Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

22 Aralık 2008 Pazartesi

Hawirê Lêkolînên Kurdan

11.07.2007 - Emê bi kurtasî li ser cîh û hawirê ku lêkolîner, nivîskar û akademîsyenên me kurdan kar û pêşeyê xwe dikin rawestin. Jixwe seba vê lêkolîne dûr û dirêj ne pêwîst e. Lewra ew kesên bi vî karî re mijul dibin, li ser dîrok, wêje û kelepora me dixebitin, di van babetan de ne xwedî wezîfeyên fermî ne. Ango her kesê ku li ser van mijaran dixebitin li cem şixûlên xwe yê rojaneyê ku pê îdara mal û mlabata xwe dikin, çaxê keys bikevê, encax wê hingê dikarin di vî warî de jî kar û xebatên xwe bikin. Ev kes û komên em qala wan dikin, bi taybetî kurdên li hêla bakur in. Loma ew hinek akademîsyenên ku li zanîngehên rojavayî de li ser kurdolojî û ziman û çanda rojhilata navîn dixebitin ne têde, em qala wan nakin. Her weha nika li başûr jî derfeteke wisa peyda bûye. Her çendî li ber derfetên di destê netewên din evna qet ne tiştek bin in dîsa em pê kêfxweş dibin û hêvîya xwe xurt dikin.
Ji bo mirov û yan jî komek di karê xwe de bi serkeve û sudmend be û berhemeke baş bide gotî cîh û warê lê kar dike, jîyana xwe dikudîne seba wê xebatê guncan be daku ew mirov bikaribe qenc bixebite. Lewra, li ser mirov bandora hawir pir zêde ye, di gelek alîyan de tesîrê li mirov dike. Bi taybetî dema ku cîhê ku mirov lê kar dike ne bîhnvekirî û hewadar be, wê hingê mirov nikare hişê xwe bide ser karê xwe û loma di wî karê li ber destê xwe de xeletîyan dike û nikare bi awayekî têkûz li ser babetên wê bixebite. Her weha dema ku ew hawirê mirov teng û bi deng be wê hingê jî mirov nikare rind bifikire û bi baldar be. Ya ji van hemûyan girîngtir jî nebûna çavkanî, alav û ewraqên zanistî ne. Ya bi rastî meriv dikare gelek faktor û egerên vê rewşa ne guncan rêz bike.
Lêbelê li gel nebûna van îmkan û hawirê xirab her wisa ji alîyê hêzên serdest ve jî zext û zordarî têkirin. Kesekî bi van mijaran re eleqedar dibe tê dexmekirin. Wekî neyarê hebûna sîstem û statîkoyê tê dîtin.
Dîsa li vî rexî ji ber rewşa sîyasî û reveberîya nijadperestî dezgehên fermî tunene. Ji ber vê, ew kes û komên ku li ser dîrok, wêje û çanda kurdan dixebitin, encax bi derfetên pir hindik û şexsî dikarin vî karê xwe bidomînin. Ev kara jî her ji ber bîrewerî û dilsozîya wan pêk tê. Lewra di van şert û mercên îroyîn de, bingeh û egera hemû têkilî û xebatan bûye aborî, berjewendî, meqam û payeyên maddî û manewî. Lê her çiqasî mirov di dew û doza xwe de dilsoz û bîrewer be jî, gava bîhn li mirov biçike, di civakê de mirov weke merivekî gurî, marjînal bimîne û bibe pêkenî, di her alî de pêrgî bertek û helwestên hêvî kuj bê, a wê hingê taqet di mirov de namîne û qudûmê çongên meriva dişkê.
Li gel vê her çendî rewşa ku lêkolîner, zana û xebatkarên me têde dixebitin ew qasî dijwar be jî, aso vekirî ye, hêvî nequrçimîne. Loma divê mirov nekeve ye’sê, bi xwe bawer be û kesê ku ji dest tê, bi qasî zanîn û hêza xwe keda xwe tevlî vê xebata girînga jîyanî bike. Çimkî xerîb, dost çiqasî baş û dilpak bibin jî nikarin bi qasî xwemalan bixebitin û xwedî li nirx û hêjayên me derkevin.
Jixwe êdî dewr û dewran guherîye, her kesek ji bo xwe dixebite. Ji ber vê hindê divê her kes di hêla xwe bi qasî nîsikekê be jî beşdarî vê meş û tevgerê bibe. Lêbelê divê mirov destê xwe sivik bigire, hêkî roj li me dereng nebûye rêbikeve.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder