Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Rexne û Rexnegirî

Rexne û rexnegirî karekî sirûştî ye. Ev kar encama civakîbûna mirovan e. Ji bo pêşketina ramana mirov, bilindbûna asta zanîn û agahdarîyê tiştekî jîyanî ye. Lêbelê seba pêkhatina vî karê girîng çend hêman pêwîst in. Mirov her bi vî tehrî dikare rastîya jîyanê binirxîne, di derheq xeletî û qencîyê de biryar bide, ji şaşîyan erzeng/îbret hilde. Jixwe armanca rexneyê ya bingehîn ev e.

Ji bo pêkhatina rexneyê divê çend hêmanên bingehîn hebin:

a) Divê berhem, bûyer û yan jî kes û tiştê li ser rexne û nirxandin bê kirin hebe.
b) Divê kes û yan kesên li ser rexneyê dixebitin, karê rexnegirîyê dikin hebin.
c) Divê civak û kesê ku çavdêrîya vê rexneyê bike û wê binirxîne hebin.

Dema ev hêmanên pêwîst hebin êdî mirov dikare karê rexneyê pêk bîne. Lêbelê ji bo ev karê girîng û hêja kêr bê, kesê rexneyê dike, kes û yan civakên tên rexnekirin û yan jî xwedîyê berhema tê rexnekirin jê sûdwerbigire û herweha seba kes û komên dibine danasê vê rexne û niqaşê jê behre bigrin çend tişt hene ku gotî kesê rexnegir li gor wan tev bigere û yê tê rexnekirin jî wana jibîra neke.

Di destpêkê de kesê rexneyê dike divê xwe ji hestên şexsî yên ku dibine egera neyartî û heskirinê dûr bisekine. Lewra ev hestên erênî û neyênî rê nade rexnegir da ku bi serbestî û bêalîgirî fikire. Herweha dema mirov xwe ji van herdu hestên dijberî hevdu rizgar neke ew rexne û nirxandinê wî nagihêje encameke sûdewer û rasteqîn.

Di warê rexnegirîyê de tiştekî divê hebe, pisporî û şarezatîya kesê rexnegir e. Dema kesekê rabe li ser behrem û xebatekê bîr û hizrên xwe dîyar bike, rexneyan bigre, kêmasî û xeletîyên wê destnîşan bike, gotî di wî warî de xwedî agahîyeke baş be û li ser vê babetê zana be. Ango ji bo karê rexneyê tiştê sereke, pisporîya kesê rexnegir e û çimkî encax mirov dikare li gor zanebûna xwe tevbigere.

Tiştekî mayî yê ku divê rexnegir bala xwe bidê û bi baldarî tevbigere ev e: Çaxê ku dê bûyerek û yan berhemekê rexne bike, alîyên wê yên serkeftî û yên lawaz destnîşan bike, lazim e ku behremê û yan bûyerê bi awayekî rêk û pêk vebikole û hilteqilîne. Ji bo karê xwe de encameke baş derxe holê bi zanetî û bîhnfirehî bixebite. Heke guhnede van tiştan ew rexneya wî dê hê ji wê behrema rexne dike sosrettir be û encameke elewatê pêk werê. Ji ber vê tu kesê xêrê ji vî karî nebîne. Tenê navê wê yê wekî rexneyê bimîne.

Her weha dema rexenegir karê xwe dike divê tu car xwe ji heqîyê neke, her alîyê berhemê, çi qenc û çi jî xirab bi dadmendî eşkere bike. Bi vî tehrî wêneyê berhemê bi xêr û gunehê wê ve xwuya dibe. Lewra gava rexnegir tenê alîyên behremê yên lawaz nîşan bide, qala hêjahîyê wê neke, navê vî karî nabe rexnekirin lê belkê êdî ew reşkirin e. Ji bo çewtîyeke wisa rûnede divê ev herdu halî tev bên xwuyakirin.

Dîsa tiştekî pêwîstê gotî tucar neyê ji birkirin jî ew e: Lazim e rexnegir hîç li gor xatir, hevaltî û yan bi hesta rikberî û neyartîyê tevnegere. Evan herdu reftar û helwestên dijber li ber vî karî astengên pir mezin in.

Di teorîyê de, li ser kaxizê şert û şirûtên rexneyeke qenc yên bivênevê ev in. Lêbelê di rastîyê de mirov gelek caran guh nade van mercan. Ji ber vê pratîkê, karê rexneyê wê peywira xwe ya jê tê hêvîkirin pêk nayne. Herçendî wekê tekrarê bê kifşê jî mirov dikare bi kurtasî sedemên wê weha rêz bike:

a) Ew kesê bi rexnegirîyê mijûl dibe gava rexne dike xwe ji hestên şexsî nake. Ango yan bi hestên neyartî, dexesî û çanebarîyê tev digere. Xeletîyên berhemê û yan bûyerê pir mezin dike û dinepixîne. Ji ber vê dike ku hêjahî û serkeftinên wê neyê xwuyanê û li ber dilê mirovan reş be. Lewma piranîya xwendekarê di vê mijarêde nebaldar, bi vê reşkirinê dixape û li ber çavê wî ew berhem piçûk dibe û bênirx dibe. Û yan jî berevajî vê dema rexnegir bi hestên hezkirin û hejmetkarîyê karê rexne û nirxandinê bike, li gor têkilîyên hevaltî û hogirîyê tevbigere wê hingê jî dînemekî tam berevajî rewşa hêca derdikeve holê. Lewra wê hingê dê hêjahî û nirxê wê berhemê ji rastîyê mezintir bike, tiştên normalê edetî ne wekî tiştekî nû yê teze derketî nîşan bide. Wekî tê kifşê ev herdu helwest jî rê li ber nirxandina heqanî digrin.

b) Di hêla din de kesê ku di mijar û babetekê de ne zana û pispor be, heke rabe di derheq wê tişta neagadar e rexna bike, ev bi serê xwe şeteleyeke mezin e. Lewra tiştê ku yê pê bixebite û li gor wan tevbire bal tuneye. Lê ew dîsa xwe wekî zanayê wî tiştî dibîne û dibe baîsê gelek xeletî û neheqîyan.

c) Tiştekî din jî bi awayekî baş û rêkûpêk nekarina lêkolînê ye. Mirovek hercendî xwe ji hestên hevaltî û neyartîyê bike, di mijarê de zana be jî gava ku li ser karê xwe hûr nebe, elehesab rexna bike ev jî dibe egera encameke pûç. Di vî karî de baldarî û lêkolîneke baş divê.


Bi kurtasî ev tiştana ji bo rexne û nirxandineke serkeftî pêwîst in. Di civakê de rêya tekûzî û karên qenc her bi vê yekê pêkan in. Lê tiştekî dinê girîng jî heye ku çaxê ew nebe, mirov çiqasî guh bide şert û mercên rexneyê, bi hostatî tevbigere jî tu xêra wê namîne. Ev jî divê civak, ew kes û komên bi van xebatan re mijûl in di warê rexneyê de perwerde bibin. Heke kes û kom di vê barê de nehatibine perwerdekirin rexne çendan tekûz be jî encameke law û kêrhatî dernakeve holê. Lewra di vî halî de peyam nagihêje armanca xwe. Kesê ji vê ders û îbretê hilde, çewtîya xwe û yan ya berhema xwe rast bike nayê peydakirin. Tewr wê hingê dê ev rexne wekî neyartî û karê reşkirinê bê dîtin. Lêbelê gava di vê babetê de mirov hatibin perwerdekirin, ev cure tişt rûnadin û encameke qenc pêk tê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder