Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

23 Aralık 2008 Salı

Rawestegehên Dawiyê; Behişt û Dojeh

Jiyana mirova rêwîtî/rêwîngiyeke pirr dirêj(!?), bi zehmet û dijwar e. Çawa ji bo her rêwîtiyê navgîn û alavên pêwîst divên, her weha di vê rêwîtiyê de jî pêdiviya merivan bi gellek tiştan heye. Loma, ji bo meriv di vê rêkê de serkeftin û serfîraziyê bi dest bixe, lazime bide pey rêber û rênimûneyê Xwedê. Lêbelê li ser rê û dirba vê rêwîtiyê gellek asteng, kelem û xeterî hene. Ji ber vê di hedîseke şerîf de Qasidê Xwedê (s.x.l.) weha dibêje:

"Xwedê (c.c), li pey behişt û dojeh afirand Cîbrîl (e.s.) şande behiştê û got: Here wê derê bibîne. Li wê derê tiştê min ji bo ewên têkevine wê derê amedekiriye binêre. Cîbrîl, çû li wê derê, tiştê ji bo ewên dê têkevine wê derê hatine amedekirin nihêrî û paşta vegeriya, got: Bi îzzeta te sond dixwem! Kî vê rewşa wê bibihê dê miheqeq têkeve vê derê. Li ser wê Xwedayê Mezin ferman kir, dora behiştê bi tiştên nexweş ve hate dorpêçkirin. (Xwedê) got: De dîsa vegere û li wir û li tiştê min ji bona ewên dê têkevine wir amedekiriye binihêre. Dîsa çû li wir nihêrî, paşta vegeriya û got: Bi îzzeta te kim, ez tirsiyam ku tu kes nikaribe têkeve wê derê. Ji pey vê re ewa şande dojehê û here wê derê bibîne. Li wê derê tiştê min ji bo yên têkevine wêderê amedekiriye binêre. Cîbrîl çû û li wê derê nihêrî. Lê nihêrî her beşeke wê li ser ya din ketiye, paşê vegeriya evna gotin: Bi îzzeta te kim, Kî vê rewşa wê bibihê dê miheqeq nekeve vê derê. Li ser wê (Cenabê Xwedê) ferman kir, dora wê (dojehê) bi tiştên dilkêş û şehwetan ve hate dorpêçkirin. (Xwedê) fermankir: De dîsa vegere û li wir û li tiştê min ji bona ewên dê têkevine wir amedekiriye binihêre. Ew çû li wê nihêrî, paşta vegeriya û weha got: Bi îzzeta te kim, ez tirsiyam ku heta tu kes nekeve vê derê nikaribe xelas be. (Ebu Dawud; 4744, Tîrmîzî; 2563, Nesaî; 7, 3-4, Musned, 2, 332, 354)

Wekî em di vê hedîsa şerîf de dibînin, behişt bi nîmet û xweşikiya xwe ve bêterîf e. Em nikarin aramî û kêfxweşiya wê biînine zimên. Bes em li gor dîmen, sipehiyên li ser rûyê erdê ve dikarin li ser wê biramin û behsa rindbûna wê bikin. Her weha dojeh jî bi şewat, agir û ardûyê xwe ve dijberê wê ye. Lêbelê herçendî behişt warê kêfxweşiyê be jî, ji bo destxistina wî warî gellek ked û xebat divê. Lê ev xebat û berxwedan ji bo pirrê merivan gellekî giran tê. Ji ber vê hingê bi lezet û xemlê temenkin û dilkêşê dunya derewîn dixapin. A loma dibine rêwiyê vê rêca encam xerab.

Lêbelê mijara me ya giring û gotî em li ser bifikirin, bendetiya mirova ji Afirênerê gerdûnê re ye. Ji lewra Xwedayê mezin ademîzad seba her ji wî re bendetiyê bikin afirandiye. Jixwe ev bingeha ola îslamê ye. Behişt û dojeha ku encamên jiyana dunyê ne ancax ji pey wê pêvajoya ezmûna mirovahiyê tên.

Xwedê (cc) di Qur’an’a Pîroz de weha dibêje:

“Min însan û cin afirandine da ku ji min tenê re îbadet (qultiyê) bikin.” (Zariyat: 56)

Ji berya hertiştî ji Xwedayê yekta re bendetî/perestiyeke xwerû û bi îxlas pêwîst e. Ev yek jî bi înkara hemû xwedawend û îlahên derewîn û sexte ve pêk tê. Gava mirov kete vê rê, wê hingê demildest xwe di nav refên tekoşîna eniya heq de dibîne. Ev enî/cephe ji destpêka jiyanê heya îro û dê ji vê şunda jî bi dijminê xwe yê li hember wî endamtiya bizava şeytanî dike re bikoşe. Lewma ev rêça bi gellek dijwarî, zehmetî û ezmûnên giran ve hatiye dorpêç kirin. Lê gava rêber û rêbaza mirov ji cem Xwedayê dilovan hatibe şandin, digel van zehmetî û dijwariyên mezin pêşeroj bi ronî ye û rawestegaha dawîn behişt e. Lê ger mirov bibe peyrewê hewa û nefsa xwe, îblîsê neyarê benîadem jî xwe re serwer bigre, mixabîn dê warê wî yê bibe hêlîna agirê dilsoj dojeh. Loma ji bo kesayetiya mislimanê tekoşerê bi bawer pêkbên gotî perwerdeheke tekûz hebe. Perwerdeh di şexsiyeta mirov de hêzeke bingehîn e û bandora wê heya dawiya temen berdewam dike. Ji ber vê hemû dewlet û dezgehên civakî vê yekê pirr giring dibînin. Ji lewra bav û kalên me jî gotine; “Kurmê şîrê heta pîrê.” Ango meriv çawa bê terbiyekirin û mezinkirin dê heya mirinê wisa here. A ev jî di jiyana mirovahiyê de hêza perwerdeya mirov bi me dide zanîn.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder