Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

24 Kasım 2010 Çarşamba

BÎD’ET Û MEWLÛD

muradcelali@gmail.com
Piştî wefata Hz. Muhemmed (s.a.w.) ji bo mislimanan du çavkanîyên sereke man; Qur’an û Sunnet. Qur’an ji bo rêberîya mirovan û jîyana wana civakî rêk û pêk bike, li hember pirsgirêkê wan çareserîyan nîşan wan bide hatîye daxistin. Lêbelê ji bo ku mirov bikare bi awayê pêwîst van herdu çavkanîyên giranbiha fêm bike û jê îstifade bike mînakî û rêberîya Hz. Muhemmed (s.a.w.) pêdîvîyeka bingehîn e. Ango Qur’an ji bo teorîya jîyana mislimanan, sunnet jî seba pratîk/emelê wan rêbaza esasî ye.
Lewma dema Hz. Muhemmed bi pêxemberîyê hate wezîfedarkirin, dest bi karê teblîxê kir. Piştî wî ev karê pîroz kete ser milê hemû mislimanan. Loma sehabîyan, tabiîyan û etbaê tabiîyan bi awayekî qenc teblîxa dînê Îslamê kirin. Ji bo teblîxê him gotin û şîret bikaranîn him jî gava pêwîst kir bi alîkarîya şûr û cîhadê ev karê xwe domandin. Lewra hêzên herêmî li hember vê bizava Îslamî ya gerdûnî bi hemû hêz û taqeta xwe ve rawestîyan, nehîştin dînê Îslamê bi hêsanî belayî ser rûyê erdê bibe. Ji ber vê bi piranî pêdivî bi çekê çêbû. Lê ji berya vê Hz. Muhemmed (s.a.w.) bi nameyan giregir û serokên dewlet û împaratorîyan agahdar kirin, ji wan re ev bangewazîya heq û xelasîyê ragihand. Ango ji bo belabûna dînê tewhîdê gelek xebatên hêja kirin. Bi saya van xebatan Xwedê nesîb kir û dînê tewhîdê belayî ser rûyî cîhanê bû. Di encama vê pêvajoyê de ji gelek milet û herêman mirov bi tevayî, kom bi kom bûne peyrewên dînê Îslamê. Lê ev kesên teze bûne misliman, ji ber egerên cur be cur li gel xwe hinek bermayî, edet, xuy, kirinên jîyan û bawerîyên xwe yên berê jî bi xwe re anîn. Berêka ev tiştên ne ji Îslamê bûne sebebê nexweşîyan û tevlihevîyan.
A ji van nexweşîyan yek jî bi qaydê bîd’etê derkete holê û misliman mijûl kirin. Ev yeka sedemek ji sedemên derketina bîd’etê ye. Gelek caran hinek emel û edetên bi nîyeteka pak hatine kirin jî bûne baîsê vê yekê. Bîd’et her çendî bi nîyeteka pak û ji bo îbadetê bê çêkirin jî bûye sedema encameka gelekî xeternak. Lê gotî xelet neyê fêmkirin sedema derketina bîd’eta ne tenê ev e, hê gelek sedemên wê yên din hene. Ji wan hinek jî bi nîyetaka xerab ji hêla wan kesên neyarê Îslamê yên durû ve hatine derxistin, ji bo texrîfkirina Îslamê û ji rêderxistina mislimanan tetbiq kirin. Emê di vê nivîsa xwe de bi kurtasî qala bîd’etê bikin û şeva mewlûdê ya ku ji bo bîranîna jidayikbûna Hz. Muhemmed (s.a.w.) jî wekî mînak nîşan bidin. Seba ku em bîd’etê bidine nasîn me ji hinek çavkanî û pirtûkan sûd wergirt.
Bîd’et, ji koka ‘îbda” yê çêbûye. Îbda ew e ku, bêyî li tiştekî berê hatîye çêkirin mînak hilde, were nihêrîn, çêkirin û îcadkirin e. Loma Xwedê teala di Qur’ana Pîroz de ji bo xwe weha dibêje: “Bedîu’s-semawatî we’l-erd.” Ango; “yê esmanan û erd bêmînak afirandîye.” Ev yek ji navên Xwedê yên rind e. Wateya bîd’etê ya ferhengê weha ye: Ew tişt, bawerî û emelê ku berê tunebûye, paşê hatîye çêkirin, paşê hatîye îcadkirin (muhdes) û derxistin.
Wateya bîd’etê ya şerî weha ye: Ew tişt, bawerî û emelê di dînê Îslamê tunebûye, paşê hatîye derxistin. Hemû raman û emelên ku di dewra Hz. Muhemmed û eshabê kîram de tunebûne, pê nehatîye emelkirin, heta tiştekî bişibe wan jî tunebûye, dijî sunnetê ye, lê dîsa her çiqasî Îslamê de tunebûye jî paşê derketîye û wekî îbadet hatîye kirin. Ango ew kir û kiryarên bi meqsedê îbadetê hatine derxistin tev bîd’et in. Li gor vê ji bo ku tiştek bibe bîd’et divê ji bo taet û îbadetê, nêzîkbûna Xwedê were kirin. Gava ev yeka bi awayekî baş derkeve holê rastîya bîd’etê û çarçoweya wê dîyar dibe. Heke ev yeka baş neyê fêm kirin, mirov tenê li wateya ferhengê dinihêrin û dibêjin qey ew hemû îcad û tiştên nû bîd’et in. Îcar jî em lê binihêrin Qasidê Xwedê û eshabê wî di derheq vê yekê de çi gotine.
Qasidê Xwedê di vê hedîsa xwe terîfa bîd’etê kiriye: “Her bîd’at delalet e.” Di hinek lefzan de jî weha ye: “Her delalet jî di êgir de ye.” [1]
“Teqez xwe ji tiştên tezederketî biparêzin. Lewra her tiştê tezederketî bîd’et e û her bîd’et delalet e.” [2]
Hedîseke ku Xuzeyfe bîn el-Yemanî ragihandîye weha ye: “Xwedê, rojî, nimêj, sedeqe, hec, umre, cîhad, serf (alîkarîya maddî), şehadeta ehlê bîd’etê qebûl nake. Çawa pirç ji rûn derdikeve ew wisa ji dîn derdikeve.” [3]
Hedîseke ku ji Ebdullah bîn Ebbas (x.j.r.) hatîye ragihandin jî weha ye: “Xwedê, emelê ehlê bîd’etê heya ku dev ji bîd’eta xwe bernede qebûl nake.” [4]
Ji ber van hişyarî û tirsandinan helbet mislimanên bi dîqqet tevbigerin û dê lêbigerin ka bîd’et çi ye û çi tişt, tevger, bawerî û kirin tê vê maneyê. Vêca mislimanê ku bizanibe dê emelên wî nayê pejirandin, dê bitirse û dê lê binihêre ka çi bîd’et e û çi ne bîd’et e.
Lêbelê wekî me li jor jî qala wê kir piştî wefata Hz. Muhemmed (s.a.w.) gelek tiştên nû derketine û îro wekî îbadet tên qebûl kirin. Dema meriv radibe rastîya wan dibêje û dixwaze ku mirov xwe ji wan dûr bigrin, êdî di nav civakê de mirov wekî rêderketî, bêmezheb û hwd. tên nasîn. Lewra ew bîd’etana li dewsa sunnetan bi cî bûne, wekî beşek ji dîn hatine pejirandin. Bo mînak ji Qasidê Xwedê re selam û selat anîn emrê Xwedê ye. Ev yek adi Qur’anê de jî hatîye[5] û sunnetê de[6] jî heye. Lê ka gelo seba bîranîna Resulullah merasîm çêkirin û mewlûd xwendin emrê kê ye? Bi qencî û başîyê ve yadkirina mirîyan û ji wan re duakirin di sunnetê de heye. Lê ji mirîyan re mewlûd xwendin, rojên wekî çil, pêncîûdudan di kîjan hukmê Îslamê de hene? Ji bo rizayê Xwedê sedeqe dayîn, zikat û fitir belakirin emrê Xwedê ye. Lê ji bo mirîyekî îsqat dayîn, ango seba deynê îbadetê mirî bê dayîn, teqsîmkirina mal û pera, belakirina sawun, derzî û ta emrê kê ye? Meriv dikare van rêze pirsan dirêj bike.
Alimên Îslamê ji bo misliman ji xeterîya van tiştan dûr bixin gelek berhem nivîsîne, dûr dirêj li ser rawestîyane.[7] Lewra ev wekî nexweşîyeka kujêr ketîye nav dil û hinavê ummeta Îslamê, wê dixwe. Êdî ew wekî tiştên meşrûyê pîroz tên tetbîqkirin. Mesela şevên qendîlan di nav civakê de wekî rojên bimbarek tên qebûl kirin. Ew kesên sal û danzdeh mehan dîn û Xwedê nayê bîra wan, qaşo ji bo bîranîna bûyîna Hz. Muhemmed merasîman saz dikin û bi wê dixwazin gunehê wan daweşin û xwe paqij bikin. Xaçparêz çawa diçin cem keşîşên xwe, li xwe mikur tên, ewna jî mîna wan dixwazin di van roj û şevên qendîlan de xwe tehfîl bikin. Lê dînê Xwedê hakimî hemû jîyanê ye. Hemû dem û xêla jîyanê divê li gor esl û esasê dînê Xwedê werine rêk û pêk kirin. Ji ber vê yekê misliman têkilîya xwe tu carê ji Xwedê naqetîne herdem Wî bi bîr tîne, jê re îbadet dike. Lê ew kesên vê bîd’etê ji xwe re dikin edet haj bi vê rastîyê tunene. Lewma him xwe dixapînin him jî merivên din. Jixwe di derheq wan şevan de tu delîl û nasên sehîh jî tunene. Yên heyî jî ji bo wan ne delîl in.
Ew dem û rojên Xwedê Teala di Qur’ana xwe de (wekî şeva Qedrê û roja Cume’yê) û sunneta Qasidê xwe de bi awayekî eşkere dîyar kiriye, şert û mercên wê eşkere beyan kiriye. Misliman jî li gor şertên wê taet û îbadetê xwe dikin. Rastîya vê meseleyê bi kurtasî ev e.
Lê wekî me berê jî got 250 sal piştî Hz. Muhemmed cara pêşîn li Misrê Fatimîyên Şiî (909-1171) ev bîd’eta derxistine holê, wê şunda ev belayê nav civakê bûye. Dewleta Osmanî jî di dewra Selîmê II. (1524-1574) de ev yeka hatîye pîrozkirin. Ji xwe bi destê van herdu dewletan gelek bîd’et û xurefe bûne fermî, belayî nav civakê bûne. Piştî wê êdî belayî navbera civakê bûye.
Herçendî pîrozkirina roja bûyîna Hz. Îsa (s.e.) din av Xaçparêzan de hatibe pîroz kirin jî ev edeta ne durist ji wan qewmên pûtperestê Romayê û Misrê derbasî nav wan bûye. Ango ev edeta ne ya wan e jî. Ji xwe hê ji berya Zayînê di nav Misrîyên ji royê re perestî dikirin ev edeta hebû. Dema ev edeta derbasî nav Xaçparêzan bû di serî de li hember vê edetê bertekên mezin hatine nîşandan, lê berêkê hînî vê bûn û bi xwe jî kirin. Ango tu bingeha vî karî tuneye.
Li gor ku Muslîm ragihandîye, çaxê ji Qasidê Xwedê rojîya roja duşemê hatibû pirsîn gotibû: “Ev roj (roja duşemê) roja bûyîna min e.”[8] Lêbelê li vê derê divê mirov qala pîrozkirina mewlûda Qasidê Xwedê binirxîne. Wekî tê zanîn ji bo bîranîna Hz. Muhemmed rêya herî qenc ew e ku em wî ji xwe re bikine rêber û li pey doza wî herin. Ji bo doza wî li ser rûyê erdê bela bibe û bigihêje hemû mirovan bixebite. Bi vî awayî mirov dikare ji bo Qasidê Xwedê bibe peyrew û wî bibîr bîne. Jixwe di Îslamê de wekî îro pîrozkirina roj û şevên girîng tuneye. Lewra sal dazdeh meh ji bo misliman herdem derfetê îbadet û tewbeyê ne. Hz. Muhemmed bi xwe rojê heftê carî bêtir tewbe û îstixfar dikir. Ango navber nedida dua û îbadetê.

Lê mixabin mirovên ji rêya pêxemberan veqetîyane seba ku xwe bixapînin û dilê xwe xweş bikin hinek şevên weha pîroz dikin. Herweha gava vê dikin gelek xurefe û bîd’etan jî derdixin. Jixwe gava mirov wan mewlûdên ji bo pesinandina Hz. Muhemmed (s.x.l.) dinihêre dibîne ku rastî û çewtî, heq û batil tevlihev bûye û gelek tiştên bêbingeh wekî rastî tên nîşandin. Di wan de Hz. Muhemmed bi wesfên wisa diwesifînin ku wî derdixine asta îlahan. Ango him ev edeta pîrozkirina mewlûdê bîd’et e û him jî naveroka wan mesnewîyên ji bo van merasîma hatine nivîsîn gelek xeletî û derewan di nav xwe de dihebînin. Ji bo pesinandina Hz. Muhemmed gelek gotinên ne sehîh wekî hedîs tên ragihandin neqil dikin. Jixwe ji bilî tiştên wisa nikarin tu bingehan jî ji xwe re peyda bikin. Ev yeka ji Hz. Muhemmed re bêbextîyeke pir mezin e. Lewra wî heya dawîya emrê xwe bi hemû cureyên şîrk û kufrê re mucadele kir. Mixabin ev bîd’eta di nav civakê de gelekî bela bûye û hetta ji Qur’an û hedîsan bêtir mewlûdan dixwînin û jiber dikin. Ji bo em bikaribin rê li ber van bîd’et û xurefeyan bigrin gotî Qur’an û Sunnetê bi awayekî baş fêr bibin. Wê hingê tu kesê nikaribe bi van tiştên tevlivê ku xirabîya wan qencîya wan bêtir e me bixapîne.

Jêder:
Îmam Şatibî, El-Îtisam, 1, 2, Terc. Ahmet İyibildiren, Mustafa Özcan, Kitap Dunyasi, Stenbol, 2009.
Şamîl Îslam Ansiklopedîsî, Stenbol, 1990.
Mehmet Emîn Akin, Kandîl Gecelerî ve Bîn Yillik Yanilgi, Medarîk Yayinlari, Ankara, 2008.
[1] Muslîm, Kîtabu’l-Cum’a, 867.
[2] Ebû Dawûd, 4607 û Tirmîzî, 2676 ragihandîye û gotîye hedîs hesen sehîh e.
[3] Îbn Mace, Muqeddîme, 7/49.
[4] Îbn Mace, Muqeddîme, 7/50.

[5] “Bêguman Xwedê û milyaketê wî selatê li ser pêxember tînin. Gelî ewên bawerî anîne! Hûn jî selatê lê bikin û bi teslîmîyetaka baş ve selamê li wî bikin.” (Sûretê Ehzab: 56)
[6] Kê ji min re selatê bîne, Xwedê bi wê deh selata ji wî re tîne.” (Muslîm, 1/228)
[7] Îmam Şatibî, El-Îtisam, 1-2.
[8] Muslîm, 2/819.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder