Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

9 Aralık 2011 Cuma

Hêviyên Piştşikestî


Murad Pola
Çima her gav rastî van bûyeran dihat? Wî jî nizanibû. Kengî dest biavêta karekî îlam di derekê de tewşiyek çêdibû. Gelek sal berê çaxê ku hê xortekî nû gihîştî bû, li gel hevalên hevtayê xwe bêyî ku xeberê bide malê, duayê dê û bavê ji xwe re têxe ciriya rêwîtiyê ji welêt revayabûne îçeriyê. Dema li otobozê sîwarbibûn û ji nav bajêr derketibûn kela wî tijî bibû, lê dê dîsa vegeriya. Bi vê dilê xwe aş kir. Çaxê li tehêla rê dinihêrî çi tişt û ciyê teze çav pêdiket mîna zarekî teze xeber dide nîşanî hevalên xwe dida, ji wan dipirsî. Bi vê rev û rêwîtiyê wî wetnê ji bindestiyê xelasdibû diçû azadiyê. Lewra ji ber ku nûxiryê diya xwe, delaliyê malê bû.

Loma dê û bavê wî nedihîştin ji ber çavên wan winda bibe, mîna zarên hevalê xwe rabe here çol û bestan bi têra dilê xwe bigere, bilîze. Tê bêjî êsîrekî li ber destan bû. Her dem dilê xwe diavête halê hevalên xwe û hezdikir ew mîna wan bi serê xwe û serbest be. Lê êdî îro ew firsend ketibû destan, dê ciyên teze, tiştên nû bidîta, dê xwe berda nav cîhaneke beyaniya rengîn. Yê bixebitiya, pere qezenc bikira, ji dê û bav, xwîşk û birayên xwe re xelat bianiya, ji malê re alav û hacetên nû bikiriya, lê herî pêşiyê dê teybeke mezin a mîna ya kurê cînar ji Stenbolê anîbû bikiriya. Lewra ev bibû keser dilê wî de ma bû. Çaxê mala cînar band diavêtine ser, çi dengekî rind ji mîratê derdiket û kêfa meriva pêra dihat. Dema ku dê ji îçeriyê vegere, der û cînarên li mal kombibûna, dê û bavê wî dê xwe bi kurê xwe qure bikirana. Ewê jî rabûya biçûya cem hevalên xwe, bi kincên xwe yê teze fors bikira. Dê ji wan re behsa wan derê lê geriyabû bikira.
Lewra berê, çaxê ku xortên diçûne bajarên îçeriyê -stembol, îzmir hwd.- ji xebatê vedigerîn dihatin û şêwr xweş dikirin behsa wan deran dikirin, di hişê wî de cîhaneke wisa fewqûlade, wisa bi xeml û rengîn diçilvilî ku nikaribû van hest û ramanê xwe bîne ziman. Gava çav bi kinç, sol û tiştên ji wan deran dihatin diket, dilê wî dikire kirekir, dilê xwe de dua dikir û digot ka gelo qet rojeke wisa yê bê, ez jî mezin bibim, mîna xelkê, van nûciwanên salixê wan deran didin herime wan deran, wan gul û gulistanan bibînim. Ji kêf û lezeta wê tam bikim.
Her çiqasî heta nika derneketibû rêwîtiyeke ewqasî dirêj jî ne aciz bibû ne jî paldabû. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj xwe dabûne vî warê xûrbetistanê. Berê ji bo lê bimînin, bisitirin ciyekî mayînê peyda kirin. Peyre ji xwe re çendekî li vî bajarê xerîbê mezin geriyabûn. Ji dû re her kesî ji bo xwe karek peyda kiribû û dest bi xebatê kiribûn. Ewî jî li gel hinek hevalên xwe di înşaetekê de dest bi emeletiyê kiribû.
Xebat lê bibû bela, lewra qet jî mîna xelayal dikir rind û hêsan nebû. Sibê zûtirkê radibûn, her kes diçû ser şixûlê xwe û wî jî berê xwe dida inşaetê. Li ber destê hostayê xwe diçû dihat, heya êvarê xêncî danê xwerin û vexwarinê hîç firsenda bihn vedanê tunebû. Loma emeletî jê re pir giran dihat. Ne dikaribû xerç çêke û tevde, ne jî dizanibû destiyê merê rind, bi fesal bigre. Lewma dest û tiliyên wî du, sê rojan de avgirtibûn, bibûne birîn. Kurt û kurmancî ew ne merivê van karan bû. Hostayê wî rojên sifte pê re dengê xwe nedikir û tişte jê re nedigot. Piştî çend rojan lê nihêrî ev berdestiya jê re dest nade û bi zar û zimanekî şirîn mesele jê re vegot:
-Ronahiya çavên min hela warê li kêleka apê xwe rûnê ez ji te re tiştekî bêjim.
Hat li kêleka hosta, li ser kaxizên çîmentoyê yên valabûyî rûnişt.
-Keremke apo guhê min li te ye.
-Lawo wekî tu jî dizanî, welatê me pirê merivan dunav in. Ji wan yek navê wanê rastiye ku dê û bavê wan lê dikin û navê wanê din jî piştî ku zar mezin dibin tevî nav milet dibin, xelk li wan dike. Ew navana jî li gor xuy û xeyset, zanebûn û nezanî, zîrekî û sistiya wan kesan li wan dikin. Gelek caran jî bûyereke ecêb diqewime û ew ji wan re dibe navê dudan. Ez zef dirêjnekim. A li gundê me jî merivek hebû. Navê wî yê rastî Cimo bû. Lê di nav milet de, pişta wî de jê re digotin Hêko. Cimo merivekî baş û zana bû. Lê mîrata rêveçûna wî lê bibû bela. Rêyeke seetekê, ew sê setan ancax diçû. Loma mîna mirîşka ku hêk tê de mabe giran giran dilivî û ji ber wê navê wî bibû hêko. Lê şixûlên din de merivekî pir jêhatîbû. A qisa te jî ev e. Tu xortekî baqil û delalî, lê ev emeletî, şixûlên giran ne kar û pêşên te ne. Bi ya min tu ji xwe re şixûlekî sivikê ku taqeta te bigihêjê, tu bi hêsanî bikaribî bikî bigere.
Ji xwe wî jî dizanibû nikare di vî karî de bixebite û di loqantekê de xebitî. Firaq û folê aşxanê dişûşt. Ew jî nebi dilê wî bû, nerind bû. Ji ber ku bîhna xwerekan zef bû çend rojên pêşîn madê wî hatibû girtin, nan berda nediçû. Don û zihûma firaqan zorekê lê diçû û hingî di avê de diman destên wî pîrotangî dibûn. Lê qet nebe ji karê din hêsantir bû. Dîsa di çend rojan de jiyan li ber çavan reş bibû. Digot qey ji behiştê reviya ye dojehê. Bîrya dê û bavê xwe kiribû.
Erê îro êdî ew roja hêvî dikir, li bendê bû û xewn û xeyalên wî xemilandibûn li ber destan bûn, ew li wir tenişta wî bû. Lê ne wisa bû, belê jiyana, cihana hestên wî hilweşiyabû, winda bibû. Ew hestên wî yê xwerû û paqij gemar girtibû. Di vê jiyana tevliheva aloz de her çendî hingî diçû fêrî liv û tevgerê heyata vir bibûya jî, ligel vê gelek hêjahî û nirxên wî yê ku li wî welatê xwe yê piçûkê hê xerab nebibû hînbibû, ji malbata xwe ya durûtî neketibûyê fêr bibû dimehiyan û pûç dibûn. Te digot qey ketiye nav kevêrin aş, bi her veger û fetla berên aş ve hinekî dinê hûr dibû û dihate hêran ê.
Roja nedixebitî serê xwe hilda çû li ber behrê. Li qiraxê behrê dêna xwe da avê, keştiyên li ser behrê nihêrî, merivên ji xwe re masî digirtin, keç û xortên li ber avê temaşe kir. Nişkêva lê nihêrî merivekî nas li ber re derbasbû. Ev hevalê wî yê zaroktiyê bû. Ev çend sal bûn mala wana ji welêt barkiribûn hatibûne wir. Lê wî hevalê xwe naskiribû. Bi dengekî gazî kirê; Keleş! Hevalê wî rawestiya û li der dora xwe mêzekir, tu kes nasnekir. Çaxê kir ku here dîsa wî gazî kir, erê xweyê deng naskiribû. Xwe avêtine hemêza hevdu. Li ser kursiyê qiraxê deryayê rûniştin. Hal û hewalên hevdû pirsîn. Rojên berê anîn bîra xwe. Li vê derê xencî diya wî her kes dixebite. Herdû xwîşkên wî di konfeksiyonê de dixebitin, kekê wî şofêriyê dike, bavê wî di fabirqeyekê de begçî ye, zarên piçûk diçine mektebê û ew jî di pazarê de textekî wî heye li ser kincan difroşe. Îro naxebite. Hevalê xwe yê zaroktiyê hilda bire malê.
Taxa wan hema mîna ya gundê wan bêpergal e, pirê wan jî kurd in. Ne rê, ne kuçe û ne jî kolanên semtê wan bi rêk û pêk in. Kifş e li vê derê jî bê xwedî ne. Mal hema mala berê ye. Lê ziman, deng guherîne. Xêncî herdu kal û pîra, yên din tenezûlî kurmancî nakin. Bi wî re tirkî xeberdidin. Xwedê kirî ev çend mehe li vê derê ye, tirkiya wî jî hinekî baş bûye. Naxwe yê li cem wan gundiyên xwe şerm bikira.
Êdî têderxistibû herdem xeyal, hêvî û rastî bi hevdû nayên. Ketibû ber bayê çend hevalan, hinek pesn û çîrokên nerast û bibû rêwiyê vê rê. Rêya ku tijî kelem, asteng… Lê gotî ceribandinên vî cûrî pêkbên ku meriv bikaribe fêr be, bikemile. Qedrê welat, hebûn û hêjahiyê xwe bigire. Loma bav kalan gotibûn; “kevir li ciyê xwe giran in.” Dema meriv bikeve ber destan, hewcî xelkê be, li destê wan binihêre dibe serhevda serê gelê xwe û pêkeniyê xerîban. Êdî dizanibû warê xelkê ji merivan re nabe war.
Rojên wî yê li vî welatê biyanî yê bê serî û bê pergal jî weha ew ligel keseyatiya wî ya tenika hê rind necebirîbû hûr dikir dipirçiqand. Kengî ji bin barê giranê kar derketa ji bo hinekî bîhnvede xwe berdida kuçe û kolanên vî welatê mezinê ku te digot qey niştecihên wê bi qasî ku ji hevdu xerîbin ewqasî jî ji hevdu re neyarin. Piraniya merivan şixûlên xwe bi vir, sextekarî û bêbextiyê digerandin. Ne karmend ne jî karkir karê xwe durist pêk dianî. Her kes di hêla xwe de li benda xwetakirin û xapandina yê din bû. Bi çavê neyarî li hevdu dinihêrin, her kesek ji yê din dikete şikê, heskî hevkar be heskî jî cînarê hevduyên salên dûr û dirêj bin jî bi hev emîn û ewle nedibûn. Dema di navbera gelê ku her ferdekî wê ji yên din cûda, her cûre meriv têde hebûn de digeriya bîhna wî hê tengtir dibû û diçikiya.
Gava ji gerê vedigeriya hê bargirantir, sewtketî û westiyayîtir dibû. Bi bendewariyeke din berê xwe dida hêla hevalên xwe yê hevrêyê vê rêwîtiya berve bi bîra bêbinî. Lê ji wir jî bêhêvî û çok şikestî difetilî. Ji lewra vê axê rengê xwe dabû reng û rûçikê wan hevalên wî yê berê yê nûbeyanî. Durifê wan jî qulipîbû li ser yên merivên vê derê. Bi zimanekî beyanî diaxivîn, bi nêrîneke neyarî dinihêrîn û bibûne koviyên daristana vê şaristaniya ne medenî...


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder