Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

26 Aralık 2008 Cuma

Qelf, Henek û Sînorên Wan

Jîyana mirov piralî ye. Gelek beş û perên wê hene. Lêbelê ev beşên wê gişk bi hevdu va girêdayî ne. Her alîyê wê peywir û taybetîyeke wê ya xweser heye. Loma dema ji wan yek tune be, ji holê rabe, ji ber wê yekê di jîyana mirov de kêmasî peyda dibe û gotî ev valahîya zûtirkê bê dagirtin.

Di jîyanê de gelek bûyer hene, ji wan hinek dilê meriva xweş dike, bîhna meriva tê ber meriva, qasekê be jî meriv xwe ji derd û kula didize, şa dibe, dikeve nav kêf û şahîyê. Cejn/eyd, dewat/dîlan, şevbihûrk, nandayîn, dîtina heval û xizma, ji welatê dûr hatina dê û bav, xweşk û biran û her weha şev û rojên di nav gel derî li xêrê vedikin ji wan dem û rojan hinek in. Dema meriv van çaxan li hev kom dibin, dikevine şêwrên xweş, mezin dest bi qala serpêhatî û tecrûbeyên xwe dikin, ji zarok û merivên xwe re vedibêjin, şîreta li wan dikin, seba xeletî û çewtîyên ku bi xwe kirine nekin. Her weha çîrokbêj çîrokên xwe, dengbêj kulamên xwe, merivên devbikenê henekcî jî bi henekên xwe bi wan re dibine heval.

Lêbelê çawa ku her tişt rê û rêbazeke wê heye, ev tiştana gişk jî bi qaîde ne. Her kes dizane dê çawa destpê bike, dema xeberdide, salix dide, dê çi ji bîra xwe dernexe, dilê kesî ji xwe nehêle û bêhurmetîya mezin û civakê neke. Loma heke çîroka wî dê li ser yekî, keçel, kor, topal yan tagirtî be, çavê xwe li dora xwe digerîne ka gelo kesekî bi vê biêşe, dilê xwe bike heye yan na. Paşê dest bi çîrok û mesela xwe dike. Heke wisa nebe, ne tama vê kêf û şahîyê dimîne û ne jî milet ji hev hezdike û rûmeta hevdû digire. Lewra ev şert û mercên civakîbûnê ne û bes meriv bi tehrî dikare hevdû re bijî.

Na heke wisa nebe, meriv rabe li cîyê ken bigirî û şînê bike, li cîyê şînê jî dest bi ken û şahîyê bike her tiştê serobino bibe. Ma ne wisa ye, di nav gelê me de edetek heye ku gelek meriv bi dunav in. Yek navê wanê rastî ye û yê din jî bûyerek sosret, ecêb qewimîyê û ji ber wê ev nava li ser maye. Ku çaxê civak xweş be, yek rabe xwe li ortê xwe û vî navî bidî civakê bide rûyê wî kesê dê çibibe, ne ez bibêjim û ne jî hûn bibihên.

Mina vê her gel û kom nirx û hêjahîyê wan hene. Belkî wan nirx û giramîyê xwe egera hebûn û tunebûna xwe dibînin. Ji wan yek jî ol, bîr û bawerîye. Ya rast bi min ya herî giring û sereke ol e. Çawa? Gelek pênaseyê dîn hene. Lê gişk derekê de dicivin. Ew jî ev e ku ol bandorê li jîyan û tevgerê mirovan dike. Ango jîyana mirov nîşana ola wî ye. Loma em dikarin bibêjin ku awayê jîyana merivan çi be, ola merivan jî ew e. A em vegerin ser mijara xwe.

Çawa me gotibû, her tişt bi qayde, rê û rêbaz e, dema merivê hineka bide kenandin û dilê wan xweş bike, gotî meriv dilê hinekên din jî neşkêne, ji xwe nehêle, nede xeydandin. Bi vî awayî her tiştê bi rêk û pêk be û tu encamên neqenc jî rû nadin.

Ez vê çima dibêjim, min li hejmara Tûrik ya 58. heştan nihêrî di rûpelê 5. de cî dane xêzikekê. Merivekî bi şaşik û rûdan lavayî Xwedê dike: “Xwedê, hezar caran şukur ji te re, tu me ji fûzeyên gawiran diparêzî!” Pey vê duayê re kunde diçe û mûşek/fûze ji ser re derbas dibe û jê xelas dibe.

Gelo ji vê xêzikê armanc çi ye? Min fêm nekir!!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder