Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Mirov, Civak û Hestê Wî

26.01.2008 - Mirov curbicur in. Tukes bi giştî naşibe yekî din. Di her war û hêlê de ji hevdu vediqetin. Hezkirin, hîskirin, xwarin, vexwarin, rabûn, rûniştina her merivî ji yên din cuda ye. Her çendî di alîyê şekil û dîtbarîyê de bişibine hevdu jî rastî ev e.

Di vê cîhan û jîyana cihêreng de bi milyaran meriv dijîn. Her kesek hest û xeysetekî wî yê taybet heye û bi vê cihêbûna xwe ve ji yên din kifş dibe û vediqete. Ev cudahî him çavkanîya dewlemendîyê ye û her weha him jî egera gelek pirsgirêk û alozîyan e. Her wekî tê zanîn mirov afirandîyekî civakî ye; ango li gel mirovên din dijî. Lewma di pêvajoya jîyanê de bi gelek kesan re bêgav dikeve têkilîyan, dide û distîne. Ev pêvajoya ji dayikbûnê dest pê dike, bi jîyanê geş û xweş dibe û bi mirinê ve kuta dibe. Di sêrî de rêberê mirov dê, ji pey re bav, paşê xwuşk û bira, jin û mêr, ji pey re hawir û mirovahî ye. Meriv di vî hawirê ku tê de çavê xwe li cîhanê vekirîye fêrî jîyanê dibe. Zar û ziman ji wan hîn dibe, nirx û rûmetê ji wan werdigire û dibe kesekî ji wan. Lê tenê ewqas, ne ji vê pirtir. (Ka ji xêncî van tiştan êdî çi ma?!) Ew kes, bi sinc û hestên xwe ve ji wan cuda ye. Hinek meriv dilovan û omit in. Bi zûtirkê dilê wan dişewitin, kela wan tijî dibin û hestên xwe didine der. Hinek hene dilqehîm in. Zûbizû dilê wan nasoje, hestên xwe nadine xwuyan. Lê hinek jî hene hestyar in, dilşewat/omit in, lê vê dîyar nakin û heznakin kesên din pê bihesin. Hezkirin û evîna xwe venabêjin.

Wekî li jor jî hate gotin, bandora malbat û hawir li ser mirov pir e. Ya rastî hevîrê meriv di wî hawirî de hasil dibe, hiltê û teşe digre. Bi kû de here, li kûderê bijî şûn û dirûfên wê li ser tên kifşê. Dema tevî civakê dibe, diçe bazarê, li şîn û şahîyan, dibe xwedî zar û mal, ew tiştên ji dê û bavên xwe dîtîye hînî zarokên xwe dike, wana bi wî qaydî perwerde dike. Çaxê hez dike, bi hêrs dibe ji dê û bavê xwe çawa dîtibe wisa dike. Ev yeka mîna silsileyekê dikude. Loma gelên her netewe, war û welatî, êl û eşîrên her heremê ji hevdu cuda ne. Ji ber wê zarava û devokên ziman jî cihê dibin. Gava di serî de yek xeletîyekê bike, ew çewtî ji wî belav dibe, wekî xeleteke meşhûr diweşe û wisa tê pejirandin.

Di têkilîyên navbera mirovan de, perwerde û terbîya malbatê xwedîyê cihekî girîng e. Heke meriv bi perwerdeyeke rêkûpêk mezin bûbe, ev ji wî re dibe alîkarê serkeftina wî û birêz û rûmet dibe. Lêbelê ger terbîyeke rind hilnedabe, bêxwedî be, têkeve li ber destê kesên nemeriv, ewê ji civakê re bibe sedema alozîyê. Yê ji malbat û gelê xwe re bibe barekî giran. Ji derbasbûna danê perwerdê şunde jî çê û çakbûna wî pir bi zehmet dibe.

Milekî dinê jî yê perwerdeha malbatê heye. Meriv ew tiştên ji malbata xwe dîtîye û pê mezin bûye, tiştên herî rind û qenc dizanin û yên ji bilî wê, dijî wê jî çewt û nerind qebûl dikin. Loma dixwazin her tişt bi dilê wan, mîna ew dixwazin pêk bê. Ev yek jî rê li ber nakokî û dubendîyan vedike. Gelek pirsgirekên di nav civakê de, encamên vê yekê ne. Gelek xort û keçên nû zewicî, ji ber rabûn û rûniştina xwe ya ku ji hevdu xerîb, xwarin û vexwarina ji hevdu cuda û tiştên mîna vê, bi hevdu nakin û hevdu berdidin. Loma di metropolên mezin de xelkê her bajar û heremê tê, li semt û taxekê niştecîh dibe. Di encama vê de, ew bajarên mezin di nav xwe de dibine bajorokên ji hevdu cuda. Bi zêdebûna nifûsên van bajaran ve hingî diçe têkilîyên di navbera mirovan de qut dibin. Cînarên di avahîyekî de, bin sîya banekî de bi salan dijîn, lêbelê hevdu nas nakin. Çiqasî bajar teng dibin, û xanûman li nêzîkî hevdû tên avakirin, mirov ewqasî ji hevdu xerîb dibin û dûr dikevin.

Bi belabûna fikra sekulerîzmê ve, di navbera efradê civakê de, nemaze yên xwendî, ji dîn dûrketin zêde dibe. Ji lewra dewleta neteweperest, xîmê perwerdê li ser amanca înkar û lawazkirina bawerîyê damezirandîye. Aha, loma ev ji heştê salî pirtir e, ji dibistana seretayî heya zanîngehê pesn û sitayîş li sekularîzmê tê girtin, hiş û mêjîyên nifşên nû bi vê îdeologîya sekularîzm/laîsîzm -jixwe ew bi xwe jî hê nedîyar e ka gelo birastî çi tişt e- ve tê dagirtin. Lêbelê nexweşîyên ku ji ber vê peyda dibin teze van demên dawîyê xwuya dibin, eser dikin û xwe didine der. Hestên berê di civakê de dibûne sedema alîkarî, qencî û jihevhezkirina mirovan winda bûn. Li dewsa wê berjewendî, ezîtî, jihevdûrketin û hwd gelek nexweşîyên din ji hevdu zêde bûn. Bandora vê sekularîzmê gelek salan nikaribû têkeve Kurdistanê. Lê kîngê partî û komelên kurdan yên dijberê dîn, çavdane vê rejîma înkarkirê rabirdûyê xwe, a wê çaxê di vî warî de li Kurdistanê guherîn/xerabûn çêbû. Îro jî ew kesên xwe wekê nûnerê kurdan nîşan didin, dînê Îslamê li hember xwe wekî astengekê dibînin û bi awayekî eşkere dibêjin ku em dijberê dînê Îslamê ne û loma guh nadine bîr û bawerîya gel û wan paşverû dibînin. Loma dibêjin, em li heremê temînata laîsîzmê ne. Lê helbet ev yek bi xwebera pêk nehat.

Di pêvajoyeke qasî dused salî de ev rewş hate holê. Bi pêşveçûna çapemenîyê ve bîr û bawerîyên roavatî belayî rohilat bû. Ji ber ku îcad û teknolojî bi destê Ewrupîyan çêbû û weşîya, her weha mohr û dirûfê xwe jî li ser xistin. Yên me jî devjev, bi hişmetkarî li wan nihêrîn û bûne evîndarê wan û ji bo rê li vê bigrin tu alternatîfên kêrhatî û bi hêz pêk neanîn. Loma gelê rohilat berê xwe da roava û rohilatîyên kone jî bi salan ketine nav gelê herêma me, hînî çand, ol, bîr û bawerîyên me bûn, bi kêmasî û nakokîyên me hisîyan. Paşê li gor vê ji me re reçetên pakkirin/nexweşxistinê çêkirin. Aha ev devîdevî sedsalekê ye em bi van pêlîstikan xapîyane. Aha ji wê rojê ve ye, di hişê me de têgehên medenîyet û modernîzmê tevlihev bûne. Ne em dikarin xwedî li eslê xwe derkevin, ne jî dikarin pêsîra xwe ji wan xelas bikin. Di encama vê pêvajoya kambax de gelê herêma me ji sinc û taybetên xwe yên ku ewna ji gelên herêmên din kifş dikir berêka winda bûn. Êdî her têkilî li ser berjewendîyan hatine avakirin. Tutişt mîna berê xwerû nemaye; heskirin, nefretkirin, yartî, neyartî ji rastîya xwe dûrketine û sexte bûne. Di civakê de piçûk hurmeta mezinan nagirin, zarok gura dê û bavê xwe nakin. Kal û pîran wekî bargiranî qebûl dikin. Bi kurtasî serê her têkilîyê bûye pere. Mirov ji wan hest û xesyetê xwe yê pakê sirûştî dûr ketîye bûye robot. Kêf û hal pirsîn, zîyaretkirin, pîrozkirina cejn û şahîyan ne ji dil û can in. Xwedê nîşan nede heke ev rewş û pêvajo wisa bikude, hêza bawerîyê û Xwedêtirsîyê weha lawaz bibe, mirovahîyê bervî merivxwurîyê biçe.

Bi pêşveçûna teknolojîk û hêzgirtina mirov ve, êdî ew dil heye ji ser xwe re tu hêz û hebûnê nas neke. Loma rabûye zagon û qanûnên xwezayê biguhere. Bi vê armancê rabûne bi gen û DNA ên rûhbera dîlizin daku cêwî û kopyên wan çêbikin û di encamê de dermanê nemirinê peyda bikin. Ji ber vê mirovan çawa hawirê xwe qetil kirîye, ji nebat û hêşinahîyan gelek winda bûye, ji rûhberan gelek heywanat nikarin bijîn. Roj dê bê mirovê jî nikaribe bijî. Ji xwe gelek nîşanên wê îro xwuya bûne.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder