Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Rewşenbîr Û Yan Rihspî

15.07.2008 - Di derheq mijara rewşenbîrîyê de ez dixwazim balê bikşînime ser têgeha rihspî. Belê her çendî peyva rewşenbîr, ronakbîr û hwd bên karanîn jî li gor raya min peyva rihspî resentir e. Lewra gava qala rewşenbîr tê kirin ew kesê ku dunyadîtî, zana û rêberîya civaka xwe dike tê bîra mirov.

Rewşenbîr ew kes e ku xwedî zanîn û pirsporî ye û ji bo civaka xwe dibe pêşîvan û rêzan. Her çendî di dîroka ramanê de ji bo rewşenbîrîyê demek û qonaxeke dîrokî were destnîşankirin jî bi raya min ev ne tiştekî rast e. Lewra ev mijara rewşenbîrîyê li gor pîvanên objektîf nikare bê kifşkirin. Ji ber vê kesekî li gor civakekê û yan bawerîyekê rewşenbîr tê qebûl kirin, tu lê dinihêrî li cem civak û yan bawerîyeke din kesekî paşverû ye û mirovan bervî tarîyê dibe. Her weha ji destpêka dîrokê heya nika her dem mirovên ahilê rêber hebûne û rê dane li ber civaka xwe.

Gava ku mijara me rewşenbîr û rewşenbîrîya kurdî be, li gor min peyva rihspî dikare di wateya rewşenbîr/ronakbîr de were bikaranîn, heta ez dibêjim peyva rihspî ya herî baş e. Lewra di nav gelê kurd de rihspî di nav civakê de mirovê zana û xwedî tecrûbe ye. Civaka xwe nas dike. Dema pirsgirêkek derkeve civak diçe xwe diavêje wî û ji wî dixwaze çareserîya herî maqûl û bi dad peyda bike. Îro jî gava qala rewşenbîyê tê kirin, ev peywir û erka hêja tê bîra mirov. Lê dibe ku hinek bêjin na peyva rihspî ne di wateya rewşenbîr de ye û ev girêdayî bi temen û cîyê mirovê di nav gel de ye. Naxêr, bi qasî ku ez dizanim rewşenbîrî jî di encama tecrûbe û pêvajoya hînbûnê pêk tê. Lewma rewşenbîr û rihspî di heman wateyê de ye.

Wekî me li jor jî qala wê kir ev mijareke bi niqaş e û ji bo her raman û civakê pîvan û mercên wê diguherin. Ji ber ku ev meseleya rewşenbîrîyê pir berfireh e ji ev nivîs têrê nake. Lê meriv dikare bi kurtasî xusûsîyetên rewşenbîr weha rêz bike:

Rewşenbîr; kesekî zana ye, hay li civaka xwe û her weha dunyayê heye, çand, bawerî û hêjahîyên civaka xwe dizane. Li gel vê kêmasî û pirsgirên milletê xwe jî dizane. Ji ber vê, di derheq van babetan de difikire û ji bo çareserîya wan dixebite.

Seba miroveke wekî rewşenbîr were qebûl kirin, tenê divê ji bo xêr û bextewarîya civaka xwe bixebite. Gava kesek ji bo derd û kula civakê tevbire, li ser çareserîyan bifikire û rêberîyê bike, ew rewşenbîr e.

Ji bo kesek bibe rewşenbîr ne pêwîst e ku nivîskar be û yan pirtûkên wî hebin. Lêbelê dibe kur aman û xebatên xwe nivîsîbe û yan jî dabe nivîsandin.

Lê tiştekî pêwîst û girîng heye ku divê rewşenbîr tucar xwe ji dûr civaka xwe negire, wana piçûk nebîne. Gava mirovek xwe ji ser civaka xwe re bibîne, qîymetê nede civakê, bîr û bawerîyên wan, ew tucar nikare bi ser keve û bibe rihspîyê wan. Çimkî ew kes êdî ne ji wan e û bi çavê neyar û beyanîyan li wan dinihêre. Ji vê gotina me neyê fêmkirin ku em dibêjin bira kesê rewşenbîr hemû xeletî û nerindîyên civakê bipejirîne û pê qayîl be. Ji vê armanca me ew e ku divê rewşenbîr xwe ji civakê bihesibîne, bi pirsgirêk û kulên wan re eleqedar be û ji bo çêkirina wan bixebite. Lewra serkeftina wî her bi vê girêdayîye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder