Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

23 Aralık 2008 Salı

Bêhûrmetîya Mezin, Karîkator û Kurd

Çaxê dewleta Osmanî berve bi xerabûnê ve diçû, rayedarên dewletê hinek bi xwe û hinek jî bi helanê ji rojhilat dihatin, dest bi desxistina humayûn (1856) û fermanan (1879) kirin da ku ji vê nexweşîyê bifilitin, rewşa xwe ya xerab başbikin û hê gelek salên dirêj li ser gel hukumranîya xwe bikudînin. Herweha gelek xortên jîr ji bo xwendin û ji wan sûdvergirtinê şandine Awropayê. Kesên çûne li wan deran dewsa ku ji wan îcad û tiştên nû çebûyî bînine welatê xwe û gelê xwe ji vê pûçbinê rizgarbikin û bibine rêberê wan, bûne evîndarê bîr û bawerîyê rojavahîyan. Loma ji wê hingê vir de ji vê herêma me rojhilata navîn, kesên berê xwe dane wê derê çûne pirê wan çavdane wan û hatine welatê xwe xebitîne ku ji bo gelê xwe li gor rê û rêbazên wan biguherin û bişibine wan.

Ev dewleta sekulera em îro di bin desthilatdarîya wê de dijîn berhema vê pêvajoyê ye. Loma îro ji bo nûnerîya wan dorê nade tu kesî û xwe nûnerê wanê li vê heremê yê herî berbiçav dizane. Ji wê hêlê de çi derkeve bê hildan û danîn qenc qebûl dike û bi zorê bi me dide kirin. Ji xwe bingehê qanûnê xwe ji wan girtîye û deyndarê wan e. Ev sedsalekê zêdetir e bav û kalên wan dane pey wan û îro jî nevîyê van ev mîrata ji wan maye mîna ronahîya çavên xwe diparêzin.

Lê hezar heyf aqûbeta me kurdan jî li rewşa wan çûye. Îro em li kîjan rojname, kovar û yan malpera kurdan binihêrin, em dibîn ku wan jî daye pey sopa wan. Ew şîret û pendên ku wana sedsal ji berya vê li gelê xwe dikirin, îcar ewna li me dikin. Ev yek di bûyera karîkatoran de bi awayekî eşkere derkete holê. Gotinek heye; “Keçel dernamê wî hebûya dê li serê xwe bida.” Ka heyran wanê ku hûn ji bo me nimûne nîşan didin ral li serê xwe kirine. Îro mîna parsekan li ber derê rojhilatîyan digerin û bûne pêkenîyê alemê.

Ji vê nivîsê armanca min ev e: Nêzîkî çar meh berya vê rojnameyeke Danîmarkayê seba çêkirina van karîkatorên ku ev çendek e olan dane çêbikin bangî 40 karîkatorîstî kiribû. Ji wan 12 heban karîkator çêkiribûn. Ji vê yekê helwesta van armanc çi ye, kê nav li wan dide, gelo evana amedekarîya alozîyeke mezin dikin, yan qey seba pevçûna di navbera medenîyetan de bidine destpêkirin helana didin, di be ku ji bo şerê cîhanê ya sêyemên derkeve dixebitin, em vê nizanin.

Lêbelê, bûyereke kirêt qewimîye. Çend kesên bêhûrmet qaşo karîkatorê Hz. Muhemmedê (selama Xwedê lê be) ronahîya çavê me çêkirine. Ji bervê bêhûrmetî û piçûkxistinê li gelek deverên cîhanê –Kurdistan jî tev- xwepînişandan û protesto çêbûn, li çend cîyan balyozxanê dewleta Danîmarka ya piştgirîya vê kirêtîyê dike hatine şewitandin.

Di hêla din de hinek kes û dezgeh jî rabûne li ser navê azadîya çapemenî û ramanê pişta vê neqîyê dikin û dibêjin mafê her kesîye ku fikr û bawerîya xwe dîyarbike. Û ev bûyer jî encama vê azadîyê ye. Hê bi vê jî qîma wan nayê. Weşangerê van karîkatora rabû got ev protesto ji min xwe re bê hûrmetîye.

Em vegerine ser mijara xwe. Îro gelek rewşenbîrê kurd jî mîna hevpîşê xwe yên tirk û yên rojhilatî radibin van xwepênîşandan û şermezarkirinê ji bo vê bûyerê hatine darxistin rexne dikin. Dibêjin çima, kesên bawermend tiştekî wisa dikin û vê paşverûtî dihesibînin. Hê serde jî radibin dibêjin madem misliman hemû pêxemberan bawerdikin, dema cihû û yan xaçparêz wênê pêxemberê xwe Îsa, Mûsa hwd. çêdikin dîsa mîna vê bûyerê dij dernakevin. Çima li ser rûyê erdê terorê dikin, xwînê dirêjin.

Îslam navê ola Xwedê ye ku ji destpêka jiyana mirovahî mêj ve bi navgînîya Qasidên Xwedê ji mirovan re hatîye hinartin. Ev silsile bi Hz. Adem (selam lê be) destpêkiriye û bi Qasidê Xwedê Hz. Muhemmed (selama Xwedê lê be) bi dawî bûye. Em hemû misliman bi ol û pêxemberên Xwedê bawer dikin û tu ferqê naxine navbera wan yekî. Lê em bi wan kesên ku dibêjin em peyrewê Hz. Îsa û yan Hz. Mûsa ne hembawer in. Lewra em mîna wana bi Xweda, Îsa û pêxemberên dinê yê ku ewna pê bawerdikin bawer nakin. Belkê navê wan dişibe hevdû. Xwedayê me bêşirîk û bêheval e. Qasidên wî pak û paqij in. Herweha Hz. Meryem jî wisa ye. Lêbelê di bawerîyan de ne wisa ye û di derheq wan de ewna gelekî azad in! Jixwe di kitêbên wanê pîroz de jî tiştên pir ecêb hene. Çimkî ji Qasidên Xwedê gelek şehîdkirin û yên din hê saxîya wan îlawe di wan de anîn û bêhûrmetîya wan kirin. Ew pirtûkên ku Xwedayê Mezin ji bo xelasîya wana şandibûn texrîf kirin û pê lîstin. Tene li ser wate û şîroveya ayetên Xwedê nelîstin. Çûn metnê ayetan xerabkirin û yên mayî jî bi şîrovayên xwe yê betal şîrovekirin. Herweha kesên li ser metnê rastî rawestîyan jî afarozkirin û ew metnana ji navbirin veşartin. Lê ev ne mijara me ye. Ji xwe ev meseleke dûr û dirêj e.

Gidî hûn pişta kê dikin. Ma hûn alîgirê heqîyê ne û yan neheqîyê ne. Ne ev çendî çend salin neheqî li we jî tê kirin. Navê we, zimanê we û hûn bi xwe tên înkarkirin. Qelf û tirane li nirx û hêjahîyên we têkirin. We çiqas zû ji bîrakir. Ji xwe heta ji destê we tê hûn gelê kurd ji ola îslamê ya pak dûr dixin. Çi neheqî û nerindî li wan bûbe û gotinê dibinûtînin paşê ola Îslamê û mislimana sucdar dikin. Qet nabêjin gelo birastî baîsê/sebebê van sîtemkarîya ola Îslamê ye yan na. Pêwîst e ku dema meriv di derheq kesekî de, di derbarê ol, bîr û bawerîyêkê de biryar bida, pêwîste ji çavkanîyên sereke meriv di derheq wê de agahîyan binihêre. Ji pey vê re li wan kesê xwe nîsbetî wê ol, îdeolojî û bawerîyê dikin bimeyizîne ka gelo birastî peyrewîya wê dikin yan hema bi devkî dozdikin û yan çend tiştê nerast ji bav û kalê xwe bihîstine wê dubare dikin. Beklê jîkesên sextekar in wê jibo berjewendîyên xwe bi kartînin û xelkê dixapînin. Loma pêwîste berya rexne û nirxandinê van tiştan jî binihêrên û qet nebe bila hûrmeta we bi gelê we hebe, lewra ewna xwe li ser ola Îslamê dihesibînin.

Herweha çaxê hûn di derheq îslamê de tiştekî bêjin û yan binivîsin, kerema xwe li çavkanîyên mislimana binihêrin ne yên Oryantalîstan. Lewra hûn wisa nekin hûnê gelek çewtîyên mezin bikin û gotinê we dê bêqîmet bibin.

Di gel vê ka em berê xwe bidine ola Îslamê, çaxê karesetên vî rengî diqewimin çawa dikin. Wekî tê zanîn Îslam, mirov rûmetirînê afirandîyan qebûl dike. Loma peywira cigirî/xelîfetîyê xistîye sitûyê wî. Her tiştê li ser rûyê cîhanê di bin fermana wî de ye. Herweha ev rûmeta hinek berpirsyarîyan jî pêwîst dike. Lêbelê ev jî bidilê merivan e. Ger bixwaze di rêya Qasidên Xwedê nîşandaye de dimeşe û nexweze jî serbest e. Lewra ev der warê azmûnê ye.

Lê çawa ku sînorê hertiştî heye sînorê serbestîya merivan jî heye. Ev sînor ne tenê ji bo nebaweran yan bawermendan e. Ji bo herdu alîyan e jî. Xwedayê mezin di Qur’ana pîroz dedibêje ji xwedawendên putperestan re nedine xwebera da ku ewna jî ji Xwedê re nedine xebera. (En’am: 108) Herweha dema Qasidê Xwedê dest bi teblîxê kir ji kesên herî dijwar dij wî derketin belkê serokê wan Ebu Cehîl bû û heya hate kuştinê jî ev neyartîya xwe kudand. Loma rikê mislimana lê dihat. Lêbelê kurê wî Îkrîme piştî fetha Mekkê bû misliman. Ji ber ku Îkrîme bibû misliman Qasidê Xwedê qedexe kiribû misliman ji Ebu Cehîl re çêr bikin. Lewra wê hingê dibe ku Îkrîme dilê xwe bikira û bixeyda.

A ola Îslamê herdem sînora diparêze û nahêle neheqî li tu kesî be, hezkî ew kes neyarekî heri dijwar be jî. Lê gava neyar hedê xwe bibûhire, heqaretê bike û rûmet û hêjahîyan binpê bike ew misamaha nayê nîşandan. Çimkî tişt qaydekî wê heye. Ji bo vê jî em çend mînakan bidin.

Dema mislimanan ji Mekkê koçî Yesrîbê (Medîne) kirin, li gel niştecîhên wê derê peymanek hat morkirin da ku kesek mafê kesî nexwe û herkes sînorê xwe bizanibe. Lê xeysetekî cihûyan heye tu carê li ser peymana xwe nasekinin. Wê çaxê jî wisa kirin. Jineke misliman çûbû çarşîya Benî Qaynûka zêrê xwe firotibû. Dema li dikana serafekî rûniştibû, cihûkî jê xwestibû ku serçavê xwe veke, lê wê qebûlnekiribû. Loma yekî bêhay wê pîreka misliman pêşa wê piştê ve gillê kiribû û dema rabibû pîya pêşa wê li ser çûbû û cihûyên wê derê pêkeniyabûn û tiranê xwe pêkiribûn. Ji ber wê pîreka bawermend kiribû hawar û gazî, mislimanek hatibû hewarîya wê û ew cihûya kuştibû. Wana jî ew mislimana li wir şehîd kiribûn. Li ser vê mislimana çendekî taxa cihûyan dorpêçkir û paşê ewna ji Medînê qewirandin.

Dîsa li Medînê jineka zimandirêj hebû. Navê wê Esma keça Merwan bû. Wê jinikê hergav nav li malbata xwe dida û rihetî nedida mislimanan. Herweha Qasideyek avêtibû ser Hz. Muhemmed, heqaret lê dikir û gotinê kirêt dikir. Ji ber wê piştî misliman ji şerê Bedrê vegerîyan Umeyr Îbn Edîy Îbn Hutamî ew kuşt. Ji xwe ji ber fesadîya wê jinikê malbata wê nedibû misliman. Piştî wê malabata wê bi dilê xwe hatin bûne misliman.

Wekî wê çend kesên din jî hebûn ji wan yek jî Ke’b Îbn Eşref bû. Wî merivî jîna wê pîrekê fesadî dikir, dev davîte Qasidê Xwedê û ola îslamê. Loma ew jî hat kutakirin.

Ji vê jî tê fêmkirin hertişt bi sînor û zagon e. Îro meriv li cîhanê dinihêre herkes qala azadî, wekhevî û demokrasîyê dike. Lê gava gotin tê ser dewleta wan, zagon, mezin û rêberên wan û nahêlin tu gavaekê pêşta herî. Heta tu nikarî di derheq îdeolojî û rejîma wan de fikrê xwe yê dijber vebêjî. Lewra parastî ne, ji şixûlê wan nayê pirsîn. Mesela dadgeha Lahey qaşo parêzvanê mafê mirovan e, dema kesê diçin wê derê, ne hevfikrê wan bin encameke erênî dernakeve. Di mesela laçikê de ev yek bi awayekî pir eşkere derkete holê. Mîna vê di derheq van karîkotorên kirêt de jî wisa dikin. Xwe dispêrine fikra azad, lê ya tenê ji bo xwe.

Êdî em zef dirêj nekin nizanim gelo we ew karikatorana dîtine yan na. Lê gava meriv çav pêdikeve, xwîna meriva dimiçiqe, porê meriva pîj pîjî dibe û meriv nizane dê çawa bike. Ne axir ew Qasidê Xwedê Hz. Muhemmed ronahîya çavên me ye. Lê yê nebawer vê nizanin.


Jêderk:
Muhammed Hamidullah, Îslam Peygamberi, cild; 1-2, İrfan yayinlari.
Münir Muhammed Gadban, Nebevî Hareket Metodu, cild; 1-2 Nehir yayinlari, 1998, Îst.
Abdurrahman Muhacir, Rasûlallahın Hayati ile Hareket Metodu, cild; 1-4, Hak yayinlari, Îst.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder