Sayfalar

Bi navê Xwedê rehman û rehîm

12 Ocak 2009 Pazartesi

Jimar, war û wargehên kurdan

Îro li ser rûyê cîhanê bi milyaran mirov, bi hezaran gel û ziman dijîn. Ji bilî gel û zimanê bi nav û dengê li ser rûyê cîhanê yên bi hêz û serdest, em ji yên din, pir hindikî haydar in û yan jî heke yên agahdar hebin jî ev ji ber xebat û kedeke taybet e. Lewra ev mijareke berfireh û dewlemend e û loma pisporîyeke taybet divê. Ango ji vê yekê mebesta me ew e ku em di derheq gel û zimanên cîhanê de, xwedî agahîyên pir kêm in. Jixwe piranîya mirovahîyê jî mîna me ye. Loma belkê ev yek ji bo piranîya mirovan nebe kêmasî jî. Lewra ev ne tiştekî zerûrî ye ku her kes pê bizanibe û yan ji bo hînbûna wê xwe biwestîne. Lê ev her kar û peywira kesên lêkolîner û pisporên vê mijarê ye.
Lêbelê dema mesele dibe jimara gelê kurd, war û welatê wan, pirsgirêk û tengasîyên wan, gotî em xwedî agahî bin. Lewra çawa ku her mirovek, navê xwe, navê malbat, bav û kalên xwe, êl û eşîra xwe dizane -her weha ev tiştana ji bo nasnameya mirov jî pêwîst in- gotî di derheq gelê xwe de jî xwedî agahdarî be. Di serî de divê mirov pêşîyên xwe binase, ango dîroka xwe hîn be, bizanibe ka ji kûderê peyda bûne, bi kîjan gel û netewî re meriv/xizmê hevûdu ne. Di pêvajoya dîrokê de bi kê/kîjan miletî re bûne dost û kîjan gel û netewî bi wan re neyartî ajotîye? Li ser rûyê erdê heya kû derê koç kirine, gelo kîjan, şaristanî û çand pêk anîne? Kîjan dewlet damezirandine û yan jî kîjan hêz û hebûn têk birine? Di van babetan de bi kîjan milletî re hevpar in?
Em dikarin vê rêze pirsê hê dirêjtir bikin, lê evna bes in, zêdetir ne hewce ye. Lêbelê ji van pirsan jî tê xwuyanê ji bo kesekî normal, zanîna ev tiştên han, ne bi zehmet e û tewr hewcedarîyeke girîng e. Jixwe egera zanîna dîrokê jî ev bi xwe ye.
Lewra rastîyeke melûm e ku neyarê her miletî seba binketina gelên dijminê xwe, herî pêşîyê ji lawazî û kêmasîyên wî dest pê dike. Lê dinihêre neyar di kîjan warî de jar e, a ew jî ji wê hêlê dest bi êrişê dike û çaxê di wê alî de jarxistinekê pêk bîne jî, êdî bingeha bêbextîya xwe li ser wê li dar dixe.
A îro neyarên gelê kurd, lîstikên xwe li ser vê avakirine. Ev kêmasîya me ya sereke jî bêtifaqîya me kurdan e. Ev ne bûyereke teze ye, dîroka vê heya bi sedsalan dûr diçe. Lê di vê nivîsê de armanca me ne eva ye.
Wekî tê zanîn li ser rûyê erdê gelê herî mezin ê bêdewlet kurd in. Ev di gelek qad û platforman de hatîye ziman. Her çendî ji ber nebûna dezgekî jimarê ya serbixwe ku jimara gelê kurd ya teqez kifş bike jî, lêkolînên biînsaf, jimara kurdan li dora 30 milyonî nîşan didin. Ev nifûsa kurd, îro ji navenda Kurdistanê dest pê dike heya Ewrûpa, Amerîka û tewr heta Afrîqayê çûye, bûne penaber.
Li ser diaspora kurdan, koçberîya wan gelek lêkolîn hatine kirin û hê jî tên kirin. Lewra hebûna kurdan him ji bo hêzên dagirker û him jî seba dewletên cînar û rojhilatîyên ku berjewendîya wan di rojhilatanavîn de hene balkêş e. Loma ewna jî li ser kurdan lêgerînên cûr be cûr dikin.
Di vê babetê de par, di 4ê Cotmeha sala 2006 de Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrupa li ser jimar û cîyên ku kurd lê dijîn de raporek amade kir û weşand. Li gor wê raporê jimara kurdên cîhanê li dora 30 milyonî ne; li Tirkîyê 12-15 milyon, li Îranê 8 milyon, li Îraqê 5 milyon, li Surîyê 1.5-2 milyon, li rojavaya Ewrûpa milyonek 300 hezar, li Afganîstanê 200 hezar, li Azerbeycanê 150 hezar, li Lubnanê 80 hezar, li Ermenîstanê 45 hezar, li Gurcîstanê 60 hezar, li Tirkmenîstanê 40 hezar, li Amerîkayê 20 hezar û li Kanadayê jî 6 hezar kurd dijîn.
Dîsa 22 Adarê, di rojnameya Mîllîyetê de lêkolîneke Kondayê weşand. Di vê lêkolînê de li ser gelek babetan lêgerîn hatibûn kirin, lê ya me elaqedar dike mijara jimara kurdên li bakurê Kurdistanê bûn. Li gor vê lêkolînê jimara kurdên bakûr 11 milyon û 445 hejar kes in. Berya vê jî sîyasetmedarekî tirk gotibû kurd encax 6 milyon û 500 hezar kes in.
Lê tiştê balkêş ev e ku di van demên axirîyê de jimar, nifûsa kurdan hinekan gelekî elaqedar dikin, tewr ji ber wê xewnên xirab dibînin û xeyalên wan pûç dibin. Gelo çima?
Sedema vê kifş e. Ev çendî çend sal bûn, hebûna kurdan dihate nîkolkirin/înkarkirin, çand, wêje û hêjahîyên kurdan dihatine talankirin. Loma derd û kuleke wana wekî jimar û zêdebûna kurdan tunebû û yan jî heke xemeke wana wisa hebûya jî ev nedianîne ziman. Lewra her tişt ji binî ve dihate redkirin. Lê êdî îro nikarin mîna berê hebûna me kurdan înkar bikin. Çimkî êdî dunya û alem haj bi vê pirsgirêka mezin heye. Heta ji bo gelek hêzên heremî û yên rojavayî ji bo xwe bigihînine heremê, ji dewlemendîyên wê sûdwerbigirin dibe hincet jî.
A ji ber van hêzên serdest bêgav man, hebûna kurdan qebûl kirin. Lê ev rastî li wan pir giran tê, nikarin hezm bikin. Loma îcar bi şeklekî din dilhene vê rastîyê piçûk û negirîng nîşan bidin. Ev hemû fikarên wan ji ber vê hindê ye.
Loma gelek kes û kesên kewneperestê berjewendîyên wan di hindiknîşandana kurdan de ne û ji bo vê hewl didin. Seba di vî karê xwe de biserbikevin jî hemû dek û dolaban bi bêbextî bi kartînin. Ji bo vê hema em mînakekê tenê bidin. Ev jî seba yekîtîya kurdan têk bibin, radibin cudahîya zaravayên kurdî derdixine pêş. Bi vî tehrî doz dikin ku kurdîyek tenê tuneye. Tewr Kurmanc û Kirmanc ji hevûdu cuda ne, ne netewek in. A gelek tiştên mîna vê derdixine rojevê, dikin ku yekîtîya kurdan têk bibin. Lê heroj hê hinekî din rindtir tê xwuyanê ku ew nikarin bi van lîstikê xwe ve biserkevin. Lewra ne mîna berê ye bi saya teknolojîyê kurd dikarin bi hevûdu re tekilîyê daînin û ev jî bîrewerîya wan pêşve dibe. Lê nika mijara me ne ev e.
Bi rastî ev lêkolînên han di alîyekî de jî rewşa gelê kurd didine nîşandan. Her weha li ser wan -bi taybetî li ser ya Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrupa- gelek nivîs, rexne û nirxandin hatine nivîsîn. Lê van rojên dawîn pirtûkeke Muhemmed Alî es-Sîwêrekî el-Kurdî ya di derbarê kurdên Urdunê de qal dike jî bi zimanê tirkî hatîye çapkirin. Di derbarê danasîna wê de Cemîl Oguz di malpera www.dîyarname.com de nivîsek weşand. Li gor ragihandina Cemîl Oguz ev pirtûk jimara kurdên Urdunê bi qasî 15-20 hezaran nîşan dide; ango jimara kurdan hinekî dîsa zêde bûye! Lê li wan deverên kurd lê dijîn ya ji bo min herî zêde bi balkêş Afganîstan e. Her çendî di hinek pirtûkan de bi kurtasî navê kurdên Afganîstanê derbas be jî (bo mînak M. Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistan de qal dike û her weha di wê pirtûka behsa kurdên Urdunê dike de, di rûpelê 25an de jî tê gotin ku jimara kurdên Afganîstan-Xurîyan 200 hezar e) tu agahîyeke meriva têr bike tuneye. Li hinek cîyan tê gotin ku kurdên li Afganîstanê piştî şerê navxweyîyê di sala 1970 de pêk hatîye ji wê derê koç kirine. Lêbelê ji bo vê agahîyê jî tu çavkanîyan nîşan nadin.
Ya ez meraq dikim, gelo bi rastî îro kurd li Afganîstanê dijîn û heke dijîn li ku derê yan li kîjan herêman dijîn, bi kîjan zaravayî diaxivin, çi bandora wan li ser erdê Afganîstanê heye? Jimara wan çiqase?
Lewra çiqas kêm be jî di derheq war û welatên kurd lê dijîn agahî hene, lêkolîn hatine kirin. Lê di derheq kurdên Afganîstanê, yan lêgerîn nehatine kirin û yan jî hatine kirin lê min nedîtîye. Heke hatibin kirin pêwîst e ewna di malper û kovarên kurdî de bên danasîn û weşandin. Lê heke heta nika xebatên bi vî rengî nehatibin kirin, gotî ji îro şunda dezgeh, rêxistin û lêkonerên kurd yên ku derfetê wan hene li ser vê yekê bixebitin û gelê kurd agahdar bikin da ku em bizanibin rastî çi ye û bi çi awayî ye.
Helbet dibe ku hinek rabin bêjin derd û kulê me ne bes e, ew rabûye li pey çi dikeve. Lêbelê ev hizreke ne rast e. Gotî em haj bi xwe hebin, bizanibin kurd li ku derê, di çi rewşê de dijîn û çawa dikin da ku bikaribin bibine parêzvanê maf û hebûna wan, li wan xwedî derkevin. Lewra mirov her bi xwedîderketinê dikare hêz bigire û ser bikeve. Naxwe em bi vê bihesin û bizanibin dê pêşerojê ji bo me qenctir be.

Rewşa me ya olî

Hz. Muhemmed çend meh piştî bûyera fîl, ji dayik bû. Li Mekkeyê li ber destê apê xwe Ebû Talib perwerde bû. Zaroktîya xwe de şivanî kir, xortanîya xwe de bi bazirganîyê mijûl bû. Dema bû çilsalî Xwedayê Mezin ew ji bo qasidîya xwe hilbijart û bi navgînîya wî mirovê pak û durust peyxama Xweda ragihande beşerîyetê.
Qasidê Xwedê yê herî dawîn Muhemmed (569-632) (s.x.l.) şêst û sê salan umir kir. Ji wî temenî bîst û sê salan qasidê Xwedê bû. Ango bîst û sê salan bi ragihandin, teblîx û weşandina olê Îslamê re mijûl bû. Rastî gelek tade û zahmetîyan hat, pir renc û cefa kişand. Lê peyxama/mesaja ku Xwedê jê re şandibû gîhande mirovahîyê û bi wesîla wî ew reçeteya rizgarîya dunya û axretê belavî her dera cîhanê bû. Wekî her milêtê cîhanê kurd jî bi hinarîya wî hisîyan û pê bawerî anîn û bûne sehabîyên wî.1 Lêbelê bi giştî gelê kurd ancax di serdema Hz. Omer (634-646) (x.j.r.) de bi Îslamê re çavnas bûn.2
Lêbelê rind tê zanîn ku guherandina olan, terikandina bîr û bawerîyan ne karekî hêsan û demkin e. Ev yek bûyereke derûnî û civakî ye. Ji bo pejirandina olekî, guherandina ramanekê pêvajoyek dirêj divê. Di vê heyamê de ev ol, yan ev fikir tê nasandin, teblîxkirin û hêdî hêdî ev bawerî diedile, tê nasîn, dîyar dibe û tê qebûlkirin û yan jî berevajî wê, dibe rast neyê dîtin û loma nayê pejirandin. Dema em li sîret/jîyana Qasidê Xwedê (selamên Xwedê lê be) dinihêrin vê danasîn, teblîx û niqaşa ku dîrokê de li ser olê Îslamê pêkhatîye bi awayekî baş dibînin. Wê hingê gelek salan muşrîkan olê Îslamê qebûl nekirine, li hember derketine, xerab nîşan dane, tiranê xwe pê kirine û bi kurtasî seba ku têk bibin pir li ber xwe dane. Lewma di navbera malbatan de nakokî derketine, dê û bav, zarok û jin, dost û heval ji hevûdu belav bûne û ji hevûdu re bûne neyar. Yên dewlemend û hêzdar sitem û neheqî li kesên belengaz, kole, jin û bêkes kirine, seba wana ji Îslamê bidine vegerandin ji war û welatê wan qewirandine, mal û milkê wan talan kirine. Lê di encamê de Îslam serket, rastî derkete holê, heqîqet eyan bû. Ew kesên ku berê ji Îslamê re neyartî dikirin berêka nermbûn, fikirîn, pûçîtîya bîr û olê xwe yê şîrkê fahm kirin û bûne misliman. Bi vî tehrî tovên olê Îslamê hatine çandin.
Lêbelê gava Îslamê hêz girt, belavî çar terefê dunyayê bû, êdî gelek deste, eşîret kom bi kom hatin bûne misliman û di encama vê de ji alîyekî ve bi şer û fethan Îslamê deng vedida belav dibû û ji alîyê din ve jî ji ber ku jimara mislimanan zêde dibû, gelek kesan, eşîran çav dida mezin, serokên xwe û dibûne misliman. Ji ber vê lez û bezê, mislimana nikarîbûn xwe bigihînine her kesî û wan perwerde bikin û loma Îslam wekî berê ango destpêkê bi rêk û pêk nedihate fêrbûn û zanîn. Van girseyên teze ancax hinek tiştên sereke hîn dibûn, lê ji wê perwerde û terbîyeya ku nifşên pêşîn pê kemilîbûn û gihaştibûn nebû para wan.
Di alîyekî de ev geş û gurbûna Îslamê sebebê şanazî û kêfxweşîyê bû û di hêla din de seba paşerojê de ji bo sedemên nexweşîyan dibû hawirekî guncan. Jixwe sî sal piştî rêzanê me Hz. Muhemmed, ew dad û edaleta ku wî pêk anîbû berêka winda bû, li dewsa xîlafeta ku bi rêka şêwr û hilbijartinê pêk hatibû, seltenat bû serdest. Ji ber vê di nav civaka Îslamê de gelek nakokî û nexweşîyan rûdan û alozî derket. Bandora wan heya îro hatîye.
Ya rastî ev rewşa ku em qala wê dikin rastîyeke dîrokî ye. Çi çax li heremekê hêzek mezin bibe û bela bibe, li gel wan pêşveçûnan herweha xîmê hinek neheqî û pirsgirêkên ku dê paşê bibine egera serêşîyê jî di wê heyamê de tên avêtin û ya rastî ji bo bi cîhbûnê derfeteke rind bi dest dixin. Lewra ew dem tevlihevî zêde ne û kar û bar bi lez dimeşin. Gelek caran mirov pê re nagihîne, hinek neyînîyên piçûkê ku dê paşê bibine egerê nerindî û xerabîyên mezin wê çaxê nayên dîtin. Ji bo ku meriv vê rastîyê bibîne dîroka Osmanî ya serdema Qanûnî (1520-1566) bes e. Her çendî ev dem zîrweya dewleta Osmanî ye, li gel vê tovên pûçbûnê jî wê çaxê hatine reşandin.3
Em dîsa li mijara xwe vegerin. Di dîroka Îslamê de çaxê Hz. Omer de piştî şerê Nîhawendê (637) artêşa Îslamê ber bi herêma Kurdistanê ve hatîye û di van şeran de pir hindik kurd û misliman rastî hevûdu hatine. Lê piştî fetha Tîkrit û Hîlwanê raste rast artêşa Îslamê ketîye xaka Kurdistanê. Wekî gelek miletên din kurdan jî di serî de olê Îslamê nepejirandine. Loma pir caran li hember hêzên Îslamî serî hildane, seba parastina olê xwe yê berê li ber xwe dane û serî hildane. Di pêvajoya dîrokê de berêka kurdan jî olê Îslamê qebûl kirîye. Lê ev di demeke dirêj de bûye. Lewra kurdan di dîrokê de gelek dîn pejirandine, wekî êzîdîtî, zerdeştî, cihûtî... Ji van olan yê ku êzdîtî ye, zimanê we yî olî, rê û resmê wî kurdî ye. Lê ev ne mijara me ye.
Wekî me li jorê jî qala wê kir. Dema fethan de teblîx û danasîna ol, bîr û bawerîyan bi awayekî rêk û pêk nabin. Tenê hinek emir û fermanên wê yên sereke tên hîmkirin. Lêbelê ji bo ku ev ol û bawerî bi awayekî baş rûnê, biêzanîn û biêhînbûn divê teblîxeke dûr û dirêj biêkirin; pirtûk, emir û fermanên wê olê teze bi zimanê wê girseya ku tê dawetkirin biêşîrovekirin da ku têbigihêjin, li ser bifikirin û bi bîr û bawerîyên xwe yên berê ve raberî hevûdu bikin ku cudahî di navbera wan de bibînin, hêjahîya wan fêm bikin û di encam wê de bikaribin tercîha xwe bikin. Ger ku wisa nebe, ne ew ol û bawerî tê fêmkirin û ne jî tê pejirandin. Heke bê pejirandin jî evê ji ber hinek egerên din be. Ango ev yan ji ber tirs û gefan e, yan çavdayîn/teqlîda mezin û serokan e û yan jî ji bo berjewendîyên maddî ye.
Mixabin gava mirov li dîroka cîhanê dinihêre, piranîya mirovan bi çavdayînê bîr û bawerîyên bav û kalên xwe pejirandine û bûne peyrewê wan. Pir kêm kesan bi lêkolîn û tehqîqê olê xwe hilbijartîye. Ji ber vê, endamên gelek olan hîkmet, bingeh û hêmanên bawerîya xwe baş nizanin. Bilî çend tiştên ku devkî bihîstine, çend rituelên ku di civakê de tênkirin tiştekî nizanin û ya ecêb meraq jî nakin. Ev rewş li herêma me jî heman şeklî rastîya hemû gelan e. Têkilîya wan a bi olê wan re li ser bingeha çavdayînê pêk hatîye.
Dibe ku civakên mîna me kurdan ji ber ku zimanê wan hatîye qedexekirin, ne azad in û ji ber vê perwerde nebûne, bi zimanê wan pirtûk û xebatên olî tunene û yan kêm in, loma piranîya gel nexwenda ye, -bi taybetî jî jin- li ber gelên serdest hinekî mezûr bin. Lê wekî tê zanîn olê Îslamê her kesê ku xwedî hiş û balix, xwedî vîyan muxetabê Xwedê qebûl dike. Her weha olê Îslamê bingeha xwe li ser zanîn û agahîyê qebûl dike. Loma dema îbadetek, karekî qenc têkirin, biryarek tê dayîn divê îlam bi nîyetê destpê bibe û ev jî ancax bi zanînê gengaz e. Lê gava em bala xwe didine civaka xwe -ji vê meqset ne tenê kurd in, tirk, faris, ereb jî wisan in-, bêser û berîyek heye. Ji bo ev rind bê fêmkirin em qala çirokeke di nav gel de tê gotin bikin:
“Wekî melûm e, çaxê mehra bûk û zavê têbirîn mela şert û şirûtên Îslamê ji wan dipirse da ku heke şaş bikin, rind nizanibin hînî wan bike ku bikaribe mehra wan bibire. Lewra ji şertên nikahê yek jî mislimanbûn e. Loma mela berya mehra wan bibire ji zavê dipirse ku çend şertên Îslamê hene. Zava li der û dora xwe dinihêre vedigere ser mela û dibêje Seyda şertên Îslamê pêncî ne. Mela lê dinihêre şertên Îslamê nizane jê re dibêje çawa şertên Îslamê pêncî ne qet tiştekî wisa dibe, ka rind bîne bîra xwe. Ji ber vê zava dîsa li der û dora xwe dinihêre, wê çaxê ji cemaetê yekî li pişt mela sekinî, pênc tilîyê xwe, vedike nîşan didê, zava çaxê çav bi wî dike ve jê re dibêje: Heyran ez dibêjim pêncî Seyda qebûl nake tu radibî dibêjî bêje pênc yê çawa pê qayîl be?!”


Em rind nizanin gelo ev bûyer qewimîye yan na. Lê ev ji bo civaka me, halê gelê me teswîr bike çîrokeke balkêş e. Lewra ne dûrî aqilan e. Ji ber vê gotî zanayên me, li hêvîya ti kesî nesekinin divê ji cem xwe seba perwerdeya gel dest bi xebatê bikin. Di serî de ji wan re qala tewhîdê bikin. Lewra esasê Îslamê qebûlkirina yekîtîya Xwedê ye. Dema mirov yekîtîya Xwedê qebûl bike û hemû hêzên taxûtîyê ku doza îlahtîyê dikin red bike dibe misliman. Gotî evê bi zanebûn bike û dema dibêje la îlahe îllallah serwext bibe ku ev tê çi maneyê. Ji ber ku ev şîfreyeke pir girîng e pêxemberê me Hz. Muhemmed ji bo vê bide gotin gelekî xebitîye û muşrîkan jî seba vê nebêjin pir li berxwedane. Lewra ev peyveke wisan e ku jîyana mirov ji serî de rêk û pêk dike. Dema em li jîyan û tekoşîna wî (s.x.l.) binihêrin emê wateya wê baştir têbigihêjin û emê bizanibin ku hema bi devkî gotina wê ve kar naqede. Loma pêwîstîya mirovan her bi wê heye.

Têbinî:
1 Şark Uleması, Mehmet Çağlayan, Çağlayan, r. 35, 1996, İst.
2 Dîroka Kurd û Kurdistan, M. Zekî Beg, Avesta, r. 95, 2002, Stenbol.
3 Yedîyüz Osmanlı Beyliğinden 28 Şubata: Bir Devlet Geleneğinin Anatomisi, Fikret Başkaya, Ütopya Yayınevi, Ankara, 1999, s. 151-152

Eşîra Celalîyan

Gelê Kurd, yek ji gelên herêma rojhilata navîn ê herî kevn e. Koka gelê Kurd herî kêm qasî 3500 sal berya zayinê (b.z.) diçe. Ji ber ku herêma Kurdistanê ji mêj de hêlîna zayîna olan e, qada ceng û şeran e, li ser rê û dirba bazirganî û çûn û hatinê ye, lewma hergav li ber çavan e. Ji her dem û qonaxên dîrokê şûn û dûmahî lê hene. Loma ji gelên heremê her yek xwe kevntirîn milletê vê derê dibîne. Esl û nijada xwe heta jê tê bi şaristanî, çand, ol û pêxemberên berê yê nav û dengê herêmê yên mîna Sumer, Babîl, Med, Pers, Gilgamêş, Îbrahîm, Zerdeşt hwd. ve girêdidin. Seba peyîtandina/îsbata van gotinên xwe jî gelek tiştan jî jêderk nîşan didin, herçendî ji wan pirê wan ne delîl bin jî.
Qada zanista dîrokê cîhê xirecir, gengeşî û niqaşên cûr be cûr e. Û disîplîna dîrokê heya nekeve destê kes û komên nijadperest û ji avarû neyê derxistin, li gor berjewendî, mebestên bed neyê bikaranîn û çep neyê qulipandin gelekî fêrkar e. Lê hezar heyf îro êdî prensîb û destûrên zanistê li cem gelekan pere nakin. Nirxandin, rexnekirin ji bo rastkirin û serastkirinê ne endaze ye. Lewma ji vê rewşa heyî jî herî zêde gelên bindestê mîna me kurdan zîyanê dibînin.
Ji ber van rewş û mercên nerind û neyînîyê ku em bêgav tê de dijîyan, êdî ez hîn bibûm û ji min re ecêb nedihat ku hêzên dagirkerê Kurdistanê heryekî ji bo bişaftin û mehandina kurdan bigotina: “Kurd ji me ne”, ango tunene. Çawa tirkan digot: “Kurd, tirkên li serê çîya ne”, ji ber ku di şert û mercên dijwar yê cihên bilind mane û loma gava li ser berfê jîyane û berfê di bin lingê wan de kirîye kart-kurt, lewma nişkêva nav û zimanê xwe jibîr kirine(!), fêrî zimanekî bi farisî û tirkîya kevin li tevhev bûne. Farisan digot jixwe ne hewceye bêtifaqî têkeve navbera me, ji lewra em gişk Aryen in. Ereban jî digot: “Na, kurd ji dola Sam ê kurê Hz. Nûh tên; vêca ereb in.”
Lê çend sal berya vê, çaxê min teze dest bi xwendina pirtûkên li ser dîroka kurdan hatibûn nivîsîn kir, min nizanîbû ka di vê babetê de pirtûkên herî baş kîjan in. Loma min ji mezin û hevalên xwe pirsî ka gelo kîjan pirtûk di vê mijarê de ya herî çêtir e? Kîjan di vî warî de çavkanîya berbiçav e? Ji wan gelekan pirtûka B. Nîkîtîn pêşnîyar kir. Her çendî ev pirtûk bi temamî kitêbeke dîrokê nebe jî di derbarê kurdan de bi kurtasî be jî agahîyên giştî didan. Êdî ez fêrî dîroka xwe dibûm, loma bi heyecan her beşa wê bi kito kito û bi baldarî dixwend. Çaxê ez hatime beşa kurdên li Ermenistanê dijîn, pêrgî tiştekî hîç nedihate bîra min hatim. Nîkîtîn ji lêkolînvanekî Urisê navê wî Averîanov, navê eşîrên kurd yên li Ermenistanê dijîn neqil dike û digel hinek eşîrên heremê, ji Celalîyan heşt milan dijmire; kotanli, soranli, saganli, hasananli, keçananli, kapdekanli û cînankanli û dibêje ev bavikên eşîra kurdan ya ji êlên mezinê serhedê Celalîyan tên eslê xwe ermenî ne û bûne kurd!? Him jî ji wan milên ku navê wan hatine gotin gelek jî xelet hatine nivîsîn. Herweha ji van milan hinek, di hinek cîyan de mîna eşîreke serbixwe tê nîşandayin, paşê jî di nav milên eşîra Celalîyan de jî tên jimartin. Ji bo mînak Hasananli di rûperê 279 de li jorê/fêza paragrafê de cûda, mîna eşîreke serbixwe tê nîşandayin, hinekî li bintara wê de jî di navbera Celalîyan de tê jimartin. Digel vê navê gelek eşîran jî çewt hatine nivîsandin. Lê helbet em rind nizanin gelo ev xeletî yan nakokî di eslê pirtûkê de heye, yan di wergerê de hatîye kirin.
Herweha dema min li ser vê mijarê lêkolîn kir, di înternetê de di malpera www.kdps.org de pêrgî maqaleyeke Dr. O. Blau –li ser êlên bakurê Kurdistanê- hatim. Cankurd ev maqele ji almanî wergerandîye kurdî. Nivîskar ji cîyekî din ragihandîye (Wagner, Reise nach Persien II, s. 232) ku Celalîyan navê xwe ji mîrekî ermenîyê ku navê wî Celal bûye, di bindestê wî de bûne hildane. Herwekî wergêrê jî destnîşan kirîye ev çewtîyeke pir ecêb e. Ji lewra Celal ne navê ermenîyan e. Ligel vê nîvîskar di cîyekî din di derbarê navê Celalîyan de weha dibêje: “Dibe, ku destekarîya pevçûn û cengewarî û talankerîya Celalîyan li hember hersê dewletên hevsînor re, ew rûmetnav ji wan re anî be. Herhal wan bi xwe jî ji xwe re ew nav wek nîşan birine û bi kêmasî niha ew êlnav bo cihêkirina xwe di vê navçeyê de bi kar tê.” Ev jî dozeke din e.
Dîsa di malpera kurdên anatolîya navîn de www.xelkedondurma.com/dirok/index.hml dema qala cîh û warên ku kurd lê dijîn têkirin, têgotin ku pirê celalîyan yên li Yêrîwan û Azerbeycanê dijîn ermenî ne.
Çawa tiştekî wisa dibe? Ev eşîra Celalîyan ku gir û hûr di gelek serhildan, tekoşînên heremê de rolên girîng leysitîye, ermenî ye?! Ji pey pirtûka B. Nîkîtîn re min pirtûkeke dinê ya behsa eşîrên kurdan dikir de jî heman agahî ji vê kitêbê dihate ragihandin xwend. Ji dû vê re Albûmeke bi çavê seyahên rojhilatî ve kurdan dide nasîn kete destê min. Di vê albûmê de dema qala êla Celalîyan tê kirin, li kêleka nîgareke ku eşîra Celalîyan temsîl dike weha hatîye nivîsîn; êla Celalîyên ya bi eslê xwe ermenî ne bûne kurd û dibêje ji heşt mil/bavikan pêktê lê heft heba dijmire, li bintarê de jî lêkolînvanê Îngilîz Mark Sykes ê ku li Kurdistanê gerîya ye û di encama van gerê xwe nexşeyeke eşîrên kurdan amade kirîye referans tê nîşandan ku eşîra Celalîyan li nêzîkê Amedê bi awayê koçerî û niştecîhî dijîn û ji çar hezar malbatan pêk tê. (The Kurdish tribes of the Ottoman Empire, J.R. Anthrop. Soc., XXXVIII, 1908, ji B. Nîkîtîn neqil) Di van pirtûkan de xêncî van tiştan tiştekî merivan îqna bike, qîma merivan pê bê tuneye. Bes têgotin navê eşîra Mamakanli navê wê ya rast “Mametkan”e dişibe eşîra Ermenîya ya navê wê Mamîkonyan e. Wê şunda ez li pey vê gotegotê ketim, ka gelo ev gotina hanê raste yan na. Ez bi xwe jî ji eşîra Celalîyan milê Soran têm. Heya wê hingê min tiştekê wisa ne ji bav û kalên xwe, ne jî zana û rûspîyên heremê nebihîstibû. Min ev mesele ji kî re got, bi min kenîyan. Lewra tiştekî wisa nehîstibûn ne jî bîna bûn. Digel vê li herêma me hinek malê bi eslê xwe ermenîbûn hebûn û di nav millet de ji wan re “bavfille” dihate gotin. Ger tiştekî wisa hebûya divê miheqeq di nav millet de bihata gotin. Çimkî malên eslê xwe ji milletên din bûn bê tirs û veşartin eslê xwe digotin û gelê heremê jî ev yekana dizanîbûn. Ji lewra bi salan bû bi xweşî cînartîya hevûdu dikirin. Jixwe tiştekî wisa ji dûrî aqilan e. Heke jimara vê eşîrê kêm bûya, ji çend malan pêk bihata dibe ku têkete hişa û bihata pejirandin. Lê ne wisa ye. Ji lewra hê li van deran malbatên bi eslê xwe ermenî hene û ziman û kelepora xwe parastine. Helbet ji wan yên dînê xwe guherandine û zimanê xwe jibîrkirine jî hene. Lê ne eşîr bi eşîrtî. Lêbelê tiştekî weha jî heye ku hinek mal û kesên bêeşîr, yan jî paşmayîyê milletên dinê (tirk, ermenî, nastûrî, suryanî hwd) dibe ku hebin xwe nîsbetî êlên mezinê bihêz bikin. Lê evna jimara wan pirr nînin û ji bo vê dozê nabe piştek.
Ya rastî ji bo dîyarkirina meselên weha, gotî meriv serî li dîroka berê, dîroka hê berya zayînê bixe. Bes bi wî şeklî dê delîlên saxlem bi dest bikevin. Ji lewra her çiqasî di pêvajoya dîrokê de gelek tişt hatine guherîn, winda bûne, hatine jibîrkirin jî, mêjû di wê hembêza mezin a ku kevin nabe de dews û şûnê gelek tiştan jî veşartîye û ji bo me heta îro parastîye. Di derbarê vê mijara me de jî li gor agahdayina Mehrdad R. Izady; ji 4. sedsalên B.Z. (berî zayînê) heya 5. sedsalên P.Z. (piştî zayînê) koçê kurdan hergav ji herêma Rojhilatê başûrê çîyayên Zagrosê bervî Bakûrê Kurdistanê berdewam kirîye. Ji ber vê, dema îro meriv li navê eşîrên wê heremê dinihêre hema heman nav, yan jî hinekî hatine guherîn li Kurdistana navîn û bakûr tê dîtin. Êla Celalîyan jî di vê pêvajoyê de, mîna gelek êlên din; ji wê herêma ku warê ji hevûdu zêdebûn û belavbûna Kurdan çîyayên Zagrosê ye, koçî cîyê xwe yê mi îro lê dijîn, kirine. Lêbelê hê îro jî her çendî ji hev qetîyayî jî bin li heremên cûrbecûr, ji hevûdu dûr dijîn. Ji wan hinek li herêma Xorasanê ya îro di navbera Îran û Turkmenîstanê de dabeş bûye de dijîn, hinek di navbere Silêmanî û Helepçê de, hinek jî li rojhilatê Senendejê dijîn û beşa herî mezin a konfederesyone jî li herêma serhedê dijî. Evnê me jimartin bes yên navê wan bi Celalî tên zanîn in. Lê ji destpêkê vir de navê wan bi gelek awayan hatîye zanîn, ji wan awayan çend heb; Gelu, Kuh Giluya, Jiluya, Galawand, Kalalawand û Celalawend. Bi rastî ev navana li gor dem û derê guherîne û wisa hatine zanîn. Ji van agahîyan jî tê fêmkirin ew îdîayên hanê em behsa wan dikin ne rast in û ji wan gelekan ji hevûdu bihîstine û bê piştrastkirin qebûl kirine. Mîna vê ew gotina wana di derbarê eşîra Mametkan yên ku îro di nav milên Celalîyan de tê hesabê jî wisa ne rast e. Navê wanê di nav Ermenîyan de Mamîkonî ye, bi ermenîkî xeber didin, di nav kurdan de Mametkan (li serhedê), Mamakan û Mameş in, bi kurdî xeber didin, çaxê berve başûr diçin navê wan dibe Mamasanî û bi lorî xeber didin. (Bnr: Izady, Kürtler, Bir El Kitabı, r: 162-183)
Celalî êleke bi sed hezaran nifûsî pêk tê. Ne tenê li bajarekî dijîn, li gelek gund û bajarên di navbera Tirkîye, Îran, Azerbeycan û Ermenîstanê de belav bûne. Piranî li der û dora çîyayê Agirî/Gilîdaxê, Elegezê, li deşta Rewanê, zozanên Serhedê û bajarên mîna Mako, Bazîd, Agirî, Qers, Îdir, Wan û Mûşê dijîn. Ji wan hinekan koçî Anatolîya navîn kirine, li deverên cûrbecûr cîwar bûne. Di gelek serhildanan de cîh girtine. Her çendî ev nivîs mijara wê dîroka Celalîyan ya giştî nebe jî qet nebe, bira em di derheqê şaxên wê de hinek agahî bidin. Me ev agahîyana li gel hinek tesarûfan ji ber pirtûkeka dewlemend a ku (Mücahit Özden Hun; Iğdır Sevdası, Cilt: 3, r: 656, 2002, Ankara) ji devê rûspîyên herêma serhedê hatîye nivîsîn wergirtin:

Eşîrên Kurdan Yên Li Serhedê
Milan
Hesenan – Raman
Reşkotan – Pêncenan
Şikakan – Hekerîyan
Gulavîyan

Zîlan
Celalî – Retkan
Cemaleddînî - Sîpkan
Heyderan - Ademan
Zirkan – Cibran
Birûkan

Kurdê Reş
Bextîyarî

Eşîra Celalîyan

Xelikî
Cindîyan – Sule’êtîman
Qorixçîyan – Hesoxelefan
Butkan – Meyaka
Qotan – Keskoyan
Gêloyan – Elemhoyan
Soran – Cumkan
Elyan – Gelturan
Misirkan – Pîlekan

Birxikî
Mala Emê – Keçelan
Mala Hesî Keçel – Hesesoran
Sakî
Mala Bozo - Mala Bado
Mala Hesê Nekê – Mala Resê Çillê
Mala Êla Bozxorê - Pêyala
Qatkan – Qîmkan
Mametkan - Giskan
Keleşkan - Qurrûyan
Mala Hozê Semê - Deloyan
Mala Yaqubê Eledînî – Mala Xidiraxa Hîndîrîsan – Banûkan

Mîna van şaxên eşîra Celalîyan hê gelek şaxên dinê mîna van hene: Keçelan, Şemkan, Reşreşkan, Qizboxşolîyan, Omkan, Şêxbizinîyan, Qereçolîyan, Zilfoyan û hwd. Lê wekî me li jorê jî destnîşan kir mijara me bi xwe ne ev e. Loma em zaf pêda naçin.
Lêbelê vê derê gotî meseleke dinê ya dîrokî jî bê zelalkirin. Lewra gelek caran ev rastîya dîrokî te jibîrkirin. Li ser rûyê cîhanê tu netew ji alîyê nijadê de xwerû nîne. Di pêvajoya dîrokê de gelek nijad û xwîn têkilîya wan bi gelek awayên cûrbecûr (şer, koç. bazirganî, hwd) bi hevûdu re çêbûye. Di encama van têkilîyan de hinek nijad bûne tevhev, eslê xwe winda kirine, herweha ji wan hinek nijadên teze çêbûne. Ji lewra jîyana cîhanê çalak e. Her gav diherike û xwe diguherîne. Jixwe bilî kesên nijadperestê hêjahî û rûmetê bes para xwe û gelê xwe dihesibînin kesek vê rastîyê nîkol nake. Him jî dema behsa heremeke mîna rojhilata navîna ku dergûşa zayîna mirovahîyê, şaristanî, ol û zimanan biê kirin, bawer nakim tu merivê ku hişê wî li serî be li dijî vê rastîyê derkeve.


Jêderk:
-Bazil Nikitin; Kürtler, Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, Cilt: 1-2, Çev. Hüseyin Demirhan-Cemal Süreyya, 4. Baskı, Deng Yayınları, 1994, İst.
-Burhan Kocadağ; Doğuda Aşiretler, Kürtler, Aleviler, 2.Baskı Can Yayınları, 1997, İst.
-İlhami Yazgan; Batılı Gezginlerin Seyahatnamelerinde Kürtler, Özgür Bakış gazetesi yayınları, 2000.
-Mehrdad R. Izady, Kürtler, Bir El Kitabı, İng. Çev. Cemal Atila, 1.Baskı, Doz Yayınları, 2004, İst.
-Mücahit Özden Hun; Iğdır Sevdası –Kaf dağında bir şehrin hikayesi-, 2002, Ankara.

26 Aralık 2008 Cuma

Hinarîya Hevbeş: Înkara Taxût û Bawerîya bi Yekîtîya Xwedê

Meriv xelîfê/cîhgirê Xwedê yê li ser rûyê erdê ye. Xwedayê Mezin seba ji wî re bendetîyê bike û her weha ji bo li ser rûyê cîhanê de îmar û teserûfê bike û gencînîyên sererd û binerd binase-bikarbîne, rêvebirina her tiştên li serrûyê cîhanê daye ber destê însan. Ji lewra mirov bi meleke/hêza xwe ya hiş û vîn/îradeya xwe ve ji afirandî/mexlûqên dinê vediqete û eşrefê mexlûqan e. Çawa hiş û vîna mirov, ew bi rûmet kirîye û mîna wê, vê rewş û cîyê wî barê wî giran kirîye û berpirsyarîyeke mezin ketîye ser milê wî. Mîna tê zanîn gava meqam bala û giram dibe, fenanî wê bar jî giran dibe. Ev zagoneke îlahî ye.

Hemû pêxemberan pêşya her tiştî înkara taxût û yekîtîya Xwedê teblîx kirine û ev rastîya pêwîst anîne bîra însan. Û ji bo mirov bawerîya xwe saxlem bikin, xwe û bawerîya ji qirêj û zenga cahilîyeya tarî paqij bikin rênimune li ber wan raxistine. Di alîyê din de jî seba ku pût û îlahên (xwedawend) sexte red bikin, ewna hişyar kirine û tirsandine. Jixwe pêxember ji bo însan bi mûkafatan ve mizgînî bikin û bi mûcazatan ve jî bitirsînin hatine rê kirin. Ji lewra Xwedê tu carî ji xwe re şirîk û hevalan qebûl nake. Wî çawa însan bi xwe tenê afirandîye wekî wê ji xwe tenê re îbadet û bendetîyê dixwaze. Lewma meriv xêncî Wî ji çi re perestîyê bike û bihebîne yê ezabê dilsoj tam bike.

Xwedê (cc) di Qur’an’a Pîroz de weha dibêje:

“Min însan û cin afirandine da ku ji min tenê re îbadet (qultîyê) bikin.” (Zarîyat: 56)

Dîsa em ji Qur’an’a Pîroz hîn dibin ku peyam/hina-rîya pêxemberan ya hevbeş ev e:
“Bi sond! Me di nava koman gişkan de pêxember derxistine, da ku (bêjin) ji Xwedê re îbadet bikin û ji taxût dûr bisekinin. Bi vî awayî, Xwedê hîdayet da hinekan û ji bo hinekan jî dalalet (jirêderketin) pêwîst bû. Êdî li ser rûyê erdê bigerin, de ka encama derewandîyan çawa bûye.” (Nehl: 36)

“Di berya te de me tu qasid neşandîye ku em jê re weha wehîy nekin; bilî Min îlahê layiqê îbadetê tuneye, vêca ji Min re îbadet bikin.” (Enbîya: 25)

Hemû pêxemberan ji kom û gelê xwe re ev rastîya bingeha ola Îslamê ye û egera rizgarîyê ye dîyar kirin e. Mucadele û tekoşîna nebî û resûlan li ser vî xîmî bilind bûye.

Ji bo piştî vê mazeretê tu kesî nemîne Xwedê Teala weha ferman dike:

“Pêxember bi mizgînvanî û hişyarkerîyê ve hatine, da ku piştî pêxemberan li hember Xwedê hûcetê (mazeret) mirovan nemîne. Xwedê Ezîz e, Hekîm e.” (Nîsa: 165)

Di dîn de zorî/darê zorê tuneye. Bêguman rastî ji çewtîyê kifş bûye. Vêca kî taxut înkar bike û bawerîyê bi Xwedê bîne, bêguman wî bi qulpeke wisa girtîye qet naqete û Xwedê Semî’ e ‘Elîm e. (Beqere: 256)

Taxût; “Peyveke erebî ye û ji koka “tax” ê (yê ji heddê xwe derketî) pêk hatîye û tê wate/maneya ew mexlûqê ji sînorê ji bo wî hatîye kifş kirin derketî û li hember Xwedê serî hildayî.”

Ango taxût ew her tişt, kes, sazî û dezgeh, dewlet û rêxistina ku ji bilî zagonên Xwedê zagon çêkirîye û seba meriv nikaribin ji Xwedê re îbadet bikin astengan derdixe, bi cîh anîna emir fermanê Xwedê qedexe dike ye. Û taxût ew tişte ku wan kar û emelên ji bo perestîya Xwedê tên kirin paşverûtî qebûl dike û herweha ji bo kesên muwahîdê ew/taxût red kirine û bûne peyrewê Xwedê û Qasîdê wî re neyarekî eşkere ye. Çawa li jorê jî hate destnîşankirin, dirûf û rengê taxût cur be cûr in. Ew li gor dem û derê, kes û kesan, reng û rûçikê xwe diguherê.

Li gor van tiştên hate gotin tê dîtin ku, taxût û hevalbendê wî carna şeytanê însî û cinî ne, carna nefs, heywan, dar, pere, kevir, gor in û carna jî desteka ji alîyê civakê ve hatîye hilbijartin e, yan jî meclîs û komeka zana/rûspîya ne. Carna jî ramen (îdeolojî), edet û xuyên serkanîya wan ne Qur’an û Suneta sehîh e.

Ji ber vê hindê Qasidên Xwedê Hz Muhemmed (s.x.l), ji berya her tiştî bi înkara taxût û bawerîya bi Xwedê ve dest bi karê daxûyandin û vexwandin/teblîxa ola Îslamê kirine. Ji lewra tewhîd bes bi vî qaydî pêk tê. Heya merivek taxût înkar neke, nikare bawer bike û bibe misliman. Ev herdu merc ji hevdu venaqetin. Dema ji van herduyan yek kêm be, îman pêk nayê. A eger/sedema nexweşîya mirovê roja me ya herî giring û xeternak ev e. Ji ber ku ev mefhûm/têgeh nayên zanîn, -ya rastî ji ber ku hêzên taxûtî û sîtemkar evna dane ji bîr kirin- bawerîya rastî/heq pêk nayê. Loma gelên ku îro xwe nîsbetî Îslamê dikin gellekî ji heqîyê dûr in/dûr ketine. Loma divê ji berya her tiştî ev têgehên xîmê tewhîd li ser hatîye darxistin bê zanîn û pêwîstîyê wan bê kirin.

Ji ber van sedeman pêxember hatine şandin.

Mîhwer/eksenê Jîyana Meriv(an)

Pêxember rêber û pêşengê doza heq in. Xwedayê gerdûnê dema însan afirand, enbîya û resûl bi kitêbên xwe ve rêkir da ku însan ji bin tesîra şeytan derxin û rêya rast nîşanî wan bidin. Ewna ji alîyê Xwedê (c.c) ve hatine şandin da ku rêya heq û durist nîşanî mirovan bidin. Mirovên bawerî bi wan anîne û dane pey rêya wan him li cîhanê him jî li axretê de gihîştine xelasî û dilgeşîyê, lê yên dane pey şeytanê xapînok, ketine kûrahîya tarîtîya bêdawî. Serokên rêya batil yên mîna Fir’ewn, Nemrûd, Ebû Cehîl û Bel’aman herdem mirov gazî delalet û neqencîyê kirine û hê jî vî karê xwe berdewam dikin. Li hember wan jî pêxemberên eziz jî mirov gazî rêya heq û paqija ku diçe ronahîye kirine û seba li ser rûyê cîhanê de dad û edaletê saz bikin xebitîne. Jixwe ev cîhan meydana pevçûna heq û batil e.

Alîyek enîya nûr û renkayîyê ye û alîyê dinê de jî enîya tarîtî û cehaletê ye. Ev pevçûn dê heya roja dawîyê berdewam bike. Mirovên zana û bi hikmet yên di hêla ronahîyê de ji xwe re pêşva girtine û bûne peyrewê wan. Lewra rêça wan rêça xelasî û rizgarîya bêdawi ye. Lêbelê ewana komeka hindik in. Li hember wan jî yên dane pey şopa şeytan û hevalbendên wî hene. Hezar mixabin ev koma jî piranîya mirovan pêk tê. Şeytan bi dek û dolabên xwe ve perdeke reş û tarî kişandîye li ber çavê dilê wan û ewna hildane bin tesîra xwe û xapandin e. Ji ber vê seba ku em neyên xapandin pêwîste ku em xwe bidine hêla nebî û resûlan. Ji lewra di nava mirovan de yên herî zef layiqî peyrewî, rêz û hûrmetê qasidên Xwedê ne. Ji ber ku armanca wan pêxemberên mesum bes xelasîya mirovan e. Bêguman ewna di vê mûcadela xwe de bilî rizayê Xwedê tu tişt hêvî ne kirin e. Divê mirovên dibêjin em misliman in bi awayekî tekûz wan qasidên Xwedê û têkoşîna wan binasin, bidine nasîn û di serdaborî û têkoşîna wan de ji bo xwe nimûne û rêbazan werbigirin. Bi vî awayi di rêberîya wan de derkevin li ser sirat’il-mûsteqîmê. Jixwe serfîrazîya di vî warî de bes bi vê ve girêdayî ye. Di Qur’an’a Pîroz de qise/serdaborîyên behsa tekoşîn û jîyana wan dikin pirr in. Jixwe gencînîya me ya herî giring jî ew e. Divê em jî berê xwe bidin vê û ji wan încî û mircanan ve ji xwe re rêbazekê bihûnin û gor wê bikoşin. Ka vêca em bala xwe bidinê, jîyan û ezmûn/îmtihana mirovahîyê çawa destpê kirîye:

“Bi bîr bîne. Perwerdekarê te ji feriştan re got: Ezê li ser rûyê erdê cîhgirekî biafirînim. Wan got: (Ya Rebbî) Em te bi hemd tesbîh û pak didêrin, ma (tu yê) li ser rûyê erdê însanê xerabîyê bike, li wir xwînê birêje bikî cîhgir? (Xweda) ji wan re got: Bi rastî tiştê ez dizanim hûn nizanin!

Û hemû nav hînî Adem kir. Paşê ewna pêşkêş ferişteyan kir û got: “Heke hûn rast dibêjin de ka navê van elamî min bikin.”

Wana got: (Ya Rebbî) tu mezin î/te pak didêrin, xêncî ya te hînî me kirîye tu zanîna me tuneye. Bêguman ‘Elimê Hekîm her tu yî.” (Beqere: 30,31,32)

Merivê namzetê îmtihanê yê xweyê hiş, mexlûqekî bi rûmet/eşref e. Bi hişê xwe ve dikare bifikire, biryar bide, têbigihê, bawer bike û înkar bike. Vîyana wî ya cûzî wî ji afirandîyê din yên wekî ferişte, nebat, zîrûh û bêrûh vediqetîne.

Dema Xwedayê Mezin ji milyaketan re gotibû ezê li ser rûyê cîhanê mirovekê cîhgirê xwe biafirînim, milyaketan gotibû: “Ma digel ku em te teqdîs dikin pak didêrin tê merivekî li ser rûyê erdê tevdanê bike, xwînê birêje biafirînî?” Perwedegarê gerdûnê ji wan re gotibû tiştê hûn nizanin ez dizanim. Yezdanê yekta ji axê bavê me Adem afirand, zanîna tiştan dayê û ji milyaketan re got: “De ka vêca hûn navê van tiştan bêjin, wan jî gotibû; Ya Rebb, xêncî tiştê te hînî me kirîye tu zanîna me tuneye. Û bi vî qaydî meriv ev barê giran hilgirtibû ser milê xwe. Lewra mirov cahil û nezan bû.

Di vê qada ezmûnê de mirovê ku ev erkê giram û giran hilgirtibû ser milê xwe, angorî perfonmansa nîşan dida yan payeberz dibû derdikete alay-î'lîn yan jî berjêr dibû dadikete esfelês-safilîn. Ev herdû encam jî netîca eksenê/bingeha jîyana mirov e; ango li gor tevgerê namzetê cihê xelatdayina karên qenc behiştê yan jî dojeha cihê celatdayinê ye. Lê egera pêşîn û ya sereke ya wan herdu encamên sedîsed ji hev cuda û dijberê hevdû ne derdixe holê bîr û bawerîya mirova di jîyana wî de, çalakî û xebatên wî de, yar û neyartîya wî de hêmanên dîyarker in. Ji lewra ji berya hewcedarîyên fîzyolojik pêdivîyên psîkojîk tên. Herçendî piranî evên maddî esil bên xwuyan jî rastî berevajîyê wî ye. Çunkî benîadem ji van taybetîyên xwe ve ji wan candarên din (mîyaket, nebat, hwd) vediqete û tê zanîn. Seba di vê qada ezmûnê de heya dema dîyar a bê mohlet jê re hatîye terxankirin. Her kesayetî di çarçoweya bernameya Yezdanî de ji bo xwe nîşan bide, warê xwe yê bêdawî (behişt-dojeh) kifş bike tê, dijî, tevdigere û koçî dunya din dike. Lê di vê derê de tekoşîna heq û batil, teslimîyet û înkarê dewam dike. Dê heya roja talîyê bikude.

Ol û Oldarî

Her raman, bîr û bawerî xwedî rê û rêbaz, prensîb, bingeh û qaîde ye. Ew bîr û bawerî li gor van şert û şirûtên xwe yê taybet bela dibin û xwe didine nasîn. Dema kesek rabe li ser vê/van bîr û bawerîyan bihizire û di navbera wan de muqayesê bike, ji wan yekê hilbijêre û yan jî wê ol, bîr û bawerîya ku bav û kalên wî pejirandîye û bûne peyrewê wê, ji xwe re qebûl bike, xwe li ser wê bizanibe û endamê wê ayînê hesab bike gotî rêz û hûrmeta wî/wê ji ferman û qedexên wê re hebe. Lewra peyrewî her bi vî awayî pêk tê. Lê vê derê divê em cudahîya olan, ya rastî ola Îslamê ji îdeolajî, fikir û bawerîyên beşerî ji hevdu dîyar bikin.

Her wekî tê zanîn raman û îdeolajîyên mirov her dem diguherin. Ji ber ku li bin bandora gelek bûyer û tiştan de dimînin, ango guherbar in her gav bi liv û tevger in. Sedema vê jî ew e ku bingeh û çavkanîya wê hiş û hizrê mirov in û hiş û bîra mirov jî bi sînor e, loma gelek caran tenê alîyekî tiştan û bûyeran dibîne, ji ber vê hindê şîrove û ravekirina wî li gor vê nêrîn û dîtina nêvcî kêm û bikêmasî ye. Dema pê dihese ku alîyekî dinê yê vî tiştî heye, a wê çaxê jî bêgav di vê ramanê de guherîn çêdibe. Û ev yek her gav wisa dimeşe. Lewra ev ji taybetî û kêmasîyên mirov pêk tê.

Lêbelê ola Îslamê ku ola herî dawîn e ne wisa ye. Lewra ew ne bi dem, der û ne jî kesên di çaxekî diyar de jîyane re bi sînorkirî ye. Helbet hinek reng û awayên li wê herêma ku lê peyda bibû li ser hene, lê ev tenê di şekil de ye ne, di pûxte û kakilê wê de ye. Esasê wê Xwedayê mezin, Perwedekarê gerdûnê danîye. Ji ber ku afirendekarê her mexlûq û rûhberî ew e, xwey û xeysetê wan, taybetî û kêmasîya wan bi kurtasî fitrata wan herî baş ew dizane, loma zagon, qedexe û fermanê ku jiyana mirovan rêvebibe her ew dikare saz bike. Heke kesek, sazîyek, komek li dijî vê rastîyê derkeve, li hember wê li gor bîr û hizrê xwe yê nîvco hinek zagon û qanûna derxe û her weha li ser mirovahîyê ferz bike, wê hingê ev kes, sazî û kom wî mafî di xwe de dibîne, axozî dibe û dibe taxût. Kes û koma bi dilxwazî li ber van zagonên beşerîyê bi kêmasî serî ditewîne, dipejirîne ji wê re dibe peyrew êdî oldarê wê bawerîyê û ola wî ew zagon e. Lewra her bîr (çand, edet), fikir û îdeolajîya ku rê dide ber meriv, jîyan wî de jê re dibe mîheng/endaze, qencî û neqencîyê jê re kifş dike dibe ol/dînê wî.

A wê hingê bi awayekî eşkere derdikeve holê ku ji bo kesekî çi tişt, edet, raman ji bo jîyana wî dibe pîvan, nirx û hêjahîyên wî li gor wê bên kifş kirin, a ew yeka ola wî ye. Her weha seba meriv bibe endamê dîn û bawerîyekê, gotî bi dilsozî bawerîyê bi emir û fermanê wê bîne û pêwîstîyê wê pêk bîne. Lewra her bi vî şeklî çêdibe ku mirov bibe peyrew û endam.

Lêbelê wekî ku di gelek tiştan de tevlihevî çêbûye, di vî warî de jî bêpergalî pêk hatîye. Lewma mirov bi gotin û kirinên xwe ve dikevine nakokîyan, di warê ola Îslamê de jî rewşeke wisa pêk hatîye. Tu lê dinihêrî kesek dibêje ez misliman im, lê awayê jîyana wî, nirxên wî, tiştên jê hezdike û yan jî rikê wî lê tê, tu têkiliya wî bi esil û esasên Îslamê re tuneye. Hê serde jî xwe mislimanekî tam dizane û dorê nade kesî. Dema tu dibêjî ev kirin û bawerîyên te li dijî Îslamê ne, ger ku tu dibêjî ez misliman im divê tu van nekî, wê hingê radibe te bi tundrewîyê tewambar dike û hê serda jî te sucdar dike.

Loma divê em li ser mislimantîya kes/komên bi vî şeklî rawestin. Mixabin piranîya mirovên dibêjin em mislimanin divê rewşê de ne. Lewra bîr û bawerîya wan li encama, lêkolîn, xwendin û hilbijartinên azad pêk nehatine. Dema mezin bûne û berefemî bûne, ji dê û bavên xwe çi dîtina wan jî wekî wan kiriye û çavdane wan. A ji xwe re bêfikirkirin ola wan pejirandine.

Lêbelê ev tiştekî bêguman e gotî, her bîr û bawerî bi zanînê pêk bê. Bi taybetî jî Îslam. Lewra tu car Îslam teqlîda bêfikirkirin napejirîne û nabe. Bingeha Îslamê li ser zanîn û agahîyê hatîye damezirandin.

A dema ev kesên bi vî şeklî çavgirtî dane pey ola bav û kalên xwe –jixwe bav û kalên wan jî dabû pey mezinê xwe- bi îdeolajîyên din dihesin, hinek rêxistinên sîyasî wan pey xwe dikşînin, pêrgî ramanên din dibin şaş dibin. Bawerî û hişê wan diçelqe, a di encama vê de tiştekî sosret û elewat/komîk derdikeve holê. Him dil heye li ser ola xwe ya bav û kalan bimîne, him jî bide pey vê ramana teze pêhisîya ye. Ango him dixwaze bibe misliman him jî laîk, him oldar e û him lîberal e. Ne destê wî ji dêrê dibe ne jî ji mizgeftê.

Sedema vê ya herî giring me li jor jî goti bû bawerîya bi teqlîd e. Tiştekî din jî heye hinek meriv him dil hene bi kêfa dilê xwe bijîn, bixwen, vexwen û him jî hêla derûnî de xwe têr bikin û wê hesta xwe ya hewcedarîya bi olekê heye aş bikin. Lewra li gor wan dîn di dilê merivan de cîhekî wî yê taybet heye! Qet meriv dîn bi dunya xerab re dike heval û hacet? Bira di dilê merivan ya paqij de bi paqijî raweste. Dema roja eyd û erefata hewcedarîya me pê hebe emê gazî bikinê bila demeke kurt/muweqet were li me re hevaltîyê bike dilê me xweş bike û here li cîyê xwe rûnê heya careke din! Ma ne bes e.

Loma dema, çendek li berya vê hinek melayên Kurdistanê ji bo kinc û cilên jin/afretan re gotin ev ne li gor emrê Xwedê ne, ji van hêlên em qala wan dikin nerazîbûn çêbû. Heta ji wan jinekê di rojnameyekê de nivîsek nivîsî. Dema mirov wê nivîsê dixwîne, tê kifşê ku bawerîya wê ya bi Îslamê tenê nostaljîk e. Gelek tiştên -wekî teorîya Darwîn û çêbûna gerdûnê- him ji hêla zanîstê ve û him jî hêla eqîdeya Îslamê ve nîşan dide û ji ber vê helwesta wan melayan ango kesên bi vî şeklî şermezar dike. Li ser navê çand û kelepora kurdî dij derdikeve û li gor xwe berevanîya nirxên kurdewarî dike! Ev jî ji encamên vê pêvajoyê ye. Loma divê berya her tiştê mirov bizanibe ka bi çi û çawa bawer dike.

Rojev û Rastî

Bi sidqî serê pêşketina teknolojîyê li kîjan devera dunyê ya herî dûr bûyer û tiştek biqewime, merivek gotinekê bibêje, niqaşek derkeve bi bayê bezê belayî ser rûyê cîhanê dibe. Loma ev çendek e li ser xeberdana melayekî xelkê Misrê’yê ku nika li Awusturalya’yê dijî di çapemenî û nav gel de niqaş tên kirin. Her kes û kom li gor ol, bîr û bawerîya xwe vê axiftina li ser xwenixamtina jinê dinirxîne û rexneyan dike.

Helbet ev mafê hemû mirovên xwedîhiş û vîyan e. Lewra her bi vî şeklî mirov dikare peywir û fonksîyona xwe ya li ser vê cîhanê pêk bîne. Li gor bawerîya ola Îslamê –ku ew ji olên îlahî ya herî dawîn e- ev dunya ku em li ser rûyê wê dijîn “zevîya axiretê” ye. Loma mirov li vê qada azmûn û ceribandinê jîyaneke çawa bijî, kar û emelên çawa bike, dê roja axretê bê kêmasî bên kişandin û di encama vî hesabê bêkêmasî û bêneheqî de kê çi heq kiribe yê wê bibîne. Ango kes û kesên karên qenc kiribin, li gor emir û fermana Xwedayê mezin jîyana xwe rêk û pêk kiribin dê bigihêjine encameke rind û behiştê bibe êwirgeha wan ya dawîn. Lê heke mirov guh nede van emir û fermanên îlahî, li gor û kêf û daxwaza dilê xwe bijî, mixabîn ev kesê jî bikeve dojeha dijwar. Ji ber vê ev cîhan cîyê ceribandin û karkirinê ye. Kê çi bike dê here ser emelê xwe. Ev bawerîya Îslamê ye.

Şêx Taceddîn Hilalî jî di nav civaka xwe de li gor rê û resmê bîr û bawerîya xwe li ser mesela xwenixamtina pîrekan rawestîyaye û ji bo mijar zelal be û rind bê fêmkirin hinek mînak daye û muqayese kiriye. Lê helbet ew kesên ku guhnadine fermana Xwedê ya nixamtinê, tewr bawerî û emelên bi vî awayî wekî paşverûtî bi nav dikin dê mana bigerin, ji bo rexne û şermezarkirinê gelek tiştan bibêjin. Lêbelê gotî çaxê rexne û nirxandin tênkirin, her tişt di cî û dema xwe de û li gor şert û mercên xwe de bênkirin ku kêr bên û bigihêjine armanca xwe. Heke armanc tenê reşkirin û xirabnîşandana olekê û yan endamê wê be helbet ev tiştana kêr mirov nayên.

Dema meriv li nivîs û gotinên li ser vê xeberdanê dinihêrê, tu dibêjî qey hinek kesan derfeta êrişê bi destxistine û îro heya taqeta wan heye dixebitin. Çaxê vê dikin jî gelek tiştan bi zanebûn tevlihev dikin da ku xwe maftar bidin xûya kirin. Ji ber vê divê çend tişt bên zanîn.

Îslam ji bo jinên mislimanê ku kamilbûne xwenixamtinê ferman dike. Xwedayê perwerdekarê gerdûnê di Qur’ana Pîroz de weha ferman dike: “Jinê bawermend re bêje! Bila laçikê xwe berdine ser singê xwe.” (Nûr: 31) Lê Xwedê dema vê ferman dike hemû tiştî navêje sitûyê jinê, her weha jin û mêrên bawermend re jî dibêje xwe ji heramîyê biparêzin û destdirêjîyê nekin. Ji bo kesê guhnade van sînoran jî celatên kifş destnîşan kiriye. Ango ji bo ku di civakê de nepakî, fûhûş nebe, alozîyên mezin çênebin ola Îslamê berya hertiştî wan eger û sedemên rê li van tiştan vedikin ji holê radike. Lewra çaxê ew sedemana neyêne rakirin mirov nikare li ber wan neyenîyan bigire. Loma îro mirov li kîjan rojname, malper û bernameyên nûçeya dinihêre ev tecawûz, destdirêjîyên kirêtê dibine sebebê gelek xwînrijîyê dibîne. Gelo kîjan mirovê xwedî hiş dikare bibêje, na sedemên van tiştan ne tazîbûn, tahrik û gelek tiştên vî tehrî ne. Lê em bi vê naxwazin bibêjin sedem tenê tazîbûn û serqotîya pîrekan e. Helbet mêr jî jina rê derdixin. Lê ji bayîsê van yeka herî mezin jî ew weşan û neşrîyatên nerind û nepak in. Ji ber wan, di bîr û hizrên endamên civakê de herdem ev tiştana wek nexweşîyên ku benda derfeta peydabûnê dimînin. Îro li seran serê cîhanê ev yeka keşeyeke mezin e û loma divê her civak li gor şert û şirûtê xwe çareserîya wê peyda bike.

A dema kesekî misliman di derheq mijarekê de diaxive û şîroveyan dike xwe dispêre vê bingehê. Ji ber vê kesê ku xwe li ser ola Îslamê dihesibînin gotî bi emir û esasê Îslamê qayîl bibin û li gor van tevbigerin. Helbet ev ji bo kesên xwedî ol û bawerîyeke din ne wisa ye û Îslam wan bi van berpirsyar nagire. Lê kesek him rabe bibêje ez misliman im û him jî rabe li hember eqîde û mercên Îslamê yê ku mirov pê dibe misliman rexne bike û pê qayîl nebe, wê hingê xuya dibe ku di vê yekê de pirsgirêk heye. Lewra ev herdû helwestên dijberê hevdu nabe ku tev di mirovekî birastî misliman de pêk bên. Wê çaxê nakokîyên mezin di nav helwest û gotinên mirov de çêdibin. Ji xwe îro ev di nav civaka me de bûye tiştekî eşkere. Lê kifşe wekî îro di gelek têgeh û mefhûman de alozî û tevlihevî heye, di vê mijarê de jî ser êşîyeke mezin heye. Loma ev tiştana pêk tên. Ji ber vê seba ev cure bûyerên sosret peyda nebin û her kes bizanibe ku bi çi, çawa û çima bawer dike, bi awayekî tekûz xwe û merivên xwe perwerde bike, ol û yan îdeolojîya xwe bi zanebûn bipejirîne û bi çavdayîn nebe peyrewê hinekan.

Vê axiftinê dîsa nîşanî me da ku piranîya mirovan bi awayekî rêk û pêk bîr û bawerîyên xwe nizanin. Yên dibêjin em bawermend in çavdane bav û kalên xwe wisa bawer kirine û yên qaşo înkar dikin, qebûl nakin jî ji ber çewtî û şaşîyên ku di rastîyê de tu têkilîya wan bi dîn tuneye dinihêrin, bi tehrî dijberîya ola Îslamê dikin. Loma dermanê çareserîya me xwendin û hînbûn e.

“Yê helak dibe bila bi delîlên eşkere helak bibe, yê dijî jî bila bi delîlên eşkere bijî. Bêguman Xwedê Semî’ e ‘Elîm e.” (Enfal: 42)