Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

9 Aralık 2011 Cuma

XEWN


Murad Pola
muradpola@gmail.com
Kula zaroktîyê bû di dilê wî de bibû hîtekî mezin û tebatî nedidayê. Çi çax tena serê xwe bima, ji kar û barên rojane aciz bibûya, bigota ez hinekî westa xwe daynim, li ser pêşeroja xwe bifikirim, a mîratê ew kula wî dihat dikete bîrê, dilê wî diêşand, nedihîşt tiştek ber re derbas be û here. Ewê birîna bê xwîn hemû tişt li ber wî reş kiribû, ne jin û zar, ne mal û milk û ne jî nav û dengê dunyayê seba wî kêfxweşî û ji bo wê kula xedar derman bû.
Sibê şeveqê rabû, dema ji xew hişyar bû hê malîya wî ranebibû, hêdîka ji nav nivînan derket, destnimêja xwe girt û nimêja sibehê kir û paşê çû deng li malîya xwe bike, lê kete bîrê ew ketîye kincan.
Loma kerr paşta vegerîya jura runiştinê, li ser maseya xwe, ew tiştên xwe yên herroj bi xwe re digerand, têlefona destan, laptop û ew pirtûka teze dest bi xwendinê kiribû hildan xistine çenteyê xwe. Ya rastî dilê wî hebû taştêyeke mekem bixwe, lê qêmîşnekir malîya xwe ji xewa şirîn hişyar bike. Îro kêfa wî li cîh bû, dê biçûya hevalekî xwe yê berê, dema zaroktîyê bidîta. Hevalê wî piştî mektebê dest bi ticaretê kiribû û îro şirketa wî ya bi karê tekstîlê re mijul li gelek welatan şax vekiribû. Ji ber vê pêdivîya hevalê wî bi kesên nas û pêbawer hebûn da ku karê xwe bispêrê û pişta xwe pê germ bike. Lewra merivên xwemal nikaribûn xwe bigihînine her derê. Gava wî hevalê xwe li welat dîtibû, li ser van meseleyan hinekî peyivîbûn û dê ew ji bo şaxa wan a li Rusyayê vebe birêve bibe bişanda wir. Heke ev kara bibûya vî qaydî wî him dê bikaribûya li Rusyayê karek bidîta da ku bikaribe debara mala xwe bike û him jî seba li wir xebatên yên li ser kurdolojîyê bibûya derfeteke nedîtî, yê wê şunda li wê derê bimeşanda. Lewra ji çend sedsalan vir ve ye gelek berhemên Kurdî li wir dihatine xwedîkirin. Wekî navendeke serekeya Kurdolojîyê dihate qebûlkirin. Heke lê bihata û ev kara bidest bixista, dê zimanê Ruskî hîn bibûya û him jî dê ew merema xwe bianîya cîh.
Dema ji mal derkete derva pêrgî cînarê xwe yê li xanîyê hember rûdinişt hat, bi serê xwe silav dayê. Ya rastî ev du salan zêdetir bû cînarê hevdu bûn, lê dîsa jî hevdu nas nedikirin. Tenê carna kêf û halê hevdu dipirsîn, ew jî heke di nerdewenan de rastî hevdu bihatana. Îcar jî mîna her carê silav dane hevdu, hetta ji ber ku eceleya wî hebû qet bi deng silav nedayê, tenê hemangî serê xwe jê re hejand.
Berêka dunya sar dibû, berê, par û pêrar van çaxan zûva ye berf barîye, her der bi berfa çîl û qerqaş nixamtîye. Lê îsal emrê Xwedê hê berf neketîye, lê hişkî ye, hewa sar e, meriv dizane zivistan e. Gava sal weha sar û bê baran be, wê salê çêre û çandin xweş nabe. Dibe ku îsal jî ji wan salan be. Qet ev nedihate bîrê û bala wî nedikişand. Lewra êdî tu têkilîya wî bi çêre û çandinê re nemabû. Ya rastî wisa nebûbaya jî wî wisa dizanibû.
Ji bo xwe zutirkê bigîne civanê, çû ew dikana li koşa kolanê texsîyên korsan lê disekinîn yekê sîwarbû berê xwe da meqsedê xwe. Xwedê kirî ev texsîyên korsan jî hene. Qet nebe meriv di rojên tengasîyan de xwe diavêje berbextê wan û ji xezeba texsîyên din yên fermî difilite. Dema peya bû, hê li kuçe û kolanan meriv kêm bûn. Dibe ku hinekî ecele kiriye. Lê bira be, ji wê zirar nayê. Li seeta xwe mêze kir, ji heyştan re deh heye. Li milê rastê dukana sisyan simîtfiroş bû, xwe li wê girt çaxê kete hundir hewa germ rûyê wî alast, li fêza dukanê maseyeke vala hebû. Rast çû wir rûnişt, ji karson porstîyonek borekên Kurdan û îskanek jî şîr xwest. Dem ali hêvîya borekê rawestîya bû, lê nihêrî karkerên dukanê din av xwe de bi dimilkî dipeyivin. Paşê kete bîrê li Stenbolê pîyasa borekçîyan di destên Kurdên Çêwlikê de ye. Jixwe li Stenbolê borekên herî zêde jê hez dikir borekê Kurdan bû, lewra him tama wê pir xweş bû û him jî navê wê!
Taştêya xwe qedand û berê xwe da cîyê civanê. Ev semt bi qasî modernîya xwe ewqasî jî kevnare bû, ango du heb demên dijber, berê û nika din av xwe de diheband. Jixwe taybetîya wê ya herî ber bi çav ev bû. Miirov dikaribû du qernan tevayî li vê taxê bibîne. Avahîyê ku hevalê wî ji bo bîroya xwe kirê kiribû jî ji wan xanîyên kevn bû. Her çendî baş nizanibûya temenê wê çiqas e jî, ji hemû tiştên wê di hate zanîn ku pir kevn e. Lê baş hatibû restorekirin, mîna xanîyên teze li ser pîyan bû. Çaxê li qadê çaran ber derê pola rawestîya, hinekî bi kelecan bû. Pêlî zengila dêrî xist û rawestîya. Derî vebû û xortekî ew pêşvajî kir û derbasî hêla mêvanan kir. Hevalê wî hê nehatibû, lê hindik mabû bê, ji rojnameyên ser masê yek hilda û bê baldarî çavê xwe lê gerand. Nûçeyeke başa wî bikşîne tunebû, jixwe ew nûçe ji bo wî kevn dihatine hesabê. Lewra di înternetê de ewna hê duh xwendibûn. Tenê nivîseke şîroveyê bala wî kişand. Lê ew jî nexwend, divê gava hişê wî vala be bixwîne da ku kêr bê. Loma navê wê di hişê xwe de qeyd kir û derbas bû.
Bi qasî nîv seetê şunda hevalê wî Ehmed hat û derbasî odeya wî bûn. Piştî kêf û halê hevdu pirsîn, Ehmed jê re got di derheq şaxa şirketê ya li Rusyayê bi şirîkên xwe ve li hev nekirine, lê dê ji bo ev kara bibe bixebitin…

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder