Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

27 Mart 2025 Perşembe

Serkeftin Çawa Pêk Tê

16.06.2007 - Di dîrokê de çi çaxê hinek hêz, dewlet û merivan neheqî û tade li kes û gelên li bin destê xwe de kirine –ku di dîroka beşerîyetê de her gav bûyerên weha pêk hatine, bi gotineke din jixwe dîrok bi piranî dîroka van bûyeran e- wê çaxê bi awayekî ku li gor sunnetullahê hêzeke din peyda bûye û li hember wan rawestîya ye. Zû û yan dereng heyfa wan ji wê hêz, dewlet û yan miletê serdestê zilimkar sitandîye.

Di pêvajoya dîrokê de Xwedê Teala gelek caran ew milletên ji hedê xwe derketine, axozî bûne û li ser rûyê erdê tûxyan kirine bi tofan, şetele û belayên mîna vê ewna qir kiriye. Lê hinek caran jî bi hêzeke mîrovî çi bawermend û çi jî nebawermend ve ewna têk biriye.

Lêbelê her carê ev celatkirin/cezakirina Xwedê bi awayekî mûcîzewî pêk nayê û nehatîye. Heta piranî bi qaydekî normal pêkhatîye. Lê di van bûyeran de kesê rola herî girîn dilîze dîsa mirov bi xwe ye. Ango nerast e ku mirov çaxê neheqî lê tê kirin, mafên wî jê tên sitandin di ciyê xwe de rûnê û li benda afatek û yan jî alîkarîyeke îlahê bisekine daku warê wî ji neheqîyan rizgar bike û derxe firîqetîyê. Lê divê ji bo bidestxistina mafê xwe bi xwe tevbigere. A wê hingê Xwedê teala alîkarîya merivan dike, rê li ber meriva vedike û kar hêsan dike. Lewra mirov encax bi vî tehrî twekkula xwe dide Xwedê.

Naxwe heke mirov li ber zordestî û sîtemkarîyê serî bitewîne, berteka nîşan nede û pê qayîl bibe, wê çaxê digel heq û mafê wî ji dest diçe û her weha li ser de rûmet û serbilindîya merivan jî pêre diçe. Loma êdî ew kesên ku bi vê zilletê razî bûne, ji dereceya mirovahîtîyê dadikevine derekeya sewalîyê/heywanîyê. A ev rewş jî dibe sedem ku rûh û exlaqê koletîyê li mirov peyda bibe. Dema ku mirov bi xwe bawer nebe, serê xwe li ser xwe negire, herdem xwe hewcedarê hinekên din bibîne, êdî negengaz e ku ew xwe ji vê rewşa xirab û bêrûmet bifilitîne. Ew hêmanên ku bindestî û esaretê bi mirov û gelan didene pejirandin jî ev rewşa awarte ye.

Îro xelasîya wan gelên bindestê ku tade li wan tê kirin, meriv nayên hesabê, her bi rêyekê ve çareser dibe: Ev rêya xelasîyê jî ew e ku, di serî de pêwîst e ew girse û gelana xwe binasin, maf û pêdivîyên xwe bizanibin û di encama vê de jî seba bidestxistina mafan, xwe bi xwe bawer bin û hêvîya tu alîkarî û destûrê nesekinin.

Bi raya min di vê doza rizgarîyê de rêbaza ku gotî bête şopandin, rêça tekoşîna Pêxemberê Xwedê ye. Dema ku Hz. Muhemmed wehya pêşîn hilda, berya her tiştî kesên lêzim û merivên xwe hişyar kir û gazî dînê heq kir. Çaxê dest bi bangewazîya xwe tewhîdê kir, di serî de qala pirsgirêka wana herî mezin kir û ew jî bawerîya wan a pûç bû ku ji şîrk û pûtperestîyê pêk hatibû. Êdî ji pey vê re pey der pey, ew hukim û fermanên Xwedê yên din hatin û berêka her tişt li cîyê xwe rûnişt.

A dema îro em ji bo çareserîya pirsgirêka xwe kurdan dixebitin, divê nexweşî û serêşîyên xwe baş kifş bikin û pey re ji bo dermankirina wan tev bigerin. Lewra gava çareserîyeke baş, tesbîteke qenc pêk neyê, dermanekî rast jî dernakeve holê. Wê çaxê jî hemû ked û xebata di vê rêçê de tê dayîn dê di avê de here.

Mixabin gava îro em li halê me kurdan dinihêrin, navgîna herî girînga sereke, ango ziman, têk diçe. Ji ber ku hêzên serdest tora mehandin û helandina kurdan wisa bi zexm vegirtine, kes/ferd bi tena serê nikare li ber xwe bide. Bo mînak çaxê zarokeka kurdan derdikeve kolanan dengên ku dibihê, peyvên ku diaxive ne kurdî ne. Çaxê telewîzyonê vedike, dîsa heman tişt. Heke temenê wî bigihêje çaxê dibistanê êdî dikeve ber bernameyeke têkûza asîmîlekirinê. Ev bernameya asîmîlekirinê ne tenê di warê ziman de ye, her weha zorakan di warê dînî û ramanî de ji rê derdixe û jixwe tiştê herî muhîm jî ew e. Lewra fikir û bawerîya zarokeke pak û paqij di serî de bête xirab kirin êdî paqij kirina wî pir bi zehmet e. Loma hêzên asîmîlekar girîngîyeke pir mezin didine dibistanên seretayî. Tewr dibistana seretayî mecbûr dikin û çaxê yek li hember wan derkeve û zarokên xwe nede ber destên wanê qirêj, wê çaxê ceza lê dibirin. Di van salên dawîyê taybetî ji bo kurd zarokên xwe yên qîzînî bişînine mekteban tevdigerin. Û qaşo vê xebatên xwe jî ji bo asta gel ya xwendinê bilind bikin û wana di hêla nûjen de pêi bixin pêk tînin. Lêbelê ev tiştekî mîna renkayîya nîvro eyan e ku di vê xebatê de mebesta wan ew e ku ew keçên kurdan asîmîle bikin, lewra ew rind dizanin ku ewna keçana dê siberojê bibine dayikên zarokên xwe û wan perwerde bikin. Heke hê piçûktî mêjîyê wan bişon, zimanê xwe hînî wan bikin, wê çaxê dê zimanê wanê zikmakî lawaz be. Rewşa mey a îroyîn jî encama vê pilana kone ye.

Heke evna di vê armanca xwe de bi serkevin – ya îro tê xuyanê bi ser dikevin- paşeroja zimanê kurdî, xasme ya kurdîya bakur di bin xeterê de ye.

Her weha ji alîyê dînî de ew ders û hêvotin/perwerdeya ku dibisitan didine zarokan jî ne rast in û şîrk û pûtperestîyê hînî zarokan dikin. Çaxê zarok her roj dest bi xwendina xwe dike bi navê al, serok û nirxên dewleta sekuler/laîk sond dixwe û li gor dînê îslamê navê vê şîrk e. Lê ji ber ku ev meseleyeke dûr û dirêj e, em li vê derê qala wê nakin.

Heke berxwedaneke bê dayîn divê her mertebe, alî û şertên wê bêne dîtin û li gor wê rêbazeke têkûz û guncan were kifş kirin, serkeftin her bi wê ve girêdayîye. Loma divê her kes di cem xwe de ji bo têkbirina vê kemîna xeternak xwedî li zarok û malbata xwe derkeve û ji van fikrê wanê jehrîn biparêze. Ji pey vê re jî vê tevger û tekoşîna xwe kolektivîze bikin daku vê çerxê çep vegerînin û herhal îro her ev ji destê me tê.

1 yorum: