Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

9 Aralık 2011 Cuma

XEWN


Murad Pola
muradpola@gmail.com
Kula zaroktîyê bû di dilê wî de bibû hîtekî mezin û tebatî nedidayê. Çi çax tena serê xwe bima, ji kar û barên rojane aciz bibûya, bigota ez hinekî westa xwe daynim, li ser pêşeroja xwe bifikirim, a mîratê ew kula wî dihat dikete bîrê, dilê wî diêşand, nedihîşt tiştek ber re derbas be û here. Ewê birîna bê xwîn hemû tişt li ber wî reş kiribû, ne jin û zar, ne mal û milk û ne jî nav û dengê dunyayê seba wî kêfxweşî û ji bo wê kula xedar derman bû.
Sibê şeveqê rabû, dema ji xew hişyar bû hê malîya wî ranebibû, hêdîka ji nav nivînan derket, destnimêja xwe girt û nimêja sibehê kir û paşê çû deng li malîya xwe bike, lê kete bîrê ew ketîye kincan.

Gavanê Gund û Jina Wî


Murad Pola
Demên berê li gundekî welatê me, şetelek li ser niştecihên gund de tê. Gellek salên dûr û dirêj hişkî çêdibe, şilî û baran nabare. Loma xelayeka zehf girin radibe û gelê heremê pirr perîşan û şepirze dibin. Çend sala ancax dikarin nanoziko îdara serê xwe bikin. Piştî vê xelayê her çendî baraneke zef gumrah dibare û zevî, çandinîyê wan piçekî rind bibin jî, hikmetê Xwedê wê salê jî nan/genimê wan tehl dibe. Gava gundî ji bo xwarinê genimê xwe dibin li aşê gund yê bi ava çem digerîya dihêrin û dikine ar, bi kêf û eşq tînin dipêjin lê dinihêrin nanê wan tehl e û bi vê ecêba giran û kovandar dihesin.
Gundî radibin diçin vê yekê bi mezin û rûhsipîyê xwe dişêwirin û dipirsin ka gelo ji bo vê çareserik heye yan na. Lêbelê gelê gundê belengazê ku debara xwe bes bi vî genimî û çend heb tarişê xwe yê din dikarin bidomînin, ji wir jî destevala vedigerin û di encamê de bilî xwarina vi arî tu çareke dinê peyda nakin.

Dizê Kone


Dizê Kone
Murad Pola
Rojekê dema siwarê hepsekî diçe ciyekî lê dinihêre li kêleka rê, merivekî hişkehişk pişta xwe daye zinarekî li rexê rê. Çaxê siwar vî halê mêrik dibîne kurmê pirskirinê dikeve dila, diçe çem vî merivê ku pişta xwe daye kevirê mezin û xwe nalivîne, silav dike û bi dilekî sax dibêje:
Heyran tu li vê derê, li ber vî zinarî çi pêşeyî? Ev çi rewş e?
Nizane ku ev meriv dizekî şaraza ye. Dizê kone bersiva wî dide û dibêje:
Ez qurban ev zinarê mezin ji ciyê xwe leqiyaye, heke ez pişta xwe ji ber bikşînim dê tot be, têkeve ber devê rê û asê bike. Ji ber vê ji sibehê de min pişta xwe daye ber da ku hol ne be. Lê mîratê ez wisa kesirîme, ji tîbûnê dev û gewriya min zuha bûye. Ku tu xêra xwe hinekî dewsa min pişta xwe bide ber wê ez jî li mehîna te siwar bim herim li kaniyê avê vexwim bêm dê zehf baş bibe. De tu û bextê te.

Hêviyên Piştşikestî


Murad Pola
Çima her gav rastî van bûyeran dihat? Wî jî nizanibû. Kengî dest biavêta karekî îlam di derekê de tewşiyek çêdibû. Gelek sal berê çaxê ku hê xortekî nû gihîştî bû, li gel hevalên hevtayê xwe bêyî ku xeberê bide malê, duayê dê û bavê ji xwe re têxe ciriya rêwîtiyê ji welêt revayabûne îçeriyê. Dema li otobozê sîwarbibûn û ji nav bajêr derketibûn kela wî tijî bibû, lê dê dîsa vegeriya. Bi vê dilê xwe aş kir. Çaxê li tehêla rê dinihêrî çi tişt û ciyê teze çav pêdiket mîna zarekî teze xeber dide nîşanî hevalên xwe dida, ji wan dipirsî. Bi vê rev û rêwîtiyê wî wetnê ji bindestiyê xelasdibû diçû azadiyê. Lewra ji ber ku nûxiryê diya xwe, delaliyê malê bû.

KURDCELL


KURDCELL[*]
Murad Pola
muradpola@gmail.com
Xeyal ji bo wî kar bû. Çawa mirov şeveqê ji xewê şîyar dibûn diçûn ser karê xwe, ew jî hema wisa her roj di hişê xwe de xeyalek çêdikir, pê şadibû, seba ku bigihêje encamê dûr û dirêj li ser difikirî. Gava xeyalê xwe rêk û pêk dikir, mîna qey êdî gihîştîye armanca xwe bextewar dibû. Dema heval û cînarên wî çav bi wî diketin digotin qey tu xem û kedera wî tuneye, li ser rûyê erdê kesê herî bextewar û serfiraz ew e. Çendekî vê yekê wisa berdewam dikir, lê nişkêva rojekê hişê wî dihate sêrî, tê derdixist ku tiştekî wisa, mîna xeyalê wî tuneye, vê carê ji binî ve diguherî dibû merivekî din, gunehê sêwîyên li ber dîwaran jî pê dihat. Gava meriv çav pê diket, ziravê merivan jê diqetî. Te digot ew ne merivê çendek li berya vê ye.

DÊRSIM welatê zef tê bihîstin û kêm tê nasîn


DÊRSIM
welatê zef tê bihîstin û kêm tê nasîn
Murad Celalî
muradcelali@gmail.com
Hinek mijar hene ku di deheq wê de nivîsandin ji bo mirov pir bi zehmet e. Dêrsim jî ji yek wan mijaran e. Lewra heya nika li ser Dêrsim, dîrok û niştecîhên wê de, bîr û bawerîyên gelê wê, serhildan û ciyawazîyên wê yên ku li tu derên dinê peyda nabin ji van egeran hinek in. Him gelekî zêde qala wê hatîye kirin, tê kirin û bi qasî wê jî kêm û xelet tê nasîn.
Dêrsim di erdnîgarîya Kurdistanê de herêmeke pir girîng e. Lewra him bi çîya û çemên xwe, bi gelî û newalên xwe ve, him bi bîr û bawerîya xwe ve û him jî bi zaravayê xwe Kirmanckî ve ji wan herêman dinê yên Kurdistanê vediqete. Herweha bi berxwedan û serhildanên xwe ve herdem di dilê hêzên dagirker de bûye kuleke xedar, hê jî şopa wê kulê tê xuyanê.
Di vê nivîsê de emê qala van tiştan nekin. Egera ku bû baîs ev nivîsa were nivîsîn pirtûka Andranîkê ermen e ku piştî ku ev camêr di sala 1888 de li Dêrsimê gerîyaye, ketiye nav gelê Kurd, li çîya û banîyên wê gerîyaye, di derheq bîr û bawerî, edet, jîyan û çanda mirovên heremê de agahî berhev kiriye û ev agahîyên xwe nivîsîye û li Tiflîsê di sala 1900 de di nav Yekîtîya Weşanxaneyên Ermenîyan de bi navê “Dêrsim, Çanaparbordûtyûn Yêv Aşxarbgrûtyûn” wekî pirtûk daye çapkirin.

DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ


DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ
Murad Celalî
Çavnasîya min a nivîsandina bi Kurmancî û herweha bi dîroka Kurd û Kurdistanê re ev nêzîkî deh û danzdeh salan e. Dema min teze dest bi zanîngehê kiribû, ji ber ku beşa ku min dixwend dîrok bû û piranîya wê jî ji dîroka tirkan pêk dihat, ew hemû mijarên dîrokê ku wekî ders didane me -çi dîroka dunyayê û çi jî dîroka heremeke kifş bûya- hemû li gor dîroka fermî ya dewleta Tirk a netewperest ji bo xwe dabû nivîsîn, dihate vegotin û nirxandin. A ji wê hingê mêj ve perwerdeya li zanîngehê ji bo min bû dergehekî teze û ez ji wê çaxê vir ve bûme danasê wan.
Li zanîngehê hemû ders li ser heman xîmî ava bibûn/bûne, tirk mezin in, mêrxas in, çengawer in û tu kes nikare xwe li ber wan rabigire û jixwe tirkek berdêla hemû cîhanê ye. Ji bo xwepesinandin û serbilindîyê tirkbûn bes e. Heke tu tirk bî, êdî pêwîst nake tu bibî xwedî rûmet û nirxekî din, lewra te hemû hêjahî ji bav û kalên xwe yên ku dunya û alem li ber bayê wan hejîyabû hildaye û ev gencîne ji te re wekî mîrateke bê hempa maye.