Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Evna Nûnerê Kê Ne ?

17.11.2007 - Mirov afirandîyekî civakî ye. Ji ber vê herdem bi hawirê xwe re têkildar e. Lêbelê di vê têkilîya xwe de pêrgî gelek tên û ji hinek jî pirsgirêki in. Dema ev kêşe rû didin pêwîst dike ku çareser bibin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan rê û rêbazên curbecur hene. Carna ji bo çareserkirina wan kêşeyan xeberdan û şêwir dibe rê û rêbaz. Jixwe rêka herî qenca bêzîyan ev e. Lêbelê her gav ev rê û rêbaza hêja pere nake û ji ber vê alîyên rikber, devjenî diçine hevdu, gefan li hevdu dixwen û di encamê de mejbûr dibin dest diavêjine çekan û dixwezin bi xwînrijandin û kuştinê xwestekên xwe bi destxin.

Ji bona bidestxistina mafên xwe, gelê kurd ji van rê û rêbazan çend hebê wê ya rastî hemû ceribandîye û hê diceribîne jî. Lêbelê hêzên serdest bi tu awayî naxwazin rasterast bi gelê kurd re têkevine têkiliyê, guftugo bike û ji devê wan bibihê ka derdê wan çi ye, li pey çi ne û armanca wan çi ye. Ji ber vê xemsarîya wan, miletê kurd bi ferd, civak û rêxistinên xwe nizane ka dê çawa bike ku hêzên serdest wana wekî muxetab qebûl bike. Rewşa îro ya nebaşa ku bervî qeyran û alozîyên civakî, sîyasî û leşkerî diçe a berhema vê ye.

Di vê têkilîyan de reftar û bertekên herdu alîyan jî gelekî girîng in. Lê em dixwazin hinekî li ser bingeh, pirensîb û armancên wan rêxistin û tevgerên dibêjin em nûnerê gelê kurd in rawestin. Wekî tê zanîn îro ew partîya ku qaşo ji bo helbûna pirsa kurd dikoşe û ketîye meclîsê, çepgir e û xwe wisa dide nasîn. Lê tiştekî eşkere ye ku gelê kurd bi piranî odlar e; ango rêz û hûrmeta wî bidînê îslamê re ye û xwe nîsbetî wê dike. Di hêla din de ev partîya ku xwe wekî nûner û parêzvanê wan nîşan dide, vê bawerîya gelê kurd wekî paşverûtîyeke xeternak dibîne û tewr ji wan gelek kes dînê îslamê wekî baîsê tadedîtin û bindestbûna gelê kurd dibîne. Her weha vê fikra xwe venaşêrin û eşkere dikin.

Lê ev rastîyeke bêşik e ku mirov gava bi vî tehrî nêzîkî gelê xwe be û bi hêjahî û rûmetên wan re tinazên xwe bike û wana piçûk û nezan bizane, tiştekî normal e û heta ya pêwîst ew e ku gel bi wan xwedî derneke û li pey wan neçe. Heke piştgirîya wan bikin jî ne ji ber fikir û ramanê wan e, belkê ji ber neçarî û şertên taybet e.

Belê ev tiştê em qala wê dikin îro hatîye serê gelê kurd. Ew partîya ku îro li meclîsa tirk e, bi devê tirkên laîqê ku dijberîya dînê Îslamê dikin, diaxifin. Dema mirov guhdarîya wan dike dibîne qet tu ferqek di navbera wan de tuneye. A ev yek qudumê mirov dişkêne û hêvan diqûrçimîne.

Dema mirov dibêje ka gelo evna çira wisa dipeyivin, derd û kula wan çi ye? Gelê kurd ji bo çi dengê xwe daye wan û ewna wekî nûnerê şandiye wê derê?

Lê dema meriv hinekî baş lê dinihêre, sedema van kirin û gotinên wan fêm dike û bi kurtasî egerên van karê wanê xirab ev in:

Ev encama ramanên wan in. Îdeolojî û fikrê wan vê bi wan dide kirin û gotin.
Ji bo piştgirîya rojava hilidin, dibêjin em pêşverû ne û ji bo gelê kurd nebe peyrewê ola Îslamê ev alîkarê we yên heremê ne.

Seba bikaribin xwe bi sitatukoyê bidine qebûl kirin û sîyaseta xwe bimeşînin.
Ji bo rejîmê bi xwe bidine bawerkirin ku di derheq dîn û bawerîyan de hevpar in û gotî hevkarîyê bikin, naxwe tundrevên odlar dê li heremê serdest bin.
Ev tade û zilma gelê kurd çendîn sal e him ji ber zimanê xwe û him jî ji ber bîr û bawerîyên xwe dibîne berdewam in. Vêga tu berexêrî çênebûye. Belkê hinek tiştên piçûkê ji bo xapandinê hatine kirin lê ewna tenê mîna dermanekî êşê heya demekê dibire û piştî tesîra wê diçe dîsa êş destpê dike û hê girantir dibe.

Dema ev rêxistin û sazîyên ji nav gelê kurd de derketine jî heman tiştî bînine serê wan, wekî dewletê ewna jî piştgirîya zilma ji ber dîn, laçik û perwerdeya îslamî bi gelê mezlûm dibe bikin û guh nedine bawerî û daxwazên wan, hevgirtin û çareserbûna pirsgirêkê pêk nayê. Lewra dema meriv li hember hemû sîtemkarî û neheqîyan derneke, cûdahîyê têxe navbera neheqîyan, evê duristîya mirov ji holê rake. Îro helwesta van mebûsên kurd ev e. Di derheq neheqî û sîtemkarîya bi destê sîstema sekuler li gelê mezlûm têkirin piştgirîya wê dikin û vê wekî pêşverûtîyê dinirxînin. Ev jî tê wê wateyê ku dibêjin emê jî vê neheqîyê bidine berdewam kirin. A loma gelê kurd bi wan bawer nake û nabe piştgirê wan. Mixabîn ji ber vê di nav civakê de yekîtî û hevkarî çênabe. Ji ber çênebûna hevgirtin û alîkarîyê bêserûberîyeke erjeng derketîye holê. Dema qala maf û daxwazên kurdan tê kirin, hêzên serdest vê rewşê weke neyînîyeke mezin nîşan didin û vê li gor bejewendîyên xwe bi kartînin.

Seba bi destxistina mafên xwe divê ev cûre gotin û tevgerana bên terikandin û hûrmeta bawerî û gelê kurd bê girtin, xwedî li hemû mezlûman bê derketin û li gor vê bername û pirojeyên çareserîyê bêne peydakirin. Naxwe bi vê qoşê tu kes nikare bigihêje Mûşê…

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder