Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

9 Aralık 2011 Cuma

Dizê Kone


Dizê Kone
Murad Pola
Rojekê dema siwarê hepsekî diçe ciyekî lê dinihêre li kêleka rê, merivekî hişkehişk pişta xwe daye zinarekî li rexê rê. Çaxê siwar vî halê mêrik dibîne kurmê pirskirinê dikeve dila, diçe çem vî merivê ku pişta xwe daye kevirê mezin û xwe nalivîne, silav dike û bi dilekî sax dibêje:
Heyran tu li vê derê, li ber vî zinarî çi pêşeyî? Ev çi rewş e?
Nizane ku ev meriv dizekî şaraza ye. Dizê kone bersiva wî dide û dibêje:
Ez qurban ev zinarê mezin ji ciyê xwe leqiyaye, heke ez pişta xwe ji ber bikşînim dê tot be, têkeve ber devê rê û asê bike. Ji ber vê ji sibehê de min pişta xwe daye ber da ku hol ne be. Lê mîratê ez wisa kesirîme, ji tîbûnê dev û gewriya min zuha bûye. Ku tu xêra xwe hinekî dewsa min pişta xwe bide ber wê ez jî li mehîna te siwar bim herim li kaniyê avê vexwim bêm dê zehf baş bibe. De tu û bextê te.

Dilê siwarê dilpak pê dişewite û dibêje ew çi gotine û di dilê xwe de dibêje ev çi merivekî xêrxwaz û ji Xwedê bi tirs e, seba xelkê ketiye çi rewşê. Diçe li ciyê wî rûdinê pişta xwe dide kevirê mezin dibêje: “De tu here ava xwe vexwe û wer e.”
Dizê ku ew xêlek bû dema lê nihêrî ha wa ye siwarek ji wê de tê li ber kevir runiştibû, ji dewsa xwe rabû û got hema lezekê şûnda ez vedigerim, nebî nebî tu pişta xwe bilivînî! Xwedê neke hem tuyê di bin de bimînî hem jî dê rê bixitimîne. Û radibe li mehîna avis ya mêrik siwar dibe diçe.
Mêrikê belengaz bi dilekî sax li benda vegera diz dimîne. Seetek dibûre dudu dibihure dibe nîvro, esir, lê hê mêrik venegeriya ye. Mêrik ditirse xwe ji ciyê xwe bilivîne, lewra dibêje dê li ser min de bê û biperçiqîne. Gava tê derdixe ku hatiye xapandin êdî diz ji dest derketiye. Dike axe ax û çongê xwe dikute.
Dizê ev salên dûr û dirêj e di nav karê xapandin, dek û dolaban de ye, bi kêf dikeve rê berê xwe dide gundê xwe, li ser rêya xwe rastî cotkarekî tê bi du ga ve zeviya xwe şov dike. Dêna xwe didê herdu gayê wî cotkarî pir xas in, xwe bi wî digre diçe cem. Hinekî xeberdidin, gotinek li vir tê yek ji wir tê diz ji cotkar re dibêje birakê ez ji rêyeke pirr dûr têm, loma wisa hafiyame/westiya me nikarim xwe li ser xwe bigrim. Eger tu ji min re herî dîze girar bînî ezê vê mehîna xwe ya avis bidime te. Cotkar li hespa avis dinihêre dilê wî dike kirekir û di dilê xwe de dibêje ne tişte, ezê zûtirkê herim malê dîze girar bînim, wê hingê hem hespê ji min re bimîne hem jî ezê vî rêwiyê li ser rê û dirba kesirî û tî dilê wî xweş û şa bikim.
Radibe bi dilgeşî diz li ber zeviyê dihêle berê xwe dide malê. Qet hay ji bayê felekê tuneye û nizane dizê çi bîne serê wî. Gava ew pişta xwe dide diz û ji hêsî de diqulibe, diz radibe herdu ga ji gisnî berdide dikeve rê.
Çotkar çaxê xwe dide malê, gazî kulfeta xwe dike û jê re dibêje lêlê qîzê gunehê Xwedê bi me hat, merivek ji rêyeke dûr hatiye pir westiyayî hate cem min ji min dîze girar xwest got heke tu ji min re bînî ezê mehîna xwe ya avis bidime te. De zû destê xwe sivik bigre, kuçik dade hinek girar bide ser. Ezê jî heta girar çêbe, di tewlê de ciyê hespê çêkim. Jinik girarê dide ser agir û mêrik jî diçe afirê hespê çêdike û bangî jina xwe ya ducanî dike ka mêze bike ciyê hespê çawa ye, dema binê wê bê paqijkirin û alif bê dayîn dê zehmet nebe. Jinik ji malxwê malê re dibêje de rinde wisa zef pêda neke ve. Mêrikê kerose dibêje na, hela ez mîna hespê bisekinim tu jî li piş min bisekine ka çaxê hesp refesa bavêje li meriva bikeve, melume tu giran î.
Gava mêrik mîna hespê di ciyê hespêde xwe dibe tîne, piştêve lingê xwe jî qûloz dike dibêje ka gelo digêhije meriva, a nişkêve pînekê dide zikê jina xwe ya giran. A mêrik xweliyê li xwe dike, zarok ji ber jinikê diçe. Dibêje de ev qeda û bela ye, çi ji destê me tê, ya bi xêr. Dema girar çêdibe, radibe diza girarê hildide diçê.
Di rê de nêzîkê zeviyê li erdê tiştek balê dikşîne û dîzagirarê ya li ser milê xwe ji bîr dike û wextê xûzî erdê dibe wî tiştî hilde girarê li ser serê xwe de dirijîne. Û çaxê xwe digihîne zeviyê jî ne herdu ga hene ne jî mêrik. A hişê wî tê serî destê xwe li çongê xwe dixe lê çi feyde. Êdî ji dest çûye.
Dizê temijî li hespê xwe siwar bûye, herdu ga daye pêşya xwe bi rê ketiye. Li ser rê îcar rastî kerî pez tê. Bi qaydekî şivan jî dikapîne û bira pez hildide diçe.
Lêbelê ev hersê kesê ku hatine xapandin, li pey vî dizê kone dikevin û di rê de hevdu nasdikin û ligel hevdu şopa wî dimeşînin. Piştî gellek salix û silûxa gundê diz hîn dibin û şevekê lê dibine mêvan.
Diz lê dinihêre hersê merivê wî lê mêvan in, lê dîsa li pey tiştekî ye. Dibêje pismamno ev ya min Xwedê lêbirînek e. Ev ji min re bûye nexweşîk, çima halê min ne xweş e, lê ez çawa bikim nikarim li berxwe bidim. Divê hûn min bibexşînin. Heywanê we howe di tewle û goman de ye. Hûn îşev li kêfa xwe binihêrin. Sibê Xwedê hezke bi şeveqê re ezê heywanê we teslîmî we bikim. Hûn qet fikara nekin.
Diz ezet û hûrmeta wan digre, nan û ava wan dide, zikê wan têr dike û nivînê wan datîne. Ewna jî ji ber gotinê wî pê emîn dibin, bi firîqetî bêfikar dikevine ciya, dikevine xewê. Dema dibe nîvê şevê dizê kone ew helîseya ku bi jina xwe daye çêkirin, tîne oda mêvanan hêdî hêdî berdide nav derpiyê wan. Her weha mêkût jî bi bendekî ve serderî ve girê dide.
Dema ji wan kîjan bi xwe dihese lê dinihêre ev çi ecêba giran û nermîkava. Seba kese bi vê rewşa wî nehese radibe ji wir bireve, gava ji derî re derdikeve jî yek heb mêkût li serê wan dikeve û gêjomêjo ji wir revî revî direvin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder