Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Çend Pirsgirêkên Kujêrê Li Ber Nivîskariya Kurdî

25.05.2008 - Ji bo piranîya nivîskarên kurd, bi qasî ku ez dizanim ciyekî wanê taybet ê ji bo nivîs û lêkolînê hatiye veqetandin tuneye. Lewra piraniya wan ji bo debara xwe û malbata xwe bêgav in di karekî din de –ango karekî bi nivîs û lêkolînên kurdî re ne eleqedar e dixebitin. Ji ber vê yekê xwendin, lêkolîn û nivîsên xwe tenê çaxê ji vî karê xwe vala dibin dikarin bikin. Ji bo mînak ez nivîsên xwe piranî li malê, dinivîsim. Çimkî ez bi piranî nikarim li kar, bi karê nivîs û lêkolînê re mijûl bibim. Lê carna çaxê derfet çêbe –ew jî pir kêm caran- li kar jî van xebatana dikim. A nika vê nivîsê ez li ciyê xebatê dinivîsim. Lê belê ji bo nivîskarek bikaribe li ser mijarê baldar be, karekî baş pêk warê, ev havir, ango ciyê kar û mal, ne ciyekî gengaz e. Seba nivîsê divê ciyekî bêdeng û hisê ku tenê ji bo vî karî tê bikaranîn hebe.
Wekî tê zanîn ji bo lêkolîn û nivîsê çavkanî û dokîman divên. Lê ji ber rewşa heyî çaxê nivîskarekî kurd lêkolînekê bike nikare çavkaniyên di derbarê kurdan de li pirtûkxaneyên fermî bibîne û ji wan îstifade bike. Jixwe rewşa me ya aborî jî ne baş e ku bikarin hemû çavkanî û berhemên pêwîst bikirin. Ji ber vê jî berhema ku ji hemû çavkaniyên pêwîst îstifade nake nabe xebateke baş û serketî. Seba ku lêkolîn û nivîskariya kurdî pêşbikeve û serkeftî be divê ji dokuman û çavkaniyên pêwîst îstifade bike. Ji bo vê jî divê pirtûkxaneya kurdî hebe. Hemû pirtûk, kovar û çavkanîyên bi kurdî û yên di derbarê kudan de têde hebin. A hemû kesên bixwazin bikaribin ji vê sazîya berfireh bi hêsanî û bêpere jê îstifade bikin.
Her wiha ji bo nivîskarek bikaribe coş û kelecan bixebite divê bizanibe ku ew xebat û nivîsên wî yên bên weşandin û bigihêje ber destê civakê. Lewra encax bi vî tehrî mirov dikare bi rehetî û bêwestan lêkolîneke dûr û dirêj bike. Gava kesek dest bi xebatê bike, lê heke bawer neke ku ev ked û xebata wî bê weşandin, a wê hingê hêviya wî dişkê û di vê xebata xwe de bi hewes û dil û can naxebite. Lewra min gelek caran dîtiye ji ber van sedeman mirovan dev ji werger û nivîsê berdane.
Lê belê îro ev yeka gelekî guheriye. Meriv dema bala xwe dide çapemenî û weşangerîya kurdî hêviya mirov xurt dibe. Lewra îro ji bo belavkirina berhemên kurdî nîmetekî mîna înternetê heye. Lewra ji bo malperekê mesrefekî wisa zêde tuneye û mirov dikare bi hêsanî xebat û nivîsên xwe li ser înternetê biweşîne û bigihîne her çar niqarê cîhanê. Her wiha ji bo înternetê wisa sînor jî tune. Bi min divê mirov herî zêde li ser înternetê bixebite. Jixwe mirov dikare înternekê wekî qada ceribandinê û gengeşîyê jî bikar bîne. Ango mirov dikare berhema xwe pêşyê li ser înternetê belav bike û piştî rexne û nirxandinan wê li ser kaxizê bide çapkirin. Ez wisa bawer dikim ku evê ji bo berhemên çakê têkûz bibe rêbazeke qenc. Tiştekî dinê yê înternetê heye, gelekî girîng e nivîskar, xwendevan yekser hev du nasbikin, bi hev du re têkiliyê deynin. Her wiha bi xêra înternetê gelek kesên teze dest bi nivîsê dikin, dikarin nivîsên xwe biweşînin û lewma ev derfeteke pir mezin e. Her wiha çaxê xebatên kurdî li ser înternetê werine weşandin wê hingê kesên nikarin berhemên kurdî bikirin dikarin bi xêra înternetê wana bixwînin û ji wan sûdwerbigirin.
Di hêla din de tiştekî divê bê kirin ew jî ew e ku mirov ji bo karê weşangerîyê sponsoran peyda bike. Ango hinek karmend û dewlemendên bi bîrewerê ku xwe bidine li ber vî karî, ji bo pêşketin û geşbûna weşangerî û pirtûkxaneya kurdî derkevin, wê hingê rewşa xirab dê gelekî baş be. Yek jî divê ev kes yên dewletî bi vê alîkariya xwe hêviya qezenc û karê nekin. Vê tenê ji bo xizmetê bikin.
Pirseke dinê ya ku gotî were çareserkirin jî zimanê berheman e. Dema ziman standart nebe di warê weşan û nivîsandinê de tevlihevî û alozîyên mezin dertên holê. Ji ber vê tevliheviyê kesên ku teze dest bi xwendin û nivîsandina kurdî dikin nikarin zû bi zû fêrbin û ev yek alî ber wan dibe astengeke mezin. Divê ev yeka bi awayekî baş bê çareserkirin da ku rê li ber hînbûn û geşbûnê vebe.
Tiştekî din jî ew e ku em bi xwe jî pirtûkên kurdî bi awayekî baş naşopînin û naxwînin. Paşê em radibin hinekê din tawanbar dikin û hemû gunehan diavêjine stûyê xelkê. Lê tiştekî din jî heye; mirov li ser înternetê danasîn û reklama gelek pirtûkên nû dibîne, lê ji ber ku li Ewropa û yan jî li Başûr têne çapkirin em nikarin ji piraniya wan îstifade bikin. Ji bo çaresariya vê pirsgirêkê divê şîrketeke belavkirinê hebe û pirtûkan bişîne her deverê cîhanê.
Rêja pirsgirêkên nivîskariya kurdî gelekî dirêj e, ev ên sereke ne. Çaxê ev çareser bibin dê rewşeke baş derkeve holê û ji bo çareseriya wan kêşeyên din jî dê bibe pêngaveke pêşîn. Bi hêviya wan rojên xweş…

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder