Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

24 Kasım 2010 Çarşamba

Cîhad, Xebata Di Rêya Xwedê De

Murad Celalî
muradcelali@gmail.com


Cîhad, Xebata Di Rêya Xwedê De

Cîhad di wateya xebatkirin, hewldan, mijûlbûn xîretkirinê de ye. Cîhad ew e ku meriv ji bo bilindbûn, parastin û belabûna Îslamê her cure xebatê bike, bilebite, xîret bike û di vê rê de têkeve şerê germ û sar. Bi gotineke dinê ya zelaltir ve cîhad ew e ku mirov bi quwetên bedenî, malî û zîhnî yên ku Xwedê teala daye bendeyê xwe, di rêya Xwedê de xerc bike, di wê rêyê de feda bike. Çaxê mirov maddî û manewî hemû hebûna xwe di rêya Xwedê de gorî bike, seba neyarên heqîyê ji holê rake şer bike ev “cîhad” e. Cîhad ne tenê şerkirin e, lê ew navê hemû xebatên mîna teblîx, şîret, we’z û gazîyê ye. Tu mafê kesî tuneye ku cîhadê vi van xebatan yekê tenê ve sînor bike. Ji van xebatan ya sereke şer e, lewma di serî de ew tê bîra mirov. Di Îslamê de cîhad ferz e. Xwedê teala di vê babetê de weha ferman dike:
“Şer digel ku bi xweşa we neçe jî li ser we hate nivîsin/ferz bû.” (Sûretê Beqere: 216)
“Heya fitne nemîne dîn bes bibe yê Xwedê bi wan re şer bikin.” (Sûretê Beqere: 193)
“Ewên ji wan re kitêb hatîye dayîn, ji wan yên ku bi Xwedê û roja axretê bawer nakin, ya Xwedê û Qasidê Wî heram kiriye heram nabînin û dînê heq ji xwe re dîn nagirin, bi wan re heya piçûkxistî bi destê xwe cizyeyê bidin şer bikin.” (Sûretê Tewbe: 29)
“Bi muşrîkan re bi komî şer bikin, wekî ku ewna bi we re bi komî şer dikin.” (Sûretê Tewbe: 36)
Hz. Pêxember (s.x.l.) jî di derheq cîhadê de weha ferman kiriye:
“Cîhad ferzeke wisa ye ku dê heya qîyametê berdewam bike.” [1]
Lêbelê ev ferza hinek caran ferza eyn e, hinek caran jî ferza kîfaye ye. Ango heke ji mislimanan tenê desteyek bikaribe armanca cîhadê pêk bîne, li hember dijminan war, mal, irz, namus û rûmeta wan biparêze, wê hingê cîhad dibe ferza kîfaye û bi vî tehrî berpirsyarî ji ser mislimanên din radibe. Lê heke pêwîst bike, gotî her mislimanê ku taqeta wî digihêjê yek bi yek li hember neyar raweste, wê çaxê dibe ferza eyn, divê her kes bi xwe cîhad bike.
Armanca cîhadê ew e ku li ser rûyê erdê fitne/şîrk bê hilanîn û dînê heq bê bilindkirin û serdestkirin. Di Îslamê de şer ne ji bo tolhildan, kuştin, talan, zext û zilmê tê kirin; lê seba ji holê rakirina wan hemû tiştên xirab tê kirin. Tiştekî wisa tuneye ku misliman wan kesên nemisliman bi zorê vegerînine li ser dînê Îslamê. Meqsedê cîhadê ew e ku mirovan ji bin zextan rizgar bikin, rastîyên Îslamê yên hêja bi wan bidine sehkirin û hawirekî wisa pêkbînin ku ewna jî bikaribin bi rizayê xwe bibine misliman.
Herweha armanca Îslamê ne zeftkirina axê/erdê ye. Ew qîma xwe tenê bi herêmekê û yan parzemînekê nayne. Îslam bextewarî û aramîya hemû cîhanê dixwaze. Hez dike ku nîşanê hemû mirovahîyê bide ku ew dînekî alemşumûl/gerdûnî ye ku ji ser hemû sîstemên beşerî û olên din re ye. Seba pêkanîna vî meqsedê hêja, hemû hêza misliman seferber dike. A ji vê cehd, têkoşîn û xebata bêdawî re, ev karê ku bi hêzeke mezin ve tê kirin û xeyreta bikaranîna hemû rêyên meşrû re cîhad tê gotin. Heya ku li ser rûyê erdê zordar, kesên berdewambûna batil û fitneyê dixwazin, şîrk û muşrîk û sîstemên kufrê hebin, cîhada ku li hember xerabîyên ku ewna li ser rûyê erdê bela dikin, emnîyet/ewlehîya mirovan xirab dikin jî dê berdewam bike. Ji vê hêlê ve di Îslamê de cîyê cîhadê gelekî girîng e. Lewma çaxê ji Qasidê Xwedê (s.x.l.) hate pirsîn ku kîjan emel herî zêde bi fazîlet e gotîye: “Îman û di rêya Xwedê de cîhad e.” [2] Bi vî şeklî destnîşan kiriye ku cîhad hema piştî îmanê tê, îman hebûna xwe bi cîhadê dê berdewam bike. Li gel vê gelek ayet û hedîs hene ku pesna didine wan kesên ku di rêya Xwedê de şer dikin, gihîştine merteba xazîtî û şehîdîyê û herweha radigihînin ku ji bo wan nîmet û dereceyên mezin hene. [3]

Di Jîyana Misliman De Cîyê Cîhadê Û Pêwîstîya Wê

Ji ber pêwîstîya cîhadê divê em hinekî li ser girîngî û çawanîya cîhadê rawestin û bizanibin ka di jîyana misliman de cîyê cîhadê çi ye? Lewra cîhad wekî ku di hedîsekê [4] de jî hatîye destnîşan kirin zîrweya Îslamê ye û kesê di vê rêyê de şehîd dikeve jî digihêje dereceyên herî bilind. Ew jî li gel Pêxember, siddîqan heşir dibe ku ev nîmetekî bêhempa ye.
Lêbelê ji bo ev îbadetê pîroz wekî pêwîst e were bi cîh anîn hinek şert û mercên lazim hene. Ango ji bo cîhadeke baş were kirin divê berya her tiştî mirov bi nefsa xwe re cîhad/têkoşîn bike. Lewra nefsa mirov li hember wî dibe asteng ku di rêya Xwedê de bixebite, malê xwe, canê xwe di rêya wî de feda bike. Lewra nefs li ber çavê mirov vê dunya derewîn dixemilîne û pê dixapîne.
Di vê têkoşînê de astengake din jî neyarê mirovahîyê şeytanê neletî ye. Ew ji bo mirov li gel xwe bibe dojehê bênavber, hergav dixebite. Ji ber vê divê mucahîdê di rêya Xwedê de dixebite bi wî re mucadele bike û hefsarê xwe nede destê wî. Ji bo îxlas û dilsozîya misliman ev tiştekî gelekî pêwîst e. Lewra şeytan û hevalbendên wî tucar nawestin û ranawestin. Ji bo mirov bixapînin her cûre rê û tiştî bikar tînin. Vê yekê jî li gor taybetî, exlaq, kêmasî û hewcedarîyên mirov dikin. Ji çar alîyan nêzîkî mirov dibin da ku wî têxine dafikê û pîyê wî bişimitînin. Ji ber vê divê mirov li hember vî neyarê veşartî pir hişyar be.
Cîhadeka dinê ya ku dê were kirin jî ya li hember munafiqan û kafiran e. Ji ber ku durû xwe di nav civaka misliman de vedişêrin û bi awayekî eşkere neyartîya xwe nîşan nadin, mucadeleye bi wan re bi ziman û şîretdayînê pêk tê. Lê têkoşîna li hember kafiran bi destan ve tê kirin. Lewra ewna heya daweta Îslamê qebûl nekin, nebine misliman û yan hakimîyeta Îslamê nepejirînin, bipiçûkketî bi destê xwe cîzyê nedin bi wan re şer kirin divê. Hz. Muhemmed (s.x.l.) di derheq vê yekê de weha dibêje:
“Ji min re hatîye ferman kirin ku ez ji mirovan re şer bikim ku heya bi la îlahe îllallah Muhemmed Rasulullah şehadetê bînin, nimêjê bikin û zikatê bidin. Heke vêya bikin, ji bilî heqê Xwedê, malê xwe û xwîna xwe ji min parastine. Hesabê wan jî li ser Xwedê ye.” [5]
Wekî tê zanîn çaxê cîhad tê kirin li gor şert û mercan carna bi dil, carna bi ziman, carna mal û carna jî bi can tê kirin. Kesê cîhad dike dizane ku li hember van tiştên dide ji Xwedê cennetê dikire.
Van jî tê fêmkirin ku di rêya Xwedê de cîhadkirin li ser hemû mislimanan ferz e. Her kesê li gor hêz û taqeta xwe li hember neyarên Îslamê cîhad bike. [6]


Destûra Cîhadê

Gava Hz. Muhemmed (s.x.l.) teze dest bi teblîxê kir hêza mislimanan pir hindik bû. Ji ber vê li Mekkeyê heya piştî hîcretê mislimanan ji bilî çend îstisnayan bi devkî cîhada xwe meşandin. Lê piştî hîcretê li Medîneyê halê mislimanan baş bibû û bibûne xwedî erd û hêzeke mezin. Lewra hingî diçû jimara mislimanan pir dibû, nav û dengê wan li herêmê bela dibû. Ji ber vê yekê ev pêvajoya nû seba muşrîkan û hêzên serdest yên herêmê dibû tehlîke, lewma ewna jî diketine fikarên mezin. Gava dîtin ku li hember wan neyarekî nû peyda dibe xwestin ku mislimanan ji holê rakin, loma destê muşrîkan jî bi wan nedisekinî û ji bo têkbirina mislimanan dixebitîn. Di rewşeke weha de Xwedê teala destûr da mislimanan ku ji vê şunda ewna çi tehrî êrişî mislimanan bikin, êdî misliman jî dikarin bersiva wan bidin. Xwedê teala seba şert û şirûtên cîhadê, sînor û huqûqa şêr ji mislimanan re dîyar bike ev ayetên hanê daxistîye:
“Û bi wanê ku bi we re şer dikin re hûn jî di rêya Xwedê de şer bikin û ji sînor nebihûrin. Bêguman, Xwedê ji ewên sînor dibuhirin hez nake. Û hûn wana li ku derê bigrin bikûjin. Û ji cîhê hûn jê derxistine hûn jî wana jê derxin. Fitne ji kuştînê xerabtir e. Û heya ewna li hinda Mescîd-î Heremê bi we re şer nekin hûn jî bi wan re şer nekin. Lê heke bi we re şer bikin/we bikûjin hûn jî wan bikûjin. A celata kafiran/înkaroxan weha ye.” (Sûretê Beqere: 190, 191)
“Ey Nebî, li hember kafiran û munafiqan cîhad bike û li hember wan tund be. Sitargeha wan dojeh e û ew çi cîyekî xirab e ji bo vegerê.” (Sûretê Tehrîm: 9)
“Bi ewên ji wan re kitêb hatîye dayîn, ji wan yên ku bi Xwedê û roja axretê bawer nakin, tiştê Xwedê û Qasidê Wî heram kiriye heram nabînin û dînê heq bi dîn napejirînin re heya ku piçûkketî bi destê xwe cîzyê bidin şer bikin.” (Sûretê Tewbe: 29)
“Heya fitne/şîrk nemîne û dîn hemû bibe yê Xwedê bi wan re şer bikin. Lê heke dev jê berdin, bêguman Xwedê kirinên wan dibîne.” (Sûretê Enfal: 39)
Wekî ku Qasidê Xwedê ferman kiriye: “Cîhad ferzeke wisa ye ku dê heya qîyametê berdewam bike.” [7] Li gor vê fermanê heya roja qîyametê di rêya Xwedê de xebat kirin li ser mislimanan ferz e. Her kes bi qasî zanîn, hêz û derfeta xwe vê xebata pîroz bimeşîne. Lê hed û hudûdên cîhadê dîyarkirî ne. Tu kes nikare li gor kêfa xwe tevbigere. Armanca vê tekoşînê tenê xêr û xelasîya mirovahîyê ye.

[1] Ebû Dawûd, el-Cîhad, 33.

[2] Tercumeya Tecrîd-î Sarîh, 7/ 445.
[3] Têgehên Bingehîn, Murad Celalî, r. 121.
[4] Tirmizî, 2616; Newewî, Çil Hedîs, 29.
[5] Buxarî, Kîtabu’l-Îman, 25; Muslîm, Kîtabu’l-Îman, 21.
[6] Zadu’l-Mead, 3/19, 105, 128. İklim Yayinlari, ter. Heyet, Stenbol, 1989.
[7] Ebû Dawûd, el-Cîhad, 33.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder