, ji wergera wê ya Erebî ku M. Elî Ewnî amade kiriye hatîye wergerandin. Ji 800 rûpelî pêk tê. Li ser bergê wê gelek wêneyên ku Kurdên cihê cihê nîşan didin hene û gelekî li mijara pirtûkê hatîye. Bi tena xwe ew bi mirov dide zanînin ku naveroka wê têr û tijî ye. Gava wergera tirkî hatîye amadekirin li gel wergera erebî, eslê wê yê bi Kurdîya Soranî re jî hatîye muqayesekirin. Herweha du wergerên wê yên ku yek li Başûr ji teref Dr. M. S. Cuma[2] ve û ya din a li Bakur jî ji teref Zîya Avcî[3] ve bal bi Kurdîya Kurmancî ve hatine wergerandin jî hatîye nihêrîn. Lewma ev weşan ji wan ya herî teze ye. Lewra gava mirov wan hemû wergeran berawardî hevdu dike, tê xwuyanê ku di hemû wergeran de kêmasî û xeletîyên wergerê hene. Ev tiştekî normal e. Dibe ku di wergera tirkî de jî xeletî hebin. Mirov nikare xwe ji vê xelas bike. Bo mînak di wergera Erebî de beşa ku qala serhildana Şêx Seîd bi kurtasî hatîye wergerandin û pareke ji çend rûpelan pêk tê nehatîye wergerandin. Navê hinek pirtûkan bi çend awayan hatine wergerandin û loma pirtûkek mîna çend pirtûkên cihê tê xwuyanê. Herweha di wergera Kurmancî ya ku li Bakur hatîye weşandin de hinek jêrenotên bi Farisî û Erebî nehatine wergerandin. Hetta hinek cîyan de xeletîyên mezin hatine kirin. Ji wan yek, di pirtûkê cildê dudan de qala Nur el-Wedud tê kirin, -wergerê de wekî Nurû’l-Wirûd derbas dibe- û tê gotin ku wî ji xwe re hukumdarê Farisê Mihemmed Muzaffer kiriye kurê xwe[4], lê di wergera Zîya Avcî de tê gotin ku Mihemmed Muzaffer, ew ango Nur el-Wedud kor kiriye.[5] Di wergera Dr. M. S. Cuma de ew zêdehîyên di wergera Erebî de hene, bal bi Kurmancî ve hatine wergerandin û herweha ew şeklê nû ya tertîbê ku di Erebî de heye di Kurmancî de jî hatîye parastin. Lê zimanê wê pir giran e û mirov nizane ka gelo li gor çi rêbaza nivîsê hatîye nivîsîn û ev devok li ku derê tê axiftin? Herweha navê meriv û cîyan gelek xelet hatine nivîsîn. Bi kurtasî rewşa wergerên Dîroka Kurd û Kurdistanê weha ye. Lê bi ya min divê ev pirtûka bi hemû zimanên cîhanê yên sereke werine wergerandin. Pêşnîyazeke min jî heye, heke wergereke Kurdî li ber vî awayê axirîyê were wergerandin dê gelekî kêr bê.
Tiştekî balkêşê din heye, ew jî ji çavkanîyên vê pirtûkê, pirtûka bi navê “Kürtler” ya Dr. Frech e. M. Emîn Zekî gelek cîyan de, bi qasî sî û du caran navê wî û pirtûka wî “Kürtler”ê dide. Lê di cildê dudan de gelek rexneyan li pirtûka wî digre û dibêje dibe ku di wergerê de xeletî hebe.[6] Lê îro êdî rastîya vê meseleyê derketîye holê. Ev kesê wekî Dr. Frechê ku Alman tê nîşandin ya rastî merivekî endamê sazîya îstixbarata Osmanî ye û bi eslê xwe Arnawût e û alîgirê îttîhadçîyan e. Li gel vê tevlî karên çeteya bûye. Navê wî yê rastî jî Nacî Îsmaîl Pelister e. Vî kesî xwe wekî pisporekî Alman daye nîşandan da ku bi van angaştên xwe yên bê bingeh ve kesên haj bi rastîya vê dek û dolaba kevin tune ne bixapîne. Bi rastî heya demekê jî bi serketîye. Loma M. Emîn Zekî Beg jî haj bi vê yekê tunebûye û pirtûka wî derewkarî wekî çavkanî nîşan daye. Lê dîsa jî ji angaştên wî ketîye şikê û rexneyên baş lê girtîye. Di derheq wî û pirtûkên wî de Mehmet Bayrak û Dr. Îsmaîl Beşîkçî lêkolîn kirine û weşandine. Nûbiharê jî karekî baş kiriye û ew nivîsa Dr. Beşîkçî ya di derheq vê derewê de û rastîya meseleyê eşkere dike wekî jêrenot neqil kiriye.
Ya rastî lîstikên bi vî rengî îro jî pir hene. Mesela hêzên dagirkerê ku êdî nikarin bi înkar û zextan hebûna Kurdan û zimanê wan înkar bikin, îro êdî seba nakokîyê têxine navbera wan, wana ji taqet bixin, bi karên enformasyonên derewîn, him jî bi devê kesên bîyanî yên qaşo li ser Kurdolojîyê lêkolîn kirine van dek û dolabên xwe dimeşînin. Ji bona vê meqsedê xwe yê kirêt, li Ermenîstanê di navbera Kurmancên Êzdî de nakokî derxistne û xebatên weha hê jî tên kirin. Loma hinek Êzdîyên ketine barbayê wan û bi wan xapîyane dibêjin em ne Kurd in. Li Bakurê Kurdistanê piştî van sî salê tekoşîna Kurdan xurt bûye û hêdî hêdî encamên baş derdikevin meydanê, hêzên nepenî seba yekîtîya Kurdan xirab bikin cudahîya zaravayên Kurdî, Kurmancî û Kirmancî wekî zimanên ji hevdu cihê bidine nîşandan tevdigerin. Him jî ji bo sepandina van angaştên xwe yên bê esl nêrînê hinek Kurdologan diguhirînin û ji xwe re dikine palpişt. Heke lazim bike bi spariş pirtûkan didine nivîsîn, sazîyan dadimezirînin. Herweha li Başur jî seba cudahîya mezheb û zaravayên Kurdan li gor berjewendîyên xwe bi kar bînin ji dema Be’sê vir de xebatên bi vî rengî berdewam in.
Lê êdî îro zanist û teknolojî pêş ketîye, derewên sextekaran zêde dom nakin û rûyê wan reş dike. Ji bo mirov bi wan nexape divê dîroka Kurd û Kurdistanê dîsa ji Kurdan were hînbûn.


[1] Tewarîxê Cedîdê Kurdistan: Li gor agahîyên heyî Mela Mehmûdê Bazîdî di vê pirtûka xwe ya ji yanzdeh beşan pêktê de li ser mîrektîyên Kurdan rawestîye û qala bûyerên di navbera salên 1785 û 1857 de qewimîne nivîsîye. Ji hezar rûpelî pêk tê. Lê mixabin ev pirtûka ku di sala 1857 de hatîye nivîsîn winda bûye. Tenê pêşgotina wê ye ji pêncî rûpelî pêktê ji teref A. Jaba bal bi Fransî hatîye wergerandin û wisa em di derheq naveroka wê de dibine xwedî agahî.
[2] Kurtîyek Ji Mêjûwa Kurd û Kurdistan, Mohemed Emîn Zekî Beg, Wer. Dr. M. S. Cuma, Hewlêr 1999.
[3] Dîroka Kurd û Kurdistanê, Mihemed Emîn Zekî Beg, Wer. Ziya Avcı, Avesta, Stenbol, 2002.
[4] Kürtler ve Kürdistan Tarihi, Muhammed Emin Zeki Beg, S. 521, Terc. Heyet, Nûbihar, Stenbol, 2010; Mêjûwa Dewlet û Mîrneşînîyên Kurd Di Pêla Musulmantîyê De, Mohemed Emîn Zekî Beg, Rp. 125, Wer. Dr. M. S. Cuma, Hewlêr, 1999.
[5] Dîroka Kurd û Kurdistanê, Mihemed Emîn Zekî Beg, Rp. 472, Wer. Ziya Avcı, Avesta, Stenbol, 2002.
[6] Kürtler ve Kürdistan Tarihi, Muhammed Emin Zeki Beg, S. 523, Terc. Heyet, Nûbihar, Stenbol, 2010.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder