Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

23 Aralık 2008 Salı

Kula Xedar û Yan Barê Giran

Dema meriv diçe welêt tu lê dinihêrî zarok, di kuçe û kolanan de bi hevdu re tirkî xeberdidin, heneka dikin û dilîzin. Dema tu derbasî malê dibî, lê dinihêrî qîzên xama dev ji kurdî berdane, hevdu re bi tirkî şêwra dikin û xwe bi wê tirkîya xwe ya delal (!) qure dikin. Tu li xortan dinihêrî wan ji zûvaye kurdî ji bîra kirine û edî nikarin paşte jî vegerin. Gava tu ji wir derbas dibî diçî bajêr li cem dost û hevalên xwe yên berê tu lê dinihêrî bi tirkî dest bi xeberdanê dikin. Çima? Ne tu ji welatê dûr hatî, tu xwendîyî, tu tenezûl nakî bi kurdî xeberdî, loma gotî ewna jî bi te re tirkî xeberdin. Ji xwe êdî di mala xwe de bi zarokên xwe re kurdî xebernadin, dema tu zarokan re kurdî xeberdidî bi şanazî dibêjên apê wan ma tu nizanî Berfîn (!), Egît (!) kurdî nizanin. Çima? Lo heyran ji xwe em li paşya koça man, qet nebe bira ewna mîna me nebin, bikaribin cila xwe ji avê derxin. Tu li wir derbasdibî diçî cem dayika xwe ya ku tu mezin kirî, hêvotî, şîret kirî, vaye ew jî dike ku bi te re tirkî xeber de, lê zimanê wê venagere. Ji wir radibî diçî zozanan, serîkî didî şivanan, berxvanan vaye radyoya wan di destê wan de ye, guhdarîya wê dikin, ji ber ku ji xurbetîyê hatî bi tirkî kêfxweşîyê didin te û te bi tirkîya xwe dihesînin.

Ma gelo ev rewş wisa berdewam bike, em bi dilxwazî, kefxweşî weha bikin çend sal temenê me yê kurdî maye? Îro, sibê dê kuta be. Helbet sedema vê ev komara ku xîmê xwe li ser pişaftin û kokbirîkirina gelan damezirandîye ye. Lê divê em xwe destê wan ve bernedin, teslîm nebin û ji xwe, malbata xwe, hawirê xwe destpê bikin, bi heya sazî û dezhegên zimanê xwe yê zikmakî bikine zimanê xwe yê resen, fermî, yekem, sereke…

Lê dema vê dikin gotî em vê yekê jî ji bîra nekin, em bi zimanê gel biaxivin, wan çavtirsî nekin ku li ber çavê wan zimanê kurdî nebe mîna zimanekî beyanî ku ev zimanê ku dê di navbera me de bibe pireya peywendî û têkilîyê, li dewsa wê nebe astengî û egera ji hev dûrketinê. Lewra dema meriv bi gel re xeber dide pirê wan li zimanê nivîskî û çapemenîyê xwedî dernakevin û hedizanin ev zimanekî xerîb e, zor e û loma jê fêm nakin. Ji ber vê di dezgehên çapemenîyê de behrem û bernameyên gelerî zêdebin. Û şirket û fîrmayên kurdan li ser tiştên çêdikin wekî kinc, tîtik, pêlistîkên zarokan, firaq û folan hwd. gelek alavên din bi kurdî binivîsin, pirtûkên zaroka yen bi wêneyê rengîn bên çapkirin û belakirin. Fîlmên karton, belgefîlm, rêzefîlm ji bo kurdî bên dublajkirin, her weha gelek tişten mîna vê. Helbet ev karana gişk zehmet, dem, dirav û kadro divê. Lê gotî bibin da ku meriv bikaribe li hember vê pêla xurt ya asîmilasyonê xwe bigre û li ber xwe bide.

Di vê mijarê de meriv dikare gelek tiştan bibêje lê ya herî girîng ew e ku divê em vî karî di xwe de bidin destpêkirin, bi qasî hêz û şîyana barê dikeve li ser milê me bikin û bi xwe û zimanê xwe bawer bibin û pê şanaz bibin. A dê wê hingê rê li ber me vebe.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder