Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

6 Aralık 2010 Pazartesi

Adat û Rusûmatnameê Ekradiye û çend gotin*

Geşedana di warê jinûveweşandina berhemên Kurdî yên di bin xweliya dîrokê de mane hêviyê dide mirov. Ji ber kêmbûna berhemên Kurdî –yan jî ji ber ku winda bûne, negihîştine roja me- yên nivîskî û qedîm, divê em wanên heyî wekî zêrê zerîn bizanibin û wisa li wan xwedî derkevin. Bi rastî ji van berhemên giranbiha, di mijara xwe de tekane ya Mela Mehmûdê Bazîdî (1799-1867) "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" ye. Ev pirtûk li ser jiyana Kurdan ya civakî berhema herî pêşîn e ku bi destê Kurdekî hatiye nivîsîn. Piştî ku Mela Mehmûd li Erzeromê A. Jabayê (1803-1894) ku balyozê dewleta Rûs e nasdike, di jiyana wî de herwiha di dîroka edebiyata Kurdî de jî qonaxeke nû dest pê dike. Dema A. Jaba ji Mela Mehmûdê Bazîdî fêrî Kurdî dibe, berêka dibe çavnasê wêjeya Kurdî jî. Loma seba berhevkirina berhemên Kurdî helanan dide Bazîdî û di encama vê de gelek berhemên ku îro bingeha klasîkên wêjeya Kurdî pêktînin di encama vê têkiliyê de ji windabûnê xelas bûne û gihîştine navenda Kurdolojiyê. Lewra Mela Mehmûdê Bazîdî berhema hêja û giranbiha Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Yûsif û Zuleyxaya Selîmê Silêman, Leyla û Mecnûna Harisê Bedlîsî, Şêx Sen’anê Feqiyê Teyran, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş wekî çîrokî nivîsandine. Piştre A. Jaba ew derbasî alfabeya Latînî kirine, wergerandine Frensî, pêşgotinek ji wan re nivîsandiye û ew ji Akademiya Zanistî ya Petersbûrgê re şandine.(1)
Wekî ji vê jî tê fêmkirin Mela Mehmûdê Bazîdî merivekî xwendî û dinyadîtî bû. Ji bilî zimanê Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî jî dizanibû. Di jiyana xwe ya rojane de merivekî çalak bûye, bi karê bazirganiyê re jî mijûl bûye. Lewma civaka xwe gelekî baş nasdikir û çavkaniya adet û baweriyên Kurdan qenc dizanibû. Em vê yekê di "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" de bi awayekî eşkere dibînin. Çawa ku me li jor jî qala wê kir Mela Mehmûd merivekî çalak bû, lewma li cem dewleta Osmanî jî merivekî serpêsekinî bû. Di serhildana Mîr Bedirxan ya di sala 1847an de ji hêla dewleta Osmanî ve ji bo navbeynkariyê bike hatibû şandin. Wekî din meriv pê derdixe ku navbera wî bi Siltan Evdilmecîd re xweş e. Lewra di "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" de dua dike dibêje edaleta wî berdewam bike. Lê ji ber ku mijara vê nivîsa me ne hûrgiliyên jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî ne em zêde pê de naçin, emê tenê navê berhemên wî bidin û derbasî mijara xwe bibin.
Mela Mehmûdê Bazîdî cara pêşîn pirtûka Şerefxan Bedlisî Şerefnameya ku qala mîrektiyên Kurdan dike ji Farisî wergerandiye Kurdî. Lê li gor ku Ziya Avcı di nivîsa xwe de dibêje, zimanê wê pir baş e û ji bo mirov bikaribe di heqê Kurmanciya wê demê de bibe xwedî fikrekî derfeteke gelekî baş e. Lê di hinek ciyan de di ser mijaran re qeviziye, wernegerandine û hinek cî jî bi kurtasî wergerandine. Ev wergera Mela Mehmûdê Bazîdî ya Şerefnameyê bi pêşgotina Qanadê Kurdo û J. C. Musaelyan ve wekî destxet di sala 1986an de hatiye çapkirin. Di sala 2007an de jî ew destxet ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatiye transkrîbekirin û ji aliyê Weşanxaneya Spîrêzê ve li Duhokê hatiye weşandin.
Berhemên Mela Mehmûd
Kitêba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan: Li gor agahiyên heyî, Mela Mehmûdê Bazîdî di vê pirtûka xwe ya ji yazdeh beşan pêk tê de li ser mîrektiyên Kurdan rawestiye û qala bûyerên di navbera salên 1785 û 1857an de qewimîne kiriye. Lê mixabin ev pirtûka ku di sala 1857an de hatiye nivîsîn winda bûye. Tenê pêşgotina wê ya ji pêncî rûpelî pêk tê ji teref A. Jaba bi bal Frensî ve hatiye wergerandin û em wisa di heqê naveroka wê de dibine xwedî agahî. Hêviya me ew e ku ev pirtûka bi qasî hezar rûpelî were peydakirin û em jê îstifade bikin.
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye: Ev pirtûka Mela Mehmûdê Bazîdî ya herî hêja ye. Lewra herçendî qilafetê wê piçûk be jî, bi naveroka xwe ve têr tijî ye û ji bo nasîna civaka Kurd, Adet û kevneşopiyê wan gelekî girîng e. Ev pirtûka hêja jî bi destê A. Jaba bo Frensî hatiye wergerandin. Herwiha di sala 1963an de Rodenko ev pirtûk li Moskovayê bi Ruskî daye weşandin.
Ferhenga Kurdî-Frensî (Dictionnaire Kurde Francais): Ev jî ferhengeke Kurdî û Frensî ye. Mela Mehmûdê Bazîdî û A. Jaba ev berhama bi tevayî amade kirine û çap bûye. Wekî pirtûkên Mela Mehmûd yên din, Kurdiya vê jî bi tîpên Erebî ye.
Ferhenga Kurdî ya Devoka Hekarî-Rewendî: Ev pirtûka piçûk ji 49 rûpelan pêk tê. Mijara wê hinek taybetî û cihêtiyên di navbera devokên Kurmanciya Hekariyê û Rewendiyê de ye. Destxeta vê di sala 1858an de bi destê merivekî bi navê Şehnezer hatiye nivîsîn. Di sala 1858an de Frensiya wê jî hatiye weşandin. Herwiha di sala 1984an de ji teref Prof. Maruf Xeznedar ve hatiye serastkirin û ji nû ve çap bûye.
Ferhenga Kurdî-Rûsî-Frensî û Rûsî-Frensî-Kurdî: Mele Mehmûdê Bazîdî, ji bo amadekirina vê ferhenga Kurdî-Rûsî-Frensî û Rûsî-Frensî-Kurdî alîkariya A. Jaba kiriye. Ev ferhenga ku ji 15.000 kelîman pêk tê mixabin heya îro çap nebûye. Lê tiştê hêviyê dide meriv ew e ku ev pirtûk li Akademiya Zanistî ya Petersbûrgê hatiye parastin. Tê hêvîkirin ku di demeke nêz de were weşandin.
Rêzimana Erebî Bi Zimanê Kurdî: Navê wê yê rastî ‘Serf û Be’dê Usûl Lazimeyê Te’lîma Bi Zimanê Kurmancî’ ye. Elî Teremaxî (1591-?) di destpêka sedsala 17an de ew nivîsiye. Mele Mehmûdê Bazîdî ew pirtûk li cem melayekî xelkê Hekariyê peyda kiriye, ji nû ve rêkûpêk kiriye, nivîsandiye û pêşgotinek jî jê re amade kiriye.
Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan: Ev berhema hêja ya Mele Mehmûdê Bazîdî, ji sê meqale û çil çîrokan pêk hatiye û wekî kitêb bi hev re hatine çapkirin. Ji van hersê gotaran yek qala eşîrên Kurdan dike û der heqê jiyan û adetên wan de agahiyan dide. Di gotara dudan de jî qala heşt şairên Kurdan dike. Gotara sisêyan jî danasîna pirtûka Elî Teremaxî ya der heqê rêzimana Erebî de ye. Beşa dinê ya pirtûkê jî ji çil çîrokên bi îbret pêk tê.
Çavdêriyek li ser Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
Di vê nivîsê de armanca me ne ew e ku em qala jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî bikin û yan jî berhemên wî danasînin. Lewma em bi kurtasî qala van dikin û derbasî mijara xwe dibin.
Di meha Gulanê de Weşanên Nûbiharê berhemeke hêja ya ji gencîneya Kurdî derxiste ronahiyê. Ev berhem Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ya Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bi rastî Nûbiharê bi jinûveweşandina klasîkên Kurdî karekî qenc kiriye û bi weşandina vê berhemê jî ev xebata xwe berdewam kiriye. Amadekarî û lêkolîna vê xebatê Jan Dost kiriye. Birêz Jan Dost beriya vê jî li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî xebitîbû û bi Kurmanciya îro di nav Weşanên Avestayê de dabû weşandin. Herwiha bi helbest, roman û çîrokên xwe ve jî tê nasîn. Ev pirtûk nêzîkî 390 rûpelî ye, ji bilî pêşgotinê, wekî sê beşan hatiye amadekirin. Di pêşgotinê de Jan Dost qala xebat û lêkolînên rojhilatnasan yên di barê Kurdan û Kurdî de dike. Piştî wê behsa jiyan û berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî dike û di barê A. Jaba û têkiliya wî ya bi Mela Mehmûdê Bazîdî re agahiyan dide. Pey vê re li ser xebatên vê berhemê radiweste. Herî dawîn jî qala rêbaz û xebata xwe ya li ser vê berhemê dike. Di beşa pêşîn de tîpguhêziya metnê eslî cih digire û piştî wê jî Kurmanciya wê ya îro tê pêşkêşkirin. Jan Dost ji bo beş û mijar ji hevdu veqetin û baş bên fêmkirin ji bo her beşekê sernavek daniye û li ciyên pêwist dîtiye di jêrenotan de şîrove kirine û agahî dane. Seba bingeha van tiştên qala wan tên kirin werine peyitandin ji şairên Kurd mînak dane. Ev ji bo fêmkirina metnê eslî pir bi kêrî mirov tê. Di beşa dudan de jî lêkolîn û xebatên cihê yên di barê Adat û Rusûmatnameê Ekradiye de ji teref kesên cihê cihê ve hatine amadekirin hene. Herwiha ji berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî hinek beş ji bo nimûne hatine dayîn. Ev beşa jî seba xwendevan di heqê dîroka vê xebatê de, girîngiya wê ya di pirtûkxaneya Kurdî de nîşan dide. Wekî din kesê vê pirtûkê bixwîne dikare bi hêsanî di heqê xebatên wan kesên xerîbên li ser berhemên Kurdî bibîne û dibe ku ev yeka ji bo wan bibe helan û li ber van xebatan pozê wan bişewite û şerm bikin. Di beşa dawîn de bi tîpên Erebî eslê pirtûkê heye. Bi rastî ev beş ji bo kesên dikarin tîpên Erebî bixwînin baş e û ji bo meriv muqayesa navbera metnê bi tîpên Latinî û Erebî bike derfeteke baş e.
Ya rastî beriya vê min Adat û Rusûmatnameyî Tewayîfî Ekradiye bihîstibû, bes heta îro ji serî heta dawiyê nexwendibû. Lê gava min ev pirtûk xwend, pirtûk ji bo min bû mîna tiştekî li erdê dîtî. Çawa meriv tiştekî xwe winda bike, ji ber vê li ber bikeve û rojekê gava gûr û gumana xwe jê birîbe, bêje êdî nayê dîtin lê nişka ve derkeve pêşiyê, ya min jî ev mesele ye. Lewra hemû adet û baweriyên qala wan tên kirin di jiyana min a rojane de derdiketine pêşiya min, di nav gotin û şêwran de dihatine bihîstin. Ji van tiştan ezê qala çend heban bikim. Li hêla me Serhedê, dema mezin li ber zarokan bigerin, dê û xwuşk ji bo zarok û birayên xwe yên nexweş dua û laveyan dikin, li ber dilê wan tên dibêjin ez li dora te bigerim. Gava min ev pirtûk xwend jêdera vê gotinê û tiştê ji vê baweriyê re bûye bingeh ji bo min derkete holê.(2) Herwiha gava du meriv li ser meseleyekê li hevdu nekin, têkevine nîqaşê û yan bibezine hevdu, ji wan re tê gotin: Hûn çima dikevine cînaqê. Gava min ev pirtûk xwend min dît ku ev ji lîstikeke berê di nav Kurdan de hebûye maye. Li gor vê du meriv hestiyekî du nikul tînin, ango mîna heçî û çetel, her yek bi aliyekî de digre ber bi xwe ve kaş dike. A hestî di destê kê de bişkê ewê din jê dibe. A ev gotina îro di nav Kurmancan de bûye biwêj û ji bo bigirvekş û nakokiyan bi mecazî tê bikaranîn.(3) Ji van tiştan ezê yeka dawîn jî bêjim bes e. Lewra wisa nebe divê ez ji hemû tiştan re mînakekê bidim, ev jî ji bo nivîsekê ne pêkan e. Dema meriv, hay ji tiştekî tunebe, di heqê meseleyekê de bibêje ez mezûr im, ji bo parastina xwe dibêje: Çima min pîlê xwe bîn kiriye û min destê xwe bîn kiriye. Di vê pirtûka hêja de jêdera vê jî heye.(4) Bi rastî ev gotin û adet îro jî di nav me Kurdan de hene. Lê heya niha kesek li ser nesekiniye, mereq nekiriye ka gelo ev çi ye û ji ku derketiye. Piştî min ev xwend min çû ji mezinan pirsî lê tu bersiveke baş nedane min. Lewma ez vê pirtûkê pêşniyarî hemû Kurdan dikim.
Di vê pirtûka xwe de Mela Mehmûd hemû tişt bêyî guherandin, hema çawa be wisa nivîsîne. Heta di gelek ciyan de dema qala hinek bawerî û adetan dike wana wekî kevneşopiyên cahiliyeyê bi nav dike û rexne jî dike. Ev jî ji bo nirxandineke baş rêbazeka qenc e. Ji bilî vê, zimanê berhemê gelekî hêsan e, îro kesekî bixwîne bê zehmetî dikare têbigihîje.
Lê divê ez vê jî bêjim hinek tişt jî wekî umûmî hatine nîşandan, bi baweriya min ev ne rast e. Bo mîna Mela Mehmûd dibêje: Ekserêd Ekradan bi navê dayan têne gazîkirin. Mesela: ‘Eloyê Fatimê, Simoyê ‘Eyşê, Reşoyê Helê."(5) Ya ez dizanim, ne bi piranî lê bi îstisna meriv wisa bi dayika xwe têna nasîn. Ew jî heke bavê wan zû de, hê dema zarok bin miribe û yan jî diya wan jineke wekî mêran be, hukmê wê li ser mêrê wê hebe, wisa jin deng dide û zarokên wê bi wê tên nasîn. Herwiha di mesela kumreşiya mêran ya ji bo dê, xwuşk û jinên xwe de jî wisa mînakên îstisnayî wekî rewşa gelemperî hatiye nîşandan.(6)
Piştî vê ez dixwazim der heqê vê nusxeya hatiye weşandin de jî çend tiştan bêjim. Bi qasî min dît, kesê ev metnê bi tîpên Erebî nivîsiye nehatiye diyarkirin û ne kifş e ka di çi demê de hatiye nivîsîn. Wekî din gelo navê pirtûkê yê resen Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ye yan Adat û Rusûmatnameyî Tewayîfî Ekradiye ye? Ji van kîjan rast e? Herwiha di metnê rastî de navê nivîskar wekî Mela Mehmûdê Beyazîdî hatiye nivîsîn yan Mela Mehmûdê Bazîdî ye? Lewra gelê Bazîdê tu car nabêjin Beyazîdî. Evna bihatana diyarkirin dê baştir bibûya. Li gel vê bi baweriya min divê ew metnê ku tîpguhêziya wê hatiye kirin bêyî şîrove, jêrenot û kevanokên di nav hevokan de bi xurî bihata weşandin, ew şîrove û agahiyên pêwist di wê beşa ku metin bi Kurdiya îro hatiye pêşkêşkirin bihatana dayîn. Bi vî qaydî xwendekar ê bi tena serê xwe metin bixwenda û ji bo wî derfeta muqayeseya Kurmanciya wê demê û îro derketa holê.
Beriya vê jî me got, jêrenot û şîrove kêrhatî ne. Lê mixabin di hinek ciyan de zimanê hatiye bikaranîn lê nehatiye û bi baweriya min bêhurmetiyeke mezin li muxateb bûye. Bo mînak dema qala jêdera peyva Kurd tê kirin ka gelo ji ku hatiye, wateya wê çi ye, wê çîroka bê bingeh a der heqê Hz. Suleyman û qerwaşên wî tê neqilkirin: "…di dema Hz. Suleyman de, komek cin bazdane ser kinîze cêriyên Hz. Suleyman…"(7) Herweha ev peyv di rûpela 107an de dîsa tê bikaranîn. Bi baweriya min divê ev rîwayeta bê bingeh –ya rastî di heqê esl û zimanê Kurdî de baweriya Mela Mehmûdê Bazîdî ji binî ve xelet e, lê ev ne mijara me ye- bi zimanekî munasib bihata diyarkirin. Lewra ev berhemeke ciddî û ilmî ye, divê li gor rê û rêbaza wê bihata nivîsîn. Jixwe wekî di vê kitêbê de jî derbas dibe û nivîskar jî ji bavê xwe mînak dide, di civakê de ji bo xeberdan û şêwr bi edeb be, peyvên munasib tên bikaranîn.(8) Lê wekî îddiaya nivîskar ev ne ji bo neyê fêmkirin, berevajî vê wekî nîşana exlaqekî bilind tê dîtin.
Di rûpela 121an de dema qala zikatê dibe, Jan Dost di heqê zikatê de agahiyê dide û mixabin di wê de xeletiyek kiriye. Ew dibêje: "Li gor şerî’etê, zekata mal, yanî ya pereyan ji sedî bîst û pênc e, ango ji çilî yek e, weke ku Beyazîdî dibêje." Lê ka hûn hesab bikin, ma "ji çilî yek" û ji "sedî bîst û pênc" eynê tişt in? Di hevokê bi xwe de nakokî heye. Ya rast divê ji sedî didu û nîv bûya. Ev xeletiyeke maddî ye. Dîsa di vê jêrenotê de ji bo çêlekan/dewaran dibêje pezê reş. Bi qasî ez dizanim ji bo dewaran ango ga, gamêş û çêlekan pez nayê gotin û herweha ji bo pêz jî peyva reş nayê bikaranîn, ji bo wê peyva qer tê gotin.
Di vê pirtûkê de çend tişt bala min kişandin, ji wan yek peyva urtê ye ku -wekî orta hatiye nivîsîn- tê wateya esl, malbat, ocax û sulaleyê. Lê di vê lêkolînê de wekî nirx û îtibarê hatiye manekirin. Mîna vê tiştekî din jî di heqê tewilandina hespan de derketiye holê. Jan Dost gotiye: "Tewîle jî axura hespan e." Gava meriv vê dixwîne, peyv di hişê meriv de baş rûnanê. Lewra tewl, tewilandin ji bo li derva, li çolê nav mêrg û çayiran tên bikaranîn. Bo mînak dibêjin: Ka vê sika hespê hilde bibe di nav wê hêşînahiya han de bitewilîne. Bi min divê hinekî din jî bihata diyarkirin.
Herwekî din di pirtûkê de hinek kêmasî û xeletiyên nivîsê jî hene. Navên taybet, hinek caran bi tîpên mezin dest pê dikin û carna bi yên piçûk. Navek bi çend awayan hatiye nivîsîn. Bo minak navê Minorsky di rûpela 7an de wekî Minosrky, 8an de wekî Mînorskî û di 99an de jî Mînosrky hatiye nivîsîn. Di jêrenotan de ji hinek peyvan tîp ketine, lewma xelet derketine.
Lê li gel van kêmasiyan dîsa jî bi saya lêkolîner Jan Dost û Nûbiharê berhemeke hêja û giranbiha gihîştiye berdestê me. Mala wan ava be. Dê keda wan winda nebe. Bi van nirxandinan armanca me tenê ew e ku ev çewtî di çapên din de werine serrastkirin û berhemeka tekûz derkeve holê.
JÊRENOT: 1) Ziya Avcı, Mele Mehmûdê Bazidî, http://www.kovarabir.com/mele-mehmude-bazidi-1799-18672) Mela Mehmûdê Beyazîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Jan Dost, r. 102, Nûbihar, Stenbol, 2010.3) H.b, r. 91.4) H.b, r. 132.5) H.b, r. 98.6) H.b, r. 105.
* Ev nivîs ji hejmara 112an a Kovara Nûbiharê hatiye girtin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder