Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

6 Aralık 2010 Pazartesi

Adat û Rusûmatnameê Ekradiye û çend gotin*

Geşedana di warê jinûveweşandina berhemên Kurdî yên di bin xweliya dîrokê de mane hêviyê dide mirov. Ji ber kêmbûna berhemên Kurdî –yan jî ji ber ku winda bûne, negihîştine roja me- yên nivîskî û qedîm, divê em wanên heyî wekî zêrê zerîn bizanibin û wisa li wan xwedî derkevin. Bi rastî ji van berhemên giranbiha, di mijara xwe de tekane ya Mela Mehmûdê Bazîdî (1799-1867) "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" ye. Ev pirtûk li ser jiyana Kurdan ya civakî berhema herî pêşîn e ku bi destê Kurdekî hatiye nivîsîn. Piştî ku Mela Mehmûd li Erzeromê A. Jabayê (1803-1894) ku balyozê dewleta Rûs e nasdike, di jiyana wî de herwiha di dîroka edebiyata Kurdî de jî qonaxeke nû dest pê dike. Dema A. Jaba ji Mela Mehmûdê Bazîdî fêrî Kurdî dibe, berêka dibe çavnasê wêjeya Kurdî jî. Loma seba berhevkirina berhemên Kurdî helanan dide Bazîdî û di encama vê de gelek berhemên ku îro bingeha klasîkên wêjeya Kurdî pêktînin di encama vê têkiliyê de ji windabûnê xelas bûne û gihîştine navenda Kurdolojiyê. Lewra Mela Mehmûdê Bazîdî berhema hêja û giranbiha Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Yûsif û Zuleyxaya Selîmê Silêman, Leyla û Mecnûna Harisê Bedlîsî, Şêx Sen’anê Feqiyê Teyran, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş wekî çîrokî nivîsandine. Piştre A. Jaba ew derbasî alfabeya Latînî kirine, wergerandine Frensî, pêşgotinek ji wan re nivîsandiye û ew ji Akademiya Zanistî ya Petersbûrgê re şandine.(1)
Wekî ji vê jî tê fêmkirin Mela Mehmûdê Bazîdî merivekî xwendî û dinyadîtî bû. Ji bilî zimanê Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî jî dizanibû. Di jiyana xwe ya rojane de merivekî çalak bûye, bi karê bazirganiyê re jî mijûl bûye. Lewma civaka xwe gelekî baş nasdikir û çavkaniya adet û baweriyên Kurdan qenc dizanibû. Em vê yekê di "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" de bi awayekî eşkere dibînin. Çawa ku me li jor jî qala wê kir Mela Mehmûd merivekî çalak bû, lewma li cem dewleta Osmanî jî merivekî serpêsekinî bû. Di serhildana Mîr Bedirxan ya di sala 1847an de ji hêla dewleta Osmanî ve ji bo navbeynkariyê bike hatibû şandin. Wekî din meriv pê derdixe ku navbera wî bi Siltan Evdilmecîd re xweş e. Lewra di "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" de dua dike dibêje edaleta wî berdewam bike. Lê ji ber ku mijara vê nivîsa me ne hûrgiliyên jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî ne em zêde pê de naçin, emê tenê navê berhemên wî bidin û derbasî mijara xwe bibin.
Mela Mehmûdê Bazîdî cara pêşîn pirtûka Şerefxan Bedlisî Şerefnameya ku qala mîrektiyên Kurdan dike ji Farisî wergerandiye Kurdî. Lê li gor ku Ziya Avcı di nivîsa xwe de dibêje, zimanê wê pir baş e û ji bo mirov bikaribe di heqê Kurmanciya wê demê de bibe xwedî fikrekî derfeteke gelekî baş e. Lê di hinek ciyan de di ser mijaran re qeviziye, wernegerandine û hinek cî jî bi kurtasî wergerandine. Ev wergera Mela Mehmûdê Bazîdî ya Şerefnameyê bi pêşgotina Qanadê Kurdo û J. C. Musaelyan ve wekî destxet di sala 1986an de hatiye çapkirin. Di sala 2007an de jî ew destxet ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatiye transkrîbekirin û ji aliyê Weşanxaneya Spîrêzê ve li Duhokê hatiye weşandin.
Berhemên Mela Mehmûd
Kitêba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan: Li gor agahiyên heyî, Mela Mehmûdê Bazîdî di vê pirtûka xwe ya ji yazdeh beşan pêk tê de li ser mîrektiyên Kurdan rawestiye û qala bûyerên di navbera salên 1785 û 1857an de qewimîne kiriye. Lê mixabin ev pirtûka ku di sala 1857an de hatiye nivîsîn winda bûye. Tenê pêşgotina wê ya ji pêncî rûpelî pêk tê ji teref A. Jaba bi bal Frensî ve hatiye wergerandin û em wisa di heqê naveroka wê de dibine xwedî agahî. Hêviya me ew e ku ev pirtûka bi qasî hezar rûpelî were peydakirin û em jê îstifade bikin.
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye: Ev pirtûka Mela Mehmûdê Bazîdî ya herî hêja ye. Lewra herçendî qilafetê wê piçûk be jî, bi naveroka xwe ve têr tijî ye û ji bo nasîna civaka Kurd, Adet û kevneşopiyê wan gelekî girîng e. Ev pirtûka hêja jî bi destê A. Jaba bo Frensî hatiye wergerandin. Herwiha di sala 1963an de Rodenko ev pirtûk li Moskovayê bi Ruskî daye weşandin.
Ferhenga Kurdî-Frensî (Dictionnaire Kurde Francais): Ev jî ferhengeke Kurdî û Frensî ye. Mela Mehmûdê Bazîdî û A. Jaba ev berhama bi tevayî amade kirine û çap bûye. Wekî pirtûkên Mela Mehmûd yên din, Kurdiya vê jî bi tîpên Erebî ye.
Ferhenga Kurdî ya Devoka Hekarî-Rewendî: Ev pirtûka piçûk ji 49 rûpelan pêk tê. Mijara wê hinek taybetî û cihêtiyên di navbera devokên Kurmanciya Hekariyê û Rewendiyê de ye. Destxeta vê di sala 1858an de bi destê merivekî bi navê Şehnezer hatiye nivîsîn. Di sala 1858an de Frensiya wê jî hatiye weşandin. Herwiha di sala 1984an de ji teref Prof. Maruf Xeznedar ve hatiye serastkirin û ji nû ve çap bûye.
Ferhenga Kurdî-Rûsî-Frensî û Rûsî-Frensî-Kurdî: Mele Mehmûdê Bazîdî, ji bo amadekirina vê ferhenga Kurdî-Rûsî-Frensî û Rûsî-Frensî-Kurdî alîkariya A. Jaba kiriye. Ev ferhenga ku ji 15.000 kelîman pêk tê mixabin heya îro çap nebûye. Lê tiştê hêviyê dide meriv ew e ku ev pirtûk li Akademiya Zanistî ya Petersbûrgê hatiye parastin. Tê hêvîkirin ku di demeke nêz de were weşandin.
Rêzimana Erebî Bi Zimanê Kurdî: Navê wê yê rastî ‘Serf û Be’dê Usûl Lazimeyê Te’lîma Bi Zimanê Kurmancî’ ye. Elî Teremaxî (1591-?) di destpêka sedsala 17an de ew nivîsiye. Mele Mehmûdê Bazîdî ew pirtûk li cem melayekî xelkê Hekariyê peyda kiriye, ji nû ve rêkûpêk kiriye, nivîsandiye û pêşgotinek jî jê re amade kiriye.
Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan: Ev berhema hêja ya Mele Mehmûdê Bazîdî, ji sê meqale û çil çîrokan pêk hatiye û wekî kitêb bi hev re hatine çapkirin. Ji van hersê gotaran yek qala eşîrên Kurdan dike û der heqê jiyan û adetên wan de agahiyan dide. Di gotara dudan de jî qala heşt şairên Kurdan dike. Gotara sisêyan jî danasîna pirtûka Elî Teremaxî ya der heqê rêzimana Erebî de ye. Beşa dinê ya pirtûkê jî ji çil çîrokên bi îbret pêk tê.
Çavdêriyek li ser Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
Di vê nivîsê de armanca me ne ew e ku em qala jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî bikin û yan jî berhemên wî danasînin. Lewma em bi kurtasî qala van dikin û derbasî mijara xwe dibin.
Di meha Gulanê de Weşanên Nûbiharê berhemeke hêja ya ji gencîneya Kurdî derxiste ronahiyê. Ev berhem Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ya Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bi rastî Nûbiharê bi jinûveweşandina klasîkên Kurdî karekî qenc kiriye û bi weşandina vê berhemê jî ev xebata xwe berdewam kiriye. Amadekarî û lêkolîna vê xebatê Jan Dost kiriye. Birêz Jan Dost beriya vê jî li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî xebitîbû û bi Kurmanciya îro di nav Weşanên Avestayê de dabû weşandin. Herwiha bi helbest, roman û çîrokên xwe ve jî tê nasîn. Ev pirtûk nêzîkî 390 rûpelî ye, ji bilî pêşgotinê, wekî sê beşan hatiye amadekirin. Di pêşgotinê de Jan Dost qala xebat û lêkolînên rojhilatnasan yên di barê Kurdan û Kurdî de dike. Piştî wê behsa jiyan û berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî dike û di barê A. Jaba û têkiliya wî ya bi Mela Mehmûdê Bazîdî re agahiyan dide. Pey vê re li ser xebatên vê berhemê radiweste. Herî dawîn jî qala rêbaz û xebata xwe ya li ser vê berhemê dike. Di beşa pêşîn de tîpguhêziya metnê eslî cih digire û piştî wê jî Kurmanciya wê ya îro tê pêşkêşkirin. Jan Dost ji bo beş û mijar ji hevdu veqetin û baş bên fêmkirin ji bo her beşekê sernavek daniye û li ciyên pêwist dîtiye di jêrenotan de şîrove kirine û agahî dane. Seba bingeha van tiştên qala wan tên kirin werine peyitandin ji şairên Kurd mînak dane. Ev ji bo fêmkirina metnê eslî pir bi kêrî mirov tê. Di beşa dudan de jî lêkolîn û xebatên cihê yên di barê Adat û Rusûmatnameê Ekradiye de ji teref kesên cihê cihê ve hatine amadekirin hene. Herwiha ji berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî hinek beş ji bo nimûne hatine dayîn. Ev beşa jî seba xwendevan di heqê dîroka vê xebatê de, girîngiya wê ya di pirtûkxaneya Kurdî de nîşan dide. Wekî din kesê vê pirtûkê bixwîne dikare bi hêsanî di heqê xebatên wan kesên xerîbên li ser berhemên Kurdî bibîne û dibe ku ev yeka ji bo wan bibe helan û li ber van xebatan pozê wan bişewite û şerm bikin. Di beşa dawîn de bi tîpên Erebî eslê pirtûkê heye. Bi rastî ev beş ji bo kesên dikarin tîpên Erebî bixwînin baş e û ji bo meriv muqayesa navbera metnê bi tîpên Latinî û Erebî bike derfeteke baş e.
Ya rastî beriya vê min Adat û Rusûmatnameyî Tewayîfî Ekradiye bihîstibû, bes heta îro ji serî heta dawiyê nexwendibû. Lê gava min ev pirtûk xwend, pirtûk ji bo min bû mîna tiştekî li erdê dîtî. Çawa meriv tiştekî xwe winda bike, ji ber vê li ber bikeve û rojekê gava gûr û gumana xwe jê birîbe, bêje êdî nayê dîtin lê nişka ve derkeve pêşiyê, ya min jî ev mesele ye. Lewra hemû adet û baweriyên qala wan tên kirin di jiyana min a rojane de derdiketine pêşiya min, di nav gotin û şêwran de dihatine bihîstin. Ji van tiştan ezê qala çend heban bikim. Li hêla me Serhedê, dema mezin li ber zarokan bigerin, dê û xwuşk ji bo zarok û birayên xwe yên nexweş dua û laveyan dikin, li ber dilê wan tên dibêjin ez li dora te bigerim. Gava min ev pirtûk xwend jêdera vê gotinê û tiştê ji vê baweriyê re bûye bingeh ji bo min derkete holê.(2) Herwiha gava du meriv li ser meseleyekê li hevdu nekin, têkevine nîqaşê û yan bibezine hevdu, ji wan re tê gotin: Hûn çima dikevine cînaqê. Gava min ev pirtûk xwend min dît ku ev ji lîstikeke berê di nav Kurdan de hebûye maye. Li gor vê du meriv hestiyekî du nikul tînin, ango mîna heçî û çetel, her yek bi aliyekî de digre ber bi xwe ve kaş dike. A hestî di destê kê de bişkê ewê din jê dibe. A ev gotina îro di nav Kurmancan de bûye biwêj û ji bo bigirvekş û nakokiyan bi mecazî tê bikaranîn.(3) Ji van tiştan ezê yeka dawîn jî bêjim bes e. Lewra wisa nebe divê ez ji hemû tiştan re mînakekê bidim, ev jî ji bo nivîsekê ne pêkan e. Dema meriv, hay ji tiştekî tunebe, di heqê meseleyekê de bibêje ez mezûr im, ji bo parastina xwe dibêje: Çima min pîlê xwe bîn kiriye û min destê xwe bîn kiriye. Di vê pirtûka hêja de jêdera vê jî heye.(4) Bi rastî ev gotin û adet îro jî di nav me Kurdan de hene. Lê heya niha kesek li ser nesekiniye, mereq nekiriye ka gelo ev çi ye û ji ku derketiye. Piştî min ev xwend min çû ji mezinan pirsî lê tu bersiveke baş nedane min. Lewma ez vê pirtûkê pêşniyarî hemû Kurdan dikim.
Di vê pirtûka xwe de Mela Mehmûd hemû tişt bêyî guherandin, hema çawa be wisa nivîsîne. Heta di gelek ciyan de dema qala hinek bawerî û adetan dike wana wekî kevneşopiyên cahiliyeyê bi nav dike û rexne jî dike. Ev jî ji bo nirxandineke baş rêbazeka qenc e. Ji bilî vê, zimanê berhemê gelekî hêsan e, îro kesekî bixwîne bê zehmetî dikare têbigihîje.
Lê divê ez vê jî bêjim hinek tişt jî wekî umûmî hatine nîşandan, bi baweriya min ev ne rast e. Bo mîna Mela Mehmûd dibêje: Ekserêd Ekradan bi navê dayan têne gazîkirin. Mesela: ‘Eloyê Fatimê, Simoyê ‘Eyşê, Reşoyê Helê."(5) Ya ez dizanim, ne bi piranî lê bi îstisna meriv wisa bi dayika xwe têna nasîn. Ew jî heke bavê wan zû de, hê dema zarok bin miribe û yan jî diya wan jineke wekî mêran be, hukmê wê li ser mêrê wê hebe, wisa jin deng dide û zarokên wê bi wê tên nasîn. Herwiha di mesela kumreşiya mêran ya ji bo dê, xwuşk û jinên xwe de jî wisa mînakên îstisnayî wekî rewşa gelemperî hatiye nîşandan.(6)
Piştî vê ez dixwazim der heqê vê nusxeya hatiye weşandin de jî çend tiştan bêjim. Bi qasî min dît, kesê ev metnê bi tîpên Erebî nivîsiye nehatiye diyarkirin û ne kifş e ka di çi demê de hatiye nivîsîn. Wekî din gelo navê pirtûkê yê resen Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ye yan Adat û Rusûmatnameyî Tewayîfî Ekradiye ye? Ji van kîjan rast e? Herwiha di metnê rastî de navê nivîskar wekî Mela Mehmûdê Beyazîdî hatiye nivîsîn yan Mela Mehmûdê Bazîdî ye? Lewra gelê Bazîdê tu car nabêjin Beyazîdî. Evna bihatana diyarkirin dê baştir bibûya. Li gel vê bi baweriya min divê ew metnê ku tîpguhêziya wê hatiye kirin bêyî şîrove, jêrenot û kevanokên di nav hevokan de bi xurî bihata weşandin, ew şîrove û agahiyên pêwist di wê beşa ku metin bi Kurdiya îro hatiye pêşkêşkirin bihatana dayîn. Bi vî qaydî xwendekar ê bi tena serê xwe metin bixwenda û ji bo wî derfeta muqayeseya Kurmanciya wê demê û îro derketa holê.
Beriya vê jî me got, jêrenot û şîrove kêrhatî ne. Lê mixabin di hinek ciyan de zimanê hatiye bikaranîn lê nehatiye û bi baweriya min bêhurmetiyeke mezin li muxateb bûye. Bo mînak dema qala jêdera peyva Kurd tê kirin ka gelo ji ku hatiye, wateya wê çi ye, wê çîroka bê bingeh a der heqê Hz. Suleyman û qerwaşên wî tê neqilkirin: "…di dema Hz. Suleyman de, komek cin bazdane ser kinîze cêriyên Hz. Suleyman…"(7) Herweha ev peyv di rûpela 107an de dîsa tê bikaranîn. Bi baweriya min divê ev rîwayeta bê bingeh –ya rastî di heqê esl û zimanê Kurdî de baweriya Mela Mehmûdê Bazîdî ji binî ve xelet e, lê ev ne mijara me ye- bi zimanekî munasib bihata diyarkirin. Lewra ev berhemeke ciddî û ilmî ye, divê li gor rê û rêbaza wê bihata nivîsîn. Jixwe wekî di vê kitêbê de jî derbas dibe û nivîskar jî ji bavê xwe mînak dide, di civakê de ji bo xeberdan û şêwr bi edeb be, peyvên munasib tên bikaranîn.(8) Lê wekî îddiaya nivîskar ev ne ji bo neyê fêmkirin, berevajî vê wekî nîşana exlaqekî bilind tê dîtin.
Di rûpela 121an de dema qala zikatê dibe, Jan Dost di heqê zikatê de agahiyê dide û mixabin di wê de xeletiyek kiriye. Ew dibêje: "Li gor şerî’etê, zekata mal, yanî ya pereyan ji sedî bîst û pênc e, ango ji çilî yek e, weke ku Beyazîdî dibêje." Lê ka hûn hesab bikin, ma "ji çilî yek" û ji "sedî bîst û pênc" eynê tişt in? Di hevokê bi xwe de nakokî heye. Ya rast divê ji sedî didu û nîv bûya. Ev xeletiyeke maddî ye. Dîsa di vê jêrenotê de ji bo çêlekan/dewaran dibêje pezê reş. Bi qasî ez dizanim ji bo dewaran ango ga, gamêş û çêlekan pez nayê gotin û herweha ji bo pêz jî peyva reş nayê bikaranîn, ji bo wê peyva qer tê gotin.
Di vê pirtûkê de çend tişt bala min kişandin, ji wan yek peyva urtê ye ku -wekî orta hatiye nivîsîn- tê wateya esl, malbat, ocax û sulaleyê. Lê di vê lêkolînê de wekî nirx û îtibarê hatiye manekirin. Mîna vê tiştekî din jî di heqê tewilandina hespan de derketiye holê. Jan Dost gotiye: "Tewîle jî axura hespan e." Gava meriv vê dixwîne, peyv di hişê meriv de baş rûnanê. Lewra tewl, tewilandin ji bo li derva, li çolê nav mêrg û çayiran tên bikaranîn. Bo mînak dibêjin: Ka vê sika hespê hilde bibe di nav wê hêşînahiya han de bitewilîne. Bi min divê hinekî din jî bihata diyarkirin.
Herwekî din di pirtûkê de hinek kêmasî û xeletiyên nivîsê jî hene. Navên taybet, hinek caran bi tîpên mezin dest pê dikin û carna bi yên piçûk. Navek bi çend awayan hatiye nivîsîn. Bo minak navê Minorsky di rûpela 7an de wekî Minosrky, 8an de wekî Mînorskî û di 99an de jî Mînosrky hatiye nivîsîn. Di jêrenotan de ji hinek peyvan tîp ketine, lewma xelet derketine.
Lê li gel van kêmasiyan dîsa jî bi saya lêkolîner Jan Dost û Nûbiharê berhemeke hêja û giranbiha gihîştiye berdestê me. Mala wan ava be. Dê keda wan winda nebe. Bi van nirxandinan armanca me tenê ew e ku ev çewtî di çapên din de werine serrastkirin û berhemeka tekûz derkeve holê.
JÊRENOT: 1) Ziya Avcı, Mele Mehmûdê Bazidî, http://www.kovarabir.com/mele-mehmude-bazidi-1799-18672) Mela Mehmûdê Beyazîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Jan Dost, r. 102, Nûbihar, Stenbol, 2010.3) H.b, r. 91.4) H.b, r. 132.5) H.b, r. 98.6) H.b, r. 105.
* Ev nivîs ji hejmara 112an a Kovara Nûbiharê hatiye girtin.

24 Kasım 2010 Çarşamba

XEZAL

Kulîlka ber qiraxê çîyê
Xezala deyştê
Berxika kozê
Jîyan li ber te vedibû
Ro bi te geş dibû
Welat bi te xweş dibû
Ger ku xwînxwarên hov li pey te neketana
Dexesîya wan çavên te yên belek nekiribana
Helbet Xwedayê Gewre çawa ku yê hesabê hemû bêkesan bipirse
Mafê hemû belengazan bide
Dilên şikestî bicebirîne
Dê hesabê te jî ji wan bipirse
Çawa ku dê ji wê keça saxesax hatîye çalkirin were pirsîn
Çima hatîye kuştin
Xwîna te yê wana bixeniqîne
Di nav tawanbarîya wana giran
Bêbextîya bê payan.


Dilêr Zana

06. 10. 2009

XEMBARÎ

Ez bi xembarîyê bi tewambar bûme
Ji ber ku tade li min kirine

Dil li ber barana êşan
Her dikare berxwedana jîyanê bide

Lew dil baregeha mirov e
Ji bo têkneçûnê
Li wir amade dibin çekên jîyanê
Heke şerê derûnî di navenda wê de têk here
Tê hêz nikare wê nûve vejîne.


Dilêr Zana

27. 05. 2009

ŞIKEFT

Ji me re jî şikeftek divê
Fenanî ya Eshabê Kehf
Da ku em xwe bi avêjine wê
Rizgar bikin dilê xwe
Ji xeter,
Ji qirêja civakê
Ger wisa nebe
Dê me daqurtîne
Wekî ku behra sor
fir’ewn binav kir
seba bibe îbret
li ber çavê hemû mirovahîyê.

Dilêr Zana

15. 07. 2009

SERÊŞ

Serêşîya jîyanê
Negiran e ji aqilê sivik
Barê giran
Ger derdê heyatê asteng bûya
Li ber herka dîrokê
Tu sibeh nedigihîştine êvara xwe
Dê li ber gewrîya rojê de bima
Wekî îro çawa mirazê me di çavê me de maye
Ji ber nezanîya
Bê xemîya
Nayê derman kirin
Lê rêka xelasîyê vaye nêz dibe
Heke çavê bîna hebin
Mizgînîya xêrê
Deng dide.


Dilêr Zana
25. 08. 2009.

RÛHISTÎN

Aqilê sivik barê giran e
Ji bo nezanê paleyê
Ji xelkê re
Geh dibe dostê neyar
Geh dibe neyarê hezkirîyê xwe
Li ber şêmîga zordestan
Dibe berdestî
Seba hişyar bibe ji xewa xefletê
Divê rûhistîn li bibe mêvan.

Dilêr Zana
10. 06. 2009

Çirûskên Rizgarîyê

Gava jîyan di ber mirov de bimîne
Rê teng bibe
Ji bo çûna bal armancê ve
Hêvî ji alema nependî li mirov peyda dibe
Da ku çirûskên rizgarîyê
Rêya asêbûyî
Li ber veke
Ger dil ji bawerîyê xalî be
Ka hêvîyê çi dermanî
Bike li vê kula xedar

Dilêr Zana
18. 04. 2009

PÊNÛS

Pênûs diqelişe
Diperite
Ji ber kovana dil
Azara kûr…
Xwe şaş dike
Ka dê çawa
Kaxiza spî
Nelewitî
Bi wan hestên birîndar
Kulên derbûyî
Biherişîne
Biperitîne
Û bikemilîne…
Ev herdu yarên qedîm
Li hevdu neban bûne
Bi hevdu nabanin
Wekî gur û pêz
Ketine qirika hevdu
Pev diçin
Şer dikin
Lê mîna hercar
Dîsa serkeftin li para pênûsê dikeve…


Dilêr Zana

21. 12. 2009

KEŞTÎYA RIZGARÎYÊ

Keştîya rizgarîyê vaye bi rê ketîye
Hezar û çarsed û çend sal berya vê
Bi cara dawîn
Qasidê Xwedê bi ala tewhîdê rêberîyê dike
Ji bo mirovên peyrewên banga felatê
Û xwe li ber bangên rêyênşaş ragirtine
Lê ji herdû alîyan
Çep û rast
Ji herdû hêlan
Pêş û paş
Pêlên înkar û tûxyanê radibin
Û ev bang û dengê felatê jî
Dê heya dawîyê
Di guhê mirovahîyê de olan bide
Û tekoşîna di navbera herdu alîyan de dê berdewam bike.

Dilêr Zana
30. 06.2009

HEWAR

Pêlên hewara gîyan
Ji hinavên axê
Ji bedena nivistî
Ber bi ezmanê erdê ve diherike
Wekî birûskekê
Bi bayê bezê berq vedide
Dil dibe dîlê kovanên bextê reş
Dikevgire di xelaya mirovên çê de
Dike gazî
Ji bo xwe li ber pîyên
Tawanê mirovahîyê xwe bide alî,
Nekeve ber diranê çerxa xerabîyên
Ku di rehikê ramana civakê de
Wekî lêmiştê dihetike
Nefetise
Roda neçe…

Dilêr Zana
26. 01. 2010

HAVEYN

Agirê sar em dorpêç kirine
Di nav vê jîyana xopan de
Geh li çepê diqelibîne
Geh li rastê wer dike

Hevsarê ku di destê neyar de
Diajo hepsê revanê jîyanê
Bal bi herîreşka
Ji ber kirêtîya mirov
Haveny girtîye


Dilêr Zana
11. 05. 2009.

GÎYAN

Gîyanê azad berbendkirî ye
Îro li ber qeyrana exlaqî
Ev barêgiran ji ber vê
Kula xedar e
Li stûyê mirov sîwar bûye
Dike ku wî
Bike bende
Ji daxwazên xwe re
Ew daxwazên ku
Bi bêbextîyê haveyn girtîye
Bi durûtîyê hasil bûye
Ji dexesîyê zaye
Encama perestîya nefsê
A ev bextreşî ye.


Dilêz Zana

14. 08. 2009

EZ

Na erd ne erdê berê ye
Mirov ne yên berê ne
Na, na mirov yên berê ne
Ez ne ezê berê me




PÊNÛS

Pênûs
Pênûs min bi ku de dibe
Ez pê nizanim…
Lê zanim ku de diçe
Belê!?


Dilêr Zana

05. 06. 2003
Pêncşem
Stenbol

DÎSA

Dîsa didoşe erd tîrojên rojê
Wekî heya nika didot
Lê erd ne yê berê ye
Mirov jî ne ew in
Lê ka erd çima didoşe rojê
Wek berê
Da ku xizmeta wan kesên
Mîratxwir bike?

Dilêr Zana

05. 06. 2003
Pêncşem
Stenbol

DEWRAN

Mêrik qirnîya gincî dike
Radibe dersa merdîyê dide
Ji tirsana newêre şev here destavê
Xwe mêrxas dikuje
Bavê dizan e
Kesek nikare avê li destan bike
Ewqasî şaraza û pispor e
Di vî karê xwe yê giranbiha de!
Lê doza heqnasîyê dike
Gelo dewran gerîya
Pîvan dagerîya ne?
Yan navê têgehan guhirîye
Em haj pê tunene?

Dilêr Zana
11. 12. 2009

BAHOZA HÊRSÊ

Gava min serê xwe quloz kir
Min lê nihêrî xwîn dilop dike ji esman
Dil, dilê xembar bi kovana dinipixe
Diwerime dibe kelekeka li ser pêla hêstiran

Bahoza hêrsê diweze bê westan
Dibe bagera rikê hezar salan
Li ber dagirkerîya hovên kedîkirî
Gava asta hizrê bilindî esmanan dibe.

Dilêr Zana

Stenbol
05 04 2009

TEBLÎXA PÊŞÎN

Wekî me di nivîsa xwe ya berya vê de jî dîyar kiribû gavên pêşîn herdem bi zehmet û dijwar in. Lewra ji bo destpêkê tecrûbeyaka xwe bispêre wê, li gor wê tecrûbe û zanîna xwe ya berê tevbigere tuneye. Gava meriv bibêje emê karekî gelekî baş bikin, êdî wê hingê barê meriva hê jî giran dibe. Lê îman û bîrewerîyeka saxlem rê li ber hemû astengan vedike û barê merivan sivik dike. Jixwe karên qenc û bi rûmet bê zehmetî û bi rihetî naqedin.
Di vê rêya dûr û dirêja pîroz de rêber û pêşîvanên me Qasidên Xwedê (a.s.) ne. Ew merivên bi rûmet û Xwedêtirs, bi hemû jîyan û tevgerên xwe ve li hember taxût û bel’amên dewra xwe rawestîyane, bi wan re mucahede kirine. Ji bona ku mirovahîyê li hember hemû êriş û xeterîyên kufr û şîrkê biparêzin bi can û malê xwe ve tekoşîn kirine. Bi alîkarîya wehîya îlahî rêberîya civaka xwe kirine, ji wan re armanca afirandina wan û berpirsyarîya wana li hember Xwedayê wan hînî wan kirine. Ka em hinekê berê xwe bidine Qur’anê lê binihêrin di derheq teblîxa Pêxemberên Xwedê ji me re çi dibêje.
Xwedê Teala di Qur’an’a Pîroz de weha ferman dike:
“Min însan û cin afirandine da ku ji min tenê re îbadet (qultîyê) bikin.” (Sûretê Zarîyat: 56)
Dîsa em ji Qur’an’a Pîroz hîn dibin ku peyam hemû pêxemberan ya hevbeş yekdêrandina Xwedê ye. Hemû pêxemberan ev yeka ji qewmê xwe re ragihandine. “Bi sond! Me di nava civakan gişkan de pêxember derxistine, da ku (bêjin) ji Xwedê re îbadet bikin û ji taxût dûr bisekinin. Bi vî awayî, Xwedê hîdayet da hinekan û ji bo hinekan jî dalalet (jirêderketin) pêwîst bû. Êdî li ser rûyê erdê bigerin, de ka encama derewandîyan çawa bûye.” (Sûretê Nehl: 36)
“Di berya te de me tu qasid neşandîye ku em jê re weha wehîy nekin; ji bilî min îlahê layiqê îbadetê tuneye, vêca ji min re îbadet bikin.” (Sûretê Enbîya: 25)
Hemû pêxemberan ji kom û gelê xwe re ev rastîya bingeha dînê Îslamê ye û egera rizgarîyê ye dîyar kirine. Mucadele û tekoşîna nebî û resûlan li ser vî xîmî saxlem ava bilind bûye.
Ji bo piştî vê mazeretê tu kesî nemîne Xwedê Teala weha ferman dike:
“Pêxember bi mizgînvanî û hişyarkerîyê ve hatine, da ku piştî pêxemberan li hember Xwedê hûcetê (mazeret) mirovan nemîne. Xwedê Ezîz e, Hekîm e.” (Sûretê Nîsa: 165)
Di dîn de zorî/darê zorê tuneye. Bêguman rastî ji çewtîyê kifş bûye. Vêca kî taxut înkar bike û bawerîyê bi Xwedê bîne, bêguman wî bi qulpeke wisa girtîye qet naqete û Xwedê Semî’ e Alim e. (Sûretê Beqere: 256)
Wekî di van ayetan de jî tê xuyanê piştî tewhîdê ew tiştê qala wê tê kirin, ji bo înkarkirin û xwe jê parastinê qala wê tê têgeha Taxût e. Taxût; “peyveke erebî ye û ji koka “tax” ê (yê ji heddê xwe derketî) pêk hatîye û tê wate/maneya ew mexlûqê ji hed û sînorê ji bo wî hatîye kifş kirin derketî û li hember Xwedê serî hildayî. Ango navê hemû kes û tiştên sînor û qanûnên Xwedê nas nakin û li hember derdikevin Taxût e. Ji ber vê divê ev yeka baş bê zanîn û li hember wê bê şerkirin. Lewra ji astengên herî mezin yek jî ew e.
Lê ji bo em di vê xebata xwe de bi serkevin rêberîya Qasidên Xwedê lazim e. Ewna bi jîyan û tevgera xwe bûne nimûneyên bê mînak. Çawa ku di dema xwe de ji bo civaka xwe bûne mînak îro jî seba me meşaleyên ronîdar in. Hz. Muhemmed (s.a.w.) dema bi pêxemberîyê hate wezîfedarkirin, demildest dest bi teblîxa dînê Tewhîdê kir. Pêşyê çê ev gazîya Tewhîdê ji malîya xwe re got. Dema Hz. Xetîceyê ev yeka bihîst bê hankêva bawerî bi Hz. Muhemmed (s.a.w.) anî. Lewra wê Hz. Muhemmed gelekî baş nas dikir û ew Tewhîda ku hebûna hemû pût û îlahên derewîn înkar dikir û tenê îlahtîya Xwedayê tenê îsbat dikir wekî ronahîya royê li ber çavan bû. Wê dema guhdarîya gotinên Hz. Muhemmed (s.a.w.) dikir di gotinên wî de tu nakokî nedidît. Lewra Hz. Pêxember bi pêbawerî û rastîya xwe ve bin av û deng bû. Din av civaka xwe xwe de wekî merivekî qenc û durist dihate nasîn. Di hemû têkilî û jîyana xwe de li ser esasê rastî û heqparêzîyê tevdigerîya. Ji bo wî tiştê herî bi rûmet heq û edalet bû. Lewra hê di dema xortanîya xwe de tevlî peymana Xilfu’l-Fudulê bibû, ji bo bi zordarî, neheqî û tadeyê re mucadele bike xebitîbû. Herweha xwe ji hemû nerindî û xirabîyên civaka xwe parastibû. Tu carê bi bawerîyên wanê pûç bawer nekiribû, ji bo xwe xwe nezîkî Xwedê bike ji pût û senemên wan re îbadet nekiribû. Lewra bi hezkirina Xwedê wî baş dizanibû ku evna hemû bawerî û emelên bê bineg û betal in. Lewra di civakê de hemû xirabî û zilm li ber sîya vê bawerîya şîrkê mezin bibû, bibû parek ji jîyana wan. Di civakê de qedr û qîmetê jin û zarokan tunebû, heya ji wan dihat zilm û neheqî li xulam û koleyên xwe dikirin. Ji bo wan tiştê herî bi rûmet zêdebûna mal, hêz û quweta eşîra wan, bela bûna nav û dengê wan bû. Hemû şer û dewê wan ji ber van tiştan derdiketine holê. Quweta wan bigihîşta kîjan êl û eşîrê diavêtine ser war û malên wan, mal û milkê wan talan dikirin. Dizî û nepakî wekî karên edetîş dihatine qebûlkirin… Herwekî din civaka cahilîyeyê din ava hemû gemar û xirabîyan de mabû. Lê vê bawerîya wana ku ji bav û kalên xwe hildabûn qet rê li ber wan nedigirt. Hetta bi saya wê ev karên xwe yê kirêt dimeşandin. Lê Hz. Muhemmed û hinek kesên dinê mîna wî xwe ji van parastibû.
Erê, dema Hz. Muhemmed bi vê gazîya nû hate mala xwe bêyî nakokî hate qebûlkirin. Malîya wî, dayika me Hz. Hetîceyê (r.a.) ew rast dêra, biştgirîya wî kir û ji bo di vê doza xwe de xwe bawer be û keve fikaran li ber dilê wî de hat.
Hz. Muhemmed jî seha mirovan ji bendetîya hemû taxût û îlan derxe, bike bendeyê Xwedê tenê gava pêşîn di mala xwe de avêt. Wî jî mîna pêşîyên xwe ew banga tewhîdê ya ku di destpêka dîrokê heya wê rojê.

BARÊ LI SER MILÊ ME

Îro li ser rûyê dunyayê zilmeke mezin serdest e. Li hemû herêm û deveran qanûn û hakimîyeta mirovên ji Xwedê re serî hildane li ser hukm e. Ew mirovên ku bendetîya xwe jibîra kirine, ew heqê qanûndanînê ya ku mafê Xwedê tenê ye kirine para xwe. Ew kesên nankor û cahil in, di jîyana xwe de Xwedê naînine bîra xwe. Belê îro li ser rûyê cîhanê tûxyaneka bê hed û hesab hakim e. Ango wekî destpêka mirovahîyê, ji dewra Hz. Adem heya şerê di navbera tewhîd û şîrkê, heq û batil, edalet û zilmê berdewam e. Mirov jî li gor şert û mercên îmtihanê di nav vê pêvajoyê de cîyê xwe digrin. Hinek li gor rêberîya wehîy û Qasidên Xwedê xwe didine alîyê tewhîd û edaletê ku jimara van pir kêm e, hinek jî li pey şeytan û hevalbendên wî diçin, dunya û axreta xwe wêran dikin ku jimara vana jî mixabin gelek e.
Belê îro herçendî jimara misliman pir hindik be jî li hember hêzên taxûtî tirsa herî mezin in. Ji bo wan tiştê herî xeternak û xewa şevan li wan heram dike hebûna mislimanên Xwedêtirs in. Ji ber vê li çar alîyên cîhanê zext û zoreka mezin li ser gelên bindest û mezlûm heye. Ji bo çewisandin û çavtirsîkirina wan, hêzên çapemenî, perwerde û propagandayê bê rawestan xebatên xwe didomînin. Ji bo jirêderxistina ew gel û milletên xwe li ser dînê îslamê dihesibînin –ya rastî ji bilî nav tu eleqeya wan bi mislimanîyê re tuneye- her cure dek û dolaban digerînin. Bi xêlî û xeml armancên xwe yên jêrîn vedişêrin, zilm û tadeyê li wan dikin, hemû gencînî û dewlemendîyên wanê sererd û binerd zeft kirine.
Ji bo em misliman dunyayê nas bikin, dost û dijiminê xwe bizanin divê di serî de em xwe binasin, wezîfe û berpirsyarên xwe bihesin. Em misliman di van civaka mirovahîyê de bi hezkirina Xwedê xwedî cîyekî hêja ne. Her çendî hêza me ya maddî kêm be, jimara me hindik be jî îmana me heye û ji bo berxwedanê ev tenê bes e. Lê di vê em haj bi bawerîya xwe hebin û bizanibin ka Xwedê çi ji me dixwaze, çi heqên Wî li ser me hene û berpirsyarîya li ser milê me çi ye?
Ji bo ku em berpirsyarîya xwe hîn bin û peywira xwe bi cî bînin Qur’an Pîroz û Sunneta Sehîh li ber destê me ye. Xwedê Teala heya roja qîyametê em tenê û bê xwedî nehîştine. Hemû hêmanên ku me û pêdîvîyên me rêk û pêk bike hene. Ango gava em li Qur’anê û jîyana Hz. Muhemmed (s.a.w.) dinihêrin dibînin ku divê di serî de mirov hemû îlah û taxûtan înkar bike û wan qebûl neke. La îlahe îllallah ji bo me miftaya cennetê ye ku ferman dike em hemû îlah, sîstem, sazî, dewlet û komên beşerî înkar bikin. Ewna hemû sazî û dezgehên cahilîyyeyê bi tevrê Hz. Îbrahîm (e.s.) werine şikênandin û bi rêberîya Hz. Muhemmed (s.a.w.) dewleta îslamî were sazkirin. Hebûna mislimanan dê ji bo şîrk û peyrewên wê bibe navê mirin û tunebûnê. Jixwe dema heq tê batil hiltê…

KURMÊ ŞÎRÎ HETA PÎRÎ

Xuy û exlaqê merivan bi piranî ji du cureyan pêktên. Ji wan hinek ji dê û bavê mirov derbazî zarokên wan dibin, ango dayîna Xwedê ne. Beşa din jî paşê di nav jîyanê de tên hildan û qezenckirin. Ji wan xuy û xeysetên ji dê û bavê derbasî nifşên nû dibin mîna xwîn û goştê mirov in. Zû bi zû mirov nikare wana biavêje. Lê ewnê piştî bûyînê di nav civakê de, bi perwerde, terbîye û hînbûnê tên qezenckirin dîsa dikare bi perwerde û hêvotinê werine guhirandin û pak kirin.
Dewlet jî eynî mîna merivan xwedî xuy û xeyset in. Van xeysetê xwe ji kadroya damezirêner hildidin. Ji bo dewletan jî xuyên nayên guhirîn hene. Gava mirov bixebite ku wana biguhire divê wê û yan wana ji binîva biguhire. Lewra ew xuy û xeyset bingeha wan in. Gava ew bên jêkirin derfeta saxlemî û jîyana wa namîne, hildiweşin.
Gava mirov tevgera dewleta tirk ya di derheq Kurd, Kurdî û Kurdistanê de dibîne, ev xuy û xeysetê dewletê ya xwemalî tê bîra mirov. Lewra dema xîmên dewletê hate avêtin, rê û rêbaza wê hate dîyarkirin, du hêmanên sereke qet ji bîra nekirin. Ji wan du neyar hebûn, yek şerîet; ango huqûqa li gor hukum û fermana Xwedê pêk hatibû û ya dudan jî gelên ji xêncî tirkan bûn û ji wan yên sereke jî kurd bûn.
Ev sîstem li ser jiholêrakirina van herdu hêmanan ava bûye. Hemû sazî û dezgehên xwe li gor vê paradîgma xwe ya înkarox damezirandîye. Gava dê karekî bike, biryarekê bike, di serî de van herdu neyaran tîne bîra xwe û li gor wê tevdigere. Lê wekî tê zanîn çawa ku emrê merivan bi sînor e, heya demeka dîyar e ku ev ji xususîyetên mexluqan hemûyan e, emr/temenê dewletan jî her wisa bi sînor e, gava rewş diguhire, sîstema heyî, êdî pûç dibe, lawaz dikeve û wê hingê li pey rêyên xwe xelaskirinê dikeve. Îro dewleta tirk ketîye qonaxeka wisa. Ji bo emrê xwe yê kinbûyî hinekî din dirêj bike li pey çareserîyên mirina xwe ketîye. Lê wekî me li jor jî qala wê kir, ew xuy û xeysetê wê yê mayînde herdem li ber dibe asteng û nahîle pêşte here.
Ji xwe gava dixwaze tiştekî nû bike hankêva rê li ber teng dibe. Bo mînak ev çend salên axirîyê di derheq kêşeya Kurd û Kurdistanê de dixwaze hinek tiştên nû bike. Lewra li hemû cîhanê guherîn çêdibin, êdî bi rêya çapemenîyê hemû cîhan bi hevdu dihese, têkilîyên navbera hemû kurdên cîhanê xurt dibe, li rojhilata navîn xwedî jimareka zef e, li Başûrê Kurdistanê rêveberî di destê kurdan de ye û hêzên dunyayê yên serdest jî ji Tirkîyeyê guherînan dixwazin, ji ber van hemû sedeman gotî/divê dewlet di derheq kurdan de guherînan bike. A ji ber van yekan dema van guherînên pêwîst dike, nikare navê Kurd û Kurdistanê bikarbîne. Dema dewletê cara pêşîn biryar da di hefteyê de nîv seetî weşana Kurdî (kurmancî û kirmancî) bike ji bo navê Kurdî bi karneyne bi zimanên Erebî, Boşnaxî jî lê zêde kir. Bi vê helwestê armanca dewletê ew bû ku Kurdî dernekeve pêş û derbasî resmîyetê nebe. Lewma navê vê weşanê jî danîn “weşana bi ziman û zaraveyên mehellî.” Piştî vê dema biryar hate dayîn ku kanaleka bi kurdî weşanê bike damezirînin, dîsa bi heman rêbazê tevgerîyan û îcar navê TRT 6 ya ku 24 seetan weşana kurdî dike kirine “weşana pirzimanî.” Her weha ji bo di zanîngehan de li ser Kurdî lêkolîn û lêgerîn werine kirin jî biryar hate dayîn û îcar jî zimanê wan venegerîya bêjin Kurdolojî û navê wê beşa li Zanîngeha Artuxîyê kirine “enstîtuya zimanên zindî” û hwd. Bi rastî ev nîşana nexweşîyeka xedar e û rê li ber dermankirina nexweşîyan digire, nahêle pak bibin. Ev pertekên dewletê gotineka pêşîyên me tîne bîra meriva: “Kurmê şîrî heta pîrî.”

BÎD’ET Û MEWLÛD

muradcelali@gmail.com
Piştî wefata Hz. Muhemmed (s.a.w.) ji bo mislimanan du çavkanîyên sereke man; Qur’an û Sunnet. Qur’an ji bo rêberîya mirovan û jîyana wana civakî rêk û pêk bike, li hember pirsgirêkê wan çareserîyan nîşan wan bide hatîye daxistin. Lêbelê ji bo ku mirov bikare bi awayê pêwîst van herdu çavkanîyên giranbiha fêm bike û jê îstifade bike mînakî û rêberîya Hz. Muhemmed (s.a.w.) pêdîvîyeka bingehîn e. Ango Qur’an ji bo teorîya jîyana mislimanan, sunnet jî seba pratîk/emelê wan rêbaza esasî ye.
Lewma dema Hz. Muhemmed bi pêxemberîyê hate wezîfedarkirin, dest bi karê teblîxê kir. Piştî wî ev karê pîroz kete ser milê hemû mislimanan. Loma sehabîyan, tabiîyan û etbaê tabiîyan bi awayekî qenc teblîxa dînê Îslamê kirin. Ji bo teblîxê him gotin û şîret bikaranîn him jî gava pêwîst kir bi alîkarîya şûr û cîhadê ev karê xwe domandin. Lewra hêzên herêmî li hember vê bizava Îslamî ya gerdûnî bi hemû hêz û taqeta xwe ve rawestîyan, nehîştin dînê Îslamê bi hêsanî belayî ser rûyê erdê bibe. Ji ber vê bi piranî pêdivî bi çekê çêbû. Lê ji berya vê Hz. Muhemmed (s.a.w.) bi nameyan giregir û serokên dewlet û împaratorîyan agahdar kirin, ji wan re ev bangewazîya heq û xelasîyê ragihand. Ango ji bo belabûna dînê tewhîdê gelek xebatên hêja kirin. Bi saya van xebatan Xwedê nesîb kir û dînê tewhîdê belayî ser rûyî cîhanê bû. Di encama vê pêvajoyê de ji gelek milet û herêman mirov bi tevayî, kom bi kom bûne peyrewên dînê Îslamê. Lê ev kesên teze bûne misliman, ji ber egerên cur be cur li gel xwe hinek bermayî, edet, xuy, kirinên jîyan û bawerîyên xwe yên berê jî bi xwe re anîn. Berêka ev tiştên ne ji Îslamê bûne sebebê nexweşîyan û tevlihevîyan.
A ji van nexweşîyan yek jî bi qaydê bîd’etê derkete holê û misliman mijûl kirin. Ev yeka sedemek ji sedemên derketina bîd’etê ye. Gelek caran hinek emel û edetên bi nîyeteka pak hatine kirin jî bûne baîsê vê yekê. Bîd’et her çendî bi nîyeteka pak û ji bo îbadetê bê çêkirin jî bûye sedema encameka gelekî xeternak. Lê gotî xelet neyê fêmkirin sedema derketina bîd’eta ne tenê ev e, hê gelek sedemên wê yên din hene. Ji wan hinek jî bi nîyetaka xerab ji hêla wan kesên neyarê Îslamê yên durû ve hatine derxistin, ji bo texrîfkirina Îslamê û ji rêderxistina mislimanan tetbiq kirin. Emê di vê nivîsa xwe de bi kurtasî qala bîd’etê bikin û şeva mewlûdê ya ku ji bo bîranîna jidayikbûna Hz. Muhemmed (s.a.w.) jî wekî mînak nîşan bidin. Seba ku em bîd’etê bidine nasîn me ji hinek çavkanî û pirtûkan sûd wergirt.
Bîd’et, ji koka ‘îbda” yê çêbûye. Îbda ew e ku, bêyî li tiştekî berê hatîye çêkirin mînak hilde, were nihêrîn, çêkirin û îcadkirin e. Loma Xwedê teala di Qur’ana Pîroz de ji bo xwe weha dibêje: “Bedîu’s-semawatî we’l-erd.” Ango; “yê esmanan û erd bêmînak afirandîye.” Ev yek ji navên Xwedê yên rind e. Wateya bîd’etê ya ferhengê weha ye: Ew tişt, bawerî û emelê ku berê tunebûye, paşê hatîye çêkirin, paşê hatîye îcadkirin (muhdes) û derxistin.
Wateya bîd’etê ya şerî weha ye: Ew tişt, bawerî û emelê di dînê Îslamê tunebûye, paşê hatîye derxistin. Hemû raman û emelên ku di dewra Hz. Muhemmed û eshabê kîram de tunebûne, pê nehatîye emelkirin, heta tiştekî bişibe wan jî tunebûye, dijî sunnetê ye, lê dîsa her çiqasî Îslamê de tunebûye jî paşê derketîye û wekî îbadet hatîye kirin. Ango ew kir û kiryarên bi meqsedê îbadetê hatine derxistin tev bîd’et in. Li gor vê ji bo ku tiştek bibe bîd’et divê ji bo taet û îbadetê, nêzîkbûna Xwedê were kirin. Gava ev yeka bi awayekî baş derkeve holê rastîya bîd’etê û çarçoweya wê dîyar dibe. Heke ev yeka baş neyê fêm kirin, mirov tenê li wateya ferhengê dinihêrin û dibêjin qey ew hemû îcad û tiştên nû bîd’et in. Îcar jî em lê binihêrin Qasidê Xwedê û eshabê wî di derheq vê yekê de çi gotine.
Qasidê Xwedê di vê hedîsa xwe terîfa bîd’etê kiriye: “Her bîd’at delalet e.” Di hinek lefzan de jî weha ye: “Her delalet jî di êgir de ye.” [1]
“Teqez xwe ji tiştên tezederketî biparêzin. Lewra her tiştê tezederketî bîd’et e û her bîd’et delalet e.” [2]
Hedîseke ku Xuzeyfe bîn el-Yemanî ragihandîye weha ye: “Xwedê, rojî, nimêj, sedeqe, hec, umre, cîhad, serf (alîkarîya maddî), şehadeta ehlê bîd’etê qebûl nake. Çawa pirç ji rûn derdikeve ew wisa ji dîn derdikeve.” [3]
Hedîseke ku ji Ebdullah bîn Ebbas (x.j.r.) hatîye ragihandin jî weha ye: “Xwedê, emelê ehlê bîd’etê heya ku dev ji bîd’eta xwe bernede qebûl nake.” [4]
Ji ber van hişyarî û tirsandinan helbet mislimanên bi dîqqet tevbigerin û dê lêbigerin ka bîd’et çi ye û çi tişt, tevger, bawerî û kirin tê vê maneyê. Vêca mislimanê ku bizanibe dê emelên wî nayê pejirandin, dê bitirse û dê lê binihêre ka çi bîd’et e û çi ne bîd’et e.
Lêbelê wekî me li jor jî qala wê kir piştî wefata Hz. Muhemmed (s.a.w.) gelek tiştên nû derketine û îro wekî îbadet tên qebûl kirin. Dema meriv radibe rastîya wan dibêje û dixwaze ku mirov xwe ji wan dûr bigrin, êdî di nav civakê de mirov wekî rêderketî, bêmezheb û hwd. tên nasîn. Lewra ew bîd’etana li dewsa sunnetan bi cî bûne, wekî beşek ji dîn hatine pejirandin. Bo mînak ji Qasidê Xwedê re selam û selat anîn emrê Xwedê ye. Ev yek adi Qur’anê de jî hatîye[5] û sunnetê de[6] jî heye. Lê ka gelo seba bîranîna Resulullah merasîm çêkirin û mewlûd xwendin emrê kê ye? Bi qencî û başîyê ve yadkirina mirîyan û ji wan re duakirin di sunnetê de heye. Lê ji mirîyan re mewlûd xwendin, rojên wekî çil, pêncîûdudan di kîjan hukmê Îslamê de hene? Ji bo rizayê Xwedê sedeqe dayîn, zikat û fitir belakirin emrê Xwedê ye. Lê ji bo mirîyekî îsqat dayîn, ango seba deynê îbadetê mirî bê dayîn, teqsîmkirina mal û pera, belakirina sawun, derzî û ta emrê kê ye? Meriv dikare van rêze pirsan dirêj bike.
Alimên Îslamê ji bo misliman ji xeterîya van tiştan dûr bixin gelek berhem nivîsîne, dûr dirêj li ser rawestîyane.[7] Lewra ev wekî nexweşîyeka kujêr ketîye nav dil û hinavê ummeta Îslamê, wê dixwe. Êdî ew wekî tiştên meşrûyê pîroz tên tetbîqkirin. Mesela şevên qendîlan di nav civakê de wekî rojên bimbarek tên qebûl kirin. Ew kesên sal û danzdeh mehan dîn û Xwedê nayê bîra wan, qaşo ji bo bîranîna bûyîna Hz. Muhemmed merasîman saz dikin û bi wê dixwazin gunehê wan daweşin û xwe paqij bikin. Xaçparêz çawa diçin cem keşîşên xwe, li xwe mikur tên, ewna jî mîna wan dixwazin di van roj û şevên qendîlan de xwe tehfîl bikin. Lê dînê Xwedê hakimî hemû jîyanê ye. Hemû dem û xêla jîyanê divê li gor esl û esasê dînê Xwedê werine rêk û pêk kirin. Ji ber vê yekê misliman têkilîya xwe tu carê ji Xwedê naqetîne herdem Wî bi bîr tîne, jê re îbadet dike. Lê ew kesên vê bîd’etê ji xwe re dikin edet haj bi vê rastîyê tunene. Lewma him xwe dixapînin him jî merivên din. Jixwe di derheq wan şevan de tu delîl û nasên sehîh jî tunene. Yên heyî jî ji bo wan ne delîl in.
Ew dem û rojên Xwedê Teala di Qur’ana xwe de (wekî şeva Qedrê û roja Cume’yê) û sunneta Qasidê xwe de bi awayekî eşkere dîyar kiriye, şert û mercên wê eşkere beyan kiriye. Misliman jî li gor şertên wê taet û îbadetê xwe dikin. Rastîya vê meseleyê bi kurtasî ev e.
Lê wekî me berê jî got 250 sal piştî Hz. Muhemmed cara pêşîn li Misrê Fatimîyên Şiî (909-1171) ev bîd’eta derxistine holê, wê şunda ev belayê nav civakê bûye. Dewleta Osmanî jî di dewra Selîmê II. (1524-1574) de ev yeka hatîye pîrozkirin. Ji xwe bi destê van herdu dewletan gelek bîd’et û xurefe bûne fermî, belayî nav civakê bûne. Piştî wê êdî belayî navbera civakê bûye.
Herçendî pîrozkirina roja bûyîna Hz. Îsa (s.e.) din av Xaçparêzan de hatibe pîroz kirin jî ev edeta ne durist ji wan qewmên pûtperestê Romayê û Misrê derbasî nav wan bûye. Ango ev edeta ne ya wan e jî. Ji xwe hê ji berya Zayînê di nav Misrîyên ji royê re perestî dikirin ev edeta hebû. Dema ev edeta derbasî nav Xaçparêzan bû di serî de li hember vê edetê bertekên mezin hatine nîşandan, lê berêkê hînî vê bûn û bi xwe jî kirin. Ango tu bingeha vî karî tuneye.
Li gor ku Muslîm ragihandîye, çaxê ji Qasidê Xwedê rojîya roja duşemê hatibû pirsîn gotibû: “Ev roj (roja duşemê) roja bûyîna min e.”[8] Lêbelê li vê derê divê mirov qala pîrozkirina mewlûda Qasidê Xwedê binirxîne. Wekî tê zanîn ji bo bîranîna Hz. Muhemmed rêya herî qenc ew e ku em wî ji xwe re bikine rêber û li pey doza wî herin. Ji bo doza wî li ser rûyê erdê bela bibe û bigihêje hemû mirovan bixebite. Bi vî awayî mirov dikare ji bo Qasidê Xwedê bibe peyrew û wî bibîr bîne. Jixwe di Îslamê de wekî îro pîrozkirina roj û şevên girîng tuneye. Lewra sal dazdeh meh ji bo misliman herdem derfetê îbadet û tewbeyê ne. Hz. Muhemmed bi xwe rojê heftê carî bêtir tewbe û îstixfar dikir. Ango navber nedida dua û îbadetê.

Lê mixabin mirovên ji rêya pêxemberan veqetîyane seba ku xwe bixapînin û dilê xwe xweş bikin hinek şevên weha pîroz dikin. Herweha gava vê dikin gelek xurefe û bîd’etan jî derdixin. Jixwe gava mirov wan mewlûdên ji bo pesinandina Hz. Muhemmed (s.x.l.) dinihêre dibîne ku rastî û çewtî, heq û batil tevlihev bûye û gelek tiştên bêbingeh wekî rastî tên nîşandin. Di wan de Hz. Muhemmed bi wesfên wisa diwesifînin ku wî derdixine asta îlahan. Ango him ev edeta pîrozkirina mewlûdê bîd’et e û him jî naveroka wan mesnewîyên ji bo van merasîma hatine nivîsîn gelek xeletî û derewan di nav xwe de dihebînin. Ji bo pesinandina Hz. Muhemmed gelek gotinên ne sehîh wekî hedîs tên ragihandin neqil dikin. Jixwe ji bilî tiştên wisa nikarin tu bingehan jî ji xwe re peyda bikin. Ev yeka ji Hz. Muhemmed re bêbextîyeke pir mezin e. Lewra wî heya dawîya emrê xwe bi hemû cureyên şîrk û kufrê re mucadele kir. Mixabin ev bîd’eta di nav civakê de gelekî bela bûye û hetta ji Qur’an û hedîsan bêtir mewlûdan dixwînin û jiber dikin. Ji bo em bikaribin rê li ber van bîd’et û xurefeyan bigrin gotî Qur’an û Sunnetê bi awayekî baş fêr bibin. Wê hingê tu kesê nikaribe bi van tiştên tevlivê ku xirabîya wan qencîya wan bêtir e me bixapîne.

Jêder:
Îmam Şatibî, El-Îtisam, 1, 2, Terc. Ahmet İyibildiren, Mustafa Özcan, Kitap Dunyasi, Stenbol, 2009.
Şamîl Îslam Ansiklopedîsî, Stenbol, 1990.
Mehmet Emîn Akin, Kandîl Gecelerî ve Bîn Yillik Yanilgi, Medarîk Yayinlari, Ankara, 2008.
[1] Muslîm, Kîtabu’l-Cum’a, 867.
[2] Ebû Dawûd, 4607 û Tirmîzî, 2676 ragihandîye û gotîye hedîs hesen sehîh e.
[3] Îbn Mace, Muqeddîme, 7/49.
[4] Îbn Mace, Muqeddîme, 7/50.

[5] “Bêguman Xwedê û milyaketê wî selatê li ser pêxember tînin. Gelî ewên bawerî anîne! Hûn jî selatê lê bikin û bi teslîmîyetaka baş ve selamê li wî bikin.” (Sûretê Ehzab: 56)
[6] Kê ji min re selatê bîne, Xwedê bi wê deh selata ji wî re tîne.” (Muslîm, 1/228)
[7] Îmam Şatibî, El-Îtisam, 1-2.
[8] Muslîm, 2/819.

Cîhad, Xebata Di Rêya Xwedê De

Murad Celalî
muradcelali@gmail.com


Cîhad, Xebata Di Rêya Xwedê De

Cîhad di wateya xebatkirin, hewldan, mijûlbûn xîretkirinê de ye. Cîhad ew e ku meriv ji bo bilindbûn, parastin û belabûna Îslamê her cure xebatê bike, bilebite, xîret bike û di vê rê de têkeve şerê germ û sar. Bi gotineke dinê ya zelaltir ve cîhad ew e ku mirov bi quwetên bedenî, malî û zîhnî yên ku Xwedê teala daye bendeyê xwe, di rêya Xwedê de xerc bike, di wê rêyê de feda bike. Çaxê mirov maddî û manewî hemû hebûna xwe di rêya Xwedê de gorî bike, seba neyarên heqîyê ji holê rake şer bike ev “cîhad” e. Cîhad ne tenê şerkirin e, lê ew navê hemû xebatên mîna teblîx, şîret, we’z û gazîyê ye. Tu mafê kesî tuneye ku cîhadê vi van xebatan yekê tenê ve sînor bike. Ji van xebatan ya sereke şer e, lewma di serî de ew tê bîra mirov. Di Îslamê de cîhad ferz e. Xwedê teala di vê babetê de weha ferman dike:
“Şer digel ku bi xweşa we neçe jî li ser we hate nivîsin/ferz bû.” (Sûretê Beqere: 216)
“Heya fitne nemîne dîn bes bibe yê Xwedê bi wan re şer bikin.” (Sûretê Beqere: 193)
“Ewên ji wan re kitêb hatîye dayîn, ji wan yên ku bi Xwedê û roja axretê bawer nakin, ya Xwedê û Qasidê Wî heram kiriye heram nabînin û dînê heq ji xwe re dîn nagirin, bi wan re heya piçûkxistî bi destê xwe cizyeyê bidin şer bikin.” (Sûretê Tewbe: 29)
“Bi muşrîkan re bi komî şer bikin, wekî ku ewna bi we re bi komî şer dikin.” (Sûretê Tewbe: 36)
Hz. Pêxember (s.x.l.) jî di derheq cîhadê de weha ferman kiriye:
“Cîhad ferzeke wisa ye ku dê heya qîyametê berdewam bike.” [1]
Lêbelê ev ferza hinek caran ferza eyn e, hinek caran jî ferza kîfaye ye. Ango heke ji mislimanan tenê desteyek bikaribe armanca cîhadê pêk bîne, li hember dijminan war, mal, irz, namus û rûmeta wan biparêze, wê hingê cîhad dibe ferza kîfaye û bi vî tehrî berpirsyarî ji ser mislimanên din radibe. Lê heke pêwîst bike, gotî her mislimanê ku taqeta wî digihêjê yek bi yek li hember neyar raweste, wê çaxê dibe ferza eyn, divê her kes bi xwe cîhad bike.
Armanca cîhadê ew e ku li ser rûyê erdê fitne/şîrk bê hilanîn û dînê heq bê bilindkirin û serdestkirin. Di Îslamê de şer ne ji bo tolhildan, kuştin, talan, zext û zilmê tê kirin; lê seba ji holê rakirina wan hemû tiştên xirab tê kirin. Tiştekî wisa tuneye ku misliman wan kesên nemisliman bi zorê vegerînine li ser dînê Îslamê. Meqsedê cîhadê ew e ku mirovan ji bin zextan rizgar bikin, rastîyên Îslamê yên hêja bi wan bidine sehkirin û hawirekî wisa pêkbînin ku ewna jî bikaribin bi rizayê xwe bibine misliman.
Herweha armanca Îslamê ne zeftkirina axê/erdê ye. Ew qîma xwe tenê bi herêmekê û yan parzemînekê nayne. Îslam bextewarî û aramîya hemû cîhanê dixwaze. Hez dike ku nîşanê hemû mirovahîyê bide ku ew dînekî alemşumûl/gerdûnî ye ku ji ser hemû sîstemên beşerî û olên din re ye. Seba pêkanîna vî meqsedê hêja, hemû hêza misliman seferber dike. A ji vê cehd, têkoşîn û xebata bêdawî re, ev karê ku bi hêzeke mezin ve tê kirin û xeyreta bikaranîna hemû rêyên meşrû re cîhad tê gotin. Heya ku li ser rûyê erdê zordar, kesên berdewambûna batil û fitneyê dixwazin, şîrk û muşrîk û sîstemên kufrê hebin, cîhada ku li hember xerabîyên ku ewna li ser rûyê erdê bela dikin, emnîyet/ewlehîya mirovan xirab dikin jî dê berdewam bike. Ji vê hêlê ve di Îslamê de cîyê cîhadê gelekî girîng e. Lewma çaxê ji Qasidê Xwedê (s.x.l.) hate pirsîn ku kîjan emel herî zêde bi fazîlet e gotîye: “Îman û di rêya Xwedê de cîhad e.” [2] Bi vî şeklî destnîşan kiriye ku cîhad hema piştî îmanê tê, îman hebûna xwe bi cîhadê dê berdewam bike. Li gel vê gelek ayet û hedîs hene ku pesna didine wan kesên ku di rêya Xwedê de şer dikin, gihîştine merteba xazîtî û şehîdîyê û herweha radigihînin ku ji bo wan nîmet û dereceyên mezin hene. [3]

Di Jîyana Misliman De Cîyê Cîhadê Û Pêwîstîya Wê

Ji ber pêwîstîya cîhadê divê em hinekî li ser girîngî û çawanîya cîhadê rawestin û bizanibin ka di jîyana misliman de cîyê cîhadê çi ye? Lewra cîhad wekî ku di hedîsekê [4] de jî hatîye destnîşan kirin zîrweya Îslamê ye û kesê di vê rêyê de şehîd dikeve jî digihêje dereceyên herî bilind. Ew jî li gel Pêxember, siddîqan heşir dibe ku ev nîmetekî bêhempa ye.
Lêbelê ji bo ev îbadetê pîroz wekî pêwîst e were bi cîh anîn hinek şert û mercên lazim hene. Ango ji bo cîhadeke baş were kirin divê berya her tiştî mirov bi nefsa xwe re cîhad/têkoşîn bike. Lewra nefsa mirov li hember wî dibe asteng ku di rêya Xwedê de bixebite, malê xwe, canê xwe di rêya wî de feda bike. Lewra nefs li ber çavê mirov vê dunya derewîn dixemilîne û pê dixapîne.
Di vê têkoşînê de astengake din jî neyarê mirovahîyê şeytanê neletî ye. Ew ji bo mirov li gel xwe bibe dojehê bênavber, hergav dixebite. Ji ber vê divê mucahîdê di rêya Xwedê de dixebite bi wî re mucadele bike û hefsarê xwe nede destê wî. Ji bo îxlas û dilsozîya misliman ev tiştekî gelekî pêwîst e. Lewra şeytan û hevalbendên wî tucar nawestin û ranawestin. Ji bo mirov bixapînin her cûre rê û tiştî bikar tînin. Vê yekê jî li gor taybetî, exlaq, kêmasî û hewcedarîyên mirov dikin. Ji çar alîyan nêzîkî mirov dibin da ku wî têxine dafikê û pîyê wî bişimitînin. Ji ber vê divê mirov li hember vî neyarê veşartî pir hişyar be.
Cîhadeka dinê ya ku dê were kirin jî ya li hember munafiqan û kafiran e. Ji ber ku durû xwe di nav civaka misliman de vedişêrin û bi awayekî eşkere neyartîya xwe nîşan nadin, mucadeleye bi wan re bi ziman û şîretdayînê pêk tê. Lê têkoşîna li hember kafiran bi destan ve tê kirin. Lewra ewna heya daweta Îslamê qebûl nekin, nebine misliman û yan hakimîyeta Îslamê nepejirînin, bipiçûkketî bi destê xwe cîzyê nedin bi wan re şer kirin divê. Hz. Muhemmed (s.x.l.) di derheq vê yekê de weha dibêje:
“Ji min re hatîye ferman kirin ku ez ji mirovan re şer bikim ku heya bi la îlahe îllallah Muhemmed Rasulullah şehadetê bînin, nimêjê bikin û zikatê bidin. Heke vêya bikin, ji bilî heqê Xwedê, malê xwe û xwîna xwe ji min parastine. Hesabê wan jî li ser Xwedê ye.” [5]
Wekî tê zanîn çaxê cîhad tê kirin li gor şert û mercan carna bi dil, carna bi ziman, carna mal û carna jî bi can tê kirin. Kesê cîhad dike dizane ku li hember van tiştên dide ji Xwedê cennetê dikire.
Van jî tê fêmkirin ku di rêya Xwedê de cîhadkirin li ser hemû mislimanan ferz e. Her kesê li gor hêz û taqeta xwe li hember neyarên Îslamê cîhad bike. [6]


Destûra Cîhadê

Gava Hz. Muhemmed (s.x.l.) teze dest bi teblîxê kir hêza mislimanan pir hindik bû. Ji ber vê li Mekkeyê heya piştî hîcretê mislimanan ji bilî çend îstisnayan bi devkî cîhada xwe meşandin. Lê piştî hîcretê li Medîneyê halê mislimanan baş bibû û bibûne xwedî erd û hêzeke mezin. Lewra hingî diçû jimara mislimanan pir dibû, nav û dengê wan li herêmê bela dibû. Ji ber vê yekê ev pêvajoya nû seba muşrîkan û hêzên serdest yên herêmê dibû tehlîke, lewma ewna jî diketine fikarên mezin. Gava dîtin ku li hember wan neyarekî nû peyda dibe xwestin ku mislimanan ji holê rakin, loma destê muşrîkan jî bi wan nedisekinî û ji bo têkbirina mislimanan dixebitîn. Di rewşeke weha de Xwedê teala destûr da mislimanan ku ji vê şunda ewna çi tehrî êrişî mislimanan bikin, êdî misliman jî dikarin bersiva wan bidin. Xwedê teala seba şert û şirûtên cîhadê, sînor û huqûqa şêr ji mislimanan re dîyar bike ev ayetên hanê daxistîye:
“Û bi wanê ku bi we re şer dikin re hûn jî di rêya Xwedê de şer bikin û ji sînor nebihûrin. Bêguman, Xwedê ji ewên sînor dibuhirin hez nake. Û hûn wana li ku derê bigrin bikûjin. Û ji cîhê hûn jê derxistine hûn jî wana jê derxin. Fitne ji kuştînê xerabtir e. Û heya ewna li hinda Mescîd-î Heremê bi we re şer nekin hûn jî bi wan re şer nekin. Lê heke bi we re şer bikin/we bikûjin hûn jî wan bikûjin. A celata kafiran/înkaroxan weha ye.” (Sûretê Beqere: 190, 191)
“Ey Nebî, li hember kafiran û munafiqan cîhad bike û li hember wan tund be. Sitargeha wan dojeh e û ew çi cîyekî xirab e ji bo vegerê.” (Sûretê Tehrîm: 9)
“Bi ewên ji wan re kitêb hatîye dayîn, ji wan yên ku bi Xwedê û roja axretê bawer nakin, tiştê Xwedê û Qasidê Wî heram kiriye heram nabînin û dînê heq bi dîn napejirînin re heya ku piçûkketî bi destê xwe cîzyê bidin şer bikin.” (Sûretê Tewbe: 29)
“Heya fitne/şîrk nemîne û dîn hemû bibe yê Xwedê bi wan re şer bikin. Lê heke dev jê berdin, bêguman Xwedê kirinên wan dibîne.” (Sûretê Enfal: 39)
Wekî ku Qasidê Xwedê ferman kiriye: “Cîhad ferzeke wisa ye ku dê heya qîyametê berdewam bike.” [7] Li gor vê fermanê heya roja qîyametê di rêya Xwedê de xebat kirin li ser mislimanan ferz e. Her kes bi qasî zanîn, hêz û derfeta xwe vê xebata pîroz bimeşîne. Lê hed û hudûdên cîhadê dîyarkirî ne. Tu kes nikare li gor kêfa xwe tevbigere. Armanca vê tekoşînê tenê xêr û xelasîya mirovahîyê ye.

[1] Ebû Dawûd, el-Cîhad, 33.

[2] Tercumeya Tecrîd-î Sarîh, 7/ 445.
[3] Têgehên Bingehîn, Murad Celalî, r. 121.
[4] Tirmizî, 2616; Newewî, Çil Hedîs, 29.
[5] Buxarî, Kîtabu’l-Îman, 25; Muslîm, Kîtabu’l-Îman, 21.
[6] Zadu’l-Mead, 3/19, 105, 128. İklim Yayinlari, ter. Heyet, Stenbol, 1989.
[7] Ebû Dawûd, el-Cîhad, 33.