Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

24 Kasım 2010 Çarşamba

KURMÊ ŞÎRÎ HETA PÎRÎ

Xuy û exlaqê merivan bi piranî ji du cureyan pêktên. Ji wan hinek ji dê û bavê mirov derbazî zarokên wan dibin, ango dayîna Xwedê ne. Beşa din jî paşê di nav jîyanê de tên hildan û qezenckirin. Ji wan xuy û xeysetên ji dê û bavê derbasî nifşên nû dibin mîna xwîn û goştê mirov in. Zû bi zû mirov nikare wana biavêje. Lê ewnê piştî bûyînê di nav civakê de, bi perwerde, terbîye û hînbûnê tên qezenckirin dîsa dikare bi perwerde û hêvotinê werine guhirandin û pak kirin.
Dewlet jî eynî mîna merivan xwedî xuy û xeyset in. Van xeysetê xwe ji kadroya damezirêner hildidin. Ji bo dewletan jî xuyên nayên guhirîn hene. Gava mirov bixebite ku wana biguhire divê wê û yan wana ji binîva biguhire. Lewra ew xuy û xeyset bingeha wan in. Gava ew bên jêkirin derfeta saxlemî û jîyana wa namîne, hildiweşin.
Gava mirov tevgera dewleta tirk ya di derheq Kurd, Kurdî û Kurdistanê de dibîne, ev xuy û xeysetê dewletê ya xwemalî tê bîra mirov. Lewra dema xîmên dewletê hate avêtin, rê û rêbaza wê hate dîyarkirin, du hêmanên sereke qet ji bîra nekirin. Ji wan du neyar hebûn, yek şerîet; ango huqûqa li gor hukum û fermana Xwedê pêk hatibû û ya dudan jî gelên ji xêncî tirkan bûn û ji wan yên sereke jî kurd bûn.
Ev sîstem li ser jiholêrakirina van herdu hêmanan ava bûye. Hemû sazî û dezgehên xwe li gor vê paradîgma xwe ya înkarox damezirandîye. Gava dê karekî bike, biryarekê bike, di serî de van herdu neyaran tîne bîra xwe û li gor wê tevdigere. Lê wekî tê zanîn çawa ku emrê merivan bi sînor e, heya demeka dîyar e ku ev ji xususîyetên mexluqan hemûyan e, emr/temenê dewletan jî her wisa bi sînor e, gava rewş diguhire, sîstema heyî, êdî pûç dibe, lawaz dikeve û wê hingê li pey rêyên xwe xelaskirinê dikeve. Îro dewleta tirk ketîye qonaxeka wisa. Ji bo emrê xwe yê kinbûyî hinekî din dirêj bike li pey çareserîyên mirina xwe ketîye. Lê wekî me li jor jî qala wê kir, ew xuy û xeysetê wê yê mayînde herdem li ber dibe asteng û nahîle pêşte here.
Ji xwe gava dixwaze tiştekî nû bike hankêva rê li ber teng dibe. Bo mînak ev çend salên axirîyê di derheq kêşeya Kurd û Kurdistanê de dixwaze hinek tiştên nû bike. Lewra li hemû cîhanê guherîn çêdibin, êdî bi rêya çapemenîyê hemû cîhan bi hevdu dihese, têkilîyên navbera hemû kurdên cîhanê xurt dibe, li rojhilata navîn xwedî jimareka zef e, li Başûrê Kurdistanê rêveberî di destê kurdan de ye û hêzên dunyayê yên serdest jî ji Tirkîyeyê guherînan dixwazin, ji ber van hemû sedeman gotî/divê dewlet di derheq kurdan de guherînan bike. A ji ber van yekan dema van guherînên pêwîst dike, nikare navê Kurd û Kurdistanê bikarbîne. Dema dewletê cara pêşîn biryar da di hefteyê de nîv seetî weşana Kurdî (kurmancî û kirmancî) bike ji bo navê Kurdî bi karneyne bi zimanên Erebî, Boşnaxî jî lê zêde kir. Bi vê helwestê armanca dewletê ew bû ku Kurdî dernekeve pêş û derbasî resmîyetê nebe. Lewma navê vê weşanê jî danîn “weşana bi ziman û zaraveyên mehellî.” Piştî vê dema biryar hate dayîn ku kanaleka bi kurdî weşanê bike damezirînin, dîsa bi heman rêbazê tevgerîyan û îcar navê TRT 6 ya ku 24 seetan weşana kurdî dike kirine “weşana pirzimanî.” Her weha ji bo di zanîngehan de li ser Kurdî lêkolîn û lêgerîn werine kirin jî biryar hate dayîn û îcar jî zimanê wan venegerîya bêjin Kurdolojî û navê wê beşa li Zanîngeha Artuxîyê kirine “enstîtuya zimanên zindî” û hwd. Bi rastî ev nîşana nexweşîyeka xedar e û rê li ber dermankirina nexweşîyan digire, nahêle pak bibin. Ev pertekên dewletê gotineka pêşîyên me tîne bîra meriva: “Kurmê şîrî heta pîrî.”

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder