Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Dîroka Fermî Û Dîroka Rast

08.10.2008 -Li ser dîrokê heya nika gelek tişt hatine gotin, tê gotin û her weha dê bê gotin jî. Dîroka ku heya nika hê li ser nehatîye hevkirin ku ka gelo ev dîsîplîneke zanistî ye û yan na tenê tiştekî subjetîf e. Lêbelê her çendî ev gengeşî berdewam bike jî pêvajoya dîrokê bêwestan diherike û ev niqaş û gengeşîyan jî seba dîrokê dibine malzeme.

Çawa ku her millet û netewe li ser rûyê cîhanê, di nav kûrahîya dîrokê de li pey şop û şûna pêşîyên xwe digere, gelê Kurd jî di vê babetê de xebatê xwe berdewam dike. Çimkî gelên ku di dîrokê de nebûne xwedî dewlet û yan jî împaratorîyên mezin danemezirandibin, di çavê mirovan de piçûk û nehêja tên xwuyanê û wekî girseyên bêdunde û bêesl tên qebûl kirin. Ji ber van pêşdarazîyên nedurist, dîrokzan û lêkolînerên Kurd jî seba selmandin û îsbatkirina dîroka gelê Kurd ya berê, dest bi xebat û lêkolînan kirine û xebatê û lêkolkênê xwe berdewam dikin.

Her çiqasî îmkanên lêkolînerên kurdan kêm bin jî bi qasî şîyan û hêza xwe gelek berhemên hêja û bi behre derketine holê û dertên. Di van xebatan de gelek dewlet, şaristanî, çand û gencinîyên ku di eslê xwe de malê pêşîyên Kurdan e, lê îro hêzên dagirker li wan xwedî derdikevin, îsbat bûye ku ya Kurdan e. Lê her çiqasî ji ber taybetîya dîrokê ye ku paşta nayê vegerandin û dubare nabe ku meriv bûyer û hedîseyên dîrokî paşta vegerîne serî, lewma li ser gelek tiştan nakokî û dubendîyên mezin hene. Nêrîneke ku li gor raya alîyekî rastîyeke misoger e, tu şik û guman têde tune ye, li gor hinekên dinê dijber ji, ji xêncî vir û derewan ne tu tişt e.

A çaxê ev tişt/mijara li ser xebat tê kirin weha subjektîf be, gelek caran di derbarê bûyerekê de, dîmenên pir eletewş û berevajî hevdu derdikevine holê. Ji ber vê divê mirov li ser şîrove û bawerîyên dîrokî pir vebir bawer neke. Lewra dema meriv li van fikr û angaştên dijberê hevdu dinihêre, tê kifşê ku her alîyek bi çimeke meseleyê de digire û qet bala xwe nade alîyên din. Ji ber vê jî fikr û doza xwe li ser wî alîyê pê girtîye ava dike. A ev çima girtiye jî bi qestî, zanebûn hilbijartîye. Tewr mirov dikare bibêje ku ew di derheq alîyên din de jî xwedî agahî ye. Lê ji ber ku tenê ew alîya ji bo doza wî kêr tê, lewma ji xwe re wê hildijbêre, di encamê de ev jî dibe sedema çewtîyên mezin û loma rastîyên dîrokê jî tên guherîn, dikevine awa û dilqên ne durist.

Jixwe dîroka fermî ya ku bi destê hêzên dagirkerê ji bo pişaftina millet û çandên bindestê xwe tên bikaranîn, bi vî tehrî hatine nivîsîn û çêkirin. Dîroknasên kirekirî yên bi hîle û xapandinan rastîya serobino dikin, ji bo veşartina rastîyan hemû xebatên xwe terxan kirine. Ev dîmenê dîrokzanîyê fermî, îro nîşana vê sextekarîya mezin e.

Lêbelê her çendî ewna bêbextîyê bikin û hemû nirx, hêjahîyê me veşêrin û dest bidin ser jî divê em bi zanebûn û tevdîr tevbigerin. Lewra heke em wisa nekin, emê jî bişibine wan. Di encama vê de jî di navbera me û wan de ferqê nemîne.

Wê hingê, ev pirsa derdikeve pêşberî me; seba ku em jî neşibine wan, bikaribin dîrok û rastîya xwe li ser bingehên durist û rasteqîn bidamezirînin, gotî em li gor kîjan pîvan û hêmanan bixebitin?

Her çendî ev mijareke gelekî dûr û dirêj be jî bi kurtasî meriv dişê weha destnîşan bike:

Di serî de pêwîst e ku ew bûyer, dewlet û yan jî mijara dîrokî, li gor şert û mercên roja xwe werine nirxandin. Rêka herî guncana fêmkirin û veçirandina wan, her bi vî awayî gengaz e. Lewra her bûyer û rastîya dîrokî encama şert û mercên dem û hawirê xwe ye. Çaxê ewna li gor wan hêmanên bi bandor neyêne nirxandin, tucar dîmenekî durist dernakeve holê û rastîya wê dîyar nabe. Ev ji ber vê ye ku dem û dîrok herikbar e. Her gav û xêlê de diguhire, xwe nû dike û di serî de tê hûnandin.

Loma gava mirovê bûyereke dîrokî ji bo xwe wekî delîl nîşan bide û yan jî bidenasîn û neqlî nifşeke nû bike pêwîst e ev hêman û mercana neyêne ji bîr kirin. Em vê bi mînakekê ve şîrove bikin.

Wekî tê zanîn di pêvajoya dîrokê de gelek şaristanî, dewlet û çand derketine holê, ji wan hinek kevn bûne, ji holê rabûne û hinek jî hê geşbûne, av ev pêvajoya dûr û dirêj bêwestan herikîye heya îro hatîye. Di vê pêvajoyê de gelek millet, ziman pêk hatine, berêka ewna millet û zimanana di nav xwe de ji hevdu zêde bûne û bela bûne. Di vê meşa dirêj de hinek ziman û medenîyet têk çûne, hatine jibîrkirin û yan jî nav û reng guhertine, ji wan ziman û şaristanîyên nû peyda bûne.

Ji ber vê gava dewletek û yan neteweyek di dîrokê de li pey şop û şûna pêşîyên xwe bikeve -jixwe ji bo netewe-dewletên li ser netewekî tenê hatine avakirin mecbûr in xwe bi vî şeklî bidine îsbatkirin- ji wan şaristanî û çandan yên dişibîne xwe, ji bo xwe wekî pêşî kifş dike û bingeh û dewlemendîya neteweya xwe li ser wê dide damezirandin. Bi vî awayî him xwe wekî hêja, bi bingeh, mezin dide nîşandan û him jî pê xwe dipesinîne û motîve dike. Loma îro dîroka hemû dewletên li ser navê neteweyekî, zimanekî hatine avakirin dişibine hevdu. Her weha çaxê li ser dîrokê lêkolînan didine kirin û ji bo xwe rabirdûyekî têr û tijî didine amadekirin, sînoran hişkehiş dikêşin û angaştên xwe jî wekî rastîyên tekane didine nîşandan. Gava merivek li wê dîroka wana fermî dinihêre, dibêje qey dîrok tenê ji wan pêk tê, di hemû îcad û keşfên dîrokî bi destê bav û kalên wan pêk hatine. Tewr ji xwe dîrok hemû ji wan dest pê dike. Ev tiştê em qala wê dikin di dîroka tirk ya fermî de bi awayekî gelekî kifş derdikeve holê.

Lewma çawa ku van hêzên serdest bi vî şeklî hebûn û heqîqeta xwe li ser derwan ava kirine, wekî wê pêwîst nake ku milletên bindestê mîna me Kurdan jî çav bidine wan û li pey şopa wan herin. Lewra bi van rê û rêbazan tenê mirov dikare xwe bixapîne. Gava civak û kesên mezlûm, bidine pey zalîmên kedxwar êdî wê hingê tu qîymet û hêjahîya berxwedan û tokeşîna azadîyê namîne. Êdî herdu enî jî dişibine hevdu û pîrozîya dozê jî ji holê radibe. Seba ev çewtîya mezin pêk neyê gotî lêkolîn û xebatên zanistî li ser bingeha maf û dadê warine meşandin û tenê kifşkirina rastîyê bibe armanc.

Heke armanca xebatên lêkolînên dîrokî pesindayîn û xwemezinkuştin be tu xêra wê ji mirov re tune û ji wê nayê îstifadekirin jî. Ji xwe wê çaxê qet hewcedarî bi lêkolînên dirêj û bi zehmet jî tuneye. Tenê meriv di dîroka fermî de li dewsa navê hêz û gelên serdest, navê milletê xwe binvîse meqsed hasil dibe. Lewra wan jî wisa kiribû…

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder