Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

15 Aralık 2009 Salı

KEDA WERGERÊ

Cîhana ramanê gelekî berfireh û tevlihev e. Bi qasî jimara gel û civakan raman û nêrînên ji hevdu cihê hene. Her weha bi qasî wan cihêtiyan sînor û navbir jî di navbera wan raman û baweriyan de hene. Belkî ji van asteng û navbiran ya herî bi bandor cihêtiya zimên e. Lêbelê karê wergerê ji bo vê astenga mezin ji holê rake hêmaneke pir girîng e.

Seba ji holê rakirina vê navbira mezin werger karekî pir pêwîst e. Lewma ji bo millet, civak û çandên cihê ji hevdu fêm bikin û têkiliyê daynin, navgîna wergêr û wergerê bikaranîne. Ji ber vê, di vî karî de armanca wergêr û wergerê ew e ku ew berhema ku ji zimanekî bal bi zimanekî din tê wergerandin bigihîne ber destê civaka xwe. Bi vî tehrî ew civak û milletê zimanê wê berhemê nizane, bi wesîleya wergerê dikare ji wê berhem û çanda xerîb îstifade bike.

Çaxê ku di warê ragihandin û têkiliyê de werger ev çendî pêwîst be, wê hingê bar û berpirsyariya dikeve li ser milê wergêr jî pir giran e. Lewre wî ev karê hêjayê ku hewcedariya hemû civakan pê heye hilgirtiye li ser milê xwe. Girseya gel bi navgîniya wî bi raman û nêrîna civak û kesên din dihesin, di derheq wan de dibine xwedî bawerî, çi qenc û çi jî xerab. Ji ber vê gava wergêr vî karî dike, divê berya her tiştî xwe ji heqiyê neke û durist be. Ango ew berhema ku werdigerîne bi çi awayî be, doza kîjan tiştî dike bira bike, divê wergêr heya ku taqeta wî digihêjê, ziman û alavên ragihandinê derfetê didinê, wê wekî eslê wê wergerîne. Her bi vê rêbazê xwendevan, binêr û têkildarê wê mijarê dikare di derbarê wê berhemê de bi awayekî baş bibe xwedî agahî. Gava di derbarê wê berhemê, nivîskar û danerê wê xebatê de bibe xwedî baweriya rast, wê hingê ev agahiya rast dê bibe derfeteke qenc ku bigihêje encameke rast. Lê heke wergêr, gava berhem û xebata ku werdigerîne li gor kêfa xwe kin bike û yan dirêj bike, çi tişt û hizra li gor nêrîn û baweriya wî rast be wergerîne û hê serda jî ji bo dewlemendkirina wê mînakan lê zêde bike, van lêzêdekirinên xwe jî qet destnîşan neke û çi tiştê ne bidilê wî be jî jê biavêje, ser re gav bike, êdî îmkana naskirin û fêmkirina berhem û xwediyê wî/wê nemikun e. Wê hingê ew tiştê ji wergerê tê hêvîjirin jî ji holê radibe. Lewre ev tiştê di encama vê xebata qetilkirinê derketiye holê ji bilî kujêriya raman û agahiyê ne tu tişt e.

Mixabin kula mirovahiyê ya girana di warê wergerê de yeka herî mezin ev bêbextî ye. Ji ber van egerên me li jor behs kir, gelek caran xebatên hêja ji ber van egerên diyar têne şehitandin û pûçkirin. Lewma xwendevan nikare ji wê berhemê çêj hilde û rastiya wê bihese. Her weha ji ber ku ev bi zanebûn tê kirin tawanekî gelekî mezin pêk tê û ev karê wergerê ku seba têkilî û ragihandinê navgîneke bê mînak e, hezar korahî dibe astengeke pir dijwar.
Helbet gelek pisrgirêkên wergerê hene. Lê bi ya min ya herî girîng ev e. Loma gava ez wergerekê dixwînim herdem ev yeka dikeve bîra min û dilê min lê rûnanê. Gotî werger bêyî kêmkirin û yan zêdekirin were amadekirin. Heke gotineka wergêr û yan weşangêr hebe divê wê bi awayekî vekirî, were zanîn destnîşan bike û wisa pêşkêşî xwendevan bike. Heke wisa nebe tu xêra wê berhemê namîne û ew keda roda diçe. Mixabin îro li ser rûyê cîhanê gava werger tên kirin hinek kes bi rêya wergerê, li ser navê nivîskar fikr û hizrên xwe raberî civakê dikin û wana dixapînin. Ev yeka bêbextîyeka mezin e.

9 Ekim 2009 Cuma

Mizgefta Zirarê

Di Îslamê de avakirina mizgeftan pir girîng e. Loma ji wan re mala Xwedê tê gotin. Lewra ew der meclîsa civîn, şêwr û îrşada mislimana ye. Ev der cîyên perwerde û gihîştina mislimanan e. Ew der ji bo biryardayîn û bi cîh anînan dad û edaletê ye. Ew der cîyê pêşvazîkirina mêvana, teblîxkirina dînê Xwedê ye. Ew der qada wekhevî û biratîyê ye. Ji ber vê di civaka mislimanan de mîsyona mizgeftan gelekî girîng e. Loma gotî mizgeft bi vê mebest û armancê werin ava kirin. Wekî cara pêşîn di dema Hîcretê de li Kuba yê mizgefta pêşîn li ser xîmê teqwayê hatibû avakirin divê herdem bi vê nîyet û armancê ware avakirin û xebitandin. Di Qur’ana Pîroz de ji bo mizgefta Kubayê mizgefta teqwayê tê gotin: “Tucarê di wê (mescîdî dirarê) de nimêj neke. Mizgefta ku ji roja pêşîn li ser teqwayê hatîye avakirin seba tu têde nimêj bikî layiqtir e. Di wê de merivên ku hez dikin paqij bin hene. Xwedê yên xwe paqij dikin hez dike.” (Sûretê Tewbe: 108)
Ew mizgeft bi teqwayê hatibû ava kirin. Qasidê bi xwe jî di çêkirina vê mizgeftê de xebitîbû. Heke mizgeft mîna vê mizgefta pêşîn li ser tewqayê, ji bo rizayê Xwedê neyêne avakirin, êdî ew ne mizgeftên teqwayê ne, lê êdî ewna mizgeftên dirarê/zirarê ne. Jixwe îro mixabin mizgeft ji bo armanca dudan, ango zirardayînê tên xebitandin. Zirarê didine mislimanan, ketine berdestê hêzên taxûtî û ji bo riza û daxwazê wan tên bikar anîn. Lewma divê misliman haj bi vê rewşa xirab û xeternaka van mizgeftên îro hebin û bi hebûn û fonksîyona mizgeftên îro nexapin û bizanibin ku ev mizgeft û sazîyên dinê ku mîna wan seba xapandina gel tên bikaranîn, di destê hêzên serdetê taxûtî bûne navgîna xapandin û jirêderxistina gelê nezan. Ji bo vê tînin merivan bi peretî kirê dikin û seba temenê nîzama xwe dirêj bikin rastî û çewtîyê nav hevdu dixin pêşkêşî mirovan dikin. Bi rastî mixabin îro ev xebatên wan gelekî bi ser jî ketine û piranîya civakê jî bi vê hîleyên wan xapîyane. Îro jî wekî her hefte di xutbeyan de piştgirîya vê sîstema dagirker û sîtemkar dikin. Di mînareyê wê de ala û reklamên bêbextîyê darda dikin. Bi saya dîn dixwazin neheqî û zilma xwe bikudînin, rengekî dînî li ser karê xwe xin. Ji bo dîroka mizgeftên zirarê baştir were zanîn em dixwazin bi kurtasî qala destpêka wê bikin.
Dema Qasidê Xwedê ji bo sefera Tebûkê karê xwe dikir ji munafiqan çend kes hatin ji Qasidê Xwedê re gotin:
Ey Qasidê Xwedê! Me ji bo wan kesên nexweş û bi uzr û yek jî seba di şevên zivistanê yên bi baranê ku sêlav radibin em tê de nimêj û taet bikin me mizgeftek ava kir. Em dixwazin tu jî bêyî wê derê, di wê de nimêjê bi me re bidî kirin.
Qasidê Xwedê jî hê haj bi armanca wana xirab tunebû û got: Ez vêga rêwî me û karê min heye, Xwedê hez ke çaxê ez vegerîyam ezê werim nimêjê bi we bidim kirin.
Lewra Qasidê Xwedê nizanibû vê desteya munafiqan seba nîfaqê têxine di navbera mislimanan, zirarê bidine wan û cimaeta mizgefta Kubayê ku li ser teqwayê hatibû avakirin bela bikin, ev kar kirine.
Lê Ebû Emr Rahîb Ebdî Emr ji wan re gotibû:
Hûn vê mizgeftê ava bikin û heya ji destê we tê hundirê wê bi çekan dagirin. Ezê jî herim bal Qeyserê hukumdarê Romayê û ji Romayê leşker bînim û Muhemmed û eshabên wî ji Medîneyê derxim.
A van fêlbazên durû seba li ber çavê mislimanan vê mebesta xwe ya kirêt veşêrin –çawa ku îro jî peyrewên wan heman lîstikê dikin- di bin navê avakirina mizgeftê ji bo xwe navendeke fesadî û zirardayînê damezirandibûn. Lê ji bo vê mescîda xwe bi rûmet û bereket nîşan bidin û li ber çavê mislimanan meşrû/rewa nîşan bidin gazî Qasidê Xwedê dikirin. Lewma dema Hz. Muhemmed (s.x.l.) ji seferê vedigerîya hate hinda Zîewanê, Xwedê Teala wehîya ku meqsedê durûyan eşkere dike hinart:
“Û ewên ku ji bo zirardayîn, kufr, di navbera muminan de nakokîyê çêkin û ji bo çavdêrîya kesê ku berê ji Xwedê û Qasidê Wî re şer kiriye bikin mizgeft girtine/avakirine û sond dixwin ku her qencî xwestine, Xwedê şahidîyê dike ku bêşik ewna derewkar in. Tucarê di wê (mescîda dirarê) de nimêj neke. Mizgefta ku ji roja pêşîn ve li ser teqwayê hatîye avakirin seba tu têde nimêj bikî layiqtir e. Di wê de merivên ku hez dikin paqij bin hene. Xwedê yên xwe paqij dikin hez dike. Ma qey kesê ku avahîyê xwe li ser teqwa Xwedê û rizayê wî ava kiriye qenc e û yan kesê ku avahîyê xwe li ser lêva şikêr/kortaleke hindik maye hilweşe ava kiriye bi wê re totî agirê dojehê bûye? Xwedê qewmê zalim nagihîne hîdayetê. Heya dilên wan pare pareyî nebe, awahîyê ava kirine dê di dilên wan de bi gumanî bimîne. Xwedê Alim e, Hekîm e.” (Sûretê Tewbe: 107, 110)
Çaxê ev ayeta pîroz daket û armanca çêkirina vê mizgefta dirarê/zirarê derkete holê Qasidê Xwedê bangî Malik bîn Duhşum û Ma’an bîn Edîy bîn el-Aclanî kir û ji wan re got: Herin wê mizgefta ku gelê wê zalim e, tep bikin bişewitînin.
Li ser fermana Qasidê Xwedê herdu bi lez bervî taxa Salîm bîn Benîewf çûn. Paşê Malik ji hevala xwe re got ka tu li vê derê hêvya min raweste, ez herim agirekî bînim. Ew jî çû cem malta xwe û bi çiqlê dareke xurmeyê agir vêxist anî. Peyra bi lez ketine hundirê mizgeftê –hê gel di mizgeftê de bûn- agir berda mizgeftê û ew tep kirin. Ewên di mizgeftê de jî ji hevdu belabûn çûn.
Bi rastî ji bo neyarên Xwedê hemû rê rewa ne. Ewna ji bo jirêderxistin û xapandina mislimanan hemû tiştan bikartînin. Mezinê wan Şeytan jî çaxê bavê me Adem (s.l.b.) xapan wisa kir. Li ser navê Xwedê sond xwar û got ez qencîya te dixwazim. Îro peyrewê wan li ser rûyê cîhanê hemû navgîn û rêbazan bikar tînin. Bi taybetî jî ew sazî û dezgehên qaşo ji bo xêra mislimanan hatine avakirin, di destê hêzên taxûtîyê serdest de wekî navgîna xapandin û xewrakirina girseyan tên bi kar anîn. Ango îro li ser rûyê cîhanê mizgeft gerandine mizgeftên dirarê, pê hakimîyeta xwe kufrê bimeşînin û hebûna xwe qehîm dikin. Gelê nezanê ku tenê têrkirina zik di bîra wan de ye jî bi wan tele û defikên wan xapîyaye.
Lê gotî mislimanên muwahîd tucar bi vê derewa hêzên taxûtî nexapin, seba vî gelê nezanê ji rastîya dîn û îmtihanê neagah e hişyar bikin û rastîyê li ber çavê wan raxin, bixebitin. Herweha divê bi wan bidine zanîn ku mescîda dirar ne tenê ew mizgeftên ji bo xapandina mirovahîyê bi destê dewletê tên bi rêvebirin dirar in. Herdem şekl û awayên “dirar”an tên guherîn lê mîsyona wan yek e. Ji bo zirardayîn, înkarkirin, xirabkirina navbera muminan dixebitin. Hemû mizgeft, cimaet, pirtûk û tiştên bi vê armancê tên xebitandin dibine dirar. Mixabin îro ev cure tişt gelekî zêde ne, ya rastî piranîya van ji bo vê armancê tên bikaranîn.
Lewma ya ku divê mislimanan bikin ev e: Xwe ji wan dûr bigrin da ku zirara wan negihêje wan, heke ji destê wan bê seba xirabkirin û astengkirina wan bixebite û armanca wana veşartî derxine holê.

7 Ekim 2009 Çarşamba

Hunera Zimên, Wêje

Li ser rûyê cîhanê ji bo hemû karan xebatên hunerî tên kirin. Gava mirov çavê xwe li gerdûnê bigerîne dê bibîne ku gelek kes ji bo kar û pîşeyê xwe xweşik û têkûz bikin hewl didin. Ew şixûl û xebatên di serî de ji bo hewcedarîyên bingehîn tên kirin, berêka dibine qad û derfeta huner û xweşikkirinê. Bi vî qaydî li ber pêkanîna wan pêwîstîyên jîyanê êdî mirov dikare bi alîkarîya wan karên xwe –wekî avahîsazî, wêne, dengbêjî û xeberdan- berhemên hunerî derxe holê, pêş bixe, ji wê zewqê hilde û di encamê de wê hunerê bi hawirê xwe re parve bike.

Bi rastî heke mirov rabe bêje ezê hunerên îro bi destê mirovan pêktên bijmêrim dê gelekî xwe biwestîne. Lewra qada hunerê him gelekî berfireh e û him jî pir têkel e. Lê heke meriv bêje em ji wan huneran yên sereke bijmêrin helbet di serê wan de wêjeyê bê gotin ku ew bi xwe hunera li ser ziman e. Hêmana ku wêje ji xwe re bingeh digre, pê karê xwe dike û dixwaze pê hunerekê pêk bîne ziman e. Ji bo ku kesek rabe bi wêjeyê re mijûl be, li ser wê xebatan bike gotî bikaribe ziman bikar bîne. Ango tenê bi saya ziman dikare wî karî bike û bibe sêrî.

Ev qada hunera zimên, wêje ji destpêka jîyana mirovahîyê heya îro bê westan û rawestan dikude. Tu kes nikare rabe bêje wêje karekî nû û nûjen e. Lewra ji bo mirov bikaribe wekî mirov bijî gotî ziman di destpêkê de hebe û hebûye jî. Lê ji ber ku ev yeka ne mijara vê nivîsê ye em li ser wê hûr nabin.

Wekî tê zanîn zimanê kurdî bi hebûna xwe ve îro li ser rûyê cîhanê dengvedaye û tu hêz –çi neyar û çi dagirker- êdî nikarin wê nîkol bikin. Lê ji bo em kurd bikaribin zimanê xwe bidine jîyandin û pêş bixin divê dewlemendîya me ya hêja zimanê xwe di hemû qadên jîyanê de bikar bînin, pêş bixin û pê wêjeyê bikin. Ango barê li ser milê me ew e ku em li vê gencîneya xwe ya hêja û dewlemend xwedî derkevin huneran çêkin, raxine li ber çavê hemû mirovahîyê. Gava neyar û xêrnexwaz dev biavêjine me û zimanê me, em bi wan berhemên xwe bersiva wan bidin û çavê wan kor bikin. Lê heke em qedrê wê gencîneya xwe nizanibin, li pey şop û rêça zimanên din herin, wê hingê wêjeya kurdî pêşnakeve û nikare li ber pêlên înkar û destdirêjîyê raweste.

Di van rojên axirîyê de li ser wêjeya kurdî hinek niqaş tên kirin ka gelo sînorên wêjeyê heya ku derê diçe, kîjan taybetî û mercên wê hene û hwd… Ez dibêjim qey tiştê li vê derê dibe sedema tevlihevî û niqaşê mijara berheman; helbest, roman, çîrok, novel û ceribadinê ye. Lewra gava mijara berhemekê li ser Kurdan û Kurdî be, qala jîyan û tekoşîna Kurdan bike, di derbarê dîrok û erdnîgarîya Kurdistanê de xeberde, qala wêje û çanda Kurdî bike, herweha nivîskarê wan jî Kurd be êdî tovê nikajê tê avêtin û gengeşî dest pê dikin. Ji ber vê hinek dibêjin ziman ne Kurdî be jî ji ber ku berhem di derbarê Kurdan de ye, wê li ser wêjeya Kurdî hesab dikin. Alîyê din jî dibêje bingeha wêjeyê li ser zimên ava bûye. Ji ber vê berhem bi çi zimanî hatibe nivîsîn malê wî zimanî ye.

Ya rastî hinek caran sînorê di navbera wan de jî tevlihev dibin, tiştan ji hevdu denyn dikin û di vî karî de dibine hevparê hevdu. Bi rastî gava ev yeka weha diqewime êdî tu lê dinihêrî herdu alî hişkehişk angaşta xwe diparêzin û ji bo rastderxistin û piştrastkirina ramana xwe tevdigerin. Him ewnê dibêjin ku ji bo kifşkirina nasnameya berhemekê ka malê wêjeya kîjan zimanî ye tenê zimanê wê girîng e û her ziman dikare mora xwe li ser wê bixe, heqdar in û him jî ewnê dibêjin ji bo kifşkirina nasnameya berhemekê bi tena serê xwe zimanê wê tenê ne dîyarker e, herweha mijara wê jî xwedî bandor e, qala rastîyekê dikin.

Lê gava mirov bihûrgilî bala xwe dide ser mijarê tê xwuyanê ku herdu alî jî qala hêmanên bingehîn dikin. Lê bi ya min gava ev herdu hêman; ziman û mijar bi tena serê xwe ji bo kifşkirina nasnameya wêjeyê, bi taybetî wêjeya kurdî were hesab kirin ne rast e. Divê ev herdu bi tevayî bên nirxandin. Lewra tiştê wêjeyê kêrhatî û watedar dike him ziman e ku ya herî muhîm e, him jî mijar e. Ev herdu esasên sereke ne û gotî li gor wan aîdîyeta wêjeyê were dîyarkirin.

Îmam Îbn Teymiyye (661/1263-728/1328)

Navê wî Ehmed Taqîyyuddîn Ebu’l-Ebbas Îbn Teymîyye ye. Hîcrî sala 661 meha Rebîulewwelê roja dehan li Herranê ji dayik bûye. Heya heft salîya xwe li Herranê maye. Lêbelê di wê heyama ku Îbn Teymîyye di wî temenê xwe de bû ji alîyê rojhilat êriş û talanên Moxolan bervî hêla wan ve dihatin. Ji ber vê hindê wekî gelek war û bajarên herêmê, Herran jî ketibû ber vê afat û dagirkerîya giran. Ji akincîyên bajêr gelek malbatan malê xwe barkiribûn diçûne derên din. A ji wan malbatên bibûne koçber yek jî malbata “Teymîyye” bû. Ewna jî mala xwe bar dikin diçin li Şamê cîwar dibin û li wê derê jîyana xwe dimeşînin.

Di derheq eslê Îbn Teymîyye de jî nêrînên cihê hene. Li gor hinekan ew ji eşîreka eraban tê navê wê eşîrê jî Teymîyye ye. Lê Muhemmed Ebû Zehra di pirtûka xwe ya li ser jîyan, mezheb û bawerîya Îbn Teymîyye amade kiriye de van angaştan qebûl nake û dibêje dibe ku ew Kurd be. Lewra li gor wî edeta eraban e ku secera malbata xwe binivîsin û biparêzin, lê malbata Îbn Teymîyye tiştekî wisa nekiriye, lewma nîsbetî tu eşîreka ereban nabe. Her weha ew herêma ku malbata wî jê koç kiriye warê kurdan e û piranîya wê kurd in. Dîsa xwey, tevger û taybetîyên Îbn Teymîyye nîşan dide ku ew Kurd e. [1]

Kalkê wî Şêx Mecduddîn Ebî’l-Berekat Ebdîsselam di mezhebê Henbelîyan de Îmamekî mezin bû û di gelek babetan de berhemên wî hene.

Bavê wî Şihabûddîn jî alimekî giran bûye. Taybetîyeka wî jî ew bûye ku dema ders dida qet li pirtûkan nedinihêrî û tiştek nedinivîsî seba lê binihêre. Dema koçî Şamê kirine di demeke kin de nav û dengê wî bela bûye û li medreseya herî meşhûra Şamê Darû’l-Hedîs es-Sukkerîye yê seba seydatîyê bike bûye muderrîs. Ehmed Îbn Teymîyye di malbateke weha de mezin bûye û ji piçûktîya xwe peywendîya wî ya ilim dest pê kiriye. Hê piçûk bûye Qur’an jiber kiriye, li ber destê bavê xwe dersên ziman, fiqih û hedîsa hildaye û dema bûye 19 salî êdî nav û dengê wî bela bûye, hiş, zîrekî û serwextîya wî hatîye bihîstin, di wî temenî de dest bi telîf û dayîna fetwayan kiriye.

Di derheq bîr û hişê Îbn Teymîyye de jî gelek tişt hatine gotin ji wan yek jî weha ye:

Hinek alimên mezin tenê seba Îbn Teymîyye bibînin dihatine Şamê. Ji van aliman yekî weha gotîye:

“Min bihîst qala zarekî navê wî Ehmed Îbn Teymîyye tê kirin ku û tê gotin bîra wî pir saxlem e. Bi niyeta ku wî bibînim ez hatime vê derê. Min terzîyek dît ji min re got: Ev rêya wî ya mektebê ye. Hê ji vir re derbas nebû. Heya hat ji vir re derbas be li vê derê rûnê. Ez xêlekê li wê derê runiştim. Wê hingê zarok dihatin diçûn. Terzî ji Şêxê Helebî re got: Ew zarokê ku lewheyeke mezin li cem ew Ehmed Îbn Teymîyye ye. Şêx gazî zarokê kir. Dema zarok hat, Şêx lewhe ji destê wî hilda û bala xwe dayê paşê got:

Zarokê min! Ka vê jê bibe ez ji te re hinek tiştan bêjim binivsîne. Zarok lewhe paqij kir. Şêx ji bo binivsîne jê re yanzdeh û yan sêzdeh hedis gotin û ji wî re got de ka vana binvîsîne. Piştî zarok ewna nivîsîn Şêx qet firsenda li ser fikirînê neda zarok lewhe ji destan kaş kir. Zarok ji Şêx re got guh bidê û bêkêmasî metnê hedîsan jêre xwend…Li ser vê Şêx rabû şipê weha got: Heke ev zaroka sax bimîne, bi yeqîn dê derkeve mewqîyeke bilind. Lewra yekî mîna vî nehatîye dîtin.” [2]

Dema Îbn Teymîyye dibe bîstûyek salî (h. 682) bavê wî dunya xwe diguhire. Salek piştî wefata bavê xwe Îbn Teymîyye li Şamê dewsa bavê xwe dest bi dersdayînê dike. Bi rastî bi zîrekî û hişê xwe ve bi zûtirkê pêş dikeve û di nav civakê de tê naskirin û hezkirin. Lêbelê Îbn Teymîyye tucar ji bo xatirê gel, li hember xeletî û bîd’etan xwe kerr nake û bi wan re mucadele dike. Lewma herdem seba ji holê rabûna xurefe û bîd’etan xebitîye. Gava rastî emelekî nedirûst, bawerîyeke nerast werê hankêve ev rexene kiriye û rastîya wê nîşanî wan daye. Ji ber vê di wextekî kin de bi gelek kes û desteyan re ketîye niqaşan. Îbn Teymîyye ji bo mirov derkevine ser rêya rast ewna gazî kitêb, sunnet û rêya selefê salihîn kiriye. Ji ber vê him ehlê terîqet û tesewifê, him ehlê felsefe û him jî hinek feqîhan ev rexneyên wî qebûl nekirine, pêre ketine niqaşê. Lêbelê Îbn Teymîyye ji bo qencîyê emir bike û ji xirabîyê dûr bixe bê rawestan xebitîye. Lewma wî ji xwe re kiribû armanc ku eqîdeya rast bi gel bide zanîn û wana ji rêşaşîyên ku mirov ji heq dûr dixin raqetîne. Her weha seba gel di derbarê eqîdeyê de bi çavdayîn teqlîdê nekin û bawerîya xwe li ser zanebûnê ava bikin gelekî dixebite. Lewra wî dizanibû ku bawerîya sehîh her bi vê rêbazê bi dest dikeve û kêr tê.

Her çendî di nav civakê de dijberên wî, yên jêre neyartî dikirin pir bûna jî, hinek zanayên dizanibûn ew rastîyê dibêje û şahidîya wî dikirin jî hebûn. Ji wan aliman yek jî muheddîsekî hemdemê wî Îbn Daqîq el-Îyd e. Di derheq Îbn Teymîyye de weha dibêje:

“Min ew mîna merivekî wisa dît ku hemû ilm li ber herdu çavên wî berhev bûne, ji wan kîjan bixwesta hildida dixebitan, çi jî bixwesta dihîşt.” [3]

Lê di hêla din de gava dijber û xêrnexwazê wî didîtin ku Îbn Teymîyye tekoşîneke bê mînak dike û bê tirs û sekinîn dixebite, xwestin wî bidine rawestandin. Lewra ew bi van xebatê xwe ve di nav gel de dihate nasîn û peyrewên wî zêde dibûn. Ji her deveran meriv dihatin dîtina wî jê pirs dipirsîn û jê fita/fetwa dixwestin. Wî jî bi qasî hêz û zanîna xwe bersivên wan dida û ji bo ya rast hînbin rê nîşanî wan dida. Ev bersivên wî wekî name dihatine zêdekirin û di navbera gel de bela dibûn. Ji van yek jî nameyeka wî ya ji gelê Hama yê re şandibû. Gelê Hama yê di derbarê “îstiwa”yê de jê pirs pirsîbûn û Îbn Teymîyye jî bi nameyê berisiva wan dabû ev name bi navê “Er-Rîsaletu’l-Hamewîyye” bi nav û deng e. Li ser vê niqaşeke mezin derdikeve. Lê di encama niqaşan de Îbn Teymîyye li hember dijberên xwe bi ser dikeve.

Di sala 699/1299 de artêşa Moxolan kete herêma Şamê û heya Dimeşqê hat. Artêşên Şam û Misrê li hember wan têk çûbûn û çûbûne Misrê. Giregir, zana, rêveber û beşek ji gel ew derena terikandibûn. Lêbelê Îbn Teymîyye ji wir neçû. Lewra ji bo ku gel li hember Moxolan mucadele bike û wana rawestînin rêberîya wan dikir û cesaret dida wan. Di encama xebatan de bi rêveberan da qebûl kirin ku desteyekê bişînine bal fermandarê Moxolan Gazan Xan. Di encama vê de heyeteka di nav wan de Îbn Teymîyye jî hebû çû cem Gazan Xan û Îbn Teymîyye di hevdîtinê de bi şarazatî û weqar tevgerîya û bi wan da pejirandin ku êrişî bajêr nekin. Bi vî tehrî ewlehî pêk hat û tirs ji holê rabû. Lêbelê di demeke kin de ji leşkerên Moxolan di hinek cîyan de êrişî bajêr kirin û tevlihevî çêkirin. Lewma xeber belabû ku dê moxolan dîsa êriş bikin. Ji ber vê Îbn Teymîyye dîsa xwest here Gazan Xan bibîne, lêbelê îcar wezîr ev daxwaza wî qebûl nekir û nehîşt.

Dema Îbn Teymîyye dît bi vî tehrî nabe, bi xwe dest bi amadekarîyên leşekerî kir û ji bo gelê Şamê biparêze ewna tevrakirin. Bi rastî Îbn Teymîyye wekî zanayekî hêja çi demê pêwîstî bi çi xebat û tevgerê hebûye wisa kiriye û ji bo xêra civakê xebat kiriye. Lewra gava ku dayîna ders û ilm pêwîst bû li medreseyê ders dida û li mizgeftê we’z dida û çaxê çek pêwîst bû, a wê çaxê jî mîna fermandarekî derkete pêşberî gel û ewna di wî warî de perwerde kirin. Ango wî li gor pêdivîya dem û derê him bi pênûsa xwe ve û him jî bi şûrê xwe ve tekoşîn kiriye. Lewma li mizgeft û qadan ji bo merivan teşwîq bike xebitîye.

Di hêla din de Îbn Teymîyye seba artêşa Îslamê ya belabûye berhev bike li pey wan diçe Misrê û li wê derê Sultan û fermandaran re hevdîtinan çêdike, nameyan dişîne û ew artêşa belabûyî kom dibe û ji bo parastina Şamê xwe kar dike. Ev yeka him cesaret dide gel û him jî artêşa Moxolan ditirsîne.

Ji ber ku rêveberên bajêr revîyabûn di nav gel de tevlihevî û xofeke mezin pêk hatibû. Dema Îbn Teymîyye dît ku ev yek weha nabe bi xwe ji bo pêkanîna ewlehîyê xebitî. Di destpêkê de ew cî û derên nepakî/fuhuş û vexwarinê da girtin. Bi vî tehrî ew tiştên gel ji rê derdixist û dibûne baîsê xirabkarîyê ji holê rakirin. Her weha çûye li hember wan qebîleyên çîyayî yên pişta Moxolan kirine re şer kiriye û lewma mezinê wan hatine bal Îbn Teymîyye xwe avîtine wî û jê xwestine ku wana bibexşîne û soz dane ku ew tiştên ji artêşa Îslamê dizîne paşta bidin.

Sê sal piştî êrişa pêşîn di 702 de Moxolan dîsa êriş kirine û Şam dorpêç kirine. Ji ber vê Îbn Teymîyye dîsa derdikeve qada şêr û pêşîvanîya gel dike û cesaret dide wana. Di encamê de ew jî li dide pêşya artêşa Şamê û li mintiqa Mercu’s-Suferê dikevine kozikan. Ji vî şerî re şerê Şakhabê tê gotin. Dema herdû artêş rastî hevdu tên meha Remezanê ye. Di vî şerî de culet û mêranîya xwe careke din dîsa nîşan dide û ji bo artêşa mislimanan bikaribin şer bikin û ji taqet nekevin fetwayê dide ku bira leşker rojîya xwe bixwin. Ji bo ku ji wan re bibe mînak bi xwe jî fitara xwe vekiriye. Ev şera di roja çaran da bi serkeftina artêşa Şam û Misrê qedîyaye. Piştî vî şerî êdî herêma Şamê ji Moxolan hatîye parastin.

Îbn Teymîyye hê wê hingê jî tenê bi dijminê derva mijûl nabe. Lewra armanca wî ya sereke ew e ku gel ji rêşaşîyên bawerîyê biparêze. Di xutbe, pirtûk û nameyên xwe de her dem mijar bîd’et û xurefeyên di nav civakê de belabûne ne. Loma di nav civakê de neyar û heznekirîyê wî jî gelek bûn. Heke meriv ew mijarên di navbera Îbn Teymîyye û rikberên wî de pêk hatine di çend xalan de nîşan bide ewna weha ne:

a) Ew bîd’et û xurefayên di nav gel de bibûne edet û wekî îbadet dihatine hesibandin.

b) Gelek bawerî û kirinên di nav ehlê tesewwifê de bela bibûn û wekî rêbaza islah û teqwayê dihatine dîtin.

c) Di derheq nav û sifetên Xwedê teala de tewîl û şîroveyên Eş’arî û Maturîdîyan û ji bilî van gelek mijarên din.

Ji bo fetwa wî ya di derheq “telaq” de dabû alimên mezhebên din ew rexne dikirin û ji bo nikaribe fetwayan bide çûn şikyatê wî li Sultan kirin. Lewma di derheq wî de ferman derket ku li Şamê fetwayan nede. Lêbelê Îbn Teymîyye ev nepejirand û berdewam kir fetwayên xwe da. Paşê li cem Naîbê Sultan derkete hember alimên mezheban û şêxên terîqetan. Lêbelê di vê niqaşê de jî wana nekarîn tiştekî bi dest bixin.

A ji bo wî ji Şamê derxin û ji parastina Sultan derxin rikberên wî li pey dek û dolaban bûn. Ji ber vê hinek alimên li Misrê jêre nameyak şandibûn ew dawetî Misrê kiribûn.

Îbn Teymîyye li gel Qadî Necmeddîn Îbn Sarsarî rajo pêşîna meha Remezanê xwe digihînine Qahireyê. Roja dudê Remezanê Îbn Teymîyye hildidine meclîseke ji gelek zana, rêveberên dewletê û qadîyan pêk hatîye. Dema Îbn Teymîyye tê hedizane ku dê niqaşeke ilmî û bêalîgirî pêk werê. Lêbelê çaxê çav bi wan dikeve lê dinihêre evna bednîyet in û dixwazin wî darizînin. Ji bo darizandina wî jî qadîyê Malikîyan Zeynuddîn Mahluf erk hildaye ser xwe. Ev qadîya ji bo dijberên mezhebê Eş’arîyan kesekî pir tund e û bi vê helwesta xwe tê zanînin. Di derheq “Erş” û “Îstiwa Xwedê ya li ser Erş” pirsan ji Îbn Teymîye dipirse, lê gava Îbn Teymîyye dibîne ku armanca vî darizandine jêre dibêje:

“Dema ku tu dijberê min î tu çawa dikarî min darizînî?” Ji ber vî gilîyê Îbn Teymîyye hêrsa wî tê û biryar dide ku Îbn Teymîyye biavêjine bendîxaneyê. Piştî vê çend rojan Îbn Teymîyye di Qesrê de hepis dikin û paşê di derbarê wî de fermanekê derdixin û dişînine bendîxane/keleya li çîyayê Muqattamê navê wê “Cûb” e. Ev roja eyda Remezanê ya pêşîn e. Wê hingê li gel wî birayên wî Şerefuddîn Ebdullah û Zeynuddîn Ebdurrehman jî tên girtin. Çaxê bi qasî salekê Îbn Teymîyye di bendîxaneyê de dimîne Walîyê Qahîreyê êdî ji ber vê yekê aciz dibe. Jixwe bertekên gelê Şamê jî hingî diçe zêde dibin. Lewma Walî qadîyan kom dike û ji wan dixwaze ku Îbn Teymîyye berdin. Lêbelê ewna ji bo serbestberdana wî dixwazin ku ji fikrên xwe poşman be. Ya rastî ev hîleyeka wan bû û wana gelekî rind dizanibû ku merivekî mîna Îbn Teymîyye ji fikrên xwe venagere. Lewra ew wana rast dizane û tu kesek jî nikare bi delîl û îsbatan wan pûç derxe. Wê hingê Îbn Teymîyye ji bo serbestberdanê dev ji raman xwe bernade. Ev dijî bawerîya wî ye. Ji ber vê herçendî bi van şert û mercan diçine bal û vê pêşnîyazê lê dikin jî Îbn Teymîyye vê napejirîne.

Di sala 707 de Emîr Husameddîn tê Qahîreyê dorpêç dike û bi xwe diçe destê xwe Îbn Teymîyye serbest berdide. A wê hingê ji ser girtina wî re salek û heyşt meh derbas bûye. Piştî serbestbûnê Îbn Teymîyye dixwaze bîstûsisyê Rebîulewwlê li qeleyê pêşberê Naîbê Sultan munazareyeke ilmî were darxistin. Dema ev munazare hatîye kirin gelek zana beşdar bûne û lêbelê qadîyên Misrê bi gelek bahane û hincetan ji vê niqaşê revîyane.

Gava Îbn Teymîyye li Misrê serbest ma ji bo îrşad û xebatên xwe bimeşîne li Qahîreyê ma û dest bi xebatan kir. Di mizgeftan de we’z da û li medreseya Salihîyyeyê dest bi dersdayînê kir. Lêbelê wê hingê li Misrê desteyên ehlê wehdet-î wucudê serdest bûn. Lewma gava Îbn Teymîyye li dijî vê bawerîyê xebitî sofîyan çû şikyatê wî li Sultan kirin. Lewra di gelek niqaş û munazareyan de li hember pirs û gotinê Îbn Teymîyye nikaribûn bersivan bidin. Ji bo wî li ber çavê gel û sultan reş bikin digotin ew bêhurmetîya Hz. Pêxember (s.x.l) dike. Çimkî wî digot ji tu kesî îstimdat/alîkarîyên xeybî nayên xwestin. Hezkî ev Hz. Pêxember (s.x.l.) be jî. Ya Xwedê ferman kiriye û Hz. Muhemmed (s.x.l.) tetbîq kiriye ew e ku di dema tengasî û hewcedarîyan de tenê ji Xwedê re dua bê kirin û alîkarî ji wî bê xwestin. Ew kesên gel wekî ewlîya/qencên Xwedê dibînin jî bendeyên mîna me ne û tu hêza wan tuneye ku alîkarîya me bikin. Ji bo vê yekê îsbat bike ji Qur’an û sunnetê gelek delîl nîşanî wan dida.

Li ser van niqaşên mezin rêveberan ji Îbn Teymîyye re sê teklîf birin; yan Qahîreyê biterikîne here Şamê, yan here Îskenderîyyeyê û heke here wir jî divê fikrên xwe bela neke û yan jî têkeve hepsê. Ji ber vê Îbn Teymîyye qebûl kir ku têkeve hepsê û qebûl nekir xeber nede. Lê di alîyê din de telebeyên wî xwestin Îbn teymîyye here Şamê. Li ser xwesteka wan Îbn Teymîyye bervî Şamê birêket. Lêbelê di nîvê rê de ew paşta vegerandin. Qadîyê mezin ji vê biryarê poşman bibû û di encama vê de navbera qadîyan de nakokî derketibûn. Gava Îbn Teymîyye lê dinihêre di navbera wan de dubendî mezin dibe razî dibe ku wî biavêjine bendîxaneya qadîyan. Lêbelê îcar qadî li hember Îbn Teymîyye bi rehm in. Lewra dijberên wî yên vê carê sofî ne û di derheq vê mijarê de qadî û feqîh heq didine Îbn Teymîye.

Îbn Teymîyye îcar di bendîxaneyê de zêde namîne û piştî ji zindanê derdikeve dîsa dest bi tekoşîna xwe dide. Lêbelê çaxê Sultan Nasir dest ji kar dikişîne û Baybars el-Çeşnîgir tê dewsa wî, Îbn Teymmîyye cardin tuşî ezyetan tê û wî sirgûnî Îskenderîyeyê dikin. Ji ber ku Îbn Teymîyye zef tê nasîn di demeke kin de li wir tê hezkirin. Her çendî yên wî dişînine wir dixwazin Îbn Teymîyye bikujin û jê xelas bin jî ev daxwaza wan pêk nayê.

Heft meh ji ser sirgûnê re dibuhirin dostê Îbn Teymîyye Sultan Nasir dîsa tê ser text û Îbn Teymîyye ji hepsê derdixe û dîsa dibe Qahîreyê.

Dema hê Îbn Teymîyye sirgûnê Îskenderîyeyê nebibû biryar dabû ku here Şamê û xebatên xwe li wê derê bikudîne. Lêbelê piştî ku Sultan Nasir dîsa vegerîya ser text ji bo Îbn Teymîyye hawirekî baş pêk hat û ji bo xebatên xwe li Qahîreyê ma. Her weha ji bo karê xwe de ser bikeve alîkarîya Sultan jî dikir.

Ji bo qencî û başîya civakê Îbn Teymîyye bênavber xebatên xwe berdewam kir. Lê neyarên wî gava dîtin nikarin di qada ilm de serederîyê lê bikin û wî bidine rawestan, loma xwestin wî çavtirsî bikin. Ji ber vê du destan êrişî wî kirin û lê xistin û ew kutan. Lêbelê Îbn Teymîyye yê ku neyartî û dostanîya wî tenê ji bo rizayê Xwedê ye, nehîştiye ji ber vê yekê heyfa wî ji wan kesan hildin û ew kesê lêxistîye jî bexişandîye.

Çaxê xeber hatîye ku artêşa Moxolan dê dîsa êrişî Şamê bike li gel artêşa Sultan Nasir li hember Moxolan derdiveke seferê. Ev şere di 712 de pêk tê û Teter direvin û piştî heft salan Îbn Teymîyye meha Zîlqadeyê vedigere Şamê û li wê derê xebatên xwe berdewam dike.

Gava cara dawîn vedigere Şamê îcar di derheq fiqhê de dixebite û fita û telîfên xwe li ser wan dike. Ji bo wî çavkanîyên sereke Qur’an, hedîs û selefê salih e. Di îctihadên xwe de wana wekî serkanî digre. Ji bilî wan hemû tişt tên rexnekirin, heke rast bin tên qebûl kirin û na heke ne rast bin jî tên avêtin. Lewma wî jî li gor vê rêbazê gelek îctihad û nêrînên îmam û mezheban rexne kiriye û li berevajî wan fetwayên nû daye.

Ji ber vê helwesta wî di nav feqîhên muqellîd de gelek dijber û neyarên wî çêbûne. Ji van fetwayên wî ya herî zêde niqaş li ser çêbûne û ji ber wê hatîye girtin yek jî ya di derbarê “telaq” de ye. Bi kurtasî ev mesele weha ye: Gava Îbn Teymîyye dikeve nav civakê lê dinihêre gel di nav sondê xwe de telaqên xwe bi kar tînin û ev awayê sondxwarinê hê îro jî di nav civaka me kurdan de jî tê bikaranîn. Gava yek di derheq tiştekî de sond dixwe dibêje heke ez vê nekim û yan ev tişt weha nebe sê telaqê minê bêfita ji min red bin. Dema Îbn Teymîyye vê yekê dibîne li ser vê difikire. Lewra gava yek bi navê Xwedê sond bixwe, lê sonda xwe betal bike, dikare kolekî azad bike, sedeqê bide û yan jî sê rojan li ser hevdu rojî bigre. Gava ew kes vê sonda xwe ya li ser telaq bi cî neîne jina wî jê tê berdan û mala wî xerab dibe. Ji ber vê li ser vê yekê lêkolîn dike û digihêje wê encamê ku ev biryara nerast e. Lewra kesê sond dixwe naxwaze jina xwe berde, lê armanca wî sondxwarin e. Lewma wî fetwa da ku ev yeka ne li gor Qur’an, sunnet û selefê salihîn e û ji ber vê jina wî kesê sond xwarîye jê nayê berdan.

A li ser vê fetwayê gelek niqaş çêbûn û feqîhan ev fetwa wî qebûl nekirin û jê xwestin ji vê fetwa xwe poşman be. Lê Îbn Teymîyye dev ji vê fetwa xwe bernedaye û di encama mehkemeyeka mezin hatîye hepiskirin. Îbn Teymîyye vê carê pênc meh û nîvan di hepsê de dimîne û derdikeve.

Lêbelê neyarên wî qet vala nedisekinîn, heya ku ew li derva bi serbestî bigere we’z û fitayên xwe bi de dê di nav gel de fikra xwe bela bike û rê li ber wan teng bike. Ji bo vê fetwayeka wî ya ku hevdeh sal berya vê di derheq qebran û zîyareta wan de dabû kirine mene. Îbn Teymîyye di vê fetwa xwe de gotibû ku li ser qebran avakirina mizgeftan, di qebran de nimêjkirin û meriv berê xwe bidine wan gor û zîyaretan nimêj bikin ev heram e. Lewra ev cûre kirin di nav gel de gelekî bela bibûn.

Xêrnexwazên wî qaşo doz kirine ku Îbn Teymîyye bêhurmetîya Hz. Muhemmed kiriye. Lewra Îbn Teymîyye dibêje bi taybetî tenê seba zîyareta qebran derketina rêwîtîyên dirêj ne durist e û hetta ev qebra Hz. Pêxember (s.x.l.) be wisa ye. Di encama van bûyeran de êdî Sultan Nasir jî piştgirîya Îbn Teymîyye nake û di sala 726 de dîsa dikeve hepsê. Lê Îbn Teymîyye li wir dev ji telîfan bernade û xebatên xwe dikudîne. Di axirîyê de seba deng û hisê wî dernekeve, nikaribe binivîse hemû hacetên nivîsînê jê distînin. Jixwe êdî tenduristîya Îmam Îbn Teymîyye jî xerab bûye û di sala 728 de meha Şewwalê li bendîxaneyê diçe ber rehma Xwedê. Gava dimre gelê Şamê gelekî li ber dikeve û bi girseyeke gelekî mezin defin dikin.

Bi rastî di derheq Îbn Teymîyye de gelek tişt hatine gotin û ev mijareke gelekî dirêj e. Lewma emê li vê derê navê çend heb şagird û pirtûkên wî yên ku mîrata wî ya herî girîng in bidin û vê mijarê biqedînin.

Bi qasî tê gotin ji telebe û dostên wî yên alim û hêja ji sîûyekê heya heyştê û heftan diçe. Ji wan yên herî pêştahatî Îbn Qayyîm el-Cewzîyye, Hafiz ez-Zehebî, Îbn Kesîr, Îbn Ebdulhadî, Emr bîn Elî û gelekên din.

Herweha gelek berhemên wî yên hêja hene û ji kullîyata wî çendek:

1.Kîtabu’l-Îman el-Ewsat.
2.Kîtabu’l-Îman el-Ekber.
3.el-Eqîdetu’l-Wasitîyye.
4.et-Tefsîru’l-Kebîr.
5.Îlmu’l-Hedîs.
6.Îqtidau’s-Sirati’l-Musteqîm.
7.Mînhacû’s-Sunetu’n-Nebewîyye.

Jêderk:

1.Muhemmed Ebû Zehra, Îmam Îbn Teymîyye, Werger. Heyet, Stenbol, 1988, Weşanên Îslamoğlu.
2.Îbn Kesîr, El Bîdaye We'n-Nîhaye, Çağri Yayinlari, Stenbol.
3.Îbn Teymîyye Kullîyati, 1/17, 62, Stenbol, 1997, Weşanên Tevhîd.
4.Şamîl Îslam Ansîklopedîsî, Îbn Teymîyye.
[1] Muhemmed Ebû Zehra, Îmam Îbn Teymîyye, rp. 22. Werger. Heyet, Weşanên Îslamoğlu.
[2] Uqud ed-Durîyye fî Menaqibî Îbn Teymîyye; ji Ebû Zehra, Îmam Îbn Teymîyye, rp. 24 neql.
[3] Muhemmed Ebû Zehra, Îmam Îbn Teymîyye, rp. 34. Werger. Heyet, Weşanên Îslamoğlu.

Durûtî

Mirovê sîtemkar durû ye. Gava dikeve tengasîyê hankêve dest bi cazutîyan dike. Ew dînê ku qet ne xema wan e hankêva dikeve bîra wan û ji bo xwe ji wê teşqele û astenga li ber wan bûye rêbirr xelas bin Xwedê tînine bîra xwe.

Bi rastî gava îro mirov bala xwe dide van niqaşên li ser kêşeya Kurd û Kurdistanê ya ji sedsalan vir de berdewam dike dibîne ku peyvên herî zêde tên bikaranîn Xwedê, Îslam û mislimanî ye. Ew kesên di jîyana xwe ya rojane de qet Xwedê bîrnayînin, di tu kar û barê xwe de guh nadine Îslamê, lê tu lê dinihêr van rojan qet van gotinan jibîra nakin. Gelo evna teze hatine hîdayetê û poşman bûne? Yan tenê dixwazin bi vê tevgera xwe gelê Kurdê mezlûm bixapînin? Gava meriv li rastîya wê dinhêrê derdikeve holê ku ewna nehatine ser rêya rast. Wê çaxê ew kesên îro wisa xeberdidin û ji bo çareserîya vê pisgirêka mezin tevdigerin tenê ji bo berjewendîya vê dewleta dagirkera li ser xîmê neheqî û bêdadîyê avabûye dixebirin û dikin ku emrê wî yê kinbûyî dirêj bikin. Ya rastî tirseke wisa mezin ketîye dilê wan ku xewên şeva li wan heram bûye. Di xewnên xwe de zilm û bêbextîya xwe dibînin. Jixwe ev xeysetê hemû zaliman e.

Lê ji bo ku xwe ji vê afata ku dê koka wan biqelîne xelas bikin îro tenê hêvîya wan bi Îslamê maye. Lêbelê dîsa jî haj bi rêraşaşîya xwe tunene û nabine peyrewê ferman û esasên Îslamê. Tenê dixwazin ji bo demeka kin wê ji bo xêra xwe bikarbînin, gelê Kurd bixapînin û lewma hemasa qala biratî, mislimanî û hevkarîyê dikin. Ango armanca wan tenê zeximkirina serdestîya xwe ye.

Belê ji ber ku li ser vê kêşeyê baş nefikirîne û ya rastî derdekî wanê wisa tuneye, ev helwesta wanê ji bo derdê wan nebe derman û emrê wan dirêj nake. Sedema vê jî pir eşkere ye. Ji bo ku mirov bikaribe nexweşîyekê derman bike divê lêkolîneka baş bê kirin da ku derkeve holê sedema nexweşîyê çi ye? Encax piştî vê lêkolînê pêkan dibe dermanekî anegorî wê nexweşîyê kifş bikin.

Îro kêşeya Kurd û Kurdistanê ji ber neheqî û dagirkerîya dewletê pêk hatine. Çaxê dewleta tirk li ser bermayîyên Osmanî hate damezirandin, li ser xîmê nijadperestîyê hate avakirin. Ji ber vê mafê hemû miletên herêmê hate binpêkirin, tenê navê tirkan hate nasîn û hemû kar û bar ji bo berjewendîyên wan hatine meşandin. Ji bo neteweke bi bingeh were pêkanîn hemû nirx û dewlemendîyên gelê dinê –bi taybetî gelê Kurd- li ser vê navê xwe hesab kirin. Lê gava ev neheqî û destdirêjîya mezin hate kirin gelê Kurd çendîn cara li hember wan serî rakir û bi wan re şer kir. Mixabin ji ber gelek egerên cur be cur di van serhildanên xwe de bi ser neketin. Ev tekoşîna di navbera Kurdan û dewleta dagirker de heya îro berdewam kir. Îro pêvajo gelek tiştan li ser wan ferz dike. Ji ber vê ewna jî seba Kurdistanê ji dest nekin, mêtîngerîya xwe ya li herêmê dîsa bidine kudandin li pey çareserîyên li gor menfet û xêra xwe digerin. A ji ber vê Îslam û mislimanî ketîye bîra wan.

Divê bê zanîne ev kêşe ji ber Îslamê çênebûye. Ya rastî ji ber guhnedayîna esasên Îslamê ev yeka derketîye holê. Tewr Îslam ji bo xwe wekî navgîneka zilmê bikar anîne. Di dema Osmanî de jî îro jî Îslam bi vê armancê hatîye bikaranîn. Lewma tu car nikarin ji Îslamê bo derdê xwe dermanekî peyda bikin.

Seba bikaribin Îslam ji vî derdê wan re bibe derman divê dev ji hemû înkar û neheqîyan berdin, li gor huqûda Îslamê dewletê rêk û pêk bikin, paşê hêvîya xwe bi Îslamê girêdîn. Naxwe ji bilî vê xelasîya wan tuneye û tenê durûtîya wanê li wan bimîne.

12 Ocak 2009 Pazartesi

Jimar, war û wargehên kurdan

Îro li ser rûyê cîhanê bi milyaran mirov, bi hezaran gel û ziman dijîn. Ji bilî gel û zimanê bi nav û dengê li ser rûyê cîhanê yên bi hêz û serdest, em ji yên din, pir hindikî haydar in û yan jî heke yên agahdar hebin jî ev ji ber xebat û kedeke taybet e. Lewra ev mijareke berfireh û dewlemend e û loma pisporîyeke taybet divê. Ango ji vê yekê mebesta me ew e ku em di derheq gel û zimanên cîhanê de, xwedî agahîyên pir kêm in. Jixwe piranîya mirovahîyê jî mîna me ye. Loma belkê ev yek ji bo piranîya mirovan nebe kêmasî jî. Lewra ev ne tiştekî zerûrî ye ku her kes pê bizanibe û yan ji bo hînbûna wê xwe biwestîne. Lê ev her kar û peywira kesên lêkolîner û pisporên vê mijarê ye.
Lêbelê dema mesele dibe jimara gelê kurd, war û welatê wan, pirsgirêk û tengasîyên wan, gotî em xwedî agahî bin. Lewra çawa ku her mirovek, navê xwe, navê malbat, bav û kalên xwe, êl û eşîra xwe dizane -her weha ev tiştana ji bo nasnameya mirov jî pêwîst in- gotî di derheq gelê xwe de jî xwedî agahdarî be. Di serî de divê mirov pêşîyên xwe binase, ango dîroka xwe hîn be, bizanibe ka ji kûderê peyda bûne, bi kîjan gel û netewî re meriv/xizmê hevûdu ne. Di pêvajoya dîrokê de bi kê/kîjan miletî re bûne dost û kîjan gel û netewî bi wan re neyartî ajotîye? Li ser rûyê erdê heya kû derê koç kirine, gelo kîjan, şaristanî û çand pêk anîne? Kîjan dewlet damezirandine û yan jî kîjan hêz û hebûn têk birine? Di van babetan de bi kîjan milletî re hevpar in?
Em dikarin vê rêze pirsê hê dirêjtir bikin, lê evna bes in, zêdetir ne hewce ye. Lêbelê ji van pirsan jî tê xwuyanê ji bo kesekî normal, zanîna ev tiştên han, ne bi zehmet e û tewr hewcedarîyeke girîng e. Jixwe egera zanîna dîrokê jî ev bi xwe ye.
Lewra rastîyeke melûm e ku neyarê her miletî seba binketina gelên dijminê xwe, herî pêşîyê ji lawazî û kêmasîyên wî dest pê dike. Lê dinihêre neyar di kîjan warî de jar e, a ew jî ji wê hêlê dest bi êrişê dike û çaxê di wê alî de jarxistinekê pêk bîne jî, êdî bingeha bêbextîya xwe li ser wê li dar dixe.
A îro neyarên gelê kurd, lîstikên xwe li ser vê avakirine. Ev kêmasîya me ya sereke jî bêtifaqîya me kurdan e. Ev ne bûyereke teze ye, dîroka vê heya bi sedsalan dûr diçe. Lê di vê nivîsê de armanca me ne eva ye.
Wekî tê zanîn li ser rûyê erdê gelê herî mezin ê bêdewlet kurd in. Ev di gelek qad û platforman de hatîye ziman. Her çendî ji ber nebûna dezgekî jimarê ya serbixwe ku jimara gelê kurd ya teqez kifş bike jî, lêkolînên biînsaf, jimara kurdan li dora 30 milyonî nîşan didin. Ev nifûsa kurd, îro ji navenda Kurdistanê dest pê dike heya Ewrûpa, Amerîka û tewr heta Afrîqayê çûye, bûne penaber.
Li ser diaspora kurdan, koçberîya wan gelek lêkolîn hatine kirin û hê jî tên kirin. Lewra hebûna kurdan him ji bo hêzên dagirker û him jî seba dewletên cînar û rojhilatîyên ku berjewendîya wan di rojhilatanavîn de hene balkêş e. Loma ewna jî li ser kurdan lêgerînên cûr be cûr dikin.
Di vê babetê de par, di 4ê Cotmeha sala 2006 de Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrupa li ser jimar û cîyên ku kurd lê dijîn de raporek amade kir û weşand. Li gor wê raporê jimara kurdên cîhanê li dora 30 milyonî ne; li Tirkîyê 12-15 milyon, li Îranê 8 milyon, li Îraqê 5 milyon, li Surîyê 1.5-2 milyon, li rojavaya Ewrûpa milyonek 300 hezar, li Afganîstanê 200 hezar, li Azerbeycanê 150 hezar, li Lubnanê 80 hezar, li Ermenîstanê 45 hezar, li Gurcîstanê 60 hezar, li Tirkmenîstanê 40 hezar, li Amerîkayê 20 hezar û li Kanadayê jî 6 hezar kurd dijîn.
Dîsa 22 Adarê, di rojnameya Mîllîyetê de lêkolîneke Kondayê weşand. Di vê lêkolînê de li ser gelek babetan lêgerîn hatibûn kirin, lê ya me elaqedar dike mijara jimara kurdên li bakurê Kurdistanê bûn. Li gor vê lêkolînê jimara kurdên bakûr 11 milyon û 445 hejar kes in. Berya vê jî sîyasetmedarekî tirk gotibû kurd encax 6 milyon û 500 hezar kes in.
Lê tiştê balkêş ev e ku di van demên axirîyê de jimar, nifûsa kurdan hinekan gelekî elaqedar dikin, tewr ji ber wê xewnên xirab dibînin û xeyalên wan pûç dibin. Gelo çima?
Sedema vê kifş e. Ev çendî çend sal bûn, hebûna kurdan dihate nîkolkirin/înkarkirin, çand, wêje û hêjahîyên kurdan dihatine talankirin. Loma derd û kuleke wana wekî jimar û zêdebûna kurdan tunebû û yan jî heke xemeke wana wisa hebûya jî ev nedianîne ziman. Lewra her tişt ji binî ve dihate redkirin. Lê êdî îro nikarin mîna berê hebûna me kurdan înkar bikin. Çimkî êdî dunya û alem haj bi vê pirsgirêka mezin heye. Heta ji bo gelek hêzên heremî û yên rojavayî ji bo xwe bigihînine heremê, ji dewlemendîyên wê sûdwerbigirin dibe hincet jî.
A ji ber van hêzên serdest bêgav man, hebûna kurdan qebûl kirin. Lê ev rastî li wan pir giran tê, nikarin hezm bikin. Loma îcar bi şeklekî din dilhene vê rastîyê piçûk û negirîng nîşan bidin. Ev hemû fikarên wan ji ber vê hindê ye.
Loma gelek kes û kesên kewneperestê berjewendîyên wan di hindiknîşandana kurdan de ne û ji bo vê hewl didin. Seba di vî karê xwe de biserbikevin jî hemû dek û dolaban bi bêbextî bi kartînin. Ji bo vê hema em mînakekê tenê bidin. Ev jî seba yekîtîya kurdan têk bibin, radibin cudahîya zaravayên kurdî derdixine pêş. Bi vî tehrî doz dikin ku kurdîyek tenê tuneye. Tewr Kurmanc û Kirmanc ji hevûdu cuda ne, ne netewek in. A gelek tiştên mîna vê derdixine rojevê, dikin ku yekîtîya kurdan têk bibin. Lê heroj hê hinekî din rindtir tê xwuyanê ku ew nikarin bi van lîstikê xwe ve biserkevin. Lewra ne mîna berê ye bi saya teknolojîyê kurd dikarin bi hevûdu re tekilîyê daînin û ev jî bîrewerîya wan pêşve dibe. Lê nika mijara me ne ev e.
Bi rastî ev lêkolînên han di alîyekî de jî rewşa gelê kurd didine nîşandan. Her weha li ser wan -bi taybetî li ser ya Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrupa- gelek nivîs, rexne û nirxandin hatine nivîsîn. Lê van rojên dawîn pirtûkeke Muhemmed Alî es-Sîwêrekî el-Kurdî ya di derbarê kurdên Urdunê de qal dike jî bi zimanê tirkî hatîye çapkirin. Di derbarê danasîna wê de Cemîl Oguz di malpera www.dîyarname.com de nivîsek weşand. Li gor ragihandina Cemîl Oguz ev pirtûk jimara kurdên Urdunê bi qasî 15-20 hezaran nîşan dide; ango jimara kurdan hinekî dîsa zêde bûye! Lê li wan deverên kurd lê dijîn ya ji bo min herî zêde bi balkêş Afganîstan e. Her çendî di hinek pirtûkan de bi kurtasî navê kurdên Afganîstanê derbas be jî (bo mînak M. Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistan de qal dike û her weha di wê pirtûka behsa kurdên Urdunê dike de, di rûpelê 25an de jî tê gotin ku jimara kurdên Afganîstan-Xurîyan 200 hezar e) tu agahîyeke meriva têr bike tuneye. Li hinek cîyan tê gotin ku kurdên li Afganîstanê piştî şerê navxweyîyê di sala 1970 de pêk hatîye ji wê derê koç kirine. Lêbelê ji bo vê agahîyê jî tu çavkanîyan nîşan nadin.
Ya ez meraq dikim, gelo bi rastî îro kurd li Afganîstanê dijîn û heke dijîn li ku derê yan li kîjan herêman dijîn, bi kîjan zaravayî diaxivin, çi bandora wan li ser erdê Afganîstanê heye? Jimara wan çiqase?
Lewra çiqas kêm be jî di derheq war û welatên kurd lê dijîn agahî hene, lêkolîn hatine kirin. Lê di derheq kurdên Afganîstanê, yan lêgerîn nehatine kirin û yan jî hatine kirin lê min nedîtîye. Heke hatibin kirin pêwîst e ewna di malper û kovarên kurdî de bên danasîn û weşandin. Lê heke heta nika xebatên bi vî rengî nehatibin kirin, gotî ji îro şunda dezgeh, rêxistin û lêkonerên kurd yên ku derfetê wan hene li ser vê yekê bixebitin û gelê kurd agahdar bikin da ku em bizanibin rastî çi ye û bi çi awayî ye.
Helbet dibe ku hinek rabin bêjin derd û kulê me ne bes e, ew rabûye li pey çi dikeve. Lêbelê ev hizreke ne rast e. Gotî em haj bi xwe hebin, bizanibin kurd li ku derê, di çi rewşê de dijîn û çawa dikin da ku bikaribin bibine parêzvanê maf û hebûna wan, li wan xwedî derkevin. Lewra mirov her bi xwedîderketinê dikare hêz bigire û ser bikeve. Naxwe em bi vê bihesin û bizanibin dê pêşerojê ji bo me qenctir be.

Rewşa me ya olî

Hz. Muhemmed çend meh piştî bûyera fîl, ji dayik bû. Li Mekkeyê li ber destê apê xwe Ebû Talib perwerde bû. Zaroktîya xwe de şivanî kir, xortanîya xwe de bi bazirganîyê mijûl bû. Dema bû çilsalî Xwedayê Mezin ew ji bo qasidîya xwe hilbijart û bi navgînîya wî mirovê pak û durust peyxama Xweda ragihande beşerîyetê.
Qasidê Xwedê yê herî dawîn Muhemmed (569-632) (s.x.l.) şêst û sê salan umir kir. Ji wî temenî bîst û sê salan qasidê Xwedê bû. Ango bîst û sê salan bi ragihandin, teblîx û weşandina olê Îslamê re mijûl bû. Rastî gelek tade û zahmetîyan hat, pir renc û cefa kişand. Lê peyxama/mesaja ku Xwedê jê re şandibû gîhande mirovahîyê û bi wesîla wî ew reçeteya rizgarîya dunya û axretê belavî her dera cîhanê bû. Wekî her milêtê cîhanê kurd jî bi hinarîya wî hisîyan û pê bawerî anîn û bûne sehabîyên wî.1 Lêbelê bi giştî gelê kurd ancax di serdema Hz. Omer (634-646) (x.j.r.) de bi Îslamê re çavnas bûn.2
Lêbelê rind tê zanîn ku guherandina olan, terikandina bîr û bawerîyan ne karekî hêsan û demkin e. Ev yek bûyereke derûnî û civakî ye. Ji bo pejirandina olekî, guherandina ramanekê pêvajoyek dirêj divê. Di vê heyamê de ev ol, yan ev fikir tê nasandin, teblîxkirin û hêdî hêdî ev bawerî diedile, tê nasîn, dîyar dibe û tê qebûlkirin û yan jî berevajî wê, dibe rast neyê dîtin û loma nayê pejirandin. Dema em li sîret/jîyana Qasidê Xwedê (selamên Xwedê lê be) dinihêrin vê danasîn, teblîx û niqaşa ku dîrokê de li ser olê Îslamê pêkhatîye bi awayekî baş dibînin. Wê hingê gelek salan muşrîkan olê Îslamê qebûl nekirine, li hember derketine, xerab nîşan dane, tiranê xwe pê kirine û bi kurtasî seba ku têk bibin pir li ber xwe dane. Lewma di navbera malbatan de nakokî derketine, dê û bav, zarok û jin, dost û heval ji hevûdu belav bûne û ji hevûdu re bûne neyar. Yên dewlemend û hêzdar sitem û neheqî li kesên belengaz, kole, jin û bêkes kirine, seba wana ji Îslamê bidine vegerandin ji war û welatê wan qewirandine, mal û milkê wan talan kirine. Lê di encamê de Îslam serket, rastî derkete holê, heqîqet eyan bû. Ew kesên ku berê ji Îslamê re neyartî dikirin berêka nermbûn, fikirîn, pûçîtîya bîr û olê xwe yê şîrkê fahm kirin û bûne misliman. Bi vî tehrî tovên olê Îslamê hatine çandin.
Lêbelê gava Îslamê hêz girt, belavî çar terefê dunyayê bû, êdî gelek deste, eşîret kom bi kom hatin bûne misliman û di encama vê de ji alîyekî ve bi şer û fethan Îslamê deng vedida belav dibû û ji alîyê din ve jî ji ber ku jimara mislimanan zêde dibû, gelek kesan, eşîran çav dida mezin, serokên xwe û dibûne misliman. Ji ber vê lez û bezê, mislimana nikarîbûn xwe bigihînine her kesî û wan perwerde bikin û loma Îslam wekî berê ango destpêkê bi rêk û pêk nedihate fêrbûn û zanîn. Van girseyên teze ancax hinek tiştên sereke hîn dibûn, lê ji wê perwerde û terbîyeya ku nifşên pêşîn pê kemilîbûn û gihaştibûn nebû para wan.
Di alîyekî de ev geş û gurbûna Îslamê sebebê şanazî û kêfxweşîyê bû û di hêla din de seba paşerojê de ji bo sedemên nexweşîyan dibû hawirekî guncan. Jixwe sî sal piştî rêzanê me Hz. Muhemmed, ew dad û edaleta ku wî pêk anîbû berêka winda bû, li dewsa xîlafeta ku bi rêka şêwr û hilbijartinê pêk hatibû, seltenat bû serdest. Ji ber vê di nav civaka Îslamê de gelek nakokî û nexweşîyan rûdan û alozî derket. Bandora wan heya îro hatîye.
Ya rastî ev rewşa ku em qala wê dikin rastîyeke dîrokî ye. Çi çax li heremekê hêzek mezin bibe û bela bibe, li gel wan pêşveçûnan herweha xîmê hinek neheqî û pirsgirêkên ku dê paşê bibine egera serêşîyê jî di wê heyamê de tên avêtin û ya rastî ji bo bi cîhbûnê derfeteke rind bi dest dixin. Lewra ew dem tevlihevî zêde ne û kar û bar bi lez dimeşin. Gelek caran mirov pê re nagihîne, hinek neyînîyên piçûkê ku dê paşê bibine egerê nerindî û xerabîyên mezin wê çaxê nayên dîtin. Ji bo ku meriv vê rastîyê bibîne dîroka Osmanî ya serdema Qanûnî (1520-1566) bes e. Her çendî ev dem zîrweya dewleta Osmanî ye, li gel vê tovên pûçbûnê jî wê çaxê hatine reşandin.3
Em dîsa li mijara xwe vegerin. Di dîroka Îslamê de çaxê Hz. Omer de piştî şerê Nîhawendê (637) artêşa Îslamê ber bi herêma Kurdistanê ve hatîye û di van şeran de pir hindik kurd û misliman rastî hevûdu hatine. Lê piştî fetha Tîkrit û Hîlwanê raste rast artêşa Îslamê ketîye xaka Kurdistanê. Wekî gelek miletên din kurdan jî di serî de olê Îslamê nepejirandine. Loma pir caran li hember hêzên Îslamî serî hildane, seba parastina olê xwe yê berê li ber xwe dane û serî hildane. Di pêvajoya dîrokê de berêka kurdan jî olê Îslamê qebûl kirîye. Lê ev di demeke dirêj de bûye. Lewra kurdan di dîrokê de gelek dîn pejirandine, wekî êzîdîtî, zerdeştî, cihûtî... Ji van olan yê ku êzdîtî ye, zimanê we yî olî, rê û resmê wî kurdî ye. Lê ev ne mijara me ye.
Wekî me li jorê jî qala wê kir. Dema fethan de teblîx û danasîna ol, bîr û bawerîyan bi awayekî rêk û pêk nabin. Tenê hinek emir û fermanên wê yên sereke tên hîmkirin. Lêbelê ji bo ku ev ol û bawerî bi awayekî baş rûnê, biêzanîn û biêhînbûn divê teblîxeke dûr û dirêj biêkirin; pirtûk, emir û fermanên wê olê teze bi zimanê wê girseya ku tê dawetkirin biêşîrovekirin da ku têbigihêjin, li ser bifikirin û bi bîr û bawerîyên xwe yên berê ve raberî hevûdu bikin ku cudahî di navbera wan de bibînin, hêjahîya wan fêm bikin û di encam wê de bikaribin tercîha xwe bikin. Ger ku wisa nebe, ne ew ol û bawerî tê fêmkirin û ne jî tê pejirandin. Heke bê pejirandin jî evê ji ber hinek egerên din be. Ango ev yan ji ber tirs û gefan e, yan çavdayîn/teqlîda mezin û serokan e û yan jî ji bo berjewendîyên maddî ye.
Mixabin gava mirov li dîroka cîhanê dinihêre, piranîya mirovan bi çavdayînê bîr û bawerîyên bav û kalên xwe pejirandine û bûne peyrewê wan. Pir kêm kesan bi lêkolîn û tehqîqê olê xwe hilbijartîye. Ji ber vê, endamên gelek olan hîkmet, bingeh û hêmanên bawerîya xwe baş nizanin. Bilî çend tiştên ku devkî bihîstine, çend rituelên ku di civakê de tênkirin tiştekî nizanin û ya ecêb meraq jî nakin. Ev rewş li herêma me jî heman şeklî rastîya hemû gelan e. Têkilîya wan a bi olê wan re li ser bingeha çavdayînê pêk hatîye.
Dibe ku civakên mîna me kurdan ji ber ku zimanê wan hatîye qedexekirin, ne azad in û ji ber vê perwerde nebûne, bi zimanê wan pirtûk û xebatên olî tunene û yan kêm in, loma piranîya gel nexwenda ye, -bi taybetî jî jin- li ber gelên serdest hinekî mezûr bin. Lê wekî tê zanîn olê Îslamê her kesê ku xwedî hiş û balix, xwedî vîyan muxetabê Xwedê qebûl dike. Her weha olê Îslamê bingeha xwe li ser zanîn û agahîyê qebûl dike. Loma dema îbadetek, karekî qenc têkirin, biryarek tê dayîn divê îlam bi nîyetê destpê bibe û ev jî ancax bi zanînê gengaz e. Lê gava em bala xwe didine civaka xwe -ji vê meqset ne tenê kurd in, tirk, faris, ereb jî wisan in-, bêser û berîyek heye. Ji bo ev rind bê fêmkirin em qala çirokeke di nav gel de tê gotin bikin:
“Wekî melûm e, çaxê mehra bûk û zavê têbirîn mela şert û şirûtên Îslamê ji wan dipirse da ku heke şaş bikin, rind nizanibin hînî wan bike ku bikaribe mehra wan bibire. Lewra ji şertên nikahê yek jî mislimanbûn e. Loma mela berya mehra wan bibire ji zavê dipirse ku çend şertên Îslamê hene. Zava li der û dora xwe dinihêre vedigere ser mela û dibêje Seyda şertên Îslamê pêncî ne. Mela lê dinihêre şertên Îslamê nizane jê re dibêje çawa şertên Îslamê pêncî ne qet tiştekî wisa dibe, ka rind bîne bîra xwe. Ji ber vê zava dîsa li der û dora xwe dinihêre, wê çaxê ji cemaetê yekî li pişt mela sekinî, pênc tilîyê xwe, vedike nîşan didê, zava çaxê çav bi wî dike ve jê re dibêje: Heyran ez dibêjim pêncî Seyda qebûl nake tu radibî dibêjî bêje pênc yê çawa pê qayîl be?!”


Em rind nizanin gelo ev bûyer qewimîye yan na. Lê ev ji bo civaka me, halê gelê me teswîr bike çîrokeke balkêş e. Lewra ne dûrî aqilan e. Ji ber vê gotî zanayên me, li hêvîya ti kesî nesekinin divê ji cem xwe seba perwerdeya gel dest bi xebatê bikin. Di serî de ji wan re qala tewhîdê bikin. Lewra esasê Îslamê qebûlkirina yekîtîya Xwedê ye. Dema mirov yekîtîya Xwedê qebûl bike û hemû hêzên taxûtîyê ku doza îlahtîyê dikin red bike dibe misliman. Gotî evê bi zanebûn bike û dema dibêje la îlahe îllallah serwext bibe ku ev tê çi maneyê. Ji ber ku ev şîfreyeke pir girîng e pêxemberê me Hz. Muhemmed ji bo vê bide gotin gelekî xebitîye û muşrîkan jî seba vê nebêjin pir li berxwedane. Lewra ev peyveke wisan e ku jîyana mirov ji serî de rêk û pêk dike. Dema em li jîyan û tekoşîna wî (s.x.l.) binihêrin emê wateya wê baştir têbigihêjin û emê bizanibin ku hema bi devkî gotina wê ve kar naqede. Loma pêwîstîya mirovan her bi wê heye.

Têbinî:
1 Şark Uleması, Mehmet Çağlayan, Çağlayan, r. 35, 1996, İst.
2 Dîroka Kurd û Kurdistan, M. Zekî Beg, Avesta, r. 95, 2002, Stenbol.
3 Yedîyüz Osmanlı Beyliğinden 28 Şubata: Bir Devlet Geleneğinin Anatomisi, Fikret Başkaya, Ütopya Yayınevi, Ankara, 1999, s. 151-152

Eşîra Celalîyan

Gelê Kurd, yek ji gelên herêma rojhilata navîn ê herî kevn e. Koka gelê Kurd herî kêm qasî 3500 sal berya zayinê (b.z.) diçe. Ji ber ku herêma Kurdistanê ji mêj de hêlîna zayîna olan e, qada ceng û şeran e, li ser rê û dirba bazirganî û çûn û hatinê ye, lewma hergav li ber çavan e. Ji her dem û qonaxên dîrokê şûn û dûmahî lê hene. Loma ji gelên heremê her yek xwe kevntirîn milletê vê derê dibîne. Esl û nijada xwe heta jê tê bi şaristanî, çand, ol û pêxemberên berê yê nav û dengê herêmê yên mîna Sumer, Babîl, Med, Pers, Gilgamêş, Îbrahîm, Zerdeşt hwd. ve girêdidin. Seba peyîtandina/îsbata van gotinên xwe jî gelek tiştan jî jêderk nîşan didin, herçendî ji wan pirê wan ne delîl bin jî.
Qada zanista dîrokê cîhê xirecir, gengeşî û niqaşên cûr be cûr e. Û disîplîna dîrokê heya nekeve destê kes û komên nijadperest û ji avarû neyê derxistin, li gor berjewendî, mebestên bed neyê bikaranîn û çep neyê qulipandin gelekî fêrkar e. Lê hezar heyf îro êdî prensîb û destûrên zanistê li cem gelekan pere nakin. Nirxandin, rexnekirin ji bo rastkirin û serastkirinê ne endaze ye. Lewma ji vê rewşa heyî jî herî zêde gelên bindestê mîna me kurdan zîyanê dibînin.
Ji ber van rewş û mercên nerind û neyînîyê ku em bêgav tê de dijîyan, êdî ez hîn bibûm û ji min re ecêb nedihat ku hêzên dagirkerê Kurdistanê heryekî ji bo bişaftin û mehandina kurdan bigotina: “Kurd ji me ne”, ango tunene. Çawa tirkan digot: “Kurd, tirkên li serê çîya ne”, ji ber ku di şert û mercên dijwar yê cihên bilind mane û loma gava li ser berfê jîyane û berfê di bin lingê wan de kirîye kart-kurt, lewma nişkêva nav û zimanê xwe jibîr kirine(!), fêrî zimanekî bi farisî û tirkîya kevin li tevhev bûne. Farisan digot jixwe ne hewceye bêtifaqî têkeve navbera me, ji lewra em gişk Aryen in. Ereban jî digot: “Na, kurd ji dola Sam ê kurê Hz. Nûh tên; vêca ereb in.”
Lê çend sal berya vê, çaxê min teze dest bi xwendina pirtûkên li ser dîroka kurdan hatibûn nivîsîn kir, min nizanîbû ka di vê babetê de pirtûkên herî baş kîjan in. Loma min ji mezin û hevalên xwe pirsî ka gelo kîjan pirtûk di vê mijarê de ya herî çêtir e? Kîjan di vî warî de çavkanîya berbiçav e? Ji wan gelekan pirtûka B. Nîkîtîn pêşnîyar kir. Her çendî ev pirtûk bi temamî kitêbeke dîrokê nebe jî di derbarê kurdan de bi kurtasî be jî agahîyên giştî didan. Êdî ez fêrî dîroka xwe dibûm, loma bi heyecan her beşa wê bi kito kito û bi baldarî dixwend. Çaxê ez hatime beşa kurdên li Ermenistanê dijîn, pêrgî tiştekî hîç nedihate bîra min hatim. Nîkîtîn ji lêkolînvanekî Urisê navê wî Averîanov, navê eşîrên kurd yên li Ermenistanê dijîn neqil dike û digel hinek eşîrên heremê, ji Celalîyan heşt milan dijmire; kotanli, soranli, saganli, hasananli, keçananli, kapdekanli û cînankanli û dibêje ev bavikên eşîra kurdan ya ji êlên mezinê serhedê Celalîyan tên eslê xwe ermenî ne û bûne kurd!? Him jî ji wan milên ku navê wan hatine gotin gelek jî xelet hatine nivîsîn. Herweha ji van milan hinek, di hinek cîyan de mîna eşîreke serbixwe tê nîşandayin, paşê jî di nav milên eşîra Celalîyan de jî tên jimartin. Ji bo mînak Hasananli di rûperê 279 de li jorê/fêza paragrafê de cûda, mîna eşîreke serbixwe tê nîşandayin, hinekî li bintara wê de jî di navbera Celalîyan de tê jimartin. Digel vê navê gelek eşîran jî çewt hatine nivîsandin. Lê helbet em rind nizanin gelo ev xeletî yan nakokî di eslê pirtûkê de heye, yan di wergerê de hatîye kirin.
Herweha dema min li ser vê mijarê lêkolîn kir, di înternetê de di malpera www.kdps.org de pêrgî maqaleyeke Dr. O. Blau –li ser êlên bakurê Kurdistanê- hatim. Cankurd ev maqele ji almanî wergerandîye kurdî. Nivîskar ji cîyekî din ragihandîye (Wagner, Reise nach Persien II, s. 232) ku Celalîyan navê xwe ji mîrekî ermenîyê ku navê wî Celal bûye, di bindestê wî de bûne hildane. Herwekî wergêrê jî destnîşan kirîye ev çewtîyeke pir ecêb e. Ji lewra Celal ne navê ermenîyan e. Ligel vê nîvîskar di cîyekî din di derbarê navê Celalîyan de weha dibêje: “Dibe, ku destekarîya pevçûn û cengewarî û talankerîya Celalîyan li hember hersê dewletên hevsînor re, ew rûmetnav ji wan re anî be. Herhal wan bi xwe jî ji xwe re ew nav wek nîşan birine û bi kêmasî niha ew êlnav bo cihêkirina xwe di vê navçeyê de bi kar tê.” Ev jî dozeke din e.
Dîsa di malpera kurdên anatolîya navîn de www.xelkedondurma.com/dirok/index.hml dema qala cîh û warên ku kurd lê dijîn têkirin, têgotin ku pirê celalîyan yên li Yêrîwan û Azerbeycanê dijîn ermenî ne.
Çawa tiştekî wisa dibe? Ev eşîra Celalîyan ku gir û hûr di gelek serhildan, tekoşînên heremê de rolên girîng leysitîye, ermenî ye?! Ji pey pirtûka B. Nîkîtîn re min pirtûkeke dinê ya behsa eşîrên kurdan dikir de jî heman agahî ji vê kitêbê dihate ragihandin xwend. Ji dû vê re Albûmeke bi çavê seyahên rojhilatî ve kurdan dide nasîn kete destê min. Di vê albûmê de dema qala êla Celalîyan tê kirin, li kêleka nîgareke ku eşîra Celalîyan temsîl dike weha hatîye nivîsîn; êla Celalîyên ya bi eslê xwe ermenî ne bûne kurd û dibêje ji heşt mil/bavikan pêktê lê heft heba dijmire, li bintarê de jî lêkolînvanê Îngilîz Mark Sykes ê ku li Kurdistanê gerîya ye û di encama van gerê xwe nexşeyeke eşîrên kurdan amade kirîye referans tê nîşandan ku eşîra Celalîyan li nêzîkê Amedê bi awayê koçerî û niştecîhî dijîn û ji çar hezar malbatan pêk tê. (The Kurdish tribes of the Ottoman Empire, J.R. Anthrop. Soc., XXXVIII, 1908, ji B. Nîkîtîn neqil) Di van pirtûkan de xêncî van tiştan tiştekî merivan îqna bike, qîma merivan pê bê tuneye. Bes têgotin navê eşîra Mamakanli navê wê ya rast “Mametkan”e dişibe eşîra Ermenîya ya navê wê Mamîkonyan e. Wê şunda ez li pey vê gotegotê ketim, ka gelo ev gotina hanê raste yan na. Ez bi xwe jî ji eşîra Celalîyan milê Soran têm. Heya wê hingê min tiştekê wisa ne ji bav û kalên xwe, ne jî zana û rûspîyên heremê nebihîstibû. Min ev mesele ji kî re got, bi min kenîyan. Lewra tiştekî wisa nehîstibûn ne jî bîna bûn. Digel vê li herêma me hinek malê bi eslê xwe ermenîbûn hebûn û di nav millet de ji wan re “bavfille” dihate gotin. Ger tiştekî wisa hebûya divê miheqeq di nav millet de bihata gotin. Çimkî malên eslê xwe ji milletên din bûn bê tirs û veşartin eslê xwe digotin û gelê heremê jî ev yekana dizanîbûn. Ji lewra bi salan bû bi xweşî cînartîya hevûdu dikirin. Jixwe tiştekî wisa ji dûrî aqilan e. Heke jimara vê eşîrê kêm bûya, ji çend malan pêk bihata dibe ku têkete hişa û bihata pejirandin. Lê ne wisa ye. Ji lewra hê li van deran malbatên bi eslê xwe ermenî hene û ziman û kelepora xwe parastine. Helbet ji wan yên dînê xwe guherandine û zimanê xwe jibîrkirine jî hene. Lê ne eşîr bi eşîrtî. Lêbelê tiştekî weha jî heye ku hinek mal û kesên bêeşîr, yan jî paşmayîyê milletên dinê (tirk, ermenî, nastûrî, suryanî hwd) dibe ku hebin xwe nîsbetî êlên mezinê bihêz bikin. Lê evna jimara wan pirr nînin û ji bo vê dozê nabe piştek.
Ya rastî ji bo dîyarkirina meselên weha, gotî meriv serî li dîroka berê, dîroka hê berya zayînê bixe. Bes bi wî şeklî dê delîlên saxlem bi dest bikevin. Ji lewra her çiqasî di pêvajoya dîrokê de gelek tişt hatine guherîn, winda bûne, hatine jibîrkirin jî, mêjû di wê hembêza mezin a ku kevin nabe de dews û şûnê gelek tiştan jî veşartîye û ji bo me heta îro parastîye. Di derbarê vê mijara me de jî li gor agahdayina Mehrdad R. Izady; ji 4. sedsalên B.Z. (berî zayînê) heya 5. sedsalên P.Z. (piştî zayînê) koçê kurdan hergav ji herêma Rojhilatê başûrê çîyayên Zagrosê bervî Bakûrê Kurdistanê berdewam kirîye. Ji ber vê, dema îro meriv li navê eşîrên wê heremê dinihêre hema heman nav, yan jî hinekî hatine guherîn li Kurdistana navîn û bakûr tê dîtin. Êla Celalîyan jî di vê pêvajoyê de, mîna gelek êlên din; ji wê herêma ku warê ji hevûdu zêdebûn û belavbûna Kurdan çîyayên Zagrosê ye, koçî cîyê xwe yê mi îro lê dijîn, kirine. Lêbelê hê îro jî her çendî ji hev qetîyayî jî bin li heremên cûrbecûr, ji hevûdu dûr dijîn. Ji wan hinek li herêma Xorasanê ya îro di navbera Îran û Turkmenîstanê de dabeş bûye de dijîn, hinek di navbere Silêmanî û Helepçê de, hinek jî li rojhilatê Senendejê dijîn û beşa herî mezin a konfederesyone jî li herêma serhedê dijî. Evnê me jimartin bes yên navê wan bi Celalî tên zanîn in. Lê ji destpêkê vir de navê wan bi gelek awayan hatîye zanîn, ji wan awayan çend heb; Gelu, Kuh Giluya, Jiluya, Galawand, Kalalawand û Celalawend. Bi rastî ev navana li gor dem û derê guherîne û wisa hatine zanîn. Ji van agahîyan jî tê fêmkirin ew îdîayên hanê em behsa wan dikin ne rast in û ji wan gelekan ji hevûdu bihîstine û bê piştrastkirin qebûl kirine. Mîna vê ew gotina wana di derbarê eşîra Mametkan yên ku îro di nav milên Celalîyan de tê hesabê jî wisa ne rast e. Navê wanê di nav Ermenîyan de Mamîkonî ye, bi ermenîkî xeber didin, di nav kurdan de Mametkan (li serhedê), Mamakan û Mameş in, bi kurdî xeber didin, çaxê berve başûr diçin navê wan dibe Mamasanî û bi lorî xeber didin. (Bnr: Izady, Kürtler, Bir El Kitabı, r: 162-183)
Celalî êleke bi sed hezaran nifûsî pêk tê. Ne tenê li bajarekî dijîn, li gelek gund û bajarên di navbera Tirkîye, Îran, Azerbeycan û Ermenîstanê de belav bûne. Piranî li der û dora çîyayê Agirî/Gilîdaxê, Elegezê, li deşta Rewanê, zozanên Serhedê û bajarên mîna Mako, Bazîd, Agirî, Qers, Îdir, Wan û Mûşê dijîn. Ji wan hinekan koçî Anatolîya navîn kirine, li deverên cûrbecûr cîwar bûne. Di gelek serhildanan de cîh girtine. Her çendî ev nivîs mijara wê dîroka Celalîyan ya giştî nebe jî qet nebe, bira em di derheqê şaxên wê de hinek agahî bidin. Me ev agahîyana li gel hinek tesarûfan ji ber pirtûkeka dewlemend a ku (Mücahit Özden Hun; Iğdır Sevdası, Cilt: 3, r: 656, 2002, Ankara) ji devê rûspîyên herêma serhedê hatîye nivîsîn wergirtin:

Eşîrên Kurdan Yên Li Serhedê
Milan
Hesenan – Raman
Reşkotan – Pêncenan
Şikakan – Hekerîyan
Gulavîyan

Zîlan
Celalî – Retkan
Cemaleddînî - Sîpkan
Heyderan - Ademan
Zirkan – Cibran
Birûkan

Kurdê Reş
Bextîyarî

Eşîra Celalîyan

Xelikî
Cindîyan – Sule’êtîman
Qorixçîyan – Hesoxelefan
Butkan – Meyaka
Qotan – Keskoyan
Gêloyan – Elemhoyan
Soran – Cumkan
Elyan – Gelturan
Misirkan – Pîlekan

Birxikî
Mala Emê – Keçelan
Mala Hesî Keçel – Hesesoran
Sakî
Mala Bozo - Mala Bado
Mala Hesê Nekê – Mala Resê Çillê
Mala Êla Bozxorê - Pêyala
Qatkan – Qîmkan
Mametkan - Giskan
Keleşkan - Qurrûyan
Mala Hozê Semê - Deloyan
Mala Yaqubê Eledînî – Mala Xidiraxa Hîndîrîsan – Banûkan

Mîna van şaxên eşîra Celalîyan hê gelek şaxên dinê mîna van hene: Keçelan, Şemkan, Reşreşkan, Qizboxşolîyan, Omkan, Şêxbizinîyan, Qereçolîyan, Zilfoyan û hwd. Lê wekî me li jorê jî destnîşan kir mijara me bi xwe ne ev e. Loma em zaf pêda naçin.
Lêbelê vê derê gotî meseleke dinê ya dîrokî jî bê zelalkirin. Lewra gelek caran ev rastîya dîrokî te jibîrkirin. Li ser rûyê cîhanê tu netew ji alîyê nijadê de xwerû nîne. Di pêvajoya dîrokê de gelek nijad û xwîn têkilîya wan bi gelek awayên cûrbecûr (şer, koç. bazirganî, hwd) bi hevûdu re çêbûye. Di encama van têkilîyan de hinek nijad bûne tevhev, eslê xwe winda kirine, herweha ji wan hinek nijadên teze çêbûne. Ji lewra jîyana cîhanê çalak e. Her gav diherike û xwe diguherîne. Jixwe bilî kesên nijadperestê hêjahî û rûmetê bes para xwe û gelê xwe dihesibînin kesek vê rastîyê nîkol nake. Him jî dema behsa heremeke mîna rojhilata navîna ku dergûşa zayîna mirovahîyê, şaristanî, ol û zimanan biê kirin, bawer nakim tu merivê ku hişê wî li serî be li dijî vê rastîyê derkeve.


Jêderk:
-Bazil Nikitin; Kürtler, Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, Cilt: 1-2, Çev. Hüseyin Demirhan-Cemal Süreyya, 4. Baskı, Deng Yayınları, 1994, İst.
-Burhan Kocadağ; Doğuda Aşiretler, Kürtler, Aleviler, 2.Baskı Can Yayınları, 1997, İst.
-İlhami Yazgan; Batılı Gezginlerin Seyahatnamelerinde Kürtler, Özgür Bakış gazetesi yayınları, 2000.
-Mehrdad R. Izady, Kürtler, Bir El Kitabı, İng. Çev. Cemal Atila, 1.Baskı, Doz Yayınları, 2004, İst.
-Mücahit Özden Hun; Iğdır Sevdası –Kaf dağında bir şehrin hikayesi-, 2002, Ankara.