Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Asîmîlasyon û Otoasîmîlasyon

Asîmîlasyon û Otoasîmîlasyon
Emê Çawa Li Hember vê Pêla Pişaftinê Li Ber Xwe Bidin

18.10.2007 - Jîyan wekî çemekî boş bi lez û bez diherike. Çi derkeve pêşya vî rûbarê jîyanê –heke bêbingeh, sivik be û loma nikaribe xwe li ber bigire- ji xwe re hildide dibe. Ev pirsgirêka me kurdan jî ev qise ye. Ji ber şert û mercên me yên taybet îro milletê kurd li ber xetera asîmîlasyon/pişaftinê ye. Ya rastî heya deh panzdeh sal berya vê me dikaribû ku bibêjin tenê ji alîyê serdestan ve xebatên pişaftina ziman û çanda kurdî hebû. Lêbelê îro êdî em ketine pêvajoyeke wisa ku civaka kurdan bi xwe tevî karê pişaftina ziman, çand û kelepora xwe bûye û vê pêvajoyê bi bayê bezê dimeşîne.

Lê hezar korayî heke ev pêvajoya erjeng weha bênavber bimeşe dê encamê ji bo me pir xirab be. Ji bona ku em bikaribin li hember vê pêla asîmîlekirinê rawestin gotî tedbîrên gelekî bi zexm û bandor bêne hildan, plan û pirojeyên tekûz werin çêkirin. Di vî warî de tiştê her pêşîn tê bîro mirov ev in:

1. Divê di serî de kurd di malên xwe de zimanê kurdî bikin zimanê xeberdanê û vê bîrewerîyê hînî nifşên nû bikin.
2. Divê sazî dezgehên çapemînîyê giranîyê bidine li ser weşan û bernameyên xîtabî zarokan dikin û vê bi awayekî bala wan bikişîne û zimên bi wan bide heskirin û ev kara wisa bi baldarî were pêşkêş kirin her kes vê bi dilsozî beşdarî vê be.
3. Divê di bazarê de kurd, bi zimanê xwe kirîn û firotina xwe bikin, reklam û marqeyên şirket û karxaneyên xwe xwe bi zimanê kurdî bikin.
4. Divê nivîskar, lêkolîner û wêjekarên kurd di xebatên xwe de zimanê kurdî bikine zimanê eslî û sereke. Ango xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin û heke pêwîst bike paşê wergerînine zimanên din.
5. Divê berhemên wêje, sînema, şano û yên mayîn bi pisporî û dilsozî bil ez wergerine zimanê kurdî û çaxê ev kara tê kirin jî zimanekî hêsan û xwezayê bête kar anîn.
6. Divê sîyaset û tekoşîna kurd bi zimanê kurdî were kirin. Pirsgirêk û çareserîyên w êli gor taybetîyên civaka kurd werine pêk anîn.

Em dikarin lîsteya tedbîran hê dirêj bikin. Lê ya ji van gişkan girîngtir jî ew e ku kurd di warê parastina ziman û çanda xwe de bibine bîrewer û meseleya zimên wekî armanceke mezin û jîyanî bibînin. Lewra di demên berê de ji ber şert û mercên erdnîgarîya kurdistanê hêzên serdest nikaribûn xwebigihînine nav civaka kurdan û lewma di jîyana rojane de kurdan dikaribû xwe ji civak û hêzên neyar biparêzin û her weha bêgav tenê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivîn. Lewra ji bilî vê tu alternatîfeke wana din jî tunebû. Lê îro êdî cihan pir piçûk bûye û heya radeyekê hemû millet, çand û nirxên aîdê millet û civakan xerab dibin, lavaz dibin û loma ji holê radibin. Ango îro hemû ziman û civakên cîhanê bêgav di bin bandora zimanê îngilizî û yên din de mane.

Lê ji ber ku ew zimanên bûne zimanê dewletan, xwedî gelek derfetan in, li hember van faktorên asîmîlekarîyê heya demeke dirêj dikarin xwe biparêzin û zimanê xwe pêş bixin. Lêbelê ew zimanên ku mîna kurdî, tenê di nav gel de tên bikararanîn û tewr hatine qedexekirin û rê li ber pêşketina wê hatine girtin, di sazî dezgehên fermî de nayÊn bi karanîn, perwerde pê nayê kirin, bazar û qezenc pê nabe, nikarin xwe biparêzin, her roj ji wan hinek windadibin û tên ji bîr kirin.

Dema mirov li dîrokê dinihêre tê kifşê gelek netew, kelepor û çand ji holê rabûne û hatine ji bîr kirin. Lêbelê li dewsa wan ziman û çandên berdewama wan derketine holê û vê pêvajoyê bi şeklekî sirûştî berdewam kiriye. Çi çax hinek hêzan serdest bi hesta mêtîngerî û netewî mudaxeleyî vê pêvajoya xwezayî kiriye, a wê çaxê alozî derketîye holê. Rewşa me kurdan ya îroyîn jî encama mudaxeleyeke weha neyar û kokbir e. Ji ber vê nexwaşîyê ye sêsed salî vir detir e ji ber vê hesta nijadperestî şer berdewam dikin.

Çareserîya vê pirsgirêkê tenê rêyek e; ew jî xwedî li nasname ya xwe derketin e.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder