Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Ev Şeteleya Duzimanîyê Dê Koka Me Biqelîne

27.09.2007 - Wekî di gelek waran de kurd ji nîmetên dunyayê bêpar mane, hezar korahî ji nîmetê duzimanî/pirzimanîyê bêpar mane. Lewra ji bo kêrhatina duzimanîyê divê hawirekî baş û guncan hebe daku em kurd ji wan herdu ziman sud werbigirin û kêr bên. Lewra ev avantajên ku mirov bi xêra pirzimanîyê bi dest dixe encax bi wî awayî pê tên. Ev şert û mercên ku tê de duzimanî kêrî mirov tê jî her weha pêkan e:

Çaxê zarok perwerde dibe di serî de divê zimanê dayikê rind fêr bibe, bi wî zimanê xwe yê rastî/eslî perwerde dibe û pey re fêrî zimanê duyemîn û yan jî sêyemîn dibe. Gelek caran ji bo vê nepêwîst e ku îlam ev perwerdeya zimanê di dibistanan de pêk were. Lewra zimanê zikmakî jixwe di malbatê de, ji dê û bav, xwîşk û birayan tê fêrbûn. Ji pey vê re êdî heke derfet hebe zimanê duyemîn tê hînbûn. Jixwe piranîya wan miletên cînarê hevdu ne, di nav hevdu de dijîn xwebera zimanê hevdu hîn dibin û bi awayekî baş hevdu têdigihêjin. Lê ji wan zimana kîjan yê serdest be, piranî ew bête bikaranîn helbet ew ji yên din bi bandortir dibe. Gava rewş asayî be, dema zext li ser zimanekî nebe, derfeta pêşketina hemû zimanan hebe, wê hingê ev têkilîya di navbera zimanan de şeklekî xwezayî pêk tê. Wê çaxê ziman peyv û têgehan didine hevdu û ji hevdu distînin. Loma bi vî tehrî ji dewlemendîyên hevdu sudwerdigirin. Jixwe mezopotamya wekî kanîya ziman û şaristanîyê di dîrokê de bûye mînakeke sereke û gelekî balkêş.

Lêbelê çi çaxê dewletên ku bingeha xwe li ser yek netewê danîne derketine holê êdî berêka ji bo pişaftin û tunekirina zimanên din xebitîne. Çimkî hebûna wan ziman û çandên dinê ji bo hebûna wan dibe xeter. Ev rewşa îro ya ku bûye sebeb ku gelek ziman ji holê rabin, bêne jibîrkirin ev pêvajo ye. Li gel vê bi pêşveçûna teknolajîyê ve windabûn pêşta çûye.

A divê çaxê em li meseleya duzimanîyê dinihêrin ji vê hêlê ve binirxînin. Çawa ku gelek babetan de rewşa me kurdan di bin xeterê de ye, mixabîn ev duzimanîya ku bi zorê destê hêzên dagirker li ser kurdan hatîye ferzkirin jî dibe sebebê tunebûna zimanê kurdî. Lewra tu îmkan di destê kurdan de tuneye, bi taybetî jî di destê me kurdên bakur de. Loma ev derfeta ku ji bo bidestxistina gelek hêjahîyan îro wekî jehreke kujêr di nav mêjîyê nifşên nû de bela dibe û heke ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî di demeke nêzîk de pêk neyê piranîya kurdan dê ji zimanê xwe bin. Jixwe îro ew beşa koçî dervayî kurdistanê kiriye bi bayê bezê bervî bi vê qonaxa dilsotîner ve dimeşe. Ev şetele/afata duzimanîyê dê koka me biqelîne.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder