Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

23 Aralık 2008 Salı

Bîroka Dîrokê

Çaxê qala dîrokê têkirin zêhna mirov tê bîra. Lêbelê ev ne bêsedem e. Ji ber ku dîrok ji bo her netewekî ji bo her ometekê ya rastî ji bo her kesayetîkî qasî hiş giring e. Gava hişê yekî tunebe, ne xêra wî digihêje wî ne jî digihêje hinekê din. Berevajiyê ve yên bêhiş/dîn gellek caran zirarê didine der û dora xwe û her dem ji wan re dibine asteng. Jixwe hiş ji bo berpirsyariyê pêwîst e. Yên bêhiş tu carê berpirsyar nayêne qebûlkirin. Îslam yên ji vî nîmetî bêpar in mesûl nabîne û tu barî jî nade pişta wan. Vê yekê Qasidê Xweda bi vî awayî beyan dike:

“Pênûs ji sê (kesan) rabû ye; razayî heya hişyar be, zarok heya kamil be, bêhiş/xweveçûyî/dîn heya hiş were sêrî.” (Ebu Dawud, Tirmîzî; Kîtabû’l Hudud)

Dema meriv li vê hedîsa şerîf dinihêre ev rastiyê hanê derdikevine pêşiya me. Ev hersê kesê di vê rewşê dene ne berpirsyar in. Ji ber ku nikarin hişê xwe bixebitînin, lewma ev kêmasiya, wana ji bin barê berpirsyariyê derdixe. Lewra berpirsyarî hiş divê. Çaxê ev meleke neyê bi karanîn ev mesûliyet tu carê pêk nayê. Lêbelê ev jî rastiyeke bêguman e berpirsyarî barekî giran û giram e. Gava xweyê berpirsyariyê vê erka xwe bi cîh bîne, bi rûmet û berbiçav dibe. Lê çaxê wan wezîfê xwe jibîr bike û yan jî ji ber guhê xwe re biavêje a wê hingê ev berpirsyarî wî kesî/kesan rezîl û rûreş dike. Ev tiştên hatin gotin gişk girêdayî hiş in.

Ev mesela hiş duh heta îro hergav mirovahî meşqûl kiriye. Her çendi derbarê ciyê hiş de; ango gelo hiş/fikir di dil da ye yan di serî/mêjû de pêk tê de di felsefe/kelamê de niqaşên dûr û dirêj hebin jî her cure însanî rastiya hiş dîtiye, giringî û pêwîstiya wê teslîm kiriye. Çi dîndar çi bêdîn, çi gundî çi bajarî an jî çi bedewî çi jî hedarî derbarê vê melekê de gotinê wan hene. Her weha gotineke pêşiyê me kurdan jî heye: “Aqil tacê zêrîn e…” Lebelê pirê mirovan jî mixabîn ev hêza di ciyê wê de, bi awayekî guncan bi kar neaniyê, ev jî rastiyeke dinêye. Em vê kin bibirin.

Li fêzê jî me behs kiribû dema qala dîrokê tê kirin hiş tê hizra mirov. Lê hezar heyf em dîrok/mêjûyê xwe baş nizanin. Sedemên vê yekê pirr in. Lêbelê çi dibe bira bibe divê em dîroka xwe bînine bîra xwe û li ser wê mijûl bibin û bixebitin.

Li ser rûyê erdê kesekî bê dîrok, bê rabirdû, bê nijad tuneye. Mirovahî her çendî serî de ji dê û bavekî çebûbe jî, di pêvajoya demê de ji hev qetiyane û hêdî hêdî ji hev dûr ketine. Ev ji hev qetîn hingî çûye kûr û dûr bûye. Di encama vê pêvajoyê de gel, netew û êlên cûrbecûr pêkhatine. Me kurda jî wekî birayên xwe yê din di vê pêvajoyê de ciyê xwe girtiye. Mîtanî gelên dinê taybetî û cûdahiyên me yê cihê pêk hatine.

Di vê pêvajoya dîrokî de çand û şaristaniya me bingeh girtiye. Ji wê pê de heya roja me hatiye. Wezîfa me ya îro ewe ku em van nirx û hêjahiyê xwe, ango em bi xwe hînbibin, yê veşartî, hatine ji bîrkirin derxine holê û bidine hînkirin. Jixwe yên vî karê pêwîst nekin û wê ji windabûnê xelas nekin, wê hingê ewnê bi xwe ji aliyê demê ve bêne pûç kirin. Mîna belgê daran. Her çendî demsala biharê dibişkivin, zîldidin û hêşîn dibin. Û her çiqasî demsala havînê çend meha vê geşbûn û rindbûna xwe biparêzin jî. Gava demsala payizdê li wan derdikeve û bayê payizdê hênik wana radimêse hêdî hêdî xatirê xwe ji çiqil û şaxên daran dixwazin û yek bi yek berve bi erdê dikevine rê. Şilî û şepelî wana li erdê hasil dike, dirizin û diçin. Yên civaka xwe nasnakin, haj bi dîroka xwe tunene hema aqûbeta wan mîna vê ye. Dem tê xêncî navên wan tu tişt namînin. Hinek jî qet navên wan jî namîne.

Vî çaxê nûjen de ev pêvajoya pûçkirin û pûçbûnê hingî diçe leztir dibe. Taybetiyên gelan yê kevnare, cûdahiya çand û şartistaniyan yek bi yek bin ax dibin. Êdî mirovahî ji seranserê cîhanê heman tiştî dixwen, heman celeb kincan li xwe dikin, guh didine heman muzîka bê rûh, heman bernameyê ji rê derketî û ji rê derxistî temaşe dikin, bi kurtasî mîna hevdu dibin. Her roj çandek, zimanek ango gencinîk winda dibe. Û ji vê re jî globalîzm dibêjin yanê gundê glover/global û mora/dirûfê rojava li ser netikê ye.

Heke dîrokê hê em neavêtibe bîroka xwe, em dîrokê bîninê bîra xwe.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder