Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

7 Ekim 2009 Çarşamba

Îmam Îbn Teymiyye (661/1263-728/1328)

Navê wî Ehmed Taqîyyuddîn Ebu’l-Ebbas Îbn Teymîyye ye. Hîcrî sala 661 meha Rebîulewwelê roja dehan li Herranê ji dayik bûye. Heya heft salîya xwe li Herranê maye. Lêbelê di wê heyama ku Îbn Teymîyye di wî temenê xwe de bû ji alîyê rojhilat êriş û talanên Moxolan bervî hêla wan ve dihatin. Ji ber vê hindê wekî gelek war û bajarên herêmê, Herran jî ketibû ber vê afat û dagirkerîya giran. Ji akincîyên bajêr gelek malbatan malê xwe barkiribûn diçûne derên din. A ji wan malbatên bibûne koçber yek jî malbata “Teymîyye” bû. Ewna jî mala xwe bar dikin diçin li Şamê cîwar dibin û li wê derê jîyana xwe dimeşînin.

Di derheq eslê Îbn Teymîyye de jî nêrînên cihê hene. Li gor hinekan ew ji eşîreka eraban tê navê wê eşîrê jî Teymîyye ye. Lê Muhemmed Ebû Zehra di pirtûka xwe ya li ser jîyan, mezheb û bawerîya Îbn Teymîyye amade kiriye de van angaştan qebûl nake û dibêje dibe ku ew Kurd be. Lewra li gor wî edeta eraban e ku secera malbata xwe binivîsin û biparêzin, lê malbata Îbn Teymîyye tiştekî wisa nekiriye, lewma nîsbetî tu eşîreka ereban nabe. Her weha ew herêma ku malbata wî jê koç kiriye warê kurdan e û piranîya wê kurd in. Dîsa xwey, tevger û taybetîyên Îbn Teymîyye nîşan dide ku ew Kurd e. [1]

Kalkê wî Şêx Mecduddîn Ebî’l-Berekat Ebdîsselam di mezhebê Henbelîyan de Îmamekî mezin bû û di gelek babetan de berhemên wî hene.

Bavê wî Şihabûddîn jî alimekî giran bûye. Taybetîyeka wî jî ew bûye ku dema ders dida qet li pirtûkan nedinihêrî û tiştek nedinivîsî seba lê binihêre. Dema koçî Şamê kirine di demeke kin de nav û dengê wî bela bûye û li medreseya herî meşhûra Şamê Darû’l-Hedîs es-Sukkerîye yê seba seydatîyê bike bûye muderrîs. Ehmed Îbn Teymîyye di malbateke weha de mezin bûye û ji piçûktîya xwe peywendîya wî ya ilim dest pê kiriye. Hê piçûk bûye Qur’an jiber kiriye, li ber destê bavê xwe dersên ziman, fiqih û hedîsa hildaye û dema bûye 19 salî êdî nav û dengê wî bela bûye, hiş, zîrekî û serwextîya wî hatîye bihîstin, di wî temenî de dest bi telîf û dayîna fetwayan kiriye.

Di derheq bîr û hişê Îbn Teymîyye de jî gelek tişt hatine gotin ji wan yek jî weha ye:

Hinek alimên mezin tenê seba Îbn Teymîyye bibînin dihatine Şamê. Ji van aliman yekî weha gotîye:

“Min bihîst qala zarekî navê wî Ehmed Îbn Teymîyye tê kirin ku û tê gotin bîra wî pir saxlem e. Bi niyeta ku wî bibînim ez hatime vê derê. Min terzîyek dît ji min re got: Ev rêya wî ya mektebê ye. Hê ji vir re derbas nebû. Heya hat ji vir re derbas be li vê derê rûnê. Ez xêlekê li wê derê runiştim. Wê hingê zarok dihatin diçûn. Terzî ji Şêxê Helebî re got: Ew zarokê ku lewheyeke mezin li cem ew Ehmed Îbn Teymîyye ye. Şêx gazî zarokê kir. Dema zarok hat, Şêx lewhe ji destê wî hilda û bala xwe dayê paşê got:

Zarokê min! Ka vê jê bibe ez ji te re hinek tiştan bêjim binivsîne. Zarok lewhe paqij kir. Şêx ji bo binivsîne jê re yanzdeh û yan sêzdeh hedis gotin û ji wî re got de ka vana binvîsîne. Piştî zarok ewna nivîsîn Şêx qet firsenda li ser fikirînê neda zarok lewhe ji destan kaş kir. Zarok ji Şêx re got guh bidê û bêkêmasî metnê hedîsan jêre xwend…Li ser vê Şêx rabû şipê weha got: Heke ev zaroka sax bimîne, bi yeqîn dê derkeve mewqîyeke bilind. Lewra yekî mîna vî nehatîye dîtin.” [2]

Dema Îbn Teymîyye dibe bîstûyek salî (h. 682) bavê wî dunya xwe diguhire. Salek piştî wefata bavê xwe Îbn Teymîyye li Şamê dewsa bavê xwe dest bi dersdayînê dike. Bi rastî bi zîrekî û hişê xwe ve bi zûtirkê pêş dikeve û di nav civakê de tê naskirin û hezkirin. Lêbelê Îbn Teymîyye tucar ji bo xatirê gel, li hember xeletî û bîd’etan xwe kerr nake û bi wan re mucadele dike. Lewma herdem seba ji holê rabûna xurefe û bîd’etan xebitîye. Gava rastî emelekî nedirûst, bawerîyeke nerast werê hankêve ev rexene kiriye û rastîya wê nîşanî wan daye. Ji ber vê di wextekî kin de bi gelek kes û desteyan re ketîye niqaşan. Îbn Teymîyye ji bo mirov derkevine ser rêya rast ewna gazî kitêb, sunnet û rêya selefê salihîn kiriye. Ji ber vê him ehlê terîqet û tesewifê, him ehlê felsefe û him jî hinek feqîhan ev rexneyên wî qebûl nekirine, pêre ketine niqaşê. Lêbelê Îbn Teymîyye ji bo qencîyê emir bike û ji xirabîyê dûr bixe bê rawestan xebitîye. Lewma wî ji xwe re kiribû armanc ku eqîdeya rast bi gel bide zanîn û wana ji rêşaşîyên ku mirov ji heq dûr dixin raqetîne. Her weha seba gel di derbarê eqîdeyê de bi çavdayîn teqlîdê nekin û bawerîya xwe li ser zanebûnê ava bikin gelekî dixebite. Lewra wî dizanibû ku bawerîya sehîh her bi vê rêbazê bi dest dikeve û kêr tê.

Her çendî di nav civakê de dijberên wî, yên jêre neyartî dikirin pir bûna jî, hinek zanayên dizanibûn ew rastîyê dibêje û şahidîya wî dikirin jî hebûn. Ji wan aliman yek jî muheddîsekî hemdemê wî Îbn Daqîq el-Îyd e. Di derheq Îbn Teymîyye de weha dibêje:

“Min ew mîna merivekî wisa dît ku hemû ilm li ber herdu çavên wî berhev bûne, ji wan kîjan bixwesta hildida dixebitan, çi jî bixwesta dihîşt.” [3]

Lê di hêla din de gava dijber û xêrnexwazê wî didîtin ku Îbn Teymîyye tekoşîneke bê mînak dike û bê tirs û sekinîn dixebite, xwestin wî bidine rawestandin. Lewra ew bi van xebatê xwe ve di nav gel de dihate nasîn û peyrewên wî zêde dibûn. Ji her deveran meriv dihatin dîtina wî jê pirs dipirsîn û jê fita/fetwa dixwestin. Wî jî bi qasî hêz û zanîna xwe bersivên wan dida û ji bo ya rast hînbin rê nîşanî wan dida. Ev bersivên wî wekî name dihatine zêdekirin û di navbera gel de bela dibûn. Ji van yek jî nameyeka wî ya ji gelê Hama yê re şandibû. Gelê Hama yê di derbarê “îstiwa”yê de jê pirs pirsîbûn û Îbn Teymîyye jî bi nameyê berisiva wan dabû ev name bi navê “Er-Rîsaletu’l-Hamewîyye” bi nav û deng e. Li ser vê niqaşeke mezin derdikeve. Lê di encama niqaşan de Îbn Teymîyye li hember dijberên xwe bi ser dikeve.

Di sala 699/1299 de artêşa Moxolan kete herêma Şamê û heya Dimeşqê hat. Artêşên Şam û Misrê li hember wan têk çûbûn û çûbûne Misrê. Giregir, zana, rêveber û beşek ji gel ew derena terikandibûn. Lêbelê Îbn Teymîyye ji wir neçû. Lewra ji bo ku gel li hember Moxolan mucadele bike û wana rawestînin rêberîya wan dikir û cesaret dida wan. Di encama xebatan de bi rêveberan da qebûl kirin ku desteyekê bişînine bal fermandarê Moxolan Gazan Xan. Di encama vê de heyeteka di nav wan de Îbn Teymîyye jî hebû çû cem Gazan Xan û Îbn Teymîyye di hevdîtinê de bi şarazatî û weqar tevgerîya û bi wan da pejirandin ku êrişî bajêr nekin. Bi vî tehrî ewlehî pêk hat û tirs ji holê rabû. Lêbelê di demeke kin de ji leşkerên Moxolan di hinek cîyan de êrişî bajêr kirin û tevlihevî çêkirin. Lewma xeber belabû ku dê moxolan dîsa êriş bikin. Ji ber vê Îbn Teymîyye dîsa xwest here Gazan Xan bibîne, lêbelê îcar wezîr ev daxwaza wî qebûl nekir û nehîşt.

Dema Îbn Teymîyye dît bi vî tehrî nabe, bi xwe dest bi amadekarîyên leşekerî kir û ji bo gelê Şamê biparêze ewna tevrakirin. Bi rastî Îbn Teymîyye wekî zanayekî hêja çi demê pêwîstî bi çi xebat û tevgerê hebûye wisa kiriye û ji bo xêra civakê xebat kiriye. Lewra gava ku dayîna ders û ilm pêwîst bû li medreseyê ders dida û li mizgeftê we’z dida û çaxê çek pêwîst bû, a wê çaxê jî mîna fermandarekî derkete pêşberî gel û ewna di wî warî de perwerde kirin. Ango wî li gor pêdivîya dem û derê him bi pênûsa xwe ve û him jî bi şûrê xwe ve tekoşîn kiriye. Lewma li mizgeft û qadan ji bo merivan teşwîq bike xebitîye.

Di hêla din de Îbn Teymîyye seba artêşa Îslamê ya belabûye berhev bike li pey wan diçe Misrê û li wê derê Sultan û fermandaran re hevdîtinan çêdike, nameyan dişîne û ew artêşa belabûyî kom dibe û ji bo parastina Şamê xwe kar dike. Ev yeka him cesaret dide gel û him jî artêşa Moxolan ditirsîne.

Ji ber ku rêveberên bajêr revîyabûn di nav gel de tevlihevî û xofeke mezin pêk hatibû. Dema Îbn Teymîyye dît ku ev yek weha nabe bi xwe ji bo pêkanîna ewlehîyê xebitî. Di destpêkê de ew cî û derên nepakî/fuhuş û vexwarinê da girtin. Bi vî tehrî ew tiştên gel ji rê derdixist û dibûne baîsê xirabkarîyê ji holê rakirin. Her weha çûye li hember wan qebîleyên çîyayî yên pişta Moxolan kirine re şer kiriye û lewma mezinê wan hatine bal Îbn Teymîyye xwe avîtine wî û jê xwestine ku wana bibexşîne û soz dane ku ew tiştên ji artêşa Îslamê dizîne paşta bidin.

Sê sal piştî êrişa pêşîn di 702 de Moxolan dîsa êriş kirine û Şam dorpêç kirine. Ji ber vê Îbn Teymîyye dîsa derdikeve qada şêr û pêşîvanîya gel dike û cesaret dide wana. Di encamê de ew jî li dide pêşya artêşa Şamê û li mintiqa Mercu’s-Suferê dikevine kozikan. Ji vî şerî re şerê Şakhabê tê gotin. Dema herdû artêş rastî hevdu tên meha Remezanê ye. Di vî şerî de culet û mêranîya xwe careke din dîsa nîşan dide û ji bo artêşa mislimanan bikaribin şer bikin û ji taqet nekevin fetwayê dide ku bira leşker rojîya xwe bixwin. Ji bo ku ji wan re bibe mînak bi xwe jî fitara xwe vekiriye. Ev şera di roja çaran da bi serkeftina artêşa Şam û Misrê qedîyaye. Piştî vî şerî êdî herêma Şamê ji Moxolan hatîye parastin.

Îbn Teymîyye hê wê hingê jî tenê bi dijminê derva mijûl nabe. Lewra armanca wî ya sereke ew e ku gel ji rêşaşîyên bawerîyê biparêze. Di xutbe, pirtûk û nameyên xwe de her dem mijar bîd’et û xurefeyên di nav civakê de belabûne ne. Loma di nav civakê de neyar û heznekirîyê wî jî gelek bûn. Heke meriv ew mijarên di navbera Îbn Teymîyye û rikberên wî de pêk hatine di çend xalan de nîşan bide ewna weha ne:

a) Ew bîd’et û xurefayên di nav gel de bibûne edet û wekî îbadet dihatine hesibandin.

b) Gelek bawerî û kirinên di nav ehlê tesewwifê de bela bibûn û wekî rêbaza islah û teqwayê dihatine dîtin.

c) Di derheq nav û sifetên Xwedê teala de tewîl û şîroveyên Eş’arî û Maturîdîyan û ji bilî van gelek mijarên din.

Ji bo fetwa wî ya di derheq “telaq” de dabû alimên mezhebên din ew rexne dikirin û ji bo nikaribe fetwayan bide çûn şikyatê wî li Sultan kirin. Lewma di derheq wî de ferman derket ku li Şamê fetwayan nede. Lêbelê Îbn Teymîyye ev nepejirand û berdewam kir fetwayên xwe da. Paşê li cem Naîbê Sultan derkete hember alimên mezheban û şêxên terîqetan. Lêbelê di vê niqaşê de jî wana nekarîn tiştekî bi dest bixin.

A ji bo wî ji Şamê derxin û ji parastina Sultan derxin rikberên wî li pey dek û dolaban bûn. Ji ber vê hinek alimên li Misrê jêre nameyak şandibûn ew dawetî Misrê kiribûn.

Îbn Teymîyye li gel Qadî Necmeddîn Îbn Sarsarî rajo pêşîna meha Remezanê xwe digihînine Qahireyê. Roja dudê Remezanê Îbn Teymîyye hildidine meclîseke ji gelek zana, rêveberên dewletê û qadîyan pêk hatîye. Dema Îbn Teymîyye tê hedizane ku dê niqaşeke ilmî û bêalîgirî pêk werê. Lêbelê çaxê çav bi wan dikeve lê dinihêre evna bednîyet in û dixwazin wî darizînin. Ji bo darizandina wî jî qadîyê Malikîyan Zeynuddîn Mahluf erk hildaye ser xwe. Ev qadîya ji bo dijberên mezhebê Eş’arîyan kesekî pir tund e û bi vê helwesta xwe tê zanînin. Di derheq “Erş” û “Îstiwa Xwedê ya li ser Erş” pirsan ji Îbn Teymîye dipirse, lê gava Îbn Teymîyye dibîne ku armanca vî darizandine jêre dibêje:

“Dema ku tu dijberê min î tu çawa dikarî min darizînî?” Ji ber vî gilîyê Îbn Teymîyye hêrsa wî tê û biryar dide ku Îbn Teymîyye biavêjine bendîxaneyê. Piştî vê çend rojan Îbn Teymîyye di Qesrê de hepis dikin û paşê di derbarê wî de fermanekê derdixin û dişînine bendîxane/keleya li çîyayê Muqattamê navê wê “Cûb” e. Ev roja eyda Remezanê ya pêşîn e. Wê hingê li gel wî birayên wî Şerefuddîn Ebdullah û Zeynuddîn Ebdurrehman jî tên girtin. Çaxê bi qasî salekê Îbn Teymîyye di bendîxaneyê de dimîne Walîyê Qahîreyê êdî ji ber vê yekê aciz dibe. Jixwe bertekên gelê Şamê jî hingî diçe zêde dibin. Lewma Walî qadîyan kom dike û ji wan dixwaze ku Îbn Teymîyye berdin. Lêbelê ewna ji bo serbestberdana wî dixwazin ku ji fikrên xwe poşman be. Ya rastî ev hîleyeka wan bû û wana gelekî rind dizanibû ku merivekî mîna Îbn Teymîyye ji fikrên xwe venagere. Lewra ew wana rast dizane û tu kesek jî nikare bi delîl û îsbatan wan pûç derxe. Wê hingê Îbn Teymîyye ji bo serbestberdanê dev ji raman xwe bernade. Ev dijî bawerîya wî ye. Ji ber vê herçendî bi van şert û mercan diçine bal û vê pêşnîyazê lê dikin jî Îbn Teymîyye vê napejirîne.

Di sala 707 de Emîr Husameddîn tê Qahîreyê dorpêç dike û bi xwe diçe destê xwe Îbn Teymîyye serbest berdide. A wê hingê ji ser girtina wî re salek û heyşt meh derbas bûye. Piştî serbestbûnê Îbn Teymîyye dixwaze bîstûsisyê Rebîulewwlê li qeleyê pêşberê Naîbê Sultan munazareyeke ilmî were darxistin. Dema ev munazare hatîye kirin gelek zana beşdar bûne û lêbelê qadîyên Misrê bi gelek bahane û hincetan ji vê niqaşê revîyane.

Gava Îbn Teymîyye li Misrê serbest ma ji bo îrşad û xebatên xwe bimeşîne li Qahîreyê ma û dest bi xebatan kir. Di mizgeftan de we’z da û li medreseya Salihîyyeyê dest bi dersdayînê kir. Lêbelê wê hingê li Misrê desteyên ehlê wehdet-î wucudê serdest bûn. Lewma gava Îbn Teymîyye li dijî vê bawerîyê xebitî sofîyan çû şikyatê wî li Sultan kirin. Lewra di gelek niqaş û munazareyan de li hember pirs û gotinê Îbn Teymîyye nikaribûn bersivan bidin. Ji bo wî li ber çavê gel û sultan reş bikin digotin ew bêhurmetîya Hz. Pêxember (s.x.l) dike. Çimkî wî digot ji tu kesî îstimdat/alîkarîyên xeybî nayên xwestin. Hezkî ev Hz. Pêxember (s.x.l.) be jî. Ya Xwedê ferman kiriye û Hz. Muhemmed (s.x.l.) tetbîq kiriye ew e ku di dema tengasî û hewcedarîyan de tenê ji Xwedê re dua bê kirin û alîkarî ji wî bê xwestin. Ew kesên gel wekî ewlîya/qencên Xwedê dibînin jî bendeyên mîna me ne û tu hêza wan tuneye ku alîkarîya me bikin. Ji bo vê yekê îsbat bike ji Qur’an û sunnetê gelek delîl nîşanî wan dida.

Li ser van niqaşên mezin rêveberan ji Îbn Teymîyye re sê teklîf birin; yan Qahîreyê biterikîne here Şamê, yan here Îskenderîyyeyê û heke here wir jî divê fikrên xwe bela neke û yan jî têkeve hepsê. Ji ber vê Îbn Teymîyye qebûl kir ku têkeve hepsê û qebûl nekir xeber nede. Lê di alîyê din de telebeyên wî xwestin Îbn teymîyye here Şamê. Li ser xwesteka wan Îbn Teymîyye bervî Şamê birêket. Lêbelê di nîvê rê de ew paşta vegerandin. Qadîyê mezin ji vê biryarê poşman bibû û di encama vê de navbera qadîyan de nakokî derketibûn. Gava Îbn Teymîyye lê dinihêre di navbera wan de dubendî mezin dibe razî dibe ku wî biavêjine bendîxaneya qadîyan. Lêbelê îcar qadî li hember Îbn Teymîyye bi rehm in. Lewra dijberên wî yên vê carê sofî ne û di derheq vê mijarê de qadî û feqîh heq didine Îbn Teymîye.

Îbn Teymîyye îcar di bendîxaneyê de zêde namîne û piştî ji zindanê derdikeve dîsa dest bi tekoşîna xwe dide. Lêbelê çaxê Sultan Nasir dest ji kar dikişîne û Baybars el-Çeşnîgir tê dewsa wî, Îbn Teymmîyye cardin tuşî ezyetan tê û wî sirgûnî Îskenderîyeyê dikin. Ji ber ku Îbn Teymîyye zef tê nasîn di demeke kin de li wir tê hezkirin. Her çendî yên wî dişînine wir dixwazin Îbn Teymîyye bikujin û jê xelas bin jî ev daxwaza wan pêk nayê.

Heft meh ji ser sirgûnê re dibuhirin dostê Îbn Teymîyye Sultan Nasir dîsa tê ser text û Îbn Teymîyye ji hepsê derdixe û dîsa dibe Qahîreyê.

Dema hê Îbn Teymîyye sirgûnê Îskenderîyeyê nebibû biryar dabû ku here Şamê û xebatên xwe li wê derê bikudîne. Lêbelê piştî ku Sultan Nasir dîsa vegerîya ser text ji bo Îbn Teymîyye hawirekî baş pêk hat û ji bo xebatên xwe li Qahîreyê ma. Her weha ji bo karê xwe de ser bikeve alîkarîya Sultan jî dikir.

Ji bo qencî û başîya civakê Îbn Teymîyye bênavber xebatên xwe berdewam kir. Lê neyarên wî gava dîtin nikarin di qada ilm de serederîyê lê bikin û wî bidine rawestan, loma xwestin wî çavtirsî bikin. Ji ber vê du destan êrişî wî kirin û lê xistin û ew kutan. Lêbelê Îbn Teymîyye yê ku neyartî û dostanîya wî tenê ji bo rizayê Xwedê ye, nehîştiye ji ber vê yekê heyfa wî ji wan kesan hildin û ew kesê lêxistîye jî bexişandîye.

Çaxê xeber hatîye ku artêşa Moxolan dê dîsa êrişî Şamê bike li gel artêşa Sultan Nasir li hember Moxolan derdiveke seferê. Ev şere di 712 de pêk tê û Teter direvin û piştî heft salan Îbn Teymîyye meha Zîlqadeyê vedigere Şamê û li wê derê xebatên xwe berdewam dike.

Gava cara dawîn vedigere Şamê îcar di derheq fiqhê de dixebite û fita û telîfên xwe li ser wan dike. Ji bo wî çavkanîyên sereke Qur’an, hedîs û selefê salih e. Di îctihadên xwe de wana wekî serkanî digre. Ji bilî wan hemû tişt tên rexnekirin, heke rast bin tên qebûl kirin û na heke ne rast bin jî tên avêtin. Lewma wî jî li gor vê rêbazê gelek îctihad û nêrînên îmam û mezheban rexne kiriye û li berevajî wan fetwayên nû daye.

Ji ber vê helwesta wî di nav feqîhên muqellîd de gelek dijber û neyarên wî çêbûne. Ji van fetwayên wî ya herî zêde niqaş li ser çêbûne û ji ber wê hatîye girtin yek jî ya di derbarê “telaq” de ye. Bi kurtasî ev mesele weha ye: Gava Îbn Teymîyye dikeve nav civakê lê dinihêre gel di nav sondê xwe de telaqên xwe bi kar tînin û ev awayê sondxwarinê hê îro jî di nav civaka me kurdan de jî tê bikaranîn. Gava yek di derheq tiştekî de sond dixwe dibêje heke ez vê nekim û yan ev tişt weha nebe sê telaqê minê bêfita ji min red bin. Dema Îbn Teymîyye vê yekê dibîne li ser vê difikire. Lewra gava yek bi navê Xwedê sond bixwe, lê sonda xwe betal bike, dikare kolekî azad bike, sedeqê bide û yan jî sê rojan li ser hevdu rojî bigre. Gava ew kes vê sonda xwe ya li ser telaq bi cî neîne jina wî jê tê berdan û mala wî xerab dibe. Ji ber vê li ser vê yekê lêkolîn dike û digihêje wê encamê ku ev biryara nerast e. Lewra kesê sond dixwe naxwaze jina xwe berde, lê armanca wî sondxwarin e. Lewma wî fetwa da ku ev yeka ne li gor Qur’an, sunnet û selefê salihîn e û ji ber vê jina wî kesê sond xwarîye jê nayê berdan.

A li ser vê fetwayê gelek niqaş çêbûn û feqîhan ev fetwa wî qebûl nekirin û jê xwestin ji vê fetwa xwe poşman be. Lê Îbn Teymîyye dev ji vê fetwa xwe bernedaye û di encama mehkemeyeka mezin hatîye hepiskirin. Îbn Teymîyye vê carê pênc meh û nîvan di hepsê de dimîne û derdikeve.

Lêbelê neyarên wî qet vala nedisekinîn, heya ku ew li derva bi serbestî bigere we’z û fitayên xwe bi de dê di nav gel de fikra xwe bela bike û rê li ber wan teng bike. Ji bo vê fetwayeka wî ya ku hevdeh sal berya vê di derheq qebran û zîyareta wan de dabû kirine mene. Îbn Teymîyye di vê fetwa xwe de gotibû ku li ser qebran avakirina mizgeftan, di qebran de nimêjkirin û meriv berê xwe bidine wan gor û zîyaretan nimêj bikin ev heram e. Lewra ev cûre kirin di nav gel de gelekî bela bibûn.

Xêrnexwazên wî qaşo doz kirine ku Îbn Teymîyye bêhurmetîya Hz. Muhemmed kiriye. Lewra Îbn Teymîyye dibêje bi taybetî tenê seba zîyareta qebran derketina rêwîtîyên dirêj ne durist e û hetta ev qebra Hz. Pêxember (s.x.l.) be wisa ye. Di encama van bûyeran de êdî Sultan Nasir jî piştgirîya Îbn Teymîyye nake û di sala 726 de dîsa dikeve hepsê. Lê Îbn Teymîyye li wir dev ji telîfan bernade û xebatên xwe dikudîne. Di axirîyê de seba deng û hisê wî dernekeve, nikaribe binivîse hemû hacetên nivîsînê jê distînin. Jixwe êdî tenduristîya Îmam Îbn Teymîyye jî xerab bûye û di sala 728 de meha Şewwalê li bendîxaneyê diçe ber rehma Xwedê. Gava dimre gelê Şamê gelekî li ber dikeve û bi girseyeke gelekî mezin defin dikin.

Bi rastî di derheq Îbn Teymîyye de gelek tişt hatine gotin û ev mijareke gelekî dirêj e. Lewma emê li vê derê navê çend heb şagird û pirtûkên wî yên ku mîrata wî ya herî girîng in bidin û vê mijarê biqedînin.

Bi qasî tê gotin ji telebe û dostên wî yên alim û hêja ji sîûyekê heya heyştê û heftan diçe. Ji wan yên herî pêştahatî Îbn Qayyîm el-Cewzîyye, Hafiz ez-Zehebî, Îbn Kesîr, Îbn Ebdulhadî, Emr bîn Elî û gelekên din.

Herweha gelek berhemên wî yên hêja hene û ji kullîyata wî çendek:

1.Kîtabu’l-Îman el-Ewsat.
2.Kîtabu’l-Îman el-Ekber.
3.el-Eqîdetu’l-Wasitîyye.
4.et-Tefsîru’l-Kebîr.
5.Îlmu’l-Hedîs.
6.Îqtidau’s-Sirati’l-Musteqîm.
7.Mînhacû’s-Sunetu’n-Nebewîyye.

Jêderk:

1.Muhemmed Ebû Zehra, Îmam Îbn Teymîyye, Werger. Heyet, Stenbol, 1988, Weşanên Îslamoğlu.
2.Îbn Kesîr, El Bîdaye We'n-Nîhaye, Çağri Yayinlari, Stenbol.
3.Îbn Teymîyye Kullîyati, 1/17, 62, Stenbol, 1997, Weşanên Tevhîd.
4.Şamîl Îslam Ansîklopedîsî, Îbn Teymîyye.
[1] Muhemmed Ebû Zehra, Îmam Îbn Teymîyye, rp. 22. Werger. Heyet, Weşanên Îslamoğlu.
[2] Uqud ed-Durîyye fî Menaqibî Îbn Teymîyye; ji Ebû Zehra, Îmam Îbn Teymîyye, rp. 24 neql.
[3] Muhemmed Ebû Zehra, Îmam Îbn Teymîyye, rp. 34. Werger. Heyet, Weşanên Îslamoğlu.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder