Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

23 Aralık 2008 Salı

Karên Bişaftinê û Rewşa Me

Dad û dadmendî ji hêmanên jîyanê yên sereke ne. Civak her bi dad, maf, bi rûmet û bi hevdu re tehamûlkirinê pêk tê û birêve diçe. Dema di civakekê de mirov guhnedine mafên hevdu, tehemûla wan bi bîr û bawerîyên hevdu, fikir û ramana hevdu tunebe, dilhebin ku b idarê zorê îdeolojîya xwe, awayê jîyana xwe li ser endamên dinê yê civakê ferz bikin, serkutîyê li wan bikin, wê hingê ew civak pêşnakeve, zelal nabe û ferd û kesayetîyên wê civakê ji ber zordarî û zexta li ser wan nasnameya xwe ya rastîn kifş nakin, ya rastî nikarin kifş bikin û di encama vê de civakeke nexweş û durû derdikeve holê.

Îro li her çar dewletên ku çar perçeyên kurdistanê dagirkirine civak, gel û komên ne desthilatê wekî kurdan û herweha mîna hêzên serdetsê ku kêmanîya gel pêktînin nafikirin, bîr û bawerîyê wan cuda ne, di rewşeke weha sosret de dijîn. Ne dikarin bi serbestî ramanê xwe bibêjin, ne dikarin dawxazên xwe eşkere bikin û ne jî derfeta wan heye ku li gor armanc û fikrên xwe bijîn, zarokên xwe perwerdebikin, ziman, kelepor û ola xwe biparêzin. Lewra vê neheqîyê wekî ewrekî reş li rûberê esmanê jîyanê vegirtîye.

Ev çend heftene li bakurê kurdistanê û beşên dinê tirkîyê sala perwerdeyê ya nû dest pê kiriye. Ji zarokên dibistana sertayî bigire heya xortên zankoyan bêgav mecbûr in, li ber emir û fermana dewleta dagirker, asimîlexwaz û sekuler serî bitewînin, rastîya xwe veşêrin, xwe bikine dilqê dilsozê hêzên serdest.

Roja ku zarok dest bi dibistanê dike, di serî de berya ku derbasî hundir bibe sonda dibistanê ya ku amentuya sîstemê ye bi wî didine gotin. Rejîm bi wê sonda xwe ya ku tijî derew, înkar û neheqî ye xwe bi zarok didi nasîn û çavtirsî dike ku divê ew jî ji vê wir de li gor van pîvan û prensîban wan kar bike. Heke ne ji miletê mezinê tirk (!) be yanê kurd, ereb, ermenî hwd be divê ji vê şunde bibe tirk û tewr ji ber vê tirkbûna xwe şanaz û kêfxweş be. Lewra êdî derbasî çîneke teze ya serdest dibe. Her weha êdî rêber û qehremanê wî îdolê mezin e. A ev zarokê ku di vê disbistanê de bê perwerdekirin, wate were asîmilekirin. Her weha bi saya wî/wê zarokê jî malabata wî yê bê bişaftin. Ev bişaftin jî dê ji gelek hêlan ve were domandin; him dê di hêla ziman de, him di hêla ol û bawerîyê de ye û him jî di warê çand û keleporê de ev polîtîka û bername bê meşandin. Loma zarokên ku ketine tela hêzên dagirker –ev piranîya zarok û ciwanan e- bi malbat, civaka xwe qayîl nabin, li ber çavê wan piçûk dibin, dê û bavê xwe paşverû, nezan qebûl dikin. Ji ber vê nakokî û dubendîyên mezin dikevine navbera nifşên berê/mezin û yên nû/ciwan. Ev yek jî mixabîn dibe bayîsê hevberdana civakê. Peywendî û têkiliya di navbera nifşan de têk diçe û qut dibe. Bi vî tehrî gelek nirx, hêjahî yê mirovahîyê winda dibin, derbasî pêşerojê nabin. Ev yek îro di civaka me kurdan de bi awayekî zelal xuya dibe. Bi rastî ev tişt nexweşîyeke pir xedar û kujêr e. Her roj çand, bîr û bawerî ango ew nirx û hêjayên ku me ji miletên din vediqetînin, ji dest diçin û ji xwe armanca dijmin jî ev bi xwe ye. Heke em li xwe nehesin, rê li ber vê pêvajoyê negirin encama me qenc naxuyê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder