Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

23 Aralık 2008 Salı

Mirov û Berpirsyarîyên Wî

Mirov civakî ye. Ji ber vê di civaka xwe de berpirsyar e. Him bandorê li hawirê xwe dike û him jî dikeve bin bandora der û dora xwe. Dema tevdigere, difikire, bertekan nîşan dide, xemgîn dibe/li ber xwe dikeve û dilgeş/şa dibe, her gav hêmanên ji bo wî girîng yek jî civak e. Lewra her nirx, bawerî, sinc, kelepor û çanda ku xwe xwedî û peyrewê wê dihesibîne ji civak/cemaetê fêr bûye. Loma xwe deyndar dibîne, ya rastî gotî xwe deyndar bibîne.

A li vê derê pêwîstîya berpirsyarîyê derdikeve holê. Lewra dema ku meriv bi malbata xwe re (ewna dê, bav, ap û met, xal û xatî hwd) dikeve têkiliyê –ku ev ji roja ji dayikbûnê dest pê dike- ji wan distîne, ji wan deyn dike. Rojekê bê, dema aqilbalix bibe, hişê wî cî bike, êdî dora wî ye ku berêka divê deynê xwe bide. Ev xeleka berpirsyarîya mirov ji malbatê destpê dike berve bi civakê diçe û fire dibe.

Lêbelê divê neyê jibîrkirin ku berpirsyarîya mirov ya herî pêşîn li hember Xwedayê Mezin e.

Xwedê teala weha ferman dike:

“Me şîretkirîye ku (pêşîyê) ji Min re û (paşê) ji dê û bavê xwe re sipas bike.” (Loqman: 14)

Loma ev berpirsyarîya mirov ya piralî barekî giran daye li ser milê wî. Nikare li hember bûyer, kareset û pirsgirêkên civak û gelê xwe bêhay bimîne, guh nedê û ji bo çareserîyê nexebite. Ger ku wisa bike, wê çaxê di civakê alozîyê zêde bibin, her kesê bêserî, mîna mexlûqên bêhiş û bêpeywir bigerin, her cûre xerabî û kirêtîyê bi vî tehrî li ser rûyê cîhanê dagir bike û serdestîya nayêrên mirovahîyê saz bibe.

Lê heke mirov heqê rûmet, hiş û peywira xwe bide, ji gel û civaka xwe re bibe rêber û mînak, nehêle têkevine bin bandora kes û rêxistinên bedmebest, rêya xelasîya dunya û axretê nîşanî wan bide dê serbikevin.

Lê hezar korahî, îro di civaka me de dema dor bê şîret û pendan, kesek rê nade yekî din. Her kes, gotin û nesîheteke wî heye. Lê dema dor tê berpirsyarî, xebat û çalakîyan, tu lê dinihêrî her kes li dora te belabûye, nasên te jî bûne xerîb û te nasnakin.

Îro civaka me Kurdan de du heb pirgirêkên sereke hene: Keşeya Îslamî û pisrgirêka Kurdistanê. Ka em li wan binihêrin.

Wekî gelek gelên herêma me, Kurd jî di dema Xelîfetîya Hz. Omer (Xwedê jê razî be) pêrgî ola Îslamê hatine, qenc û xerab ev ola henîfa dijî pûtperstîyê û yekîtîya Xwedayê Perwerdekarê aleman diheband pejirandine. Belkî berya wê jî kesên bûne misliman heta sehabî/hevalên (X.j.r.) Qasidê Xwedê Hz. Muhemmed (Selama Xwedê li ser be) hebin jî piranî piştî fethên îslamî ola Îslamê hebandine û yan xwe wisa nîşan dane. A ji wê rojê vir de ji nav Kurdan gelek alim, fermandar û giregirê alema îslamê derketine û he jî dertên. Îro jî gelê Kurd xwe li ser ola îslamê dibîne.

Lêbelê wekî di nav miletin din Ereb, Fars, Tirk hwd. de ji eslê dîn dûrketin çêbûye, mixabîn di nav kurdan de jî ev tişta pêk hatîye. Bilî çend îbadetên rojane (nimêj, rojî, hec…) ku her kes vê jî nake, bênekirin jî, bingeha dîn ango eqîde, bawerî, şert û şirûtên wê, tiştên wê betaldikin, hatine ji bîrkirin. Îslam hema ketîye şeklê keleporeke bav û kalan. Bêyî ku li ser bêfikirîn, nirxandin hema devkî tê dubarekirin.

Wekî tê zanîn ol, bawerî û raman her bi zanîn, agahî û hînbûnê pêk tê. Ger ku kesekî/a ol, bîr û bawerîyekê bipejirîne û yan nîkol/înkar bike, gotî esl û esasên wê şert û şirutên wê bizanibe û li gor wê biryara xwe bide. Lê mixabîn rewşa gelê me yê gelek salan pêşengîya artêşên îslamê kiriye ne wisan e. Tenê hinek şekil û rituel mane. Û her weha gelek rêxistin û firaksîyonên bi îslama henîfa ku ji Hz. Adem heya Hz. Muhemmed (s.X.l.) hatîye eleqeya wan tune ne, bi navê dîn derketine ji tewhîdê dûrdixin.

Divê em xwe hişyar bibin, ji serî de esl û bingeha ola îslamê bi gelê xwe yê ji zanîn û gelek qencîyan bêpar hatîye hîştin bidine zanîn da ku bizanibin ka hîkmet û egera wê çi ye. Ewna jî bizanibin dema Îslam tê hebandin çi berpirsyarîyên mirov çêdibin, çi bîr û bawerîyan qebûl dikin û kîjan edet û kelepora zengara pûtperest nîkol dikin ku hezkî evna bîr û bawerîyên hezar salan berê bin jî.

Dema ev pêk bê, dê xwe eşkere bibe ku gotî kesê ku xwe misliman dizane haj bi perpirsyarîyên xwe hebe ku evna hinek li hember Xwedê teala ne, hinek jî li hember mirovan ango gel û civaka xwe ye. Vêca çaxê kesekî bi vî şeklî fikir û zanîn bawerkir û bi erka xwe hisîya dê ji bo derdê civak û xelkê xwe dermankirinê bixebite.

Gava em bi peywira xwe bihesin, wê çaxê emê civaka xwe binasin, pirsgirêk û hewcedarîyên wan bibînin û seba çareserîyê bixebitin. Wê çaxê dê bêzanîn ku ji pirsgirêkên sereke yek jî kêşeya Kurd û Kurdistanê ye. Çendîn sale gelê Kurd bi navê biratîyê zilmê dibîne, rûmet û nirxên wî ten pûçkirin û binpêkirin. Ziman û çanda wî tê înkarkirin. Mafên wî yên bingehîn; serbestî û azadîya wî, heqê weşandin, hînbûn û hînkirina ziman, çand, orf û edetê jê sitandine. Bi kurtasî ji ûnsurên mirov dike mirov bêpar hatîye hîştin. Divê mirovê bawermend, bi berpirsyarîyên xwe bihese û seba çareser kirina kêşa Kurd barê ku ketîye li ser milê xwe hilbigire û pêdivîyên wê bi cîh bîne. Lewra Perwerdekarê Gerdûnê wê ferman dike.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder