Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

26 Aralık 2008 Cuma

Hinarîya Hevbeş: Înkara Taxût û Bawerîya bi Yekîtîya Xwedê

Meriv xelîfê/cîhgirê Xwedê yê li ser rûyê erdê ye. Xwedayê Mezin seba ji wî re bendetîyê bike û her weha ji bo li ser rûyê cîhanê de îmar û teserûfê bike û gencînîyên sererd û binerd binase-bikarbîne, rêvebirina her tiştên li serrûyê cîhanê daye ber destê însan. Ji lewra mirov bi meleke/hêza xwe ya hiş û vîn/îradeya xwe ve ji afirandî/mexlûqên dinê vediqete û eşrefê mexlûqan e. Çawa hiş û vîna mirov, ew bi rûmet kirîye û mîna wê, vê rewş û cîyê wî barê wî giran kirîye û berpirsyarîyeke mezin ketîye ser milê wî. Mîna tê zanîn gava meqam bala û giram dibe, fenanî wê bar jî giran dibe. Ev zagoneke îlahî ye.

Hemû pêxemberan pêşya her tiştî înkara taxût û yekîtîya Xwedê teblîx kirine û ev rastîya pêwîst anîne bîra însan. Û ji bo mirov bawerîya xwe saxlem bikin, xwe û bawerîya ji qirêj û zenga cahilîyeya tarî paqij bikin rênimune li ber wan raxistine. Di alîyê din de jî seba ku pût û îlahên (xwedawend) sexte red bikin, ewna hişyar kirine û tirsandine. Jixwe pêxember ji bo însan bi mûkafatan ve mizgînî bikin û bi mûcazatan ve jî bitirsînin hatine rê kirin. Ji lewra Xwedê tu carî ji xwe re şirîk û hevalan qebûl nake. Wî çawa însan bi xwe tenê afirandîye wekî wê ji xwe tenê re îbadet û bendetîyê dixwaze. Lewma meriv xêncî Wî ji çi re perestîyê bike û bihebîne yê ezabê dilsoj tam bike.

Xwedê (cc) di Qur’an’a Pîroz de weha dibêje:

“Min însan û cin afirandine da ku ji min tenê re îbadet (qultîyê) bikin.” (Zarîyat: 56)

Dîsa em ji Qur’an’a Pîroz hîn dibin ku peyam/hina-rîya pêxemberan ya hevbeş ev e:
“Bi sond! Me di nava koman gişkan de pêxember derxistine, da ku (bêjin) ji Xwedê re îbadet bikin û ji taxût dûr bisekinin. Bi vî awayî, Xwedê hîdayet da hinekan û ji bo hinekan jî dalalet (jirêderketin) pêwîst bû. Êdî li ser rûyê erdê bigerin, de ka encama derewandîyan çawa bûye.” (Nehl: 36)

“Di berya te de me tu qasid neşandîye ku em jê re weha wehîy nekin; bilî Min îlahê layiqê îbadetê tuneye, vêca ji Min re îbadet bikin.” (Enbîya: 25)

Hemû pêxemberan ji kom û gelê xwe re ev rastîya bingeha ola Îslamê ye û egera rizgarîyê ye dîyar kirin e. Mucadele û tekoşîna nebî û resûlan li ser vî xîmî bilind bûye.

Ji bo piştî vê mazeretê tu kesî nemîne Xwedê Teala weha ferman dike:

“Pêxember bi mizgînvanî û hişyarkerîyê ve hatine, da ku piştî pêxemberan li hember Xwedê hûcetê (mazeret) mirovan nemîne. Xwedê Ezîz e, Hekîm e.” (Nîsa: 165)

Di dîn de zorî/darê zorê tuneye. Bêguman rastî ji çewtîyê kifş bûye. Vêca kî taxut înkar bike û bawerîyê bi Xwedê bîne, bêguman wî bi qulpeke wisa girtîye qet naqete û Xwedê Semî’ e ‘Elîm e. (Beqere: 256)

Taxût; “Peyveke erebî ye û ji koka “tax” ê (yê ji heddê xwe derketî) pêk hatîye û tê wate/maneya ew mexlûqê ji sînorê ji bo wî hatîye kifş kirin derketî û li hember Xwedê serî hildayî.”

Ango taxût ew her tişt, kes, sazî û dezgeh, dewlet û rêxistina ku ji bilî zagonên Xwedê zagon çêkirîye û seba meriv nikaribin ji Xwedê re îbadet bikin astengan derdixe, bi cîh anîna emir fermanê Xwedê qedexe dike ye. Û taxût ew tişte ku wan kar û emelên ji bo perestîya Xwedê tên kirin paşverûtî qebûl dike û herweha ji bo kesên muwahîdê ew/taxût red kirine û bûne peyrewê Xwedê û Qasîdê wî re neyarekî eşkere ye. Çawa li jorê jî hate destnîşankirin, dirûf û rengê taxût cur be cûr in. Ew li gor dem û derê, kes û kesan, reng û rûçikê xwe diguherê.

Li gor van tiştên hate gotin tê dîtin ku, taxût û hevalbendê wî carna şeytanê însî û cinî ne, carna nefs, heywan, dar, pere, kevir, gor in û carna jî desteka ji alîyê civakê ve hatîye hilbijartin e, yan jî meclîs û komeka zana/rûspîya ne. Carna jî ramen (îdeolojî), edet û xuyên serkanîya wan ne Qur’an û Suneta sehîh e.

Ji ber vê hindê Qasidên Xwedê Hz Muhemmed (s.x.l), ji berya her tiştî bi înkara taxût û bawerîya bi Xwedê ve dest bi karê daxûyandin û vexwandin/teblîxa ola Îslamê kirine. Ji lewra tewhîd bes bi vî qaydî pêk tê. Heya merivek taxût înkar neke, nikare bawer bike û bibe misliman. Ev herdu merc ji hevdu venaqetin. Dema ji van herduyan yek kêm be, îman pêk nayê. A eger/sedema nexweşîya mirovê roja me ya herî giring û xeternak ev e. Ji ber ku ev mefhûm/têgeh nayên zanîn, -ya rastî ji ber ku hêzên taxûtî û sîtemkar evna dane ji bîr kirin- bawerîya rastî/heq pêk nayê. Loma gelên ku îro xwe nîsbetî Îslamê dikin gellekî ji heqîyê dûr in/dûr ketine. Loma divê ji berya her tiştî ev têgehên xîmê tewhîd li ser hatîye darxistin bê zanîn û pêwîstîyê wan bê kirin.

Ji ber van sedeman pêxember hatine şandin.

Mîhwer/eksenê Jîyana Meriv(an)

Pêxember rêber û pêşengê doza heq in. Xwedayê gerdûnê dema însan afirand, enbîya û resûl bi kitêbên xwe ve rêkir da ku însan ji bin tesîra şeytan derxin û rêya rast nîşanî wan bidin. Ewna ji alîyê Xwedê (c.c) ve hatine şandin da ku rêya heq û durist nîşanî mirovan bidin. Mirovên bawerî bi wan anîne û dane pey rêya wan him li cîhanê him jî li axretê de gihîştine xelasî û dilgeşîyê, lê yên dane pey şeytanê xapînok, ketine kûrahîya tarîtîya bêdawî. Serokên rêya batil yên mîna Fir’ewn, Nemrûd, Ebû Cehîl û Bel’aman herdem mirov gazî delalet û neqencîyê kirine û hê jî vî karê xwe berdewam dikin. Li hember wan jî pêxemberên eziz jî mirov gazî rêya heq û paqija ku diçe ronahîye kirine û seba li ser rûyê cîhanê de dad û edaletê saz bikin xebitîne. Jixwe ev cîhan meydana pevçûna heq û batil e.

Alîyek enîya nûr û renkayîyê ye û alîyê dinê de jî enîya tarîtî û cehaletê ye. Ev pevçûn dê heya roja dawîyê berdewam bike. Mirovên zana û bi hikmet yên di hêla ronahîyê de ji xwe re pêşva girtine û bûne peyrewê wan. Lewra rêça wan rêça xelasî û rizgarîya bêdawi ye. Lêbelê ewana komeka hindik in. Li hember wan jî yên dane pey şopa şeytan û hevalbendên wî hene. Hezar mixabin ev koma jî piranîya mirovan pêk tê. Şeytan bi dek û dolabên xwe ve perdeke reş û tarî kişandîye li ber çavê dilê wan û ewna hildane bin tesîra xwe û xapandin e. Ji ber vê seba ku em neyên xapandin pêwîste ku em xwe bidine hêla nebî û resûlan. Ji lewra di nava mirovan de yên herî zef layiqî peyrewî, rêz û hûrmetê qasidên Xwedê ne. Ji ber ku armanca wan pêxemberên mesum bes xelasîya mirovan e. Bêguman ewna di vê mûcadela xwe de bilî rizayê Xwedê tu tişt hêvî ne kirin e. Divê mirovên dibêjin em misliman in bi awayekî tekûz wan qasidên Xwedê û têkoşîna wan binasin, bidine nasîn û di serdaborî û têkoşîna wan de ji bo xwe nimûne û rêbazan werbigirin. Bi vî awayi di rêberîya wan de derkevin li ser sirat’il-mûsteqîmê. Jixwe serfîrazîya di vî warî de bes bi vê ve girêdayî ye. Di Qur’an’a Pîroz de qise/serdaborîyên behsa tekoşîn û jîyana wan dikin pirr in. Jixwe gencînîya me ya herî giring jî ew e. Divê em jî berê xwe bidin vê û ji wan încî û mircanan ve ji xwe re rêbazekê bihûnin û gor wê bikoşin. Ka vêca em bala xwe bidinê, jîyan û ezmûn/îmtihana mirovahîyê çawa destpê kirîye:

“Bi bîr bîne. Perwerdekarê te ji feriştan re got: Ezê li ser rûyê erdê cîhgirekî biafirînim. Wan got: (Ya Rebbî) Em te bi hemd tesbîh û pak didêrin, ma (tu yê) li ser rûyê erdê însanê xerabîyê bike, li wir xwînê birêje bikî cîhgir? (Xweda) ji wan re got: Bi rastî tiştê ez dizanim hûn nizanin!

Û hemû nav hînî Adem kir. Paşê ewna pêşkêş ferişteyan kir û got: “Heke hûn rast dibêjin de ka navê van elamî min bikin.”

Wana got: (Ya Rebbî) tu mezin î/te pak didêrin, xêncî ya te hînî me kirîye tu zanîna me tuneye. Bêguman ‘Elimê Hekîm her tu yî.” (Beqere: 30,31,32)

Merivê namzetê îmtihanê yê xweyê hiş, mexlûqekî bi rûmet/eşref e. Bi hişê xwe ve dikare bifikire, biryar bide, têbigihê, bawer bike û înkar bike. Vîyana wî ya cûzî wî ji afirandîyê din yên wekî ferişte, nebat, zîrûh û bêrûh vediqetîne.

Dema Xwedayê Mezin ji milyaketan re gotibû ezê li ser rûyê cîhanê mirovekê cîhgirê xwe biafirînim, milyaketan gotibû: “Ma digel ku em te teqdîs dikin pak didêrin tê merivekî li ser rûyê erdê tevdanê bike, xwînê birêje biafirînî?” Perwedegarê gerdûnê ji wan re gotibû tiştê hûn nizanin ez dizanim. Yezdanê yekta ji axê bavê me Adem afirand, zanîna tiştan dayê û ji milyaketan re got: “De ka vêca hûn navê van tiştan bêjin, wan jî gotibû; Ya Rebb, xêncî tiştê te hînî me kirîye tu zanîna me tuneye. Û bi vî qaydî meriv ev barê giran hilgirtibû ser milê xwe. Lewra mirov cahil û nezan bû.

Di vê qada ezmûnê de mirovê ku ev erkê giram û giran hilgirtibû ser milê xwe, angorî perfonmansa nîşan dida yan payeberz dibû derdikete alay-î'lîn yan jî berjêr dibû dadikete esfelês-safilîn. Ev herdû encam jî netîca eksenê/bingeha jîyana mirov e; ango li gor tevgerê namzetê cihê xelatdayina karên qenc behiştê yan jî dojeha cihê celatdayinê ye. Lê egera pêşîn û ya sereke ya wan herdu encamên sedîsed ji hev cuda û dijberê hevdû ne derdixe holê bîr û bawerîya mirova di jîyana wî de, çalakî û xebatên wî de, yar û neyartîya wî de hêmanên dîyarker in. Ji lewra ji berya hewcedarîyên fîzyolojik pêdivîyên psîkojîk tên. Herçendî piranî evên maddî esil bên xwuyan jî rastî berevajîyê wî ye. Çunkî benîadem ji van taybetîyên xwe ve ji wan candarên din (mîyaket, nebat, hwd) vediqete û tê zanîn. Seba di vê qada ezmûnê de heya dema dîyar a bê mohlet jê re hatîye terxankirin. Her kesayetî di çarçoweya bernameya Yezdanî de ji bo xwe nîşan bide, warê xwe yê bêdawî (behişt-dojeh) kifş bike tê, dijî, tevdigere û koçî dunya din dike. Lê di vê derê de tekoşîna heq û batil, teslimîyet û înkarê dewam dike. Dê heya roja talîyê bikude.

Ol û Oldarî

Her raman, bîr û bawerî xwedî rê û rêbaz, prensîb, bingeh û qaîde ye. Ew bîr û bawerî li gor van şert û şirûtên xwe yê taybet bela dibin û xwe didine nasîn. Dema kesek rabe li ser vê/van bîr û bawerîyan bihizire û di navbera wan de muqayesê bike, ji wan yekê hilbijêre û yan jî wê ol, bîr û bawerîya ku bav û kalên wî pejirandîye û bûne peyrewê wê, ji xwe re qebûl bike, xwe li ser wê bizanibe û endamê wê ayînê hesab bike gotî rêz û hûrmeta wî/wê ji ferman û qedexên wê re hebe. Lewra peyrewî her bi vî awayî pêk tê. Lê vê derê divê em cudahîya olan, ya rastî ola Îslamê ji îdeolajî, fikir û bawerîyên beşerî ji hevdu dîyar bikin.

Her wekî tê zanîn raman û îdeolajîyên mirov her dem diguherin. Ji ber ku li bin bandora gelek bûyer û tiştan de dimînin, ango guherbar in her gav bi liv û tevger in. Sedema vê jî ew e ku bingeh û çavkanîya wê hiş û hizrê mirov in û hiş û bîra mirov jî bi sînor e, loma gelek caran tenê alîyekî tiştan û bûyeran dibîne, ji ber vê hindê şîrove û ravekirina wî li gor vê nêrîn û dîtina nêvcî kêm û bikêmasî ye. Dema pê dihese ku alîyekî dinê yê vî tiştî heye, a wê çaxê jî bêgav di vê ramanê de guherîn çêdibe. Û ev yek her gav wisa dimeşe. Lewra ev ji taybetî û kêmasîyên mirov pêk tê.

Lêbelê ola Îslamê ku ola herî dawîn e ne wisa ye. Lewra ew ne bi dem, der û ne jî kesên di çaxekî diyar de jîyane re bi sînorkirî ye. Helbet hinek reng û awayên li wê herêma ku lê peyda bibû li ser hene, lê ev tenê di şekil de ye ne, di pûxte û kakilê wê de ye. Esasê wê Xwedayê mezin, Perwedekarê gerdûnê danîye. Ji ber ku afirendekarê her mexlûq û rûhberî ew e, xwey û xeysetê wan, taybetî û kêmasîya wan bi kurtasî fitrata wan herî baş ew dizane, loma zagon, qedexe û fermanê ku jiyana mirovan rêvebibe her ew dikare saz bike. Heke kesek, sazîyek, komek li dijî vê rastîyê derkeve, li hember wê li gor bîr û hizrê xwe yê nîvco hinek zagon û qanûna derxe û her weha li ser mirovahîyê ferz bike, wê hingê ev kes, sazî û kom wî mafî di xwe de dibîne, axozî dibe û dibe taxût. Kes û koma bi dilxwazî li ber van zagonên beşerîyê bi kêmasî serî ditewîne, dipejirîne ji wê re dibe peyrew êdî oldarê wê bawerîyê û ola wî ew zagon e. Lewra her bîr (çand, edet), fikir û îdeolajîya ku rê dide ber meriv, jîyan wî de jê re dibe mîheng/endaze, qencî û neqencîyê jê re kifş dike dibe ol/dînê wî.

A wê hingê bi awayekî eşkere derdikeve holê ku ji bo kesekî çi tişt, edet, raman ji bo jîyana wî dibe pîvan, nirx û hêjahîyên wî li gor wê bên kifş kirin, a ew yeka ola wî ye. Her weha seba meriv bibe endamê dîn û bawerîyekê, gotî bi dilsozî bawerîyê bi emir û fermanê wê bîne û pêwîstîyê wê pêk bîne. Lewra her bi vî şeklî çêdibe ku mirov bibe peyrew û endam.

Lêbelê wekî ku di gelek tiştan de tevlihevî çêbûye, di vî warî de jî bêpergalî pêk hatîye. Lewma mirov bi gotin û kirinên xwe ve dikevine nakokîyan, di warê ola Îslamê de jî rewşeke wisa pêk hatîye. Tu lê dinihêrî kesek dibêje ez misliman im, lê awayê jîyana wî, nirxên wî, tiştên jê hezdike û yan jî rikê wî lê tê, tu têkiliya wî bi esil û esasên Îslamê re tuneye. Hê serde jî xwe mislimanekî tam dizane û dorê nade kesî. Dema tu dibêjî ev kirin û bawerîyên te li dijî Îslamê ne, ger ku tu dibêjî ez misliman im divê tu van nekî, wê hingê radibe te bi tundrewîyê tewambar dike û hê serda jî te sucdar dike.

Loma divê em li ser mislimantîya kes/komên bi vî şeklî rawestin. Mixabin piranîya mirovên dibêjin em mislimanin divê rewşê de ne. Lewra bîr û bawerîya wan li encama, lêkolîn, xwendin û hilbijartinên azad pêk nehatine. Dema mezin bûne û berefemî bûne, ji dê û bavên xwe çi dîtina wan jî wekî wan kiriye û çavdane wan. A ji xwe re bêfikirkirin ola wan pejirandine.

Lêbelê ev tiştekî bêguman e gotî, her bîr û bawerî bi zanînê pêk bê. Bi taybetî jî Îslam. Lewra tu car Îslam teqlîda bêfikirkirin napejirîne û nabe. Bingeha Îslamê li ser zanîn û agahîyê hatîye damezirandin.

A dema ev kesên bi vî şeklî çavgirtî dane pey ola bav û kalên xwe –jixwe bav û kalên wan jî dabû pey mezinê xwe- bi îdeolajîyên din dihesin, hinek rêxistinên sîyasî wan pey xwe dikşînin, pêrgî ramanên din dibin şaş dibin. Bawerî û hişê wan diçelqe, a di encama vê de tiştekî sosret û elewat/komîk derdikeve holê. Him dil heye li ser ola xwe ya bav û kalan bimîne, him jî bide pey vê ramana teze pêhisîya ye. Ango him dixwaze bibe misliman him jî laîk, him oldar e û him lîberal e. Ne destê wî ji dêrê dibe ne jî ji mizgeftê.

Sedema vê ya herî giring me li jor jî goti bû bawerîya bi teqlîd e. Tiştekî din jî heye hinek meriv him dil hene bi kêfa dilê xwe bijîn, bixwen, vexwen û him jî hêla derûnî de xwe têr bikin û wê hesta xwe ya hewcedarîya bi olekê heye aş bikin. Lewra li gor wan dîn di dilê merivan de cîhekî wî yê taybet heye! Qet meriv dîn bi dunya xerab re dike heval û hacet? Bira di dilê merivan ya paqij de bi paqijî raweste. Dema roja eyd û erefata hewcedarîya me pê hebe emê gazî bikinê bila demeke kurt/muweqet were li me re hevaltîyê bike dilê me xweş bike û here li cîyê xwe rûnê heya careke din! Ma ne bes e.

Loma dema, çendek li berya vê hinek melayên Kurdistanê ji bo kinc û cilên jin/afretan re gotin ev ne li gor emrê Xwedê ne, ji van hêlên em qala wan dikin nerazîbûn çêbû. Heta ji wan jinekê di rojnameyekê de nivîsek nivîsî. Dema mirov wê nivîsê dixwîne, tê kifşê ku bawerîya wê ya bi Îslamê tenê nostaljîk e. Gelek tiştên -wekî teorîya Darwîn û çêbûna gerdûnê- him ji hêla zanîstê ve û him jî hêla eqîdeya Îslamê ve nîşan dide û ji ber vê helwesta wan melayan ango kesên bi vî şeklî şermezar dike. Li ser navê çand û kelepora kurdî dij derdikeve û li gor xwe berevanîya nirxên kurdewarî dike! Ev jî ji encamên vê pêvajoyê ye. Loma divê berya her tiştê mirov bizanibe ka bi çi û çawa bawer dike.

Rojev û Rastî

Bi sidqî serê pêşketina teknolojîyê li kîjan devera dunyê ya herî dûr bûyer û tiştek biqewime, merivek gotinekê bibêje, niqaşek derkeve bi bayê bezê belayî ser rûyê cîhanê dibe. Loma ev çendek e li ser xeberdana melayekî xelkê Misrê’yê ku nika li Awusturalya’yê dijî di çapemenî û nav gel de niqaş tên kirin. Her kes û kom li gor ol, bîr û bawerîya xwe vê axiftina li ser xwenixamtina jinê dinirxîne û rexneyan dike.

Helbet ev mafê hemû mirovên xwedîhiş û vîyan e. Lewra her bi vî şeklî mirov dikare peywir û fonksîyona xwe ya li ser vê cîhanê pêk bîne. Li gor bawerîya ola Îslamê –ku ew ji olên îlahî ya herî dawîn e- ev dunya ku em li ser rûyê wê dijîn “zevîya axiretê” ye. Loma mirov li vê qada azmûn û ceribandinê jîyaneke çawa bijî, kar û emelên çawa bike, dê roja axretê bê kêmasî bên kişandin û di encama vî hesabê bêkêmasî û bêneheqî de kê çi heq kiribe yê wê bibîne. Ango kes û kesên karên qenc kiribin, li gor emir û fermana Xwedayê mezin jîyana xwe rêk û pêk kiribin dê bigihêjine encameke rind û behiştê bibe êwirgeha wan ya dawîn. Lê heke mirov guh nede van emir û fermanên îlahî, li gor û kêf û daxwaza dilê xwe bijî, mixabîn ev kesê jî bikeve dojeha dijwar. Ji ber vê ev cîhan cîyê ceribandin û karkirinê ye. Kê çi bike dê here ser emelê xwe. Ev bawerîya Îslamê ye.

Şêx Taceddîn Hilalî jî di nav civaka xwe de li gor rê û resmê bîr û bawerîya xwe li ser mesela xwenixamtina pîrekan rawestîyaye û ji bo mijar zelal be û rind bê fêmkirin hinek mînak daye û muqayese kiriye. Lê helbet ew kesên ku guhnadine fermana Xwedê ya nixamtinê, tewr bawerî û emelên bi vî awayî wekî paşverûtî bi nav dikin dê mana bigerin, ji bo rexne û şermezarkirinê gelek tiştan bibêjin. Lêbelê gotî çaxê rexne û nirxandin tênkirin, her tişt di cî û dema xwe de û li gor şert û mercên xwe de bênkirin ku kêr bên û bigihêjine armanca xwe. Heke armanc tenê reşkirin û xirabnîşandana olekê û yan endamê wê be helbet ev tiştana kêr mirov nayên.

Dema meriv li nivîs û gotinên li ser vê xeberdanê dinihêrê, tu dibêjî qey hinek kesan derfeta êrişê bi destxistine û îro heya taqeta wan heye dixebitin. Çaxê vê dikin jî gelek tiştan bi zanebûn tevlihev dikin da ku xwe maftar bidin xûya kirin. Ji ber vê divê çend tişt bên zanîn.

Îslam ji bo jinên mislimanê ku kamilbûne xwenixamtinê ferman dike. Xwedayê perwerdekarê gerdûnê di Qur’ana Pîroz de weha ferman dike: “Jinê bawermend re bêje! Bila laçikê xwe berdine ser singê xwe.” (Nûr: 31) Lê Xwedê dema vê ferman dike hemû tiştî navêje sitûyê jinê, her weha jin û mêrên bawermend re jî dibêje xwe ji heramîyê biparêzin û destdirêjîyê nekin. Ji bo kesê guhnade van sînoran jî celatên kifş destnîşan kiriye. Ango ji bo ku di civakê de nepakî, fûhûş nebe, alozîyên mezin çênebin ola Îslamê berya hertiştî wan eger û sedemên rê li van tiştan vedikin ji holê radike. Lewra çaxê ew sedemana neyêne rakirin mirov nikare li ber wan neyenîyan bigire. Loma îro mirov li kîjan rojname, malper û bernameyên nûçeya dinihêre ev tecawûz, destdirêjîyên kirêtê dibine sebebê gelek xwînrijîyê dibîne. Gelo kîjan mirovê xwedî hiş dikare bibêje, na sedemên van tiştan ne tazîbûn, tahrik û gelek tiştên vî tehrî ne. Lê em bi vê naxwazin bibêjin sedem tenê tazîbûn û serqotîya pîrekan e. Helbet mêr jî jina rê derdixin. Lê ji bayîsê van yeka herî mezin jî ew weşan û neşrîyatên nerind û nepak in. Ji ber wan, di bîr û hizrên endamên civakê de herdem ev tiştana wek nexweşîyên ku benda derfeta peydabûnê dimînin. Îro li seran serê cîhanê ev yeka keşeyeke mezin e û loma divê her civak li gor şert û şirûtê xwe çareserîya wê peyda bike.

A dema kesekî misliman di derheq mijarekê de diaxive û şîroveyan dike xwe dispêre vê bingehê. Ji ber vê kesê ku xwe li ser ola Îslamê dihesibînin gotî bi emir û esasê Îslamê qayîl bibin û li gor van tevbigerin. Helbet ev ji bo kesên xwedî ol û bawerîyeke din ne wisa ye û Îslam wan bi van berpirsyar nagire. Lê kesek him rabe bibêje ez misliman im û him jî rabe li hember eqîde û mercên Îslamê yê ku mirov pê dibe misliman rexne bike û pê qayîl nebe, wê hingê xuya dibe ku di vê yekê de pirsgirêk heye. Lewra ev herdû helwestên dijberê hevdu nabe ku tev di mirovekî birastî misliman de pêk bên. Wê çaxê nakokîyên mezin di nav helwest û gotinên mirov de çêdibin. Ji xwe îro ev di nav civaka me de bûye tiştekî eşkere. Lê kifşe wekî îro di gelek têgeh û mefhûman de alozî û tevlihevî heye, di vê mijarê de jî ser êşîyeke mezin heye. Loma ev tiştana pêk tên. Ji ber vê seba ev cure bûyerên sosret peyda nebin û her kes bizanibe ku bi çi, çawa û çima bawer dike, bi awayekî tekûz xwe û merivên xwe perwerde bike, ol û yan îdeolojîya xwe bi zanebûn bipejirîne û bi çavdayîn nebe peyrewê hinekan.

Vê axiftinê dîsa nîşanî me da ku piranîya mirovan bi awayekî rêk û pêk bîr û bawerîyên xwe nizanin. Yên dibêjin em bawermend in çavdane bav û kalên xwe wisa bawer kirine û yên qaşo înkar dikin, qebûl nakin jî ji ber çewtî û şaşîyên ku di rastîyê de tu têkilîya wan bi dîn tuneye dinihêrin, bi tehrî dijberîya ola Îslamê dikin. Loma dermanê çareserîya me xwendin û hînbûn e.

“Yê helak dibe bila bi delîlên eşkere helak bibe, yê dijî jî bila bi delîlên eşkere bijî. Bêguman Xwedê Semî’ e ‘Elîm e.” (Enfal: 42)

Qelf, Henek û Sînorên Wan

Jîyana mirov piralî ye. Gelek beş û perên wê hene. Lêbelê ev beşên wê gişk bi hevdu va girêdayî ne. Her alîyê wê peywir û taybetîyeke wê ya xweser heye. Loma dema ji wan yek tune be, ji holê rabe, ji ber wê yekê di jîyana mirov de kêmasî peyda dibe û gotî ev valahîya zûtirkê bê dagirtin.

Di jîyanê de gelek bûyer hene, ji wan hinek dilê meriva xweş dike, bîhna meriva tê ber meriva, qasekê be jî meriv xwe ji derd û kula didize, şa dibe, dikeve nav kêf û şahîyê. Cejn/eyd, dewat/dîlan, şevbihûrk, nandayîn, dîtina heval û xizma, ji welatê dûr hatina dê û bav, xweşk û biran û her weha şev û rojên di nav gel derî li xêrê vedikin ji wan dem û rojan hinek in. Dema meriv van çaxan li hev kom dibin, dikevine şêwrên xweş, mezin dest bi qala serpêhatî û tecrûbeyên xwe dikin, ji zarok û merivên xwe re vedibêjin, şîreta li wan dikin, seba xeletî û çewtîyên ku bi xwe kirine nekin. Her weha çîrokbêj çîrokên xwe, dengbêj kulamên xwe, merivên devbikenê henekcî jî bi henekên xwe bi wan re dibine heval.

Lêbelê çawa ku her tişt rê û rêbazeke wê heye, ev tiştana gişk jî bi qaîde ne. Her kes dizane dê çawa destpê bike, dema xeberdide, salix dide, dê çi ji bîra xwe dernexe, dilê kesî ji xwe nehêle û bêhurmetîya mezin û civakê neke. Loma heke çîroka wî dê li ser yekî, keçel, kor, topal yan tagirtî be, çavê xwe li dora xwe digerîne ka gelo kesekî bi vê biêşe, dilê xwe bike heye yan na. Paşê dest bi çîrok û mesela xwe dike. Heke wisa nebe, ne tama vê kêf û şahîyê dimîne û ne jî milet ji hev hezdike û rûmeta hevdû digire. Lewra ev şert û mercên civakîbûnê ne û bes meriv bi tehrî dikare hevdû re bijî.

Na heke wisa nebe, meriv rabe li cîyê ken bigirî û şînê bike, li cîyê şînê jî dest bi ken û şahîyê bike her tiştê serobino bibe. Ma ne wisa ye, di nav gelê me de edetek heye ku gelek meriv bi dunav in. Yek navê wanê rastî ye û yê din jî bûyerek sosret, ecêb qewimîyê û ji ber wê ev nava li ser maye. Ku çaxê civak xweş be, yek rabe xwe li ortê xwe û vî navî bidî civakê bide rûyê wî kesê dê çibibe, ne ez bibêjim û ne jî hûn bibihên.

Mina vê her gel û kom nirx û hêjahîyê wan hene. Belkî wan nirx û giramîyê xwe egera hebûn û tunebûna xwe dibînin. Ji wan yek jî ol, bîr û bawerîye. Ya rast bi min ya herî giring û sereke ol e. Çawa? Gelek pênaseyê dîn hene. Lê gişk derekê de dicivin. Ew jî ev e ku ol bandorê li jîyan û tevgerê mirovan dike. Ango jîyana mirov nîşana ola wî ye. Loma em dikarin bibêjin ku awayê jîyana merivan çi be, ola merivan jî ew e. A em vegerin ser mijara xwe.

Çawa me gotibû, her tişt bi qayde, rê û rêbaz e, dema merivê hineka bide kenandin û dilê wan xweş bike, gotî meriv dilê hinekên din jî neşkêne, ji xwe nehêle, nede xeydandin. Bi vî awayî her tiştê bi rêk û pêk be û tu encamên neqenc jî rû nadin.

Ez vê çima dibêjim, min li hejmara Tûrik ya 58. heştan nihêrî di rûpelê 5. de cî dane xêzikekê. Merivekî bi şaşik û rûdan lavayî Xwedê dike: “Xwedê, hezar caran şukur ji te re, tu me ji fûzeyên gawiran diparêzî!” Pey vê duayê re kunde diçe û mûşek/fûze ji ser re derbas dibe û jê xelas dibe.

Gelo ji vê xêzikê armanc çi ye? Min fêm nekir!!

24 Aralık 2008 Çarşamba

Zimanê Kurdî Yê Yekgirtî

Çendek berya vê di malpera diyarname yê de hevpeyvîneke ku bi serokê Enstîtuya Kurd Ya Amedê Ebûbekir Çelebî re hatibûkirin weşîya bû. Di wê hevpeyvînê de serokê Enstîtuya Kurd Ya Amedê digot divê ji zaravayên kurdî soranî bibe zaravayê standart.

Vê hevpeyvînê di navbera kurdan de dengveda û di vê mijarê de gelek nivîs û rexne weşîyan. Ev rexneyena cûr be cûr bûn. Hineka digot, ev jî tele û defikeke roma reş e, bi zarê serokê Enstîtuyê hatîye rojevê, hinekan digot, ji berya vê here dewsa tirkî li mala xwe kurdî ser dest bike paşê vê gotinê bêje, hinekan digot na divê dest ji serokatîya enstitûyê bikişe, hinek li ser hejmara kurmanc û soran rawestîyan û balkişandinê ka berhemên kurdî yên herî pêşîn bi kîjan zaravayî ve hatine nivisîn û herweha hinekan jî di vê heyamê de li ser bêmikûnîya vê bawerîyê qalkir û hwd.

Vê yekê careke dinê dîsa qencîya fikirkirin, hevpeyvîn, nirxandin û rexnekirina ramanan nîşanî me da. Lewra meriv, bi vî tehrî dikare çewtîyê xwe bibibîne, bi agahîyên teze yê haj pê tuneye bihese û ji hevdû sûdwerbigire. Lêbelê gotî rexneyê me bi xweşbînî û bi niyete baş bin û şexs nebine armanc da ku encameke rind pêkbê. Ligel vê gotî em kurd, li ber fikir, pêşnîyaz û helwestên bi vî qaydî binfirek û bi tehemûl bin. Lewra îro kurd di qonaxeke wisa de ne ku gelek tiştên qenc û xerab tev derdikevine holê û bandorê li me dike. Loma encamên vê bi awayên cûda xwe didine der. Seba ku em bikaribin li ser pirsgirikên weha bifikirin û serwext bibin gotî em berê xwe bidine halê kurdan û kurdistanê ya îro.

Li başûrê kurdistanê di warê ziman, wêje û kurdolojîyê de qenc û xerab hawirekî geşbûn û bingehgirtinê pêkhatîye. Li wê heremê derfetên madî û manewî hene ku kes û dezgehên li ser vê mijarê kardikin hene û kesên bîrewerê hezdikin di vê babetê de karbikin dikarin xwe li wir bigirin. Hema qet nebe ji rewşa wê taxê; ango ji bakurê kurdistanê qenctir e. Lewra êdî li wê heremê zimanê fermî û serdest kurdî ye, dibistan, zanîngeh, sazî û dezgehên rêvebirinê bi vî zimanî kar dikin. Bi kurtasî jiyan bi kurdî digere.

Lê li bakur –ku ji heremê kurdistanê ya herî mezin e- rewş tam berevajî wê ye. Ji ber pêşveçûna teknolajîyê hêzên dagirker dikarin xwe bigihînine heya serê çîyayên me, dibistanên dewletê yên ku armanca wana sereke ew e ku zarokê kurdan asîmile bikin, hema hema li her dera kurdistanê bela bûne, herweha ji ber vî şerê bist-sî sale berdewam dike nêzîkî çar milyon kurd koçî bajarên mezin kiriye û ji ber ku di bazarê kurdî pere nake, asîmilebûn lezbûye û xwebera bela dibe.

Di navbera herdû heremên kurdistanê de gelê me di wan rewşên ji hev cûda de dijîn. Tiştekî melûm e, mirov zarokê dema xwe ye. Di civaka wî de kijan ol, bîr û bawerî serdest be, malbat û gelê wî qiymet bide çi, ew jî çav dide wan û wê rewşê dipejirîne û ji xwe re dike nirx.

Loma îro di nav gelê me de ji bo ziman, parastina çand û kelepora xwe bîrewerîyeke xurt pêknehatîye. Gel di jiyana xwe ya rojane de şert û mercê heyatê çi pêwîst bike li gor wê tevdigere. Herweha zarok hê piçûktî mêjîyê wan tên pûçkirin. Loma tiştê çapemenî derdixe pêş ji xwe re dikine armanc û dibine peyrewê wê. Ji xwe sazî û dezgên kurdan yê xurtê li ber wê bibine asteng û vê pêvajoyê çep bizivirînin tune ne. Herweha partîyên siyasî di vê hêlê de bêdilî xwe dixebitin û ji xwe divê meselê de bingeh û polîtikayên wan yên rêk û pêk tune ne. Beklê ev yek qet bala wan jî nakişîne. Lewra hema dane pey polîtikayên demkurtê rojane.

Di alîyê din de herwekî tê zanîn ziman bi liv û tevger e. Herdem candar e. Him bandorê li der dora xwe dike û him jî dikeve bin bandora hawirê xwe. Loma ji bo guherînê pêvajoya wê ya taybet heye û bi tiştên sunî/sexte naguhere. Jiber vê divê dema em qala standardekirina ziman dikin, divê bala xwe bidine van hêman û egeran gişkî û li ber vê pêvajoyê dûr û dirêj bi semax bin. Di gel vê seba dinav hemû kurdan de him di warê nivîsandinê de û him jî karanînê de zimanekî standart pêk bê, gotî konferansên zanistî yê serbixwe çêbin. A piştî niqaş û xebatên zanistî biryar bêgirtin û encama wê de di çapemenîyê de îmlayeke hevbeş bê kişfkirin; kovar, rojname, malper û navgînên din heman îmlayê bixwebitînin. Sazî û dezgehên kurda karê xwe yê warê zimanê kurdî de li gor vê bikin. Ev jî xebat, tifaq û rêzgirtin divê.

Lêbelê seba ev karê standardekirinê rûnê û ji teref her kesî bê pejirandin, divê meriv taybetî, şert û mercên her heremê binihêre. Li gor wê li kîjan heremê gel kîjan zaravayî bi kartîne divê li ser wî zaravayî û di navbera devokên wê de karê standardekirinê bê pêkanîn. Nabe ku meriv dewsa zaraveyê wan -ji ber hinek hincetên mîna ku ev zarava demlemedtir, hêsantir e û hwd.- bêje hûn li dewsa zaravayê vxwe vî zaravayê han (kurmancî, soranî, dimilkî…) bikarbînin. Jixwe merivên me hingî diçe zimanê xwe ji bir dike, çaxê em tiştekî wisa bikin, evê ji gel re bibe bargirînaka serbar û dê pê aciz bibin û tam dev ji kurdî berdin.

Ligel vê jixwe, zana û kedkarên zimanê kurdî bihêsanî ji zaravayên kurdî têdigihêjin û ji bo wan ev hêsantir e wana fêrbibin. Lewra ev karê wan e. Lêbelê ji bo gel belkê ev ji zimanekî beyanî hînbûnê zehmettir be. Loma divê em bikin ku dewsa kil bikin çav dernexin.

Rojên Zozana

Em di demsalê havînê de, ji bo çend mehan diçûn/diçine zozanan. Zozanê me ji wan zozanên nav û dengê ku li herêma Serhedê ne û jê re dibêjin “Zozanê Sînegê.” Li van zozana nêzîkî sed, dused, zome/êl lê datînin. Ji wan zoman navê çend heban weha ye: Helhele, Potir, Besik, Açmê Jorîn û Açmê Jêrîn, Hingilo, Çemê Kalê, Kanya Xatuna, Zoma Birûskê, Zoma Reşoyan, Warê Fatikê, Tepê Elyan, û hwd. Li wir saz/goleke mezin jî heye ji wê re jî Gola Sînegê tê gotin.

Ev zozan, gellek sal berê kal û bavên me hatine li wê derê derketine zozana, pez û dewarên xwe li wir xweyî kirine. Ji wê vir de sîneg bûye havîngeha me. Gel xwe ji germ û nexweşîyên deşt û havînan diavêne ber bextê zozanên bilindê hêşîn û hênikê hewa paqijê binhvekirî. Li wan deran him heywanê xwe diçêrînin, him jî şîr, penêr, mast û rûn zexîra xwe ya zivistanê dadigirin, him jî ji hirî, liva û mûyê pez, berx û bizinan tiştên navmalê yên raxistinê, mîna kulav, berr, xalîçe, emenî, gewe, meşref, balgî û cilan çêdikin, ji mûyê bizinan, kon, têrr, telîs, xurc, weris, kindir, pezbend û kap dihûnînin. Ger cîyê jê gîha bihatana çinînê hebûna debir û dilika xwe ya zivistanê jî didanê ser hevdû. Digel vê ji çêre, gîha û pincarên beyanî gellek cûrê nebatê ku hinekê dihatine xwarin, hinekê wan ji bo xwarina zivistanê dihatine hişk kirin û hinek ji wan jî derman bûn loma berhev dikirin. Ji wan navê hinekan; çexşûr, mendik, ribêz, tirşoya ga û tirşoya merivan, cehtilî, kereng, karî, goşteberx, siping, gizêr, sîrim, çaya beyanî, selmesk, pûng, gezgezk, reskerovî, qiçî, belghewîs, gulik, silqok, tolik, şolik, xaşxaşk, şîlan, pîzpîzik, pêçyêpîrê, toptopik, pîyêqazê, hêlkeberan, heftqapût, qanok, nanêçivîkê ye. Û xêncî van gellek gihayê din hêşîn dibûn.

A ez ji di wan havînan yekê de li zozana ji dayik bûme. Nizanim ji ber wê ye, çaxê dibe bihar xwebera kêf û eşqeke mezin dikeve dilê min. Wê hingê ez tê derxim êdî dema çûyîna zozanan nêzîk bûye, ango hilgêr e. Mîh û çêlekên me zûda ye zane. Ango berx û golikan xwe şidandine ne virnî ne, hilik bûne. Lewra millet danê beranberdanê wisa bi hesap û pîvan kifş dikin ku gava berf dihele, belekî dikeve erdê û reş dibe wê çaxê ewna jî bi qasî li ber sir û seqemê xwe bigrin mezin dibin. A wê hingê kale kala berx û mîhan, mike mika kar û bizinan, ore ora golik û çêlekan olan dide û ev zimezima ji dengê wan dertê, ev jî dibe nîşan loma mêriv hazirî tivdarek, kar û barên çûyîna zozana dike. Di hêla din de ev dengê heywana him navgîna peywendîya di navbera wan û merivan de ye hîm jî di navbera heywana bi xwe de ye. Bi vî qaydî danê wanê alifdayîn, avdan, berxberdana dîyar dibe.

Li zozana, malên zoma me di hundirê newalekê de datînin. Çaxê hê serê havînê ye mal tên li wara datînin, konê xwe vedigirin ji nav kon û kolikên me de aveke zelala ku ji ava berfên dihelin berhevdibe dikişe. Gava hewa berêka germ dibe û berf radibin ew jî hêdî hêdî kêm dibe û di axirîya meha havînê ya pêşîn de dimiçiqe. Gava hilgêrê em zarok diçûne zozana, me raste rast berê xwe dida cihê xwe yê her sal lê dileyîst. Ne ew deran em xerib didîtin û ne jî me wan deran xelk/beyanî dizanibû, em merivê hevên berê de bûn. Me dîsa nota salên borî dest bi lîstikê xwe yê berê yê sirûştî dikir. Listikên me qet nedihatine guherîn jî. Lewra alav û tiştên me pê dilîst (tîtik) kevn nedibûn. Me dest pê dikir bi kevir û xîçên piçûk, çawa ji mezinên xwe dîtibû kolik çêdikir, ji pey kolikan me dîwarê hewş, koz û axilên pez, berx û dewarên xwe datanî. Dema evna şixûlana diqedîyan îcar dor dihate çêkirina wesayît/eraban. Lewra divê ji bo hewcedarîya em herine bajêr. Ji tenekê rûn, salçê me ji bo xwe erebe jî çêdikir û rêya bajêr vedikir. Bi vî awayî me zarokan jî ji xwe re zozaneke piçûk, jîyaneke piçûk li dardixist. Lê lîstikê me ne ev tenê bûn. Dîsa me bi keviran şeşik, heştçar, sêreng, quçhirşandin dilîst. Herweha me bi kevkanîyên xwe ve kevir divirvirand diavête cîyên herî dûr û me digot ka kî dikare biavêje cîyê herî dûrê. Loma carna di navbera zarên êlê de şer derdiket û bi kevkanîyan ve şer dikirin. Xêncî vê em li kera sîwar dibûn û me pê dida xarana û hinek rojan em diçûne li ser pîyê newalan, hêsî û li cîyên bilind, kevirên gilover tot dikir û her wekî vê gellek listikên me yê din jî hebûn. Dîsa ji me zarokan kîjan biçûna ber berana me beranê xwe berdidane hevdu da beranê kê dê berde beranê kê û beranê kê yê bireve.

Ji zarên zomê herkesek diçû ber berxê xwe û dibû berxvanê mala xwe. Ji berxvanan xêncî wanê diçûn ber berxên malên dewletî, yên din gişk xwemal bûn. Çaxê êdî berx hilik dibûn me berx nedibirine dana. Wan çaxa hewa berêka germ dibû, milet tivdarekê berxbirê dikirin. Berya berx bên birîn seba rind, bêzehmet bên birîn û livaya wan paqij bibe edet e, berx tên şûştin. Me jî berxê xwe dibirin di Çemê Kalê de dişûşt. Lê tiştê wextê berxbirê herî xweşa me zaroka dihat ew bû ku hewla berxan dihate çêkirin. Paşê ev hewle li der û cînaran dihate belakirin. Te digot qey ev wext danê cejn û şahîyê ye. Ji bo berx bên birînê me li goşeka kon kifş dikir. Çawa di kon de sewkîya rûştinê, kûlîna zexîrê hebû her weha li hêşîyeke kon de cîyê her sal berx lê dihatine birîn jî hebû. Me li erdê cil radixist, qusûsîyan dianî berx datanîn erdê, lingê wan bi pezbendê girêdidan û dest bi birînê dikirin. Me zarokan jî livaya ji ber destê wan derdiket berhev dikir. Birastî livaya berxan pir nerm e, loma kêfa me zef bi vî şixûlî re dihat. Çaxê berx hêdî hêdî ji livayê derdiketin û dihatine birînê lezeteke wê ya wisa heye nayê gotin. Li gel vê êdî ew berxê me, ne ewên berê yên ku ev çend mehin em nas dikin in û her yek navê wanê taybet hene; berxê kelî sor, yê qer, yê kur, yê kerr, yê bel, yê kol, yê qerbelek, yê sorkew, yê reşkew, yê şelt, yê qol, yê beş, yê terispî her weha ji bo karan ya çal, ya hemis, ya kever û hwd. Dema ji bin hebrîngê derdikevin êdî hatine guherîn, ango ê ewna heywanê dinê ne. Piştî berxbirê demekê şunda êdî berx nedihatine dana û vê şunda berxberdan xelas dibû. Her weha ev wext çaxê dayîna heqê şivan û berxvana ye jî. Her mal qasî jimara pezê xwe heqê şivan/rêncbera dide. Malên dewletî bi tena serê ji xwe şivan û berxvan digirtin, malên zomê yên mayî jî yan bi tevayî şivanek digirtin yan jî ji wan yek derdiket digotê ezê îsal herime ber pêz û pezê wanê din ji xwe re colî hildida. Gor vê hinek sala serê panzdeh peza berxek, carna jî ji serê bîst pezan berxek distandin, heke pez nîvê vê be yanê heft heb û yan deh heb bin wê çaxê jî karek distandin.

Havînê li zozana jîyan pir ber û bereket e, her roj û meha wê xweyî wateyeke taybet e. Ji bo her çaxî navekê wê heye û dem bi wê nav û bûyerê tê nasîn û zanîn. Li wir demjimêr û salname ne hewcedarî ne. Li wir xweza bi her tiştê xwe ve li berdestê mirov amedeyî peywira xwe ye. Û tu car xwe şaş nakin, derengî nakevin û nawestin.

Lê gotî em qala edetên pezbirînê jî bikin. Di nav gel de ji kesên pêz dibirîn re qusûsî dibêjin. Ji berê de edet e, çaxê danê pezbirê tê mêrên zomê bi hevdu dicivin. Bi dor, carê pezê malekê dibine cîyê pezbirê û li wê derê pez dihate birînê. Pezbira her zomê cî/guhirên kifş bûn û ev derana ji berê de ji bo van karan dihatine bikaranîn û nedihatine guhezîn. Mîna çawa mozirgana naxiran nedihatine guherîn û ekserî pezên nîyêr û histewr; kavir, hogeç, beran, bendîr û mîhstewr li van deran dihatine birîn. Pezê doşanî li ber mala dihatin birîn. Ev der cîyên talde bûn. Ji lewra cîyên talde ba lênaxe û ev jî seba pezbirînê tiştekî pêwîst bû. Heke çaxê pez tên birîn ba bê wê hingê xwîdana pêz lê sar dike ev yek jî nahêle pez bi hêsanî bên birîn. Çimkî gava xwîdan li heywana sar dibe hebrîng rind naxebite û birîna pêz bi zehmet dibe. Her weha guhirên pezbira piranî nêzîkê av û delavan bûn û ev jî di jîyana mirovan de girîngîya avê careke din bi me dide zanîn. Loma ji destpêka dîrokê vir de jîyan li der û dora avan derketîye holê.

Her kar zanebûn û hostatîyê divê. Çawa ji bo kirina her karî edetên taybet hene û şarezayên wî karî hene, di pezbirînê de jî jêhatîbûn û şarazatî heye. Bo nimûne dema çinînê de ji bo serhonazîya honazan bike ji wan yê herî zana û pêciryayî dide pêşîyê. Pezbirîn jî zanebûn divê û di nav qusûsîyan de jî qusûsî ji ser qusûsîyan re hene. Di her mal û êlê de kesên di vî kararî de pêciryayî û bi nav û deng hene. Di pez birê de herkes şixûlê wî yê taybet heye. Qusûsî pêz dibirin, duajoyê birê li ber destê wan diçû-dihat pez datanî û girêdida, pişkûrî û xûlaman jî hirî berhev dikir û girêdidan. Carna di navbera qusûsîyan de pêşbazî dihatine çêkirin. Loma destê xwe birîndar dikirin yan jî hebrîng li pez diket. Herweha ger kesê ku pezê dibire destê wî sivik nebe yan jî hê rind nizanibe bibire ji ber ku heywan gellekî li erdê girêdayî dima yan jî lingê pezê bi pezbendê ve rind nehata girêdan, a wê hingê pez dikete hebrîngê; ango ji tamarê wan hinek diqusîyan û seqet dibûn. Wekî çaxê hinek caran balgîyê meriva rind nebe, xişk be yan jî ji ber kar û şixûlekî situyê meriva biqerime jê re dibêjin sitû ketîye balgî, mîna wê ji wê re jî digotin pez ketîye hebrîngê.

Li zozanan piştî mîh, ango pezên doşanî dihatine birînê îcar dora şûştina hirîyê dihat. Jina ji hirîyan jî piranî hirîya mîha dijbartin. Lewra hirîya mîha zivir û xweş bû, loma dema dixistine nivîn, fayke, gore, lepik û tiştên mîna vê nedikete hevdu û xerab nedibû. Jinên êlê bi hevdugirtin roja hirîşoyê kifş dikirin û di berbanga sibê de bargir, ker û heywanê xwe bar dikirin û berê xwe didane av û çeman. Li ber çem û delavan cihê hirî rind dihate şûştinê diêwirîn û hirî didane ser tet û kevirên li rexê çeman bi dar û singan dikutan û dişûştin. Çaxê meriv guh dida dengê terpe repa sing û daran te digot qey ev senfonîya hevbeşa mirov û xwezayê ye. Ji ber ku xûşexûş û xûlexûla ava dikişîya dibû tev van dengan û olan dida. Lê jin hema tenê ji bo hirîşoyê nediçûne ber çêm, herweha gellek caran jî seba kinc/çekşoyê diçûne ber ava.

Ji piştî vê dor dihate hişkandin/şekirina hirîya tewnan. Loma jin rojê di konê malekê de hev dicivîyan û diçûne zibaretîyê. Pîrekan him şixûlê xwe dikir û alîkarîya hevdû dikirin him jî bi hevdû re şêwr dikirin. Ji pey şehkirinê, îcar hirî dihate ristin û li pey re jî dihate xavkirin. Carna du ta tev dihatine xavkirin carna jî sê heb bi hevdu re dihatine badan. Eva li gor tiştê dê bêçêkirin dihate destnîşan kirin. Û ji vê re jî digotin ta/rîsê dunex û sênex.

Her weha qîzên xama û bûkên teze teşîyên xwe hildidan diçûne bindarûkan. Wan cîyê kevir û zindarên yanê qaşên bilind re bindarûk tê gotin. Keç û bûkan teşî û kulîyên xwe yê hirîyê hildidan, derdiketine van deran hirî diristin, kilam digotin, kilam diavêtine ser dergistî û dilketîyê xwe. Teşîyê xwe ji ser serê qaş hetanî jêra qêş ku ev çar pênc mêtre dirêj dikirin û nedihîştin hirîya diristin biqete û bi vî qaydî bi hevdu re diketine pêşbirkê û jêhatîbûn û secîhbûna xwe îsbat dikirin.

Li pey van karan pîrek diçûne çolê û çîyê ji çêre û çilpîyên (çilix û herîreşekeka di rengkirinê de tê bikaranîn) ji bona kurm/boyaxkirina hirîyê dianîn. Hinek rengên xwezayî ji van gîhaya dihate çêkirin, lê ew rengên din jî çerçîyên dihatine zoma tişt difrotin dihate kirîn. Ji bo rengê rîsan re kurm tê gotin. Havînê him ji bo roja hazir amedekarî tê kirin him jî seba zivistanê. Çawa ji hirî, mû, çermê pêz nivîn, raxistina navmalê, konê ku avahîyê li zozane tên çêkirin, herweha ji şîrê pêz û dewaran jî runê nivîşkî, penêr, çîçal, toraq, tixafk, mast û gellek xwarinên din çêdibûn. Ji van hinek dema wana kin in, tenê havînê tên xwarin fenanî mast/qatix û tixafkê lê ewên din jî ji bona zivistanê dibe zexîre. Herweha ji goştê wan qelî tê çêkirin ev jî dibe xwarina zivistanê. Çermê hewyana him ji bo raxistin, xeml û nimêjê dihate hişk kirin him jî seba bi eyar û avrêncê ku zexîre têde tê hildan û digel vê dibe meşk. Bi meşkan dew tê kilan û rûnê wê jê tê veqetandin. Digel vê haveynê penêr bi şîlafa heywana ve tê çêkirin.

Bi rastî jîyana li zozana ji bo êlatê pirr bi reng, bi coş û pêdivî ye. Di nav ava sik û sar, çîya û banîyên hêşîn de, kalekala pêz û mikemika bizinan dikeve tev kilam û bilûrê şivan û gavana.

Bi kurtasî havînê li zozana her awa û rengê jîyanê dihate jîyîn. Lê gotî ez vê bêjim tiştê herî zêde pê kêfxweş dibûm û şa dibûm ev bû: Çaxê berx û pez hêlvedidin û meriv li ser de aş dike diedilin û diçêrin, a ew dengê ku wê hingê derdixin, dema tu guh didêyî tu dibêjî qey diaxivin, ev ji bo min pirr xweş bû. Wê çaxê min xwe li erdê dirêj dikir û guh dida mire mira wan. A ev ji bo min zewqekeka bêpayan bû.

13. 06. 2003
Roja Înê 12. 44

23 Aralık 2008 Salı

Rawestegehên Dawiyê; Behişt û Dojeh

Jiyana mirova rêwîtî/rêwîngiyeke pirr dirêj(!?), bi zehmet û dijwar e. Çawa ji bo her rêwîtiyê navgîn û alavên pêwîst divên, her weha di vê rêwîtiyê de jî pêdiviya merivan bi gellek tiştan heye. Loma, ji bo meriv di vê rêkê de serkeftin û serfîraziyê bi dest bixe, lazime bide pey rêber û rênimûneyê Xwedê. Lêbelê li ser rê û dirba vê rêwîtiyê gellek asteng, kelem û xeterî hene. Ji ber vê di hedîseke şerîf de Qasidê Xwedê (s.x.l.) weha dibêje:

"Xwedê (c.c), li pey behişt û dojeh afirand Cîbrîl (e.s.) şande behiştê û got: Here wê derê bibîne. Li wê derê tiştê min ji bo ewên têkevine wê derê amedekiriye binêre. Cîbrîl, çû li wê derê, tiştê ji bo ewên dê têkevine wê derê hatine amedekirin nihêrî û paşta vegeriya, got: Bi îzzeta te sond dixwem! Kî vê rewşa wê bibihê dê miheqeq têkeve vê derê. Li ser wê Xwedayê Mezin ferman kir, dora behiştê bi tiştên nexweş ve hate dorpêçkirin. (Xwedê) got: De dîsa vegere û li wir û li tiştê min ji bona ewên dê têkevine wir amedekiriye binihêre. Dîsa çû li wir nihêrî, paşta vegeriya û got: Bi îzzeta te kim, ez tirsiyam ku tu kes nikaribe têkeve wê derê. Ji pey vê re ewa şande dojehê û here wê derê bibîne. Li wê derê tiştê min ji bo yên têkevine wêderê amedekiriye binêre. Cîbrîl çû û li wê derê nihêrî. Lê nihêrî her beşeke wê li ser ya din ketiye, paşê vegeriya evna gotin: Bi îzzeta te kim, Kî vê rewşa wê bibihê dê miheqeq nekeve vê derê. Li ser wê (Cenabê Xwedê) ferman kir, dora wê (dojehê) bi tiştên dilkêş û şehwetan ve hate dorpêçkirin. (Xwedê) fermankir: De dîsa vegere û li wir û li tiştê min ji bona ewên dê têkevine wir amedekiriye binihêre. Ew çû li wê nihêrî, paşta vegeriya û weha got: Bi îzzeta te kim, ez tirsiyam ku heta tu kes nekeve vê derê nikaribe xelas be. (Ebu Dawud; 4744, Tîrmîzî; 2563, Nesaî; 7, 3-4, Musned, 2, 332, 354)

Wekî em di vê hedîsa şerîf de dibînin, behişt bi nîmet û xweşikiya xwe ve bêterîf e. Em nikarin aramî û kêfxweşiya wê biînine zimên. Bes em li gor dîmen, sipehiyên li ser rûyê erdê ve dikarin li ser wê biramin û behsa rindbûna wê bikin. Her weha dojeh jî bi şewat, agir û ardûyê xwe ve dijberê wê ye. Lêbelê herçendî behişt warê kêfxweşiyê be jî, ji bo destxistina wî warî gellek ked û xebat divê. Lê ev xebat û berxwedan ji bo pirrê merivan gellekî giran tê. Ji ber vê hingê bi lezet û xemlê temenkin û dilkêşê dunya derewîn dixapin. A loma dibine rêwiyê vê rêca encam xerab.

Lêbelê mijara me ya giring û gotî em li ser bifikirin, bendetiya mirova ji Afirênerê gerdûnê re ye. Ji lewra Xwedayê mezin ademîzad seba her ji wî re bendetiyê bikin afirandiye. Jixwe ev bingeha ola îslamê ye. Behişt û dojeha ku encamên jiyana dunyê ne ancax ji pey wê pêvajoya ezmûna mirovahiyê tên.

Xwedê (cc) di Qur’an’a Pîroz de weha dibêje:

“Min însan û cin afirandine da ku ji min tenê re îbadet (qultiyê) bikin.” (Zariyat: 56)

Ji berya hertiştî ji Xwedayê yekta re bendetî/perestiyeke xwerû û bi îxlas pêwîst e. Ev yek jî bi înkara hemû xwedawend û îlahên derewîn û sexte ve pêk tê. Gava mirov kete vê rê, wê hingê demildest xwe di nav refên tekoşîna eniya heq de dibîne. Ev enî/cephe ji destpêka jiyanê heya îro û dê ji vê şunda jî bi dijminê xwe yê li hember wî endamtiya bizava şeytanî dike re bikoşe. Lewma ev rêça bi gellek dijwarî, zehmetî û ezmûnên giran ve hatiye dorpêç kirin. Lê gava rêber û rêbaza mirov ji cem Xwedayê dilovan hatibe şandin, digel van zehmetî û dijwariyên mezin pêşeroj bi ronî ye û rawestegaha dawîn behişt e. Lê ger mirov bibe peyrewê hewa û nefsa xwe, îblîsê neyarê benîadem jî xwe re serwer bigre, mixabîn dê warê wî yê bibe hêlîna agirê dilsoj dojeh. Loma ji bo kesayetiya mislimanê tekoşerê bi bawer pêkbên gotî perwerdeheke tekûz hebe. Perwerdeh di şexsiyeta mirov de hêzeke bingehîn e û bandora wê heya dawiya temen berdewam dike. Ji ber vê hemû dewlet û dezgehên civakî vê yekê pirr giring dibînin. Ji lewra bav û kalên me jî gotine; “Kurmê şîrê heta pîrê.” Ango meriv çawa bê terbiyekirin û mezinkirin dê heya mirinê wisa here. A ev jî di jiyana mirovahiyê de hêza perwerdeya mirov bi me dide zanîn.

Kurmanc û Kirmanc

Rê û rêbazên têkbirin, bişaftin û bindestkirinê gelek in. Bi karanîna van rêbazan li gor dem û rewşa mirovan tê kifşkirin. Heke ew neyar, dagirker û mêtinger bi hêza xwe bawer be û bizanibe dê vî karî bi zordarî û sîtemkarîyê pêk bîne, wê hingê qet guh nade tiştekî din. Êrişê di be ser wê girseya merivan û ji bo dengê xwe nekin li ber fermanê wî bibine bende, war û welatê wan dagir dike, gencînî û dewlemendî yê wan ji wan distîne, tenê seba her dem li destê wî binihêrin, li ber serî hilnedin û bi xwe hişyar nebin, wana ango ew gel, kes û desteya ku hildaye bin bandora xwe bi nanoziko dide xebatê û bi xwe dide girêdan.

Heke bi vî qaydî pêk neyne, wê çaxê ji wan re dibêje, em birayê hevdu ne. Ji ber vê em hevpar in. Lê birayê mezin ez im, dema qala min tê kirin ya rastî qala te jî têkirin. Vêca li vir tiştekî meriv bixeyî de, razî nebe tuneye. Ji xwe bav û kalên me berê de mildane hev, bi hevdu re li hember neyar berxwe dan û ev welatê meyê behişta dunyê rizgar kirin. Îro jî em birayê hevdu ne, lê neyarên me yên berê ve çav berdane dewlemendîyên me yên sererd û binerd. Heznakim em mîna birayan hevdu re birêve herin, ji nîmet û xêra vî welatê xwe yê behişt sûd werbigirin. Hez dikin ku tifaqa me xerab bibe, ji ber vê me berdidine hevdu. Loma gotî em guh nedine van neyaran (!) û şikûr bikin, ji halê xwe razî bin. Lê rewşa me hê xirabtir bûya?!

Lê ger ku evna jî pere nekin, ev birayên me yên asî (!) hişê xwe nedine serê xwe, bi rewşa xwe qayîl nebin, rabin li hember me serîhildin, nankorîyê bikin, vêca emê têkevine navbera wan. Şer û dozê wan hin bin, nakokî û dubendîyên wan bihesin. Bi vî şeklî emê cudayî têxine navbera wan, wan ji hevdu sar bikin. Wê çaxê yê hevda bikevin, ji hêz û taqet bikevin û loma nikarin li hember me rawestin.

A rêbaza herî serketî û xeternak jî bêşik eva dawîn e. Lewra ev rêbaza ku bi teref gelek hêzên mêtinger ve tê bikaranînîn ya herî erjeng e. Çima? Ka em qala wê bikin.

Berya her tiştî dema neyar lê dinihêre ne bi dek û dolaban ne jî bi zext û zorê nikare vî gelî serkut bike, îcar sîxûrê xwe mîna lêkolîner, xêrxwaz, gerok dixe nav wan. Ev kesana jî bi awayekî nepenî karê xwe dikin. Çi xwîy û xeysetê wan hebe hîn dibin, çi nakokî û neyartîyên wan hebe dibînin. A ji vê şunda lîstik û kemînê xwe li ser van tişta saz dikin. Dikevine nav wan, cûdahî û dubendîyên wan mezin dikin, dikevine rex wan, xwe mîna hezkiriyê wan nîşan didin. Dema ev plana wan bigre, ji wan hinek meriv bidine pey wan, êdî xîmê dolabê xwe avêtine. Lewra dê wana ji hundir ve têk bibin. Ne pêwîst e ku, xwe biavêjine tehlîkê. Wana berdine hevdu bes e.

Îro dema em li neyarê Kurdan dinihêrin heman tiştî dikin. Êdî dizanin Kurd mîna berê ji hev dûr nînin, hevdu nas dikin, zanin li ku derê, kîjan heremê, di çi rewşê de ne. Têkilîyê wan xurt bûne û xwe yek netew dizanin. A ev yeka jî neyar ditirsîne, loma radibe ji birayan hineka kaşî cem xwe dike, ji wan re dibêje vaye filankes dil heye navê te winda bike, mafê te bixwe. Divê tu jî rabî bibêjî ez jî heme û lazime ez jî bi serê xwe bême nasîn.

Belkî me hinekî dirêj kir, lê bira be. Çimkî mijar girîng e. Hinek dilhene neyartîyê têxine nava Kurmanc û Kirmancan. Radibin bi navê zanistê, cûdahî û dewlemendîyên zaraveyên zimanê Kurdî wekî ferqa di navbera zimanan de nîşan didin. Bi tehrî jî dikin ku Kurdan ji hev sar bikin û ji hêz bixin.

Lê ewna pir derengî ketin!

Kurd û Qasidên Xwedayê Mezin

“Bêşik me ji bo her civakê Qasidek şandîye û me ferman kiriye ku tenê ji bo Xwedê îbadet bikin û xwe ji perestîya taxut biparêzin. Vêca, Xwedê ji wan hinek xiste rê û hinek ji wan jî jirêdeketin heqkir. Êdî di zemîn de bigerin, ka dawîya derewandîyan çawa ye.”(Nehl: 36)

Ev warên ku em kurd li ser dîjîn, ji destpêka jîyanê heya îro bûye hêlîna mirov; ango qada jîyan û mirinê, şer û aşîtîyê ol û pêxember, bîr û bawerîyê ye. Loma mirov here ku dera cîhanê, kîjan bîr û bawerîyê bihebîne, li ser şopa kîjan lehengê bi nav û deng bimeşe dê bêgav vegere wê derê. Lewra dîrokê ji vir dest pê kiriye û belayî li ser rûyê cîhanê bûye.

Di pêvajoya dîrokê de gelek êl, eşîr millet û dewlet derketine holê. Ev gel û dewletana bûne cînarê hevdu, dane û sitandine, ji hevdu re neyartî kirine, di navbera wan de şer peyda bûne û hinekan zora hinekan birîye û ji holê rakirine. Berêka navê hinekan winda bûye û hinekên din ketine dewsa wan. Dîrok serencama vê ye.

Jixwe wê hingê gelek milet hê ji hevdu veneqetîtyabûn. Loma bi navekî hevbeş dihatine nasîn. Em kurd jî bi navê aryaî dihatin nasîn. Pey re evna jî ji hevdu veqetîyan, pers, med û gelek hozên din derketin meydanê.

Çawa Xwedê teala ji hemû gelan re qasidên xwe şandibû, her weha ji gelê kurd re jî qasidên xwe şandîye. Bi texmîna me ji wan qasidên ku kurdan re hatîye yek jî Zerdeşt e. Lê Xwedê çêtir dizane.

Tê texmînkirin ku Zerdeşt b.z. 570 an de ji dayik bûye. Li gor hinekan Zerdeşt navê xwe ji dûristî û rastîya xwe hildaye. Derew li dora wî tunebûye. Ji xwe ev taybetmendîya qasidên Xwedê ya herî giring e.

Wekî ku her pexemberî ku gelê xwe bal bi ola tewhîdê ve dawet kirine, wisa Zerdeşt jî daye pey şopa wan û peywira xwe li ser wê bingehê bi cîh anîye. Ji bo di nav gelê xwe de yekîtya Xwedê serdest bike, ji qirêja pûtperestîyê bişo tekoşîya. Seba sîtemkarî ji holê rabe dad û edalet serbikeve xebitî. Lêbelê piştî wî gelê wî dîsa destpê kiriye ji wan pûtê xwe yê berê Mîtra, Anahîta re perestî kirine. Her weha pirtûka xwe Avesta jî guhirandine û ji ber wê gelek beşên wê winda bûne.

Ji ber wê dema meriv li ser metnê Avestayê bi hûr û kûr lêkolîn neke merivê bije ku qey ne oleka tewhîdîye û dualîst e. Lewra li gor îdîaya, di zerdeştîyê de du xwedawendên dijberê hevdû Ahûra Mazdah û Ehrîmen hene û evna herdû herdem bi hevdû re şerdikin. Ji wan Ahûra Mazdah xwedawendê ronahî û qencîyê ye û Ehrîmen jî li hember wî xwedawendê tarîtî ye.

Lêbelê rastî ne wisa ye. Zerdeştî jî mîna wan olên monîteîstê ku paşê bi destê mirovan bûne polîteîst û hatîne guherandin, hatîye tehrîfkirin. Loma îro kesên zerdeştî polîteist in.

Lê tiştê ecêb û sosret ew e kurdên ku qaşo ji ber hebûn û bandora ola Îslamê bêzar in, ola îslamê baîsê bindestîya kurdan dibînin û loma rikê wan dîn û dîndaran tê îro rabûne parêzvanîya Zerdeştîyê dikin û qet rabirdûya vê ola tewhîdî naînine bîra xwe.

Gotî tu car vê yekê ji bîra nekin, ji destpêka dîrokê heya îro di dilê mirovan de bîr û bawerî hebûne. Ji xwe dîn/ol ew tişte ku mirov jîyan û armancê xwe li gor ferman û qedexê wê pêk tîne. Ango di jîyana kê de kîjan tişt ji bo wî giringtir be ew yek ola wî ye her çiqasî vî navî lê neke jî. Lewma gava meriv li îdeolajîyê cîhanê û peyrewê wan îdeolojîyan dinihêrin wekî oldaran raman û îdeolojîya xwe diparêzin. Qaşo dibêjin ferman û qedexeyên ola rê li ber meriva asteng dikin û dogmatîfin, ji ber vê pêwîst e mirov xwe ji bandora ola biparêze. Lêbelê ewna fikra xwe wisa pîroz qebûlkirine ku meriv newêre rexna li wan bike. Ango paradigma wan ji olan dogmatir bûye. Vê yekê jî li bin sîya şert û mercên demê de vedişêrin.

Ji vê em têdigihêjin ku divê meriv dadmend be. Heke dijberê olan in, bira li hember hemûyan derkevin û cûdahîyê nexine navbera wan. Lewra di der dînî de heram û helal, ferman û qedexe, tiştên pîroz û kirêt tên qebûlkirin hene, ji bo peyrewê wê olê evna tiştên giring in. Na heke ji bo wan ol gişk mîna hevdû ne, vêca çima neyartîya ola Îslamê dikin û li ber çavê nifşên nû reş dikin û pesnê hinekê din didin. Ma gelo dema Îslam bi awayekî baş bê nasîn bîsoya wanê derkeve?

Kula Xedar û Yan Barê Giran

Dema meriv diçe welêt tu lê dinihêrî zarok, di kuçe û kolanan de bi hevdu re tirkî xeberdidin, heneka dikin û dilîzin. Dema tu derbasî malê dibî, lê dinihêrî qîzên xama dev ji kurdî berdane, hevdu re bi tirkî şêwra dikin û xwe bi wê tirkîya xwe ya delal (!) qure dikin. Tu li xortan dinihêrî wan ji zûvaye kurdî ji bîra kirine û edî nikarin paşte jî vegerin. Gava tu ji wir derbas dibî diçî bajêr li cem dost û hevalên xwe yên berê tu lê dinihêrî bi tirkî dest bi xeberdanê dikin. Çima? Ne tu ji welatê dûr hatî, tu xwendîyî, tu tenezûl nakî bi kurdî xeberdî, loma gotî ewna jî bi te re tirkî xeberdin. Ji xwe êdî di mala xwe de bi zarokên xwe re kurdî xebernadin, dema tu zarokan re kurdî xeberdidî bi şanazî dibêjên apê wan ma tu nizanî Berfîn (!), Egît (!) kurdî nizanin. Çima? Lo heyran ji xwe em li paşya koça man, qet nebe bira ewna mîna me nebin, bikaribin cila xwe ji avê derxin. Tu li wir derbasdibî diçî cem dayika xwe ya ku tu mezin kirî, hêvotî, şîret kirî, vaye ew jî dike ku bi te re tirkî xeber de, lê zimanê wê venagere. Ji wir radibî diçî zozanan, serîkî didî şivanan, berxvanan vaye radyoya wan di destê wan de ye, guhdarîya wê dikin, ji ber ku ji xurbetîyê hatî bi tirkî kêfxweşîyê didin te û te bi tirkîya xwe dihesînin.

Ma gelo ev rewş wisa berdewam bike, em bi dilxwazî, kefxweşî weha bikin çend sal temenê me yê kurdî maye? Îro, sibê dê kuta be. Helbet sedema vê ev komara ku xîmê xwe li ser pişaftin û kokbirîkirina gelan damezirandîye ye. Lê divê em xwe destê wan ve bernedin, teslîm nebin û ji xwe, malbata xwe, hawirê xwe destpê bikin, bi heya sazî û dezhegên zimanê xwe yê zikmakî bikine zimanê xwe yê resen, fermî, yekem, sereke…

Lê dema vê dikin gotî em vê yekê jî ji bîra nekin, em bi zimanê gel biaxivin, wan çavtirsî nekin ku li ber çavê wan zimanê kurdî nebe mîna zimanekî beyanî ku ev zimanê ku dê di navbera me de bibe pireya peywendî û têkilîyê, li dewsa wê nebe astengî û egera ji hev dûrketinê. Lewra dema meriv bi gel re xeber dide pirê wan li zimanê nivîskî û çapemenîyê xwedî dernakevin û hedizanin ev zimanekî xerîb e, zor e û loma jê fêm nakin. Ji ber vê di dezgehên çapemenîyê de behrem û bernameyên gelerî zêdebin. Û şirket û fîrmayên kurdan li ser tiştên çêdikin wekî kinc, tîtik, pêlistîkên zarokan, firaq û folan hwd. gelek alavên din bi kurdî binivîsin, pirtûkên zaroka yen bi wêneyê rengîn bên çapkirin û belakirin. Fîlmên karton, belgefîlm, rêzefîlm ji bo kurdî bên dublajkirin, her weha gelek tişten mîna vê. Helbet ev karana gişk zehmet, dem, dirav û kadro divê. Lê gotî bibin da ku meriv bikaribe li hember vê pêla xurt ya asîmilasyonê xwe bigre û li ber xwe bide.

Di vê mijarê de meriv dikare gelek tiştan bibêje lê ya herî girîng ew e ku divê em vî karî di xwe de bidin destpêkirin, bi qasî hêz û şîyana barê dikeve li ser milê me bikin û bi xwe û zimanê xwe bawer bibin û pê şanaz bibin. A dê wê hingê rê li ber me vebe.

Karên Bişaftinê û Rewşa Me

Dad û dadmendî ji hêmanên jîyanê yên sereke ne. Civak her bi dad, maf, bi rûmet û bi hevdu re tehamûlkirinê pêk tê û birêve diçe. Dema di civakekê de mirov guhnedine mafên hevdu, tehemûla wan bi bîr û bawerîyên hevdu, fikir û ramana hevdu tunebe, dilhebin ku b idarê zorê îdeolojîya xwe, awayê jîyana xwe li ser endamên dinê yê civakê ferz bikin, serkutîyê li wan bikin, wê hingê ew civak pêşnakeve, zelal nabe û ferd û kesayetîyên wê civakê ji ber zordarî û zexta li ser wan nasnameya xwe ya rastîn kifş nakin, ya rastî nikarin kifş bikin û di encama vê de civakeke nexweş û durû derdikeve holê.

Îro li her çar dewletên ku çar perçeyên kurdistanê dagirkirine civak, gel û komên ne desthilatê wekî kurdan û herweha mîna hêzên serdetsê ku kêmanîya gel pêktînin nafikirin, bîr û bawerîyê wan cuda ne, di rewşeke weha sosret de dijîn. Ne dikarin bi serbestî ramanê xwe bibêjin, ne dikarin dawxazên xwe eşkere bikin û ne jî derfeta wan heye ku li gor armanc û fikrên xwe bijîn, zarokên xwe perwerdebikin, ziman, kelepor û ola xwe biparêzin. Lewra vê neheqîyê wekî ewrekî reş li rûberê esmanê jîyanê vegirtîye.

Ev çend heftene li bakurê kurdistanê û beşên dinê tirkîyê sala perwerdeyê ya nû dest pê kiriye. Ji zarokên dibistana sertayî bigire heya xortên zankoyan bêgav mecbûr in, li ber emir û fermana dewleta dagirker, asimîlexwaz û sekuler serî bitewînin, rastîya xwe veşêrin, xwe bikine dilqê dilsozê hêzên serdest.

Roja ku zarok dest bi dibistanê dike, di serî de berya ku derbasî hundir bibe sonda dibistanê ya ku amentuya sîstemê ye bi wî didine gotin. Rejîm bi wê sonda xwe ya ku tijî derew, înkar û neheqî ye xwe bi zarok didi nasîn û çavtirsî dike ku divê ew jî ji vê wir de li gor van pîvan û prensîban wan kar bike. Heke ne ji miletê mezinê tirk (!) be yanê kurd, ereb, ermenî hwd be divê ji vê şunde bibe tirk û tewr ji ber vê tirkbûna xwe şanaz û kêfxweş be. Lewra êdî derbasî çîneke teze ya serdest dibe. Her weha êdî rêber û qehremanê wî îdolê mezin e. A ev zarokê ku di vê disbistanê de bê perwerdekirin, wate were asîmilekirin. Her weha bi saya wî/wê zarokê jî malabata wî yê bê bişaftin. Ev bişaftin jî dê ji gelek hêlan ve were domandin; him dê di hêla ziman de, him di hêla ol û bawerîyê de ye û him jî di warê çand û keleporê de ev polîtîka û bername bê meşandin. Loma zarokên ku ketine tela hêzên dagirker –ev piranîya zarok û ciwanan e- bi malbat, civaka xwe qayîl nabin, li ber çavê wan piçûk dibin, dê û bavê xwe paşverû, nezan qebûl dikin. Ji ber vê nakokî û dubendîyên mezin dikevine navbera nifşên berê/mezin û yên nû/ciwan. Ev yek jî mixabîn dibe bayîsê hevberdana civakê. Peywendî û têkiliya di navbera nifşan de têk diçe û qut dibe. Bi vî tehrî gelek nirx, hêjahî yê mirovahîyê winda dibin, derbasî pêşerojê nabin. Ev yek îro di civaka me kurdan de bi awayekî zelal xuya dibe. Bi rastî ev tişt nexweşîyeke pir xedar û kujêr e. Her roj çand, bîr û bawerî ango ew nirx û hêjayên ku me ji miletên din vediqetînin, ji dest diçin û ji xwe armanca dijmin jî ev bi xwe ye. Heke em li xwe nehesin, rê li ber vê pêvajoyê negirin encama me qenc naxuyê.

Hejmara Nûbiharê Ya Sedan

Ji destpêka jîyanê vir de di her dem û dewrê mirovan li gor şert û mercên xwe alav û navgînên ragihandinê, têkiliyê sazkirine û bi kar anîne. Hinek deman merivan mirov kirine qasid şandine cîyê ku dê xeber bê şandin, carna agir hatîye bi kar anîn, carna gogerçîna karê navgînîyê kiriye û hê gelek tiştên hatine karanîn. Wekî me got şekl û awayên navgînan li gor derfet, pêşketin û mercên xwezayî peyda bûne. Roja me ya îroyîn de hejmar û awayên peywendî, ragihandin û têkiliyê pir in. Hinekê berê dihatine bi karanîn, gelekî girîng bûn êdî ro hema hema hatine ji bîrkirin û belkî çend sal şunde heke ji bo nostaljîyê ne be qet dê neyên bikaranîn. Ji bo vê name mînakek gelekî baş e. Lewra wekî tê zanîn di dîroka peywendîyê de name pir hatîye bikaranîn, tewr ya sereke ew e. Ji ber di derbarê nameyê de gelek lêkolîn hatine kirin, di têkilîyê de navgîneke hêsan e. Bi rastî kovar û rojnameyên îroyîn jî cureyek ji name yê ne.

Dema min di dibistana navendî dixwend, apekî min li Enqerê zanko dixwend. Her çaxê ku dibû betlane dihate malê, carê carê ji me re, zarokên malê re pirtûk, kovar û bandên teze dianî. Loma çaxê ew dihat kêf û eşqekê me digirt, ji bo me dibû roja şahîyê. Lewra îlam tiştekê li para me biketa. A wê hingê, cara pêşîn min di nav pirtûkên wî de li gel hinek pirtûkên kurdî Nûbihar jî dîtibû. Lê wekî gelek zarokên kurd min jî nizanibû bi awayekî rind, bi hêsanî bi zimanê dayika xwe bixwînim, têbigihêjim. Lê dîsa destê min lê sarnedibû, min dev jê bernedida, ji serî heta dawîyê perên wê diquliban li ku derê nivîs, rêzikek kurta ku çavê min lê bibiriya ku ezê bikaribim bi hêsanî bixwînîm, fêmbikin bidîta ez bi wê mijul dibûm. Çaxê min hinekî fêm bikira, serrast bikira jî, wê hingê min çend caran ew nivîsa li cem xwe de dixwend paşê min diçû ewna ji kalik û pîrika xwe re dixwend. Piranîya wan jî helbestên kurt bûn.

Belê wekî gelek zarokên kurd min jî bi vî şeklî piştî ku ez mezin bibûm fêrî zimanekî biyanî yê ku yê hêzên dagirker bû bibûm, pêrgî Nûbihara ku bi zimanê min dinivîsî hatibûm. Ji wê rojê, wê hingê şunde li ku derê ez çav bi kîjan kitêb, kovar û yan tiştekî bi kurdî bihatama min bi baldarî bala xwe didayê û didimê.

Li îdirê ku bajarê zaroktîya min lê bihurîye çend pirtûk firoş hebûn, lê di wan yekê tenê de berhemên kurdî, di derheq kurdan de dihatine firotin. Lê ewna jî pir kêm bûn. Ez jî diçûm wê derê carna li ser lingan carna jî li ser kursîyekî rudiniştim çend lehza çav li wan digerand û li wê derê cîyê runiştinê jî hebû me li wê derê sohbet jî dikir.

A ez bi vî şeklî hînî xwendina kurdî bûm. Dema ez hatime Stenbolê, li zanîngehê ji her fikir û îdeolojîyê xwendekar hebûn. Loma ji her rêxistin û destê neçîrvanê wan li pey xwendekarên teze bûn. Lê ev ne mijara me ye. Rojên pêşîn ji bo min hinekî nerindbûn, bi tengasî derbasbûn. Lewra nas û dostên min kêm bûn, hema bêje qet tunebûn, lê berêka ez hînî wir, heval û hevatîyên teze peydabûn. Berêka min hawir nas kir û bûme beledê wan deran. Rojekê li gel hevalekê em rabûn çûne cîyê Nubîharê. Me bi çavê xwe navenda wê dît û dilê xwe rihet kir. Lewra ew di dilê min de bibû keserek. Lê mixabîn wan çaxan kovarê ji ber qeyrana aborî weşana xwe dabû rawestandin. Ango dibistana mina zimanê dayikê hatibûgirtin. Lê Xwedê heske dê demeke kin de dîsa destbi weşana xwe bikiriba. Her çendî ji bo me xwendevanên Nubiharê kin nebe jî piştî du salan dîsa dest bi weşana xwe kir. Lê bi form û pergaleke nû. Nûbihar berê mehê carekê derdiket. Îcar êdî sê mehan carekê derdiket. Hejmara rupelan zêde bibû, ebadê wê mezin bibû. Yanî bîhnvedana dusalan kêrî Nûbiharê hatibû. Jixwe gelek caran meriv ji bûyer, biryar û hwd. dibêje ev tişt ne rind e, tu lê dinihêrî dibe sedema encameke qenc. Qisa Nûbiharê jî ew bû.

Ji roja sifte heye îro kovar bûye derfeteke mezin ji bo me kurdên bakur. Lewra li vê taxa me, weşandin û çapkirina kovar û pirtûkên kurdî, ji ber gelek sedemên ji hevdu cûda bi zehmet e. Him belakirin, firotin û reklama wan ne hêsan e, him jî hatinî û mesrefê wan têra xwe nakin. Ji ber vê gotî kes û kesên ku mil didine ber vî kar û barî li gel xebata manewî, ji hêla maddî ve jî keda xwe bidine ser. Lewra heya îro hezar heyf hê bazara kurdî needilîye, nav û deng nedaye. Ji ber wê meriv bi wî karî tenê nikare debara xwe bike. Loma kes û kesên bi weşangêrîya kurdî ya bi xurî bi zimanê kurdî dikin di hêla aborî de piştşikestî ne. Hatinîya wan bi tam têra mesrefê wan nakin. Ji ber vê yan karê wanê esasî tiştekî din e û yan jî li ber vî karî de bi xebateke din re jî mijul dibe. Birastî ev ji bo her kesê bi kurdî re eleqeder dibe wisa ye. A ev yek jî dibe sedema gelek nehênîyan, rêliber qencî û serkeftina vî karî digire, şewq û hêza meriva dişkêne. Lê dema kesên bi biryar, jêhatî, xwedî li daw û doza xwe derdikevin hebin ev pirsgirêkana nikarin bibine asteng, wate bi şeklekî tên çareserkirin. Nûbihar di hawirekî weha dijwar, bi asteng de derketîye û îro vaye gihiştîye hejmara sedan. Bila emrê wê direj be û gelek sed hejmaran bibîne. Lewra kesên dil bi keser, bîrewer, ji bo mafê gelê xwe têdikoşin bi navgînîya wê bîr, ray, fikir û pêşnîyarê xwe radigihînine civaka xwe. Gel, xwendevan jî bi derketina wê xwedî agahî dibin, fêrî gelek tiştên teze dibin, bi dunyê dihesin. Bi sê mehan carekê be jî kovareke ku bixwînin destdixin, bi çand, wêje û hunera xwe dihesin û bibîrtînin. Berhemên kevn û nû yê wêje, mêjû û hûnera kurdî dixwînin. Xort, ciwan û kesên nû dest bi nivîsê, ceribandinê û helbestê dikin, xebatên xwe bi saya wê pêşkêşî raya giştî dikin. -Ez jî yek ji wan im.- Bi vî şeklî kovar di navbera gel de dibe qasidê peywendî û ragihandinê û ev jî karekî hêja û bi rûmet e.

Di vê babetê de mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê ev ne cîyê wê ye. Di dawîyê de ez dixwazim taybetîyeke Nûbiharê bibêjim. Her çendî çapemenîya Kurdî ya bakur qels be jî her dem hebûye û weşana xwe kiriye. Lê di hêla olî de bilî berhem û xebatên mela, seyda û şagirdên medresên kurdan, wekî kovar, rojnameyan weşana kurdî nebûye û yan jî em haj pê tunene. Cara pêşîn bi Nûbiharê vê dest pêk iriye û berdewam dike. Belkî di van çend salên dawîyê de hinek kovar, weşanxane û malperên odlar derketibin, lê yan zimanê wan xurî kurdî nîne, yan bi demeke kurt derketine û yan jî derfet nedîtine bênnasîn. Ji ber vê hindê bi vê taybetîya xwe ve jî Nûbihar tekane ye. Lê daxwaz û hêvîya me ew e ku vê şunda ev qada girîng vala nemîne, hevrê û hevkarên Nûbiharê zêde bin. Di vê rêya dirêj û bi renc de mil bidine hevdu bimeşin û pêşeroja me ronî û geş bikin.

Şêwe û Hêmanên Gengeşîyê

Gelek caran meriv nikare muxatabê xwe serwext bike. Lewra sedemên serwextnebûn û yan serxetnekirinê gelek û cur be cur in. Ji wan hinek ji wî kesê ku dilheye muxatabê xwe serwet bike pêktên ku, ji van yên herî girin; mijara ku li ser tê axiftin, zimanê tê bikaranîn, rind nasnekirina muxatab, bi awayekî baş şîrovenekirina pirsgirêkê û hwd. Û hinek sedem jî ji wî kesê muxatab çêdibin û ewna; di derheq vê mijarê de nezanî, pêşdarazîyên ku rê li têgihîştinê digrin, li ser mijarê nefikirîn/guhnedîyîn, li berjewendîyan ve hevnehatina mijarê û hwd gelek egerên din ji wan hinek in.

Wekî tê zanîn her kar, xebat, bawerî û bizav ji bo armanc, berjewendî û behreyekê tê kirin. Loma tu tişt badilhewa û bêkêr nayê kirin, hezkî qenc û hezkî jî xerab be îlam eger û encameke wê heye. Ji ber vê seba ku mirov bikaribin li ser hinek mijar, pirsgirek û niqaşan bipeyivin, bidin û bistînin, hevdû serwext û îqna bikin gotî ev egerên jorê gişk bên hesab kirin. Lewra ev egeran hemû hêmanên têgihîştin û serwextbûnê ne. Carna ev hemû di merivekî de dicivin, carna jî di herdû alîyên bi hevdûre guftûgo dikin de par vedibin.

Ji ber van, dema ku mirovê li ser hinek mijaran, pirsgirêkan, nakokîyan, genegeşî û nikaşê bike gotî li berya her tiştî, hawirekî gengazê ku bi hêsanî, bêtirs û tengasî her alîyê beşdarî guftûgoyê bûyê lê bisitire bê peydakirin. Ango pêwîst e ku ew hawir û cî ne mal/milkê ji alîyan yekî be, da ku terefgirî û hundirî/hakîmîyet çênebe. Lewra her wê hingê mirov dikarin kevirên di pêşa xwe de biavêjin û her alî bi awayekî zelal bi fikir, mebest û armancê hevdû bihese, û bi vî şeklî hêmanên dijberî, dubendî û nakokîyên hevdû ji hev derxin û bizanibin li ser çi, çawa, çima li hevdû nakin û rûnanên.

Ji pey re lazime zimanekî hevpar bikarbînin û têgehên dixebitînin di wateya wê ya resen de bixebitînin. Lê heke na wateyeke din li têgehan barbikin jî divê wê destnîşan bikin. Her weha gotî bi mînak û nimuneyan vegotin û gengeşî bê ravekirin da ku di hiş û bîra mirov de teşe bigre. Di gel vê divê doz û tezên alîyên muxetab rind bênzanîn ku çewtî û tezat ji wan re bên dîyarkirin. Dema axiftinê de gotî tucar kes û kesên li hember piçûk neyên dîtin, lewra dibe doz, fikra wan rast be û yan jê hinek rast be û çaxê pêhisîya ku ew bi xwe neheq e lazime hankêve heqîya yê din bipejirîne û nefspiçûk be. Lewra meriv her gav tiştekî nû hîn dibe. Ya gişkan giringtir jî divê meriv xêrxwaz, û dilsoz be. Ango karê xwe ji bo enanîyet, serkeftin û pûçderxistina meriv û ramanên din nexebite.

Dema em li ser hinek mijaran diaxivin divê em van hêmanan ji bîra nekin da ku hevdû fêm bikin û serwext bibin.

Bîroka Dîrokê

Çaxê qala dîrokê têkirin zêhna mirov tê bîra. Lêbelê ev ne bêsedem e. Ji ber ku dîrok ji bo her netewekî ji bo her ometekê ya rastî ji bo her kesayetîkî qasî hiş giring e. Gava hişê yekî tunebe, ne xêra wî digihêje wî ne jî digihêje hinekê din. Berevajiyê ve yên bêhiş/dîn gellek caran zirarê didine der û dora xwe û her dem ji wan re dibine asteng. Jixwe hiş ji bo berpirsyariyê pêwîst e. Yên bêhiş tu carê berpirsyar nayêne qebûlkirin. Îslam yên ji vî nîmetî bêpar in mesûl nabîne û tu barî jî nade pişta wan. Vê yekê Qasidê Xweda bi vî awayî beyan dike:

“Pênûs ji sê (kesan) rabû ye; razayî heya hişyar be, zarok heya kamil be, bêhiş/xweveçûyî/dîn heya hiş were sêrî.” (Ebu Dawud, Tirmîzî; Kîtabû’l Hudud)

Dema meriv li vê hedîsa şerîf dinihêre ev rastiyê hanê derdikevine pêşiya me. Ev hersê kesê di vê rewşê dene ne berpirsyar in. Ji ber ku nikarin hişê xwe bixebitînin, lewma ev kêmasiya, wana ji bin barê berpirsyariyê derdixe. Lewra berpirsyarî hiş divê. Çaxê ev meleke neyê bi karanîn ev mesûliyet tu carê pêk nayê. Lêbelê ev jî rastiyeke bêguman e berpirsyarî barekî giran û giram e. Gava xweyê berpirsyariyê vê erka xwe bi cîh bîne, bi rûmet û berbiçav dibe. Lê çaxê wan wezîfê xwe jibîr bike û yan jî ji ber guhê xwe re biavêje a wê hingê ev berpirsyarî wî kesî/kesan rezîl û rûreş dike. Ev tiştên hatin gotin gişk girêdayî hiş in.

Ev mesela hiş duh heta îro hergav mirovahî meşqûl kiriye. Her çendi derbarê ciyê hiş de; ango gelo hiş/fikir di dil da ye yan di serî/mêjû de pêk tê de di felsefe/kelamê de niqaşên dûr û dirêj hebin jî her cure însanî rastiya hiş dîtiye, giringî û pêwîstiya wê teslîm kiriye. Çi dîndar çi bêdîn, çi gundî çi bajarî an jî çi bedewî çi jî hedarî derbarê vê melekê de gotinê wan hene. Her weha gotineke pêşiyê me kurdan jî heye: “Aqil tacê zêrîn e…” Lebelê pirê mirovan jî mixabîn ev hêza di ciyê wê de, bi awayekî guncan bi kar neaniyê, ev jî rastiyeke dinêye. Em vê kin bibirin.

Li fêzê jî me behs kiribû dema qala dîrokê tê kirin hiş tê hizra mirov. Lê hezar heyf em dîrok/mêjûyê xwe baş nizanin. Sedemên vê yekê pirr in. Lêbelê çi dibe bira bibe divê em dîroka xwe bînine bîra xwe û li ser wê mijûl bibin û bixebitin.

Li ser rûyê erdê kesekî bê dîrok, bê rabirdû, bê nijad tuneye. Mirovahî her çendî serî de ji dê û bavekî çebûbe jî, di pêvajoya demê de ji hev qetiyane û hêdî hêdî ji hev dûr ketine. Ev ji hev qetîn hingî çûye kûr û dûr bûye. Di encama vê pêvajoyê de gel, netew û êlên cûrbecûr pêkhatine. Me kurda jî wekî birayên xwe yê din di vê pêvajoyê de ciyê xwe girtiye. Mîtanî gelên dinê taybetî û cûdahiyên me yê cihê pêk hatine.

Di vê pêvajoya dîrokî de çand û şaristaniya me bingeh girtiye. Ji wê pê de heya roja me hatiye. Wezîfa me ya îro ewe ku em van nirx û hêjahiyê xwe, ango em bi xwe hînbibin, yê veşartî, hatine ji bîrkirin derxine holê û bidine hînkirin. Jixwe yên vî karê pêwîst nekin û wê ji windabûnê xelas nekin, wê hingê ewnê bi xwe ji aliyê demê ve bêne pûç kirin. Mîna belgê daran. Her çendî demsala biharê dibişkivin, zîldidin û hêşîn dibin. Û her çiqasî demsala havînê çend meha vê geşbûn û rindbûna xwe biparêzin jî. Gava demsala payizdê li wan derdikeve û bayê payizdê hênik wana radimêse hêdî hêdî xatirê xwe ji çiqil û şaxên daran dixwazin û yek bi yek berve bi erdê dikevine rê. Şilî û şepelî wana li erdê hasil dike, dirizin û diçin. Yên civaka xwe nasnakin, haj bi dîroka xwe tunene hema aqûbeta wan mîna vê ye. Dem tê xêncî navên wan tu tişt namînin. Hinek jî qet navên wan jî namîne.

Vî çaxê nûjen de ev pêvajoya pûçkirin û pûçbûnê hingî diçe leztir dibe. Taybetiyên gelan yê kevnare, cûdahiya çand û şartistaniyan yek bi yek bin ax dibin. Êdî mirovahî ji seranserê cîhanê heman tiştî dixwen, heman celeb kincan li xwe dikin, guh didine heman muzîka bê rûh, heman bernameyê ji rê derketî û ji rê derxistî temaşe dikin, bi kurtasî mîna hevdu dibin. Her roj çandek, zimanek ango gencinîk winda dibe. Û ji vê re jî globalîzm dibêjin yanê gundê glover/global û mora/dirûfê rojava li ser netikê ye.

Heke dîrokê hê em neavêtibe bîroka xwe, em dîrokê bîninê bîra xwe.

Mirov û Berpirsyarîyên Wî

Mirov civakî ye. Ji ber vê di civaka xwe de berpirsyar e. Him bandorê li hawirê xwe dike û him jî dikeve bin bandora der û dora xwe. Dema tevdigere, difikire, bertekan nîşan dide, xemgîn dibe/li ber xwe dikeve û dilgeş/şa dibe, her gav hêmanên ji bo wî girîng yek jî civak e. Lewra her nirx, bawerî, sinc, kelepor û çanda ku xwe xwedî û peyrewê wê dihesibîne ji civak/cemaetê fêr bûye. Loma xwe deyndar dibîne, ya rastî gotî xwe deyndar bibîne.

A li vê derê pêwîstîya berpirsyarîyê derdikeve holê. Lewra dema ku meriv bi malbata xwe re (ewna dê, bav, ap û met, xal û xatî hwd) dikeve têkiliyê –ku ev ji roja ji dayikbûnê dest pê dike- ji wan distîne, ji wan deyn dike. Rojekê bê, dema aqilbalix bibe, hişê wî cî bike, êdî dora wî ye ku berêka divê deynê xwe bide. Ev xeleka berpirsyarîya mirov ji malbatê destpê dike berve bi civakê diçe û fire dibe.

Lêbelê divê neyê jibîrkirin ku berpirsyarîya mirov ya herî pêşîn li hember Xwedayê Mezin e.

Xwedê teala weha ferman dike:

“Me şîretkirîye ku (pêşîyê) ji Min re û (paşê) ji dê û bavê xwe re sipas bike.” (Loqman: 14)

Loma ev berpirsyarîya mirov ya piralî barekî giran daye li ser milê wî. Nikare li hember bûyer, kareset û pirsgirêkên civak û gelê xwe bêhay bimîne, guh nedê û ji bo çareserîyê nexebite. Ger ku wisa bike, wê çaxê di civakê alozîyê zêde bibin, her kesê bêserî, mîna mexlûqên bêhiş û bêpeywir bigerin, her cûre xerabî û kirêtîyê bi vî tehrî li ser rûyê cîhanê dagir bike û serdestîya nayêrên mirovahîyê saz bibe.

Lê heke mirov heqê rûmet, hiş û peywira xwe bide, ji gel û civaka xwe re bibe rêber û mînak, nehêle têkevine bin bandora kes û rêxistinên bedmebest, rêya xelasîya dunya û axretê nîşanî wan bide dê serbikevin.

Lê hezar korahî, îro di civaka me de dema dor bê şîret û pendan, kesek rê nade yekî din. Her kes, gotin û nesîheteke wî heye. Lê dema dor tê berpirsyarî, xebat û çalakîyan, tu lê dinihêrî her kes li dora te belabûye, nasên te jî bûne xerîb û te nasnakin.

Îro civaka me Kurdan de du heb pirgirêkên sereke hene: Keşeya Îslamî û pisrgirêka Kurdistanê. Ka em li wan binihêrin.

Wekî gelek gelên herêma me, Kurd jî di dema Xelîfetîya Hz. Omer (Xwedê jê razî be) pêrgî ola Îslamê hatine, qenc û xerab ev ola henîfa dijî pûtperstîyê û yekîtîya Xwedayê Perwerdekarê aleman diheband pejirandine. Belkî berya wê jî kesên bûne misliman heta sehabî/hevalên (X.j.r.) Qasidê Xwedê Hz. Muhemmed (Selama Xwedê li ser be) hebin jî piranî piştî fethên îslamî ola Îslamê hebandine û yan xwe wisa nîşan dane. A ji wê rojê vir de ji nav Kurdan gelek alim, fermandar û giregirê alema îslamê derketine û he jî dertên. Îro jî gelê Kurd xwe li ser ola îslamê dibîne.

Lêbelê wekî di nav miletin din Ereb, Fars, Tirk hwd. de ji eslê dîn dûrketin çêbûye, mixabîn di nav kurdan de jî ev tişta pêk hatîye. Bilî çend îbadetên rojane (nimêj, rojî, hec…) ku her kes vê jî nake, bênekirin jî, bingeha dîn ango eqîde, bawerî, şert û şirûtên wê, tiştên wê betaldikin, hatine ji bîrkirin. Îslam hema ketîye şeklê keleporeke bav û kalan. Bêyî ku li ser bêfikirîn, nirxandin hema devkî tê dubarekirin.

Wekî tê zanîn ol, bawerî û raman her bi zanîn, agahî û hînbûnê pêk tê. Ger ku kesekî/a ol, bîr û bawerîyekê bipejirîne û yan nîkol/înkar bike, gotî esl û esasên wê şert û şirutên wê bizanibe û li gor wê biryara xwe bide. Lê mixabîn rewşa gelê me yê gelek salan pêşengîya artêşên îslamê kiriye ne wisan e. Tenê hinek şekil û rituel mane. Û her weha gelek rêxistin û firaksîyonên bi îslama henîfa ku ji Hz. Adem heya Hz. Muhemmed (s.X.l.) hatîye eleqeya wan tune ne, bi navê dîn derketine ji tewhîdê dûrdixin.

Divê em xwe hişyar bibin, ji serî de esl û bingeha ola îslamê bi gelê xwe yê ji zanîn û gelek qencîyan bêpar hatîye hîştin bidine zanîn da ku bizanibin ka hîkmet û egera wê çi ye. Ewna jî bizanibin dema Îslam tê hebandin çi berpirsyarîyên mirov çêdibin, çi bîr û bawerîyan qebûl dikin û kîjan edet û kelepora zengara pûtperest nîkol dikin ku hezkî evna bîr û bawerîyên hezar salan berê bin jî.

Dema ev pêk bê, dê xwe eşkere bibe ku gotî kesê ku xwe misliman dizane haj bi perpirsyarîyên xwe hebe ku evna hinek li hember Xwedê teala ne, hinek jî li hember mirovan ango gel û civaka xwe ye. Vêca çaxê kesekî bi vî şeklî fikir û zanîn bawerkir û bi erka xwe hisîya dê ji bo derdê civak û xelkê xwe dermankirinê bixebite.

Gava em bi peywira xwe bihesin, wê çaxê emê civaka xwe binasin, pirsgirêk û hewcedarîyên wan bibînin û seba çareserîyê bixebitin. Wê çaxê dê bêzanîn ku ji pirsgirêkên sereke yek jî kêşeya Kurd û Kurdistanê ye. Çendîn sale gelê Kurd bi navê biratîyê zilmê dibîne, rûmet û nirxên wî ten pûçkirin û binpêkirin. Ziman û çanda wî tê înkarkirin. Mafên wî yên bingehîn; serbestî û azadîya wî, heqê weşandin, hînbûn û hînkirina ziman, çand, orf û edetê jê sitandine. Bi kurtasî ji ûnsurên mirov dike mirov bêpar hatîye hîştin. Divê mirovê bawermend, bi berpirsyarîyên xwe bihese û seba çareser kirina kêşa Kurd barê ku ketîye li ser milê xwe hilbigire û pêdivîyên wê bi cîh bîne. Lewra Perwerdekarê Gerdûnê wê ferman dike.

Bêhûrmetîya Mezin, Karîkator û Kurd

Çaxê dewleta Osmanî berve bi xerabûnê ve diçû, rayedarên dewletê hinek bi xwe û hinek jî bi helanê ji rojhilat dihatin, dest bi desxistina humayûn (1856) û fermanan (1879) kirin da ku ji vê nexweşîyê bifilitin, rewşa xwe ya xerab başbikin û hê gelek salên dirêj li ser gel hukumranîya xwe bikudînin. Herweha gelek xortên jîr ji bo xwendin û ji wan sûdvergirtinê şandine Awropayê. Kesên çûne li wan deran dewsa ku ji wan îcad û tiştên nû çebûyî bînine welatê xwe û gelê xwe ji vê pûçbinê rizgarbikin û bibine rêberê wan, bûne evîndarê bîr û bawerîyê rojavahîyan. Loma ji wê hingê vir de ji vê herêma me rojhilata navîn, kesên berê xwe dane wê derê çûne pirê wan çavdane wan û hatine welatê xwe xebitîne ku ji bo gelê xwe li gor rê û rêbazên wan biguherin û bişibine wan.

Ev dewleta sekulera em îro di bin desthilatdarîya wê de dijîn berhema vê pêvajoyê ye. Loma îro ji bo nûnerîya wan dorê nade tu kesî û xwe nûnerê wanê li vê heremê yê herî berbiçav dizane. Ji wê hêlê de çi derkeve bê hildan û danîn qenc qebûl dike û bi zorê bi me dide kirin. Ji xwe bingehê qanûnê xwe ji wan girtîye û deyndarê wan e. Ev sedsalekê zêdetir e bav û kalên wan dane pey wan û îro jî nevîyê van ev mîrata ji wan maye mîna ronahîya çavên xwe diparêzin.

Lê hezar heyf aqûbeta me kurdan jî li rewşa wan çûye. Îro em li kîjan rojname, kovar û yan malpera kurdan binihêrin, em dibîn ku wan jî daye pey sopa wan. Ew şîret û pendên ku wana sedsal ji berya vê li gelê xwe dikirin, îcar ewna li me dikin. Ev yek di bûyera karîkatoran de bi awayekî eşkere derkete holê. Gotinek heye; “Keçel dernamê wî hebûya dê li serê xwe bida.” Ka heyran wanê ku hûn ji bo me nimûne nîşan didin ral li serê xwe kirine. Îro mîna parsekan li ber derê rojhilatîyan digerin û bûne pêkenîyê alemê.

Ji vê nivîsê armanca min ev e: Nêzîkî çar meh berya vê rojnameyeke Danîmarkayê seba çêkirina van karîkatorên ku ev çendek e olan dane çêbikin bangî 40 karîkatorîstî kiribû. Ji wan 12 heban karîkator çêkiribûn. Ji vê yekê helwesta van armanc çi ye, kê nav li wan dide, gelo evana amedekarîya alozîyeke mezin dikin, yan qey seba pevçûna di navbera medenîyetan de bidine destpêkirin helana didin, di be ku ji bo şerê cîhanê ya sêyemên derkeve dixebitin, em vê nizanin.

Lêbelê, bûyereke kirêt qewimîye. Çend kesên bêhûrmet qaşo karîkatorê Hz. Muhemmedê (selama Xwedê lê be) ronahîya çavê me çêkirine. Ji bervê bêhûrmetî û piçûkxistinê li gelek deverên cîhanê –Kurdistan jî tev- xwepînişandan û protesto çêbûn, li çend cîyan balyozxanê dewleta Danîmarka ya piştgirîya vê kirêtîyê dike hatine şewitandin.

Di hêla din de hinek kes û dezgeh jî rabûne li ser navê azadîya çapemenî û ramanê pişta vê neqîyê dikin û dibêjin mafê her kesîye ku fikr û bawerîya xwe dîyarbike. Û ev bûyer jî encama vê azadîyê ye. Hê bi vê jî qîma wan nayê. Weşangerê van karîkatora rabû got ev protesto ji min xwe re bê hûrmetîye.

Em vegerine ser mijara xwe. Îro gelek rewşenbîrê kurd jî mîna hevpîşê xwe yên tirk û yên rojhilatî radibin van xwepênîşandan û şermezarkirinê ji bo vê bûyerê hatine darxistin rexne dikin. Dibêjin çima, kesên bawermend tiştekî wisa dikin û vê paşverûtî dihesibînin. Hê serde jî radibin dibêjin madem misliman hemû pêxemberan bawerdikin, dema cihû û yan xaçparêz wênê pêxemberê xwe Îsa, Mûsa hwd. çêdikin dîsa mîna vê bûyerê dij dernakevin. Çima li ser rûyê erdê terorê dikin, xwînê dirêjin.

Îslam navê ola Xwedê ye ku ji destpêka jiyana mirovahî mêj ve bi navgînîya Qasidên Xwedê ji mirovan re hatîye hinartin. Ev silsile bi Hz. Adem (selam lê be) destpêkiriye û bi Qasidê Xwedê Hz. Muhemmed (selama Xwedê lê be) bi dawî bûye. Em hemû misliman bi ol û pêxemberên Xwedê bawer dikin û tu ferqê naxine navbera wan yekî. Lê em bi wan kesên ku dibêjin em peyrewê Hz. Îsa û yan Hz. Mûsa ne hembawer in. Lewra em mîna wana bi Xweda, Îsa û pêxemberên dinê yê ku ewna pê bawerdikin bawer nakin. Belkê navê wan dişibe hevdû. Xwedayê me bêşirîk û bêheval e. Qasidên wî pak û paqij in. Herweha Hz. Meryem jî wisa ye. Lêbelê di bawerîyan de ne wisa ye û di derheq wan de ewna gelekî azad in! Jixwe di kitêbên wanê pîroz de jî tiştên pir ecêb hene. Çimkî ji Qasidên Xwedê gelek şehîdkirin û yên din hê saxîya wan îlawe di wan de anîn û bêhûrmetîya wan kirin. Ew pirtûkên ku Xwedayê Mezin ji bo xelasîya wana şandibûn texrîf kirin û pê lîstin. Tene li ser wate û şîroveya ayetên Xwedê nelîstin. Çûn metnê ayetan xerabkirin û yên mayî jî bi şîrovayên xwe yê betal şîrovekirin. Herweha kesên li ser metnê rastî rawestîyan jî afarozkirin û ew metnana ji navbirin veşartin. Lê ev ne mijara me ye. Ji xwe ev meseleke dûr û dirêj e.

Gidî hûn pişta kê dikin. Ma hûn alîgirê heqîyê ne û yan neheqîyê ne. Ne ev çendî çend salin neheqî li we jî tê kirin. Navê we, zimanê we û hûn bi xwe tên înkarkirin. Qelf û tirane li nirx û hêjahîyên we têkirin. We çiqas zû ji bîrakir. Ji xwe heta ji destê we tê hûn gelê kurd ji ola îslamê ya pak dûr dixin. Çi neheqî û nerindî li wan bûbe û gotinê dibinûtînin paşê ola Îslamê û mislimana sucdar dikin. Qet nabêjin gelo birastî baîsê/sebebê van sîtemkarîya ola Îslamê ye yan na. Pêwîst e ku dema meriv di derheq kesekî de, di derbarê ol, bîr û bawerîyêkê de biryar bida, pêwîste ji çavkanîyên sereke meriv di derheq wê de agahîyan binihêre. Ji pey vê re li wan kesê xwe nîsbetî wê ol, îdeolojî û bawerîyê dikin bimeyizîne ka gelo birastî peyrewîya wê dikin yan hema bi devkî dozdikin û yan çend tiştê nerast ji bav û kalê xwe bihîstine wê dubare dikin. Beklê jîkesên sextekar in wê jibo berjewendîyên xwe bi kartînin û xelkê dixapînin. Loma pêwîste berya rexne û nirxandinê van tiştan jî binihêrên û qet nebe bila hûrmeta we bi gelê we hebe, lewra ewna xwe li ser ola Îslamê dihesibînin.

Herweha çaxê hûn di derheq îslamê de tiştekî bêjin û yan binivîsin, kerema xwe li çavkanîyên mislimana binihêrin ne yên Oryantalîstan. Lewra hûn wisa nekin hûnê gelek çewtîyên mezin bikin û gotinê we dê bêqîmet bibin.

Di gel vê ka em berê xwe bidine ola Îslamê, çaxê karesetên vî rengî diqewimin çawa dikin. Wekî tê zanîn Îslam, mirov rûmetirînê afirandîyan qebûl dike. Loma peywira cigirî/xelîfetîyê xistîye sitûyê wî. Her tiştê li ser rûyê cîhanê di bin fermana wî de ye. Herweha ev rûmeta hinek berpirsyarîyan jî pêwîst dike. Lêbelê ev jî bidilê merivan e. Ger bixwaze di rêya Qasidên Xwedê nîşandaye de dimeşe û nexweze jî serbest e. Lewra ev der warê azmûnê ye.

Lê çawa ku sînorê hertiştî heye sînorê serbestîya merivan jî heye. Ev sînor ne tenê ji bo nebaweran yan bawermendan e. Ji bo herdu alîyan e jî. Xwedayê mezin di Qur’ana pîroz dedibêje ji xwedawendên putperestan re nedine xwebera da ku ewna jî ji Xwedê re nedine xebera. (En’am: 108) Herweha dema Qasidê Xwedê dest bi teblîxê kir ji kesên herî dijwar dij wî derketin belkê serokê wan Ebu Cehîl bû û heya hate kuştinê jî ev neyartîya xwe kudand. Loma rikê mislimana lê dihat. Lêbelê kurê wî Îkrîme piştî fetha Mekkê bû misliman. Ji ber ku Îkrîme bibû misliman Qasidê Xwedê qedexe kiribû misliman ji Ebu Cehîl re çêr bikin. Lewra wê hingê dibe ku Îkrîme dilê xwe bikira û bixeyda.

A ola Îslamê herdem sînora diparêze û nahêle neheqî li tu kesî be, hezkî ew kes neyarekî heri dijwar be jî. Lê gava neyar hedê xwe bibûhire, heqaretê bike û rûmet û hêjahîyan binpê bike ew misamaha nayê nîşandan. Çimkî tişt qaydekî wê heye. Ji bo vê jî em çend mînakan bidin.

Dema mislimanan ji Mekkê koçî Yesrîbê (Medîne) kirin, li gel niştecîhên wê derê peymanek hat morkirin da ku kesek mafê kesî nexwe û herkes sînorê xwe bizanibe. Lê xeysetekî cihûyan heye tu carê li ser peymana xwe nasekinin. Wê çaxê jî wisa kirin. Jineke misliman çûbû çarşîya Benî Qaynûka zêrê xwe firotibû. Dema li dikana serafekî rûniştibû, cihûkî jê xwestibû ku serçavê xwe veke, lê wê qebûlnekiribû. Loma yekî bêhay wê pîreka misliman pêşa wê piştê ve gillê kiribû û dema rabibû pîya pêşa wê li ser çûbû û cihûyên wê derê pêkeniyabûn û tiranê xwe pêkiribûn. Ji ber wê pîreka bawermend kiribû hawar û gazî, mislimanek hatibû hewarîya wê û ew cihûya kuştibû. Wana jî ew mislimana li wir şehîd kiribûn. Li ser vê mislimana çendekî taxa cihûyan dorpêçkir û paşê ewna ji Medînê qewirandin.

Dîsa li Medînê jineka zimandirêj hebû. Navê wê Esma keça Merwan bû. Wê jinikê hergav nav li malbata xwe dida û rihetî nedida mislimanan. Herweha Qasideyek avêtibû ser Hz. Muhemmed, heqaret lê dikir û gotinê kirêt dikir. Ji ber wê piştî misliman ji şerê Bedrê vegerîyan Umeyr Îbn Edîy Îbn Hutamî ew kuşt. Ji xwe ji ber fesadîya wê jinikê malbata wê nedibû misliman. Piştî wê malabata wê bi dilê xwe hatin bûne misliman.

Wekî wê çend kesên din jî hebûn ji wan yek jî Ke’b Îbn Eşref bû. Wî merivî jîna wê pîrekê fesadî dikir, dev davîte Qasidê Xwedê û ola îslamê. Loma ew jî hat kutakirin.

Ji vê jî tê fêmkirin hertişt bi sînor û zagon e. Îro meriv li cîhanê dinihêre herkes qala azadî, wekhevî û demokrasîyê dike. Lê gava gotin tê ser dewleta wan, zagon, mezin û rêberên wan û nahêlin tu gavaekê pêşta herî. Heta tu nikarî di derheq îdeolojî û rejîma wan de fikrê xwe yê dijber vebêjî. Lewra parastî ne, ji şixûlê wan nayê pirsîn. Mesela dadgeha Lahey qaşo parêzvanê mafê mirovan e, dema kesê diçin wê derê, ne hevfikrê wan bin encameke erênî dernakeve. Di mesela laçikê de ev yek bi awayekî pir eşkere derkete holê. Mîna vê di derheq van karîkotorên kirêt de jî wisa dikin. Xwe dispêrine fikra azad, lê ya tenê ji bo xwe.

Êdî em zef dirêj nekin nizanim gelo we ew karikatorana dîtine yan na. Lê gava meriv çav pêdikeve, xwîna meriva dimiçiqe, porê meriva pîj pîjî dibe û meriv nizane dê çawa bike. Ne axir ew Qasidê Xwedê Hz. Muhemmed ronahîya çavên me ye. Lê yê nebawer vê nizanin.


Jêderk:
Muhammed Hamidullah, Îslam Peygamberi, cild; 1-2, İrfan yayinlari.
Münir Muhammed Gadban, Nebevî Hareket Metodu, cild; 1-2 Nehir yayinlari, 1998, Îst.
Abdurrahman Muhacir, Rasûlallahın Hayati ile Hareket Metodu, cild; 1-4, Hak yayinlari, Îst.

22 Aralık 2008 Pazartesi

Rexne û Rexnegirî

Rexne û rexnegirî karekî sirûştî ye. Ev kar encama civakîbûna mirovan e. Ji bo pêşketina ramana mirov, bilindbûna asta zanîn û agahdarîyê tiştekî jîyanî ye. Lêbelê seba pêkhatina vî karê girîng çend hêman pêwîst in. Mirov her bi vî tehrî dikare rastîya jîyanê binirxîne, di derheq xeletî û qencîyê de biryar bide, ji şaşîyan erzeng/îbret hilde. Jixwe armanca rexneyê ya bingehîn ev e.

Ji bo pêkhatina rexneyê divê çend hêmanên bingehîn hebin:

a) Divê berhem, bûyer û yan jî kes û tiştê li ser rexne û nirxandin bê kirin hebe.
b) Divê kes û yan kesên li ser rexneyê dixebitin, karê rexnegirîyê dikin hebin.
c) Divê civak û kesê ku çavdêrîya vê rexneyê bike û wê binirxîne hebin.

Dema ev hêmanên pêwîst hebin êdî mirov dikare karê rexneyê pêk bîne. Lêbelê ji bo ev karê girîng û hêja kêr bê, kesê rexneyê dike, kes û yan civakên tên rexnekirin û yan jî xwedîyê berhema tê rexnekirin jê sûdwerbigire û herweha seba kes û komên dibine danasê vê rexne û niqaşê jê behre bigrin çend tişt hene ku gotî kesê rexnegir li gor wan tev bigere û yê tê rexnekirin jî wana jibîra neke.

Di destpêkê de kesê rexneyê dike divê xwe ji hestên şexsî yên ku dibine egera neyartî û heskirinê dûr bisekine. Lewra ev hestên erênî û neyênî rê nade rexnegir da ku bi serbestî û bêalîgirî fikire. Herweha dema mirov xwe ji van herdu hestên dijberî hevdu rizgar neke ew rexne û nirxandinê wî nagihêje encameke sûdewer û rasteqîn.

Di warê rexnegirîyê de tiştekî divê hebe, pisporî û şarezatîya kesê rexnegir e. Dema kesekê rabe li ser behrem û xebatekê bîr û hizrên xwe dîyar bike, rexneyan bigre, kêmasî û xeletîyên wê destnîşan bike, gotî di wî warî de xwedî agahîyeke baş be û li ser vê babetê zana be. Ango ji bo karê rexneyê tiştê sereke, pisporîya kesê rexnegir e û çimkî encax mirov dikare li gor zanebûna xwe tevbigere.

Tiştekî mayî yê ku divê rexnegir bala xwe bidê û bi baldarî tevbigere ev e: Çaxê ku dê bûyerek û yan berhemekê rexne bike, alîyên wê yên serkeftî û yên lawaz destnîşan bike, lazim e ku behremê û yan bûyerê bi awayekî rêk û pêk vebikole û hilteqilîne. Ji bo karê xwe de encameke baş derxe holê bi zanetî û bîhnfirehî bixebite. Heke guhnede van tiştan ew rexneya wî dê hê ji wê behrema rexne dike sosrettir be û encameke elewatê pêk werê. Ji ber vê tu kesê xêrê ji vî karî nebîne. Tenê navê wê yê wekî rexneyê bimîne.

Her weha dema rexenegir karê xwe dike divê tu car xwe ji heqîyê neke, her alîyê berhemê, çi qenc û çi jî xirab bi dadmendî eşkere bike. Bi vî tehrî wêneyê berhemê bi xêr û gunehê wê ve xwuya dibe. Lewra gava rexnegir tenê alîyên behremê yên lawaz nîşan bide, qala hêjahîyê wê neke, navê vî karî nabe rexnekirin lê belkê êdî ew reşkirin e. Ji bo çewtîyeke wisa rûnede divê ev herdu halî tev bên xwuyakirin.

Dîsa tiştekî pêwîstê gotî tucar neyê ji birkirin jî ew e: Lazim e rexnegir hîç li gor xatir, hevaltî û yan bi hesta rikberî û neyartîyê tevnegere. Evan herdu reftar û helwestên dijber li ber vî karî astengên pir mezin in.

Di teorîyê de, li ser kaxizê şert û şirûtên rexneyeke qenc yên bivênevê ev in. Lêbelê di rastîyê de mirov gelek caran guh nade van mercan. Ji ber vê pratîkê, karê rexneyê wê peywira xwe ya jê tê hêvîkirin pêk nayne. Herçendî wekê tekrarê bê kifşê jî mirov dikare bi kurtasî sedemên wê weha rêz bike:

a) Ew kesê bi rexnegirîyê mijûl dibe gava rexne dike xwe ji hestên şexsî nake. Ango yan bi hestên neyartî, dexesî û çanebarîyê tev digere. Xeletîyên berhemê û yan bûyerê pir mezin dike û dinepixîne. Ji ber vê dike ku hêjahî û serkeftinên wê neyê xwuyanê û li ber dilê mirovan reş be. Lewma piranîya xwendekarê di vê mijarêde nebaldar, bi vê reşkirinê dixape û li ber çavê wî ew berhem piçûk dibe û bênirx dibe. Û yan jî berevajî vê dema rexnegir bi hestên hezkirin û hejmetkarîyê karê rexne û nirxandinê bike, li gor têkilîyên hevaltî û hogirîyê tevbigere wê hingê jî dînemekî tam berevajî rewşa hêca derdikeve holê. Lewra wê hingê dê hêjahî û nirxê wê berhemê ji rastîyê mezintir bike, tiştên normalê edetî ne wekî tiştekî nû yê teze derketî nîşan bide. Wekî tê kifşê ev herdu helwest jî rê li ber nirxandina heqanî digrin.

b) Di hêla din de kesê ku di mijar û babetekê de ne zana û pispor be, heke rabe di derheq wê tişta neagadar e rexna bike, ev bi serê xwe şeteleyeke mezin e. Lewra tiştê ku yê pê bixebite û li gor wan tevbire bal tuneye. Lê ew dîsa xwe wekî zanayê wî tiştî dibîne û dibe baîsê gelek xeletî û neheqîyan.

c) Tiştekî din jî bi awayekî baş û rêkûpêk nekarina lêkolînê ye. Mirovek hercendî xwe ji hestên hevaltî û neyartîyê bike, di mijarê de zana be jî gava ku li ser karê xwe hûr nebe, elehesab rexna bike ev jî dibe egera encameke pûç. Di vî karî de baldarî û lêkolîneke baş divê.


Bi kurtasî ev tiştana ji bo rexne û nirxandineke serkeftî pêwîst in. Di civakê de rêya tekûzî û karên qenc her bi vê yekê pêkan in. Lê tiştekî dinê girîng jî heye ku çaxê ew nebe, mirov çiqasî guh bide şert û mercên rexneyê, bi hostatî tevbigere jî tu xêra wê namîne. Ev jî divê civak, ew kes û komên bi van xebatan re mijûl in di warê rexneyê de perwerde bibin. Heke kes û kom di vê barê de nehatibine perwerdekirin rexne çendan tekûz be jî encameke law û kêrhatî dernakeve holê. Lewra di vî halî de peyam nagihêje armanca xwe. Kesê ji vê ders û îbretê hilde, çewtîya xwe û yan ya berhema xwe rast bike nayê peydakirin. Tewr wê hingê dê ev rexne wekî neyartî û karê reşkirinê bê dîtin. Lêbelê gava di vê babetê de mirov hatibin perwerdekirin, ev cure tişt rûnadin û encameke qenc pêk tê.

Dîroka Fermî Û Dîroka Rast

08.10.2008 -Li ser dîrokê heya nika gelek tişt hatine gotin, tê gotin û her weha dê bê gotin jî. Dîroka ku heya nika hê li ser nehatîye hevkirin ku ka gelo ev dîsîplîneke zanistî ye û yan na tenê tiştekî subjetîf e. Lêbelê her çendî ev gengeşî berdewam bike jî pêvajoya dîrokê bêwestan diherike û ev niqaş û gengeşîyan jî seba dîrokê dibine malzeme.

Çawa ku her millet û netewe li ser rûyê cîhanê, di nav kûrahîya dîrokê de li pey şop û şûna pêşîyên xwe digere, gelê Kurd jî di vê babetê de xebatê xwe berdewam dike. Çimkî gelên ku di dîrokê de nebûne xwedî dewlet û yan jî împaratorîyên mezin danemezirandibin, di çavê mirovan de piçûk û nehêja tên xwuyanê û wekî girseyên bêdunde û bêesl tên qebûl kirin. Ji ber van pêşdarazîyên nedurist, dîrokzan û lêkolînerên Kurd jî seba selmandin û îsbatkirina dîroka gelê Kurd ya berê, dest bi xebat û lêkolînan kirine û xebatê û lêkolkênê xwe berdewam dikin.

Her çiqasî îmkanên lêkolînerên kurdan kêm bin jî bi qasî şîyan û hêza xwe gelek berhemên hêja û bi behre derketine holê û dertên. Di van xebatan de gelek dewlet, şaristanî, çand û gencinîyên ku di eslê xwe de malê pêşîyên Kurdan e, lê îro hêzên dagirker li wan xwedî derdikevin, îsbat bûye ku ya Kurdan e. Lê her çiqasî ji ber taybetîya dîrokê ye ku paşta nayê vegerandin û dubare nabe ku meriv bûyer û hedîseyên dîrokî paşta vegerîne serî, lewma li ser gelek tiştan nakokî û dubendîyên mezin hene. Nêrîneke ku li gor raya alîyekî rastîyeke misoger e, tu şik û guman têde tune ye, li gor hinekên dinê dijber ji, ji xêncî vir û derewan ne tu tişt e.

A çaxê ev tişt/mijara li ser xebat tê kirin weha subjektîf be, gelek caran di derbarê bûyerekê de, dîmenên pir eletewş û berevajî hevdu derdikevine holê. Ji ber vê divê mirov li ser şîrove û bawerîyên dîrokî pir vebir bawer neke. Lewra dema meriv li van fikr û angaştên dijberê hevdu dinihêre, tê kifşê ku her alîyek bi çimeke meseleyê de digire û qet bala xwe nade alîyên din. Ji ber vê jî fikr û doza xwe li ser wî alîyê pê girtîye ava dike. A ev çima girtiye jî bi qestî, zanebûn hilbijartîye. Tewr mirov dikare bibêje ku ew di derheq alîyên din de jî xwedî agahî ye. Lê ji ber ku tenê ew alîya ji bo doza wî kêr tê, lewma ji xwe re wê hildijbêre, di encamê de ev jî dibe sedema çewtîyên mezin û loma rastîyên dîrokê jî tên guherîn, dikevine awa û dilqên ne durist.

Jixwe dîroka fermî ya ku bi destê hêzên dagirkerê ji bo pişaftina millet û çandên bindestê xwe tên bikaranîn, bi vî tehrî hatine nivîsîn û çêkirin. Dîroknasên kirekirî yên bi hîle û xapandinan rastîya serobino dikin, ji bo veşartina rastîyan hemû xebatên xwe terxan kirine. Ev dîmenê dîrokzanîyê fermî, îro nîşana vê sextekarîya mezin e.

Lêbelê her çendî ewna bêbextîyê bikin û hemû nirx, hêjahîyê me veşêrin û dest bidin ser jî divê em bi zanebûn û tevdîr tevbigerin. Lewra heke em wisa nekin, emê jî bişibine wan. Di encama vê de jî di navbera me û wan de ferqê nemîne.

Wê hingê, ev pirsa derdikeve pêşberî me; seba ku em jî neşibine wan, bikaribin dîrok û rastîya xwe li ser bingehên durist û rasteqîn bidamezirînin, gotî em li gor kîjan pîvan û hêmanan bixebitin?

Her çendî ev mijareke gelekî dûr û dirêj be jî bi kurtasî meriv dişê weha destnîşan bike:

Di serî de pêwîst e ku ew bûyer, dewlet û yan jî mijara dîrokî, li gor şert û mercên roja xwe werine nirxandin. Rêka herî guncana fêmkirin û veçirandina wan, her bi vî awayî gengaz e. Lewra her bûyer û rastîya dîrokî encama şert û mercên dem û hawirê xwe ye. Çaxê ewna li gor wan hêmanên bi bandor neyêne nirxandin, tucar dîmenekî durist dernakeve holê û rastîya wê dîyar nabe. Ev ji ber vê ye ku dem û dîrok herikbar e. Her gav û xêlê de diguhire, xwe nû dike û di serî de tê hûnandin.

Loma gava mirovê bûyereke dîrokî ji bo xwe wekî delîl nîşan bide û yan jî bidenasîn û neqlî nifşeke nû bike pêwîst e ev hêman û mercana neyêne ji bîr kirin. Em vê bi mînakekê ve şîrove bikin.

Wekî tê zanîn di pêvajoya dîrokê de gelek şaristanî, dewlet û çand derketine holê, ji wan hinek kevn bûne, ji holê rabûne û hinek jî hê geşbûne, av ev pêvajoya dûr û dirêj bêwestan herikîye heya îro hatîye. Di vê pêvajoyê de gelek millet, ziman pêk hatine, berêka ewna millet û zimanana di nav xwe de ji hevdu zêde bûne û bela bûne. Di vê meşa dirêj de hinek ziman û medenîyet têk çûne, hatine jibîrkirin û yan jî nav û reng guhertine, ji wan ziman û şaristanîyên nû peyda bûne.

Ji ber vê gava dewletek û yan neteweyek di dîrokê de li pey şop û şûna pêşîyên xwe bikeve -jixwe ji bo netewe-dewletên li ser netewekî tenê hatine avakirin mecbûr in xwe bi vî şeklî bidine îsbatkirin- ji wan şaristanî û çandan yên dişibîne xwe, ji bo xwe wekî pêşî kifş dike û bingeh û dewlemendîya neteweya xwe li ser wê dide damezirandin. Bi vî awayî him xwe wekî hêja, bi bingeh, mezin dide nîşandan û him jî pê xwe dipesinîne û motîve dike. Loma îro dîroka hemû dewletên li ser navê neteweyekî, zimanekî hatine avakirin dişibine hevdu. Her weha çaxê li ser dîrokê lêkolînan didine kirin û ji bo xwe rabirdûyekî têr û tijî didine amadekirin, sînoran hişkehiş dikêşin û angaştên xwe jî wekî rastîyên tekane didine nîşandan. Gava merivek li wê dîroka wana fermî dinihêre, dibêje qey dîrok tenê ji wan pêk tê, di hemû îcad û keşfên dîrokî bi destê bav û kalên wan pêk hatine. Tewr ji xwe dîrok hemû ji wan dest pê dike. Ev tiştê em qala wê dikin di dîroka tirk ya fermî de bi awayekî gelekî kifş derdikeve holê.

Lewma çawa ku van hêzên serdest bi vî şeklî hebûn û heqîqeta xwe li ser derwan ava kirine, wekî wê pêwîst nake ku milletên bindestê mîna me Kurdan jî çav bidine wan û li pey şopa wan herin. Lewra bi van rê û rêbazan tenê mirov dikare xwe bixapîne. Gava civak û kesên mezlûm, bidine pey zalîmên kedxwar êdî wê hingê tu qîymet û hêjahîya berxwedan û tokeşîna azadîyê namîne. Êdî herdu enî jî dişibine hevdu û pîrozîya dozê jî ji holê radibe. Seba ev çewtîya mezin pêk neyê gotî lêkolîn û xebatên zanistî li ser bingeha maf û dadê warine meşandin û tenê kifşkirina rastîyê bibe armanc.

Heke armanca xebatên lêkolînên dîrokî pesindayîn û xwemezinkuştin be tu xêra wê ji mirov re tune û ji wê nayê îstifadekirin jî. Ji xwe wê çaxê qet hewcedarî bi lêkolînên dirêj û bi zehmet jî tuneye. Tenê meriv di dîroka fermî de li dewsa navê hêz û gelên serdest, navê milletê xwe binvîse meqsed hasil dibe. Lewra wan jî wisa kiribû…