Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Wergera Ji Wergerê Ji Neçariyê Ye

26.08.2008 - Seba mirov bikaribe kar û barê xwe birêve bibe, bijî û bi civakên din re têkilîyê deyne, mecbûre ziman bikarbîne. Heke ev kes û yan civak li gundekî û yan heremekê be û gelê wê jî tenê bi zimanekî biaxive wê hingê di têkilîyê ji ber zimên tu pirsgirêk dernakeve holê û pêdivîya kesî bi wergerê tuneye. Lêbelê dema ku civak ji neteweyên cihê cihê pêk werê, di navbera wan de cudahîya ziman hebe, wê çaxê bêgav hewcedarî bi werger û wergêr heye.

A ji ber vê di nav mirovahîyê de werger pêdivîyeke gelekî mezin e. Lewra cîhana ramanê gelekî berfireh û tevlihev e. Bi qasî jimara gel û civakan, raman û nêrînên ji hevdu cihê hene. Her weha bi qasî wan cihêtîyan, sînor û navbir jî di navbera wan raman û bawerîyan de hene. Belkî ji van asteng û navbiran ya herî bi bandor cihêtîya zimên e. Lêbelê karê wergerê ji bo vê astenga mezin ji holê rake hêmaneke pir girîng û yekane ye.

Seba ji holê rakirina vê navbira mezin, werger karekî pir pêwîst e. Lewma seba millet, civak û çandên cihê, ji hevdu fêmbikin û têkilîyê daynin, navgîna wergêr û wergerê bikaranîne. Ji ber vê, di vî karî de armanca wergerê ew e ku ew berhema ku ji zimanekî xerîb hatîye nivîsîn bi alîkarîya wergêr bal bi zimanekî din were wergerandin bigihêje ber destê civakeke mayî. Bi vî tehrî ew civak û milletê zimanê wê berhemê nizane, bi wesîla wergerê dikare ji wê berhem û çanda beyanî/xerîb îstifade bike.

Lêbelê çawa ku di hemû kar û kirinê mirov de kêmasî û xeletî pêk tên, her wisa di warê wergerê de jî ev cure çewtî rûdidin. Ji ber vê li ser rêbaz, bingeh û pîvanên werger û û wergêrîyê de gelek niqaş pêk hatine. Helbet armanca van niqaş û nirxandinan çakbûn û têkûzîya vî karê girîng e.

Ez jî dixwazim di derbarê pirsgirêkeke wergerê de; ango wergera ji wergerê de çend tiştan bêjim. Bi min wergera herî baş û dilê mirov pê xweş dibe ew e ku werger ji berhema eslî, bi zimanê wê yê pêşîn were wergerandin. Bi vî tehrî berhemê ji serkanîya wê were wergerandin û loma dê zelal û xweş be. Tiştekî melûm e herdem ava doxkanîyê ji ya serkanîyê şelîtir û bi xilt e. A wergera ji wergerê jî mîna vê ye. Di dema wergerê de him di wateyê de û him jî aheng û wêjeya berhemê de lawazî pêk tê. Hetta di hinek werger bi vî tehrî dibine guraxwarî. Ji ber van kêmasî û çewtîyan ya herî qenc ew e ku werger ji eslê wê were wergerandin da ku çewtîyên mîna şaşfêmkirin, jibîrkirin û serragavkirinê kêm bin.

Ligel van kêmasî û neyînîyan gelek caran wergera ji wergerê ji ber neçarîyê pêktê. Wekî tê zanîn ji ber ku jimara kesên kurdî dixwînin kêm e, lewma karê weşangerîya kurdî pêş neketîye û dezgehên vî şixûlî dikin hindik in û yên dikin jî seba wergerandina berhemên beyanî tu plan û xebatên wanê taybet tune ne. Heke jimara kesên bi kurdî dixwînin zêde be û weşanxane jî ji xwe re bernameyên wergerê çê bikin û ji bo vî karî jî pisporê wan zimanê ku dê jê berhem werine wergerandin bêne girtin û berhem ji eslê wan werine wergerandin, helbet wê hingê pirsgirêka wergera ji wergerê jî dê derneketa holê û yan jî qet nebe dê kêm bûya. Lê mixabin rewşa me ya îro berevajî vê ye û piranîya wergêran li gor tercîha xwe ya şexsî û hezkirina xwe berheman hildijbêrin û werdigerînine kurdî. Paşê bi hezar tika û rica didine çapkirin. Ango vî karî ne ji bo qezenckirina peran, lê ji bo xizmeta ziman û wêjeya kurdî dikin. Helbet ji van wergeran beşek jî ji zimanên duyem û sêyem tên kirin. Heke mirov rabe vê weke gunehkarî bibîne, evê bibe neheqîyeke mezin. Lewra ev ji neçarîyê pêktê. Kesên ku zimanê wan berheman yê orjînal dizanin xwe bi wergerê nawestînin û pê giro nabin û hinek kesên dinê ku dilê wan bi kurdî dişewite û dixwazin pirtûkxaneya kurdî dewlemend be, bi vê mebestê ji zimanên dizanin wergera bo kurdî dikin.Heke meriv jî rabe hê serde wanê bi dilekî sax radibin wergerê dikin, dixebitin ku tawanbar bike evê şewqa wan bişkêne. Tiştê divê were kirin ew e ku mirov dezgehan saz bikin ku kesên karê wergerê dikin berhev bikin û wana bidine xebatê û wergeran ji eslê wan bidine kirin. Lê heke ev ne mimkûn be, heya ku derfet çêbin divê rexnegir ji bo serraskirina wan wergerên ji wergeran tên kirin, rexna bikin û rêberîya wan bikin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder