Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

9 Aralık 2011 Cuma

Gavanê Gund û Jina Wî


Murad Pola
Demên berê li gundekî welatê me, şetelek li ser niştecihên gund de tê. Gellek salên dûr û dirêj hişkî çêdibe, şilî û baran nabare. Loma xelayeka zehf girin radibe û gelê heremê pirr perîşan û şepirze dibin. Çend sala ancax dikarin nanoziko îdara serê xwe bikin. Piştî vê xelayê her çendî baraneke zef gumrah dibare û zevî, çandinîyê wan piçekî rind bibin jî, hikmetê Xwedê wê salê jî nan/genimê wan tehl dibe. Gava gundî ji bo xwarinê genimê xwe dibin li aşê gund yê bi ava çem digerîya dihêrin û dikine ar, bi kêf û eşq tînin dipêjin lê dinihêrin nanê wan tehl e û bi vê ecêba giran û kovandar dihesin.
Gundî radibin diçin vê yekê bi mezin û rûhsipîyê xwe dişêwirin û dipirsin ka gelo ji bo vê çareserik heye yan na. Lêbelê gelê gundê belengazê ku debara xwe bes bi vî genimî û çend heb tarişê xwe yê din dikarin bidomînin, ji wir jî destevala vedigerin û di encamê de bilî xwarina vi arî tu çareke dinê peyda nakin.


Lewma xelkê gund, neçar dimînin wê salê heya ev genimê wan biqede vî arî bixwun. Gelê gund bêgav jî hedî hêdî hînî vî nanê tehl dibin. Lê jina gavanê gund, her roj gava dibe êvar, gavan naxirê tîne û di nav gund de mal bi mal digere nanê para xwe berhev dike tê malê, dibe kutekuta jina wî dibêje ev nana zehf tehl e, qet nayê xwerin, ez êdî îdare nakim, divê/gotî tu ji min re nanê din bînî. Gavanê reben heya êvarê li pey dewêr dibeze û sewt dikeve, êvarê dema tê malê hinekî bîhna xwe bistîne, îcar jî jina wî dest pê dike û rihetîyê nadê. Her roj hal û madê gavan û jina wî ev e.
Rojekê dîsa gava jinik gazinê xwe dike û dibêje ka lê tu li çolê vî nanî çawa dixwî. Wê çaxê gavan dibêje li çolê ez nanê xwe dikime kulor paşê dixwum. Loma qet tehl nîne, mîna şekir şêrîn dibe. Hezkî dilê te hebe tu jî rojekê bi min re were çolê, ber dewêr wê hingê ezê hînî te bikim ka ev nanê tehl çawa dibe kulor û ji wê şun de tu jî li malê ji xwe re ji wan kulora çêke û ji vê zûryê xelas bibe.
Jina gavan şaş û metel dimîne û gellekî mereq dike ka gelo ev nanê tehl ê mîna jehrê li çolê çawa dibe kulor. Lewma pêşnîyaza hevserê xwe dipejirîne. Sibetirê berbangê ligel gavan jina wî jî pê re diçe ber naxir. Çaxê ro serê xwe derdixe cîhanê germ dike, naxir xwe digihîne cîyê çêregeh û mêrgan. Jinik lê dinihêre ro derket, ji gavan re dibêje de ka em taştêya xwe daynin xwerînîya xwe bikin. Lê gavan -di dilê xwe de dibêje tê nika bibînî-, gotina wê qebûl nake û dibêje hê nan nebûye kulor. Xêlekê şûn de jinika ku heroj van çaxa li malê hê zûda taştê xwarîye dibêje de êdî em taştêya xwe bikin, nika bûye kulor. Gavan dibêje qîzê tu çi wisa ecele dikî ne ez zanim kengî çêdibe. Ro qasî bejnekê bilind dibe û ji ber ku li pey çêlek, nogin û canegeyên naxirê de bezîyane jinik sitara wê namîne, êdî taqeta wê tune xwe bilivîne û ji birçîna dilê wê li hev dikeve. Gavan lê dinihêre jinikê terbîya xwe hildaye, wextê taştê hatiye û ji pîreka xwe re dibêje de tûrê me bîne em taştêya bixwun, nika bûye kûlor. Ji ber ku jinik pirr birçî bûye çawa nanê xwe dike hop dixwe, lê dinihêre qet mîna heroj tehl nîne û ji gavan re dibêje; ev tiştekî çawa rinde, çawa xweşe! Lê dema hêdî hêdî zikê xwe têr dike, berêka tama nan mîna hergav tehl dibe û dibêje ka ev dîsa tehl bû. Wê çaxê gavan jê re dibêje: Lê ji sibê de tu li pey dewêr revîyayî û birçî bûyî. Lewma cara pêşîn ji te re şêrîn hat. Gava te têr xwar jî tehl bû. Her roj tu weha mîna min biwestî û birçî bibî dê ji te re jî mîna kulora şêrîn be.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder