Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

23 Aralık 2008 Salı

Hejmara Nûbiharê Ya Sedan

Ji destpêka jîyanê vir de di her dem û dewrê mirovan li gor şert û mercên xwe alav û navgînên ragihandinê, têkiliyê sazkirine û bi kar anîne. Hinek deman merivan mirov kirine qasid şandine cîyê ku dê xeber bê şandin, carna agir hatîye bi kar anîn, carna gogerçîna karê navgînîyê kiriye û hê gelek tiştên hatine karanîn. Wekî me got şekl û awayên navgînan li gor derfet, pêşketin û mercên xwezayî peyda bûne. Roja me ya îroyîn de hejmar û awayên peywendî, ragihandin û têkiliyê pir in. Hinekê berê dihatine bi karanîn, gelekî girîng bûn êdî ro hema hema hatine ji bîrkirin û belkî çend sal şunde heke ji bo nostaljîyê ne be qet dê neyên bikaranîn. Ji bo vê name mînakek gelekî baş e. Lewra wekî tê zanîn di dîroka peywendîyê de name pir hatîye bikaranîn, tewr ya sereke ew e. Ji ber di derbarê nameyê de gelek lêkolîn hatine kirin, di têkilîyê de navgîneke hêsan e. Bi rastî kovar û rojnameyên îroyîn jî cureyek ji name yê ne.

Dema min di dibistana navendî dixwend, apekî min li Enqerê zanko dixwend. Her çaxê ku dibû betlane dihate malê, carê carê ji me re, zarokên malê re pirtûk, kovar û bandên teze dianî. Loma çaxê ew dihat kêf û eşqekê me digirt, ji bo me dibû roja şahîyê. Lewra îlam tiştekê li para me biketa. A wê hingê, cara pêşîn min di nav pirtûkên wî de li gel hinek pirtûkên kurdî Nûbihar jî dîtibû. Lê wekî gelek zarokên kurd min jî nizanibû bi awayekî rind, bi hêsanî bi zimanê dayika xwe bixwînim, têbigihêjim. Lê dîsa destê min lê sarnedibû, min dev jê bernedida, ji serî heta dawîyê perên wê diquliban li ku derê nivîs, rêzikek kurta ku çavê min lê bibiriya ku ezê bikaribim bi hêsanî bixwînîm, fêmbikin bidîta ez bi wê mijul dibûm. Çaxê min hinekî fêm bikira, serrast bikira jî, wê hingê min çend caran ew nivîsa li cem xwe de dixwend paşê min diçû ewna ji kalik û pîrika xwe re dixwend. Piranîya wan jî helbestên kurt bûn.

Belê wekî gelek zarokên kurd min jî bi vî şeklî piştî ku ez mezin bibûm fêrî zimanekî biyanî yê ku yê hêzên dagirker bû bibûm, pêrgî Nûbihara ku bi zimanê min dinivîsî hatibûm. Ji wê rojê, wê hingê şunde li ku derê ez çav bi kîjan kitêb, kovar û yan tiştekî bi kurdî bihatama min bi baldarî bala xwe didayê û didimê.

Li îdirê ku bajarê zaroktîya min lê bihurîye çend pirtûk firoş hebûn, lê di wan yekê tenê de berhemên kurdî, di derheq kurdan de dihatine firotin. Lê ewna jî pir kêm bûn. Ez jî diçûm wê derê carna li ser lingan carna jî li ser kursîyekî rudiniştim çend lehza çav li wan digerand û li wê derê cîyê runiştinê jî hebû me li wê derê sohbet jî dikir.

A ez bi vî şeklî hînî xwendina kurdî bûm. Dema ez hatime Stenbolê, li zanîngehê ji her fikir û îdeolojîyê xwendekar hebûn. Loma ji her rêxistin û destê neçîrvanê wan li pey xwendekarên teze bûn. Lê ev ne mijara me ye. Rojên pêşîn ji bo min hinekî nerindbûn, bi tengasî derbasbûn. Lewra nas û dostên min kêm bûn, hema bêje qet tunebûn, lê berêka ez hînî wir, heval û hevatîyên teze peydabûn. Berêka min hawir nas kir û bûme beledê wan deran. Rojekê li gel hevalekê em rabûn çûne cîyê Nubîharê. Me bi çavê xwe navenda wê dît û dilê xwe rihet kir. Lewra ew di dilê min de bibû keserek. Lê mixabîn wan çaxan kovarê ji ber qeyrana aborî weşana xwe dabû rawestandin. Ango dibistana mina zimanê dayikê hatibûgirtin. Lê Xwedê heske dê demeke kin de dîsa destbi weşana xwe bikiriba. Her çendî ji bo me xwendevanên Nubiharê kin nebe jî piştî du salan dîsa dest bi weşana xwe kir. Lê bi form û pergaleke nû. Nûbihar berê mehê carekê derdiket. Îcar êdî sê mehan carekê derdiket. Hejmara rupelan zêde bibû, ebadê wê mezin bibû. Yanî bîhnvedana dusalan kêrî Nûbiharê hatibû. Jixwe gelek caran meriv ji bûyer, biryar û hwd. dibêje ev tişt ne rind e, tu lê dinihêrî dibe sedema encameke qenc. Qisa Nûbiharê jî ew bû.

Ji roja sifte heye îro kovar bûye derfeteke mezin ji bo me kurdên bakur. Lewra li vê taxa me, weşandin û çapkirina kovar û pirtûkên kurdî, ji ber gelek sedemên ji hevdu cûda bi zehmet e. Him belakirin, firotin û reklama wan ne hêsan e, him jî hatinî û mesrefê wan têra xwe nakin. Ji ber vê gotî kes û kesên ku mil didine ber vî kar û barî li gel xebata manewî, ji hêla maddî ve jî keda xwe bidine ser. Lewra heya îro hezar heyf hê bazara kurdî needilîye, nav û deng nedaye. Ji ber wê meriv bi wî karî tenê nikare debara xwe bike. Loma kes û kesên bi weşangêrîya kurdî ya bi xurî bi zimanê kurdî dikin di hêla aborî de piştşikestî ne. Hatinîya wan bi tam têra mesrefê wan nakin. Ji ber vê yan karê wanê esasî tiştekî din e û yan jî li ber vî karî de bi xebateke din re jî mijul dibe. Birastî ev ji bo her kesê bi kurdî re eleqeder dibe wisa ye. A ev yek jî dibe sedema gelek nehênîyan, rêliber qencî û serkeftina vî karî digire, şewq û hêza meriva dişkêne. Lê dema kesên bi biryar, jêhatî, xwedî li daw û doza xwe derdikevin hebin ev pirsgirêkana nikarin bibine asteng, wate bi şeklekî tên çareserkirin. Nûbihar di hawirekî weha dijwar, bi asteng de derketîye û îro vaye gihiştîye hejmara sedan. Bila emrê wê direj be û gelek sed hejmaran bibîne. Lewra kesên dil bi keser, bîrewer, ji bo mafê gelê xwe têdikoşin bi navgînîya wê bîr, ray, fikir û pêşnîyarê xwe radigihînine civaka xwe. Gel, xwendevan jî bi derketina wê xwedî agahî dibin, fêrî gelek tiştên teze dibin, bi dunyê dihesin. Bi sê mehan carekê be jî kovareke ku bixwînin destdixin, bi çand, wêje û hunera xwe dihesin û bibîrtînin. Berhemên kevn û nû yê wêje, mêjû û hûnera kurdî dixwînin. Xort, ciwan û kesên nû dest bi nivîsê, ceribandinê û helbestê dikin, xebatên xwe bi saya wê pêşkêşî raya giştî dikin. -Ez jî yek ji wan im.- Bi vî şeklî kovar di navbera gel de dibe qasidê peywendî û ragihandinê û ev jî karekî hêja û bi rûmet e.

Di vê babetê de mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê ev ne cîyê wê ye. Di dawîyê de ez dixwazim taybetîyeke Nûbiharê bibêjim. Her çendî çapemenîya Kurdî ya bakur qels be jî her dem hebûye û weşana xwe kiriye. Lê di hêla olî de bilî berhem û xebatên mela, seyda û şagirdên medresên kurdan, wekî kovar, rojnameyan weşana kurdî nebûye û yan jî em haj pê tunene. Cara pêşîn bi Nûbiharê vê dest pêk iriye û berdewam dike. Belkî di van çend salên dawîyê de hinek kovar, weşanxane û malperên odlar derketibin, lê yan zimanê wan xurî kurdî nîne, yan bi demeke kurt derketine û yan jî derfet nedîtine bênnasîn. Ji ber vê hindê bi vê taybetîya xwe ve jî Nûbihar tekane ye. Lê daxwaz û hêvîya me ew e ku vê şunda ev qada girîng vala nemîne, hevrê û hevkarên Nûbiharê zêde bin. Di vê rêya dirêj û bi renc de mil bidine hevdu bimeşin û pêşeroja me ronî û geş bikin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder