Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Şanoya Demokrasî û Hilbijartinan

27.06.2007 - Çend roj li berya vê Fikret Başkaya li ser demokrasî û hilbijartinan nivîseke sipehî weşand. Başkaya di vê nivîsa xwe de bi kurtasî li ser peydabûna demokrasîyê diaxive û li pey re li ser dîrok û pêvajoya demokrasîyê radiweste û lîstik, hîle û dolabên li ser navê demokrasîyê hatine kirin û tên kirin dinivîse.

Ez jî dixwazim hinekî li ser pêvajoya demokrasîya (?!) ku ev heştê û çend sale li ser vê axê tê meşandin rawestim. Lewra hilbijartinên mebûsan nêzîk bûye û loma di vê pêvajoyê de gelek dek û dolab tên lîstin. Di vê heyamê de ji bo daxwaz û îradeya piranîya gel serdest nebe –ya rastî tiştekî wisa tu car ne mumkîn e- çiqas asteng û rê hene diceribînin. Bi xwe jî wan doz û pirensîbên ew bi xwe mezin dikin, pêşnîyarî mirovan dikin û ji bo wan îdeal nîşan didin bawer nakin. Lewra ji bo wan tiştê herî girîng berjewendî û hatinîyên şexsî ne. Loma dema dibine îqtîdar, çaxê qaşo dibine nûnerê gel, li paytext karê wan giran û zehmet e. Divê pir bixebitin û tu firsend û keysê ji dest nekin. Xelet fêm nekin, ev karê wanê girîng, armanca jîyanî, ne azadî û mafên gel, ne tîbûn û pirçîtîya xizanan, ne jî belengazîya bindestan e, ji bo wan armaca sereke dagirtina bêrika wan û berjewendîyên wanê xusûsî ne.

Lê ji bo xapandinê navên mîna demokrasî, wekhevî û nûjenîyê li xwe û bizavên xwe dikin. Lêbelê di encamê de yên têne pirçiqandin, zelîlkirin dîsa gelê belengaz e.

Ev lîstika wana hilbijartinê vaye dîsa dest pê kiriye. Lêbelê seba naskirina van sîstemên xapînok, ev demana wekî neynika sîyaset û dezgehên beşerî ne. Çaxê mirov li rewşa partî, endam, berendamên wan dinihêre, sosret û ecêba wana reş bi awayekî baş derdikeve holê. Ne çepgirin wan bi rastî çepgirin, ne rastgirên wan rastgir in. Jixwe yên din hê ji wan xirabtir in.

Ev rewşa wana, nîşana pûçîtîya bîr û bawerîyên wan e. Ew tiştên ku doz dikin, qaşo ji bo bextewarî, aramî û xelasîya gel pêşnîyar dikin, ew bi xwe jî bi wan bawer nakin û di van dozê xwe de ne durist in. Lewra ev tevger û kirinên wan derwekarî û sextekarîya wan nîşan dide. Ango ewna ne li hember xwe û ne jî li hember gelê ku nûnerî û pêşîvanîya wan dikin adil û dadmend in.

Ya rastî gotî em ji ber van kirin û exlaqê wan ecêbmayî nemînin. Çima? Çimkî ji bo wan bawerîya tewhîdê –ku tewhîd di her hêl û babeta jîyanê de, ev çi tiştekî di derheq mirovan de be, çi jî di derheq heywanat û nebatatan de be hakîmîyeta Xwedê nîşan dide- tuneye ku rê nîşanî wan bide, xofa Xwedê bixe dilên wan û li ber nerindîyên wan bigire. Her weha pirensîbên wanê neguherbarê îlahî tunene ku ji bo her kesî derbas bin û aresêçî/cudahîyê nexe di navbera merivan. Ji bo wan nirx, hêjahî û bingeha herî girîng hişê wanê îfsadbûyî ye. Jixwe ji hişê beşerîyê ku bi fermanên îlahî nehatine perwerde kirin nikarin ji derd û kulên mirovahîyê re bibine derman. Ewna her bi wan reçete û teşhîsên xwe yê tewş, kula mirovahîyê diazirînin, kulan û derdan li hevdu zêde dikin.

Dîsa di asoyê me de rêçek tenê xuya dike. Ew jî ew rêça ye ku Xwedê daye li ber pêxemberên xwe û wana jî ew ragihandîye me. Xelasîya dunya û axreta bindest û mezlûman her bi wê ye. Lewra ev lîstikên demokrasî, hilbijartin û yan jî wekhevîyê hemû li gor menfaet û hatinîya wan hêzên serdest hatine çêkirin û birêxistin. Çawa ku wana ev sîstema ava kiriye, her wisa qaîde û şertên wan jî wana çêkirine. Gava encameke ne bi dilê wan pêk bêt, demildest îhtilalekê çêdikin û vê şanoya demokrasî û hilbijartinê vedigerînine sêrî. Ev serencama dîroka demokrasîya sîstemên beşerîye. Ji bo mislimanan bi vê rêbazê serkeftin ne mimkune û ne jî guncan e. Hilbijartinên Cezayîrê ji bo vê rastîyê mînakek balkêş e.

Di alîyê din de gelek xetîyên wê yên dijî esas û ruknê îslamê jî di vê pêvajoyê de pêk tên. Îro çaxê ku kesê xwe ji bo namzetîyê amade bike, gotî di serî de nasnameya xwe ji bîra bike û xwe têxe dilqê serdestan. Lewra heya ku merivek vê sîstemê nepesinî nikare xwe bigihîne wan aqara/cîyan. Di serî de pêwîst e ku kirasê xwe biguhire bikeve kirasê wan. Lê çaxê tu vê bipejirînî, ser bîr û bawerîya wan sond bixwe, ji hêjahî û nirxên wan bilind bikî êdî tu jî dibî mîna wî. Ji vê şunda tu ferq namîne. Belkî hinek xwe bi navê taqîyeyê bixapînin. Lêbelê kesê misliman û bi rûmet nikare vê bêrûmetî û durûtîyê qebûl bike. Lewra ev yeka înkarkirana bawerî, doz û tekoşîna wî ye. Heger ji bo bidestxistina maf û azadîyê dê mucadele bike/bê kirin, gotî navika xwe bi wan ve girênede û hevsarê xwe nede destê wan. Heke wisa bike dê mîna partîya li îqtîdarê rezîl û kepaze bibe û bibêje ez bûme hukumet lê nebûme îqdidar. Loma çi çax got ezê filan tiştî biguherim, roja din devjê berda û xwe rûreş kir. Ev bûyerên vê dawîyê gişk encama vê ne.

Ji ber vê pêwîste mirov hişê xwe bide serê xwe, bi dek û dolabên wan nexwape û bi dengê xwe alîkarî û hêzê nede wan. Lewra dunya me û ya wan ji hevdu cuda ye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder