16.06.2007 - Di dîrokê de çi çaxê hinek hêz, dewlet û merivan neheqî û tade li kes û gelên li bin destê xwe de kirine –ku di dîroka beşerîyetê de her gav bûyerên weha pêk hatine, bi gotineke din jixwe dîrok bi piranî dîroka van bûyeran e- wê çaxê bi awayekî ku li gor sunnetullahê hêzeke din peyda bûye û li hember wan rawestîya ye. Zû û yan dereng heyfa wan ji wê hêz, dewlet û yan miletê serdestê zilimkar sitandîye.
Di pêvajoya dîrokê de Xwedê Teala gelek caran ew milletên ji hedê xwe derketine, axozî bûne û li ser rûyê erdê tûxyan kirine bi tofan, şetele û belayên mîna vê ewna qir kiriye. Lê hinek caran jî bi hêzeke mîrovî çi bawermend û çi jî nebawermend ve ewna têk biriye.
Lêbelê her carê ev celatkirin/cezakirina Xwedê bi awayekî mûcîzewî pêk nayê û nehatîye. Heta piranî bi qaydekî normal pêkhatîye. Lê di van bûyeran de kesê rola herî girîn dilîze dîsa mirov bi xwe ye. Ango nerast e ku mirov çaxê neheqî lê tê kirin, mafên wî jê tên sitandin di ciyê xwe de rûnê û li benda afatek û yan jî alîkarîyeke îlahê bisekine daku warê wî ji neheqîyan rizgar bike û derxe firîqetîyê. Lê divê ji bo bidestxistina mafê xwe bi xwe tevbigere. A wê hingê Xwedê teala alîkarîya merivan dike, rê li ber meriva vedike û kar hêsan dike. Lewra mirov encax bi vî tehrî twekkula xwe dide Xwedê.
Naxwe heke mirov li ber zordestî û sîtemkarîyê serî bitewîne, berteka nîşan nede û pê qayîl bibe, wê çaxê digel heq û mafê wî ji dest diçe û her weha li ser de rûmet û serbilindîya merivan jî pêre diçe. Loma êdî ew kesên ku bi vê zilletê razî bûne, ji dereceya mirovahîtîyê dadikevine derekeya sewalîyê/heywanîyê. A ev rewş jî dibe sedem ku rûh û exlaqê koletîyê li mirov peyda bibe. Dema ku mirov bi xwe bawer nebe, serê xwe li ser xwe negire, herdem xwe hewcedarê hinekên din bibîne, êdî negengaz e ku ew xwe ji vê rewşa xirab û bêrûmet bifilitîne. Ew hêmanên ku bindestî û esaretê bi mirov û gelan didene pejirandin jî ev rewşa awarte ye.
Îro xelasîya wan gelên bindestê ku tade li wan tê kirin, meriv nayên hesabê, her bi rêyekê ve çareser dibe: Ev rêya xelasîyê jî ew e ku, di serî de pêwîst e ew girse û gelana xwe binasin, maf û pêdivîyên xwe bizanibin û di encama vê de jî seba bidestxistina mafan, xwe bi xwe bawer bin û hêvîya tu alîkarî û destûrê nesekinin.
Bi raya min di vê doza rizgarîyê de rêbaza ku gotî bête şopandin, rêça tekoşîna Pêxemberê Xwedê ye. Dema ku Hz. Muhemmed wehya pêşîn hilda, berya her tiştî kesên lêzim û merivên xwe hişyar kir û gazî dînê heq kir. Çaxê dest bi bangewazîya xwe tewhîdê kir, di serî de qala pirsgirêka wana herî mezin kir û ew jî bawerîya wan a pûç bû ku ji şîrk û pûtperestîyê pêk hatibû. Êdî ji pey vê re pey der pey, ew hukim û fermanên Xwedê yên din hatin û berêka her tişt li cîyê xwe rûnişt.
A dema îro em ji bo çareserîya pirsgirêka xwe kurdan dixebitin, divê nexweşî û serêşîyên xwe baş kifş bikin û pey re ji bo dermankirina wan tev bigerin. Lewra gava çareserîyeke baş, tesbîteke qenc pêk neyê, dermanekî rast jî dernakeve holê. Wê çaxê jî hemû ked û xebata di vê rêçê de tê dayîn dê di avê de here.
Mixabin gava îro em li halê me kurdan dinihêrin, navgîna herî girînga sereke, ango ziman, têk diçe. Ji ber ku hêzên serdest tora mehandin û helandina kurdan wisa bi zexm vegirtine, kes/ferd bi tena serê nikare li ber xwe bide. Bo mînak çaxê zarokeka kurdan derdikeve kolanan dengên ku dibihê, peyvên ku diaxive ne kurdî ne. Çaxê telewîzyonê vedike, dîsa heman tişt. Heke temenê wî bigihêje çaxê dibistanê êdî dikeve ber bernameyeke têkûza asîmîlekirinê. Ev bernameya asîmîlekirinê ne tenê di warê ziman de ye, her weha zorakan di warê dînî û ramanî de ji rê derdixe û jixwe tiştê herî muhîm jî ew e. Lewra fikir û bawerîya zarokeke pak û paqij di serî de bête xirab kirin êdî paqij kirina wî pir bi zehmet e. Loma hêzên asîmîlekar girîngîyeke pir mezin didine dibistanên seretayî. Tewr dibistana seretayî mecbûr dikin û çaxê yek li hember wan derkeve û zarokên xwe nede ber destên wanê qirêj, wê çaxê ceza lê dibirin. Di van salên dawîyê taybetî ji bo kurd zarokên xwe yên qîzînî bişînine mekteban tevdigerin. Û qaşo vê xebatên xwe jî ji bo asta gel ya xwendinê bilind bikin û wana di hêla nûjen de pêi bixin pêk tînin. Lêbelê ev tiştekî mîna renkayîya nîvro eyan e ku di vê xebatê de mebesta wan ew e ku ew keçên kurdan asîmîle bikin, lewra ew rind dizanin ku ewna keçana dê siberojê bibine dayikên zarokên xwe û wan perwerde bikin. Heke hê piçûktî mêjîyê wan bişon, zimanê xwe hînî wan bikin, wê çaxê dê zimanê wanê zikmakî lawaz be. Rewşa mey a îroyîn jî encama vê pilana kone ye.
Heke evna di vê armanca xwe de bi serkevin – ya îro tê xuyanê bi ser dikevin- paşeroja zimanê kurdî, xasme ya kurdîya bakur di bin xeterê de ye.
Her weha ji alîyê dînî de ew ders û hêvotin/perwerdeya ku dibisitan didine zarokan jî ne rast in û şîrk û pûtperestîyê hînî zarokan dikin. Çaxê zarok her roj dest bi xwendina xwe dike bi navê al, serok û nirxên dewleta sekuler/laîk sond dixwe û li gor dînê îslamê navê vê şîrk e. Lê ji ber ku ev meseleyeke dûr û dirêj e, em li vê derê qala wê nakin.
Heke berxwedaneke bê dayîn divê her mertebe, alî û şertên wê bêne dîtin û li gor wê rêbazeke têkûz û guncan were kifş kirin, serkeftin her bi wê ve girêdayîye. Loma divê her kes di cem xwe de ji bo têkbirina vê kemîna xeternak xwedî li zarok û malbata xwe derkeve û ji van fikrê wanê jehrîn biparêze. Ji pey vê re jî vê tevger û tekoşîna xwe kolektivîze bikin daku vê çerxê çep vegerînin û herhal îro her ev ji destê me tê.
Bi navê Xwedê rehman û rehîm
27 Mart 2025 Perşembe
9 Aralık 2011 Cuma
XEWN
Murad Pola
muradpola@gmail.com
Kula zaroktîyê bû di dilê wî de bibû hîtekî mezin û tebatî nedidayê. Çi çax tena serê xwe bima, ji kar û barên rojane aciz bibûya, bigota ez hinekî westa xwe daynim, li ser pêşeroja xwe bifikirim, a mîratê ew kula wî dihat dikete bîrê, dilê wî diêşand, nedihîşt tiştek ber re derbas be û here. Ewê birîna bê xwîn hemû tişt li ber wî reş kiribû, ne jin û zar, ne mal û milk û ne jî nav û dengê dunyayê seba wî kêfxweşî û ji bo wê kula xedar derman bû.
Sibê şeveqê rabû, dema ji xew hişyar bû hê malîya wî ranebibû, hêdîka ji nav nivînan derket, destnimêja xwe girt û nimêja sibehê kir û paşê çû deng li malîya xwe bike, lê kete bîrê ew ketîye kincan.
Gavanê Gund û Jina Wî
Murad Pola
Demên berê li gundekî welatê me, şetelek li ser niştecihên gund de tê. Gellek salên dûr û dirêj hişkî çêdibe, şilî û baran nabare. Loma xelayeka zehf girin radibe û gelê heremê pirr perîşan û şepirze dibin. Çend sala ancax dikarin nanoziko îdara serê xwe bikin. Piştî vê xelayê her çendî baraneke zef gumrah dibare û zevî, çandinîyê wan piçekî rind bibin jî, hikmetê Xwedê wê salê jî nan/genimê wan tehl dibe. Gava gundî ji bo xwarinê genimê xwe dibin li aşê gund yê bi ava çem digerîya dihêrin û dikine ar, bi kêf û eşq tînin dipêjin lê dinihêrin nanê wan tehl e û bi vê ecêba giran û kovandar dihesin.
Gundî radibin diçin vê yekê bi mezin û rûhsipîyê xwe dişêwirin û dipirsin ka gelo ji bo vê çareserik heye yan na. Lêbelê gelê gundê belengazê ku debara xwe bes bi vî genimî û çend heb tarişê xwe yê din dikarin bidomînin, ji wir jî destevala vedigerin û di encamê de bilî xwarina vi arî tu çareke dinê peyda nakin.
Dizê Kone
Dizê Kone
Murad Pola
Rojekê dema siwarê hepsekî diçe ciyekî lê dinihêre li kêleka rê, merivekî hişkehişk pişta xwe daye zinarekî li rexê rê. Çaxê siwar vî halê mêrik dibîne kurmê pirskirinê dikeve dila, diçe çem vî merivê ku pişta xwe daye kevirê mezin û xwe nalivîne, silav dike û bi dilekî sax dibêje:
Heyran tu li vê derê, li ber vî zinarî çi pêşeyî? Ev çi rewş e?
Nizane ku ev meriv dizekî şaraza ye. Dizê kone bersiva wî dide û dibêje:
Ez qurban ev zinarê mezin ji ciyê xwe leqiyaye, heke ez pişta xwe ji ber bikşînim dê tot be, têkeve ber devê rê û asê bike. Ji ber vê ji sibehê de min pişta xwe daye ber da ku hol ne be. Lê mîratê ez wisa kesirîme, ji tîbûnê dev û gewriya min zuha bûye. Ku tu xêra xwe hinekî dewsa min pişta xwe bide ber wê ez jî li mehîna te siwar bim herim li kaniyê avê vexwim bêm dê zehf baş bibe. De tu û bextê te.
Hêviyên Piştşikestî
Murad Pola
Çima her gav rastî van bûyeran dihat? Wî jî nizanibû. Kengî dest biavêta karekî îlam di derekê de tewşiyek çêdibû. Gelek sal berê çaxê ku hê xortekî nû gihîştî bû, li gel hevalên hevtayê xwe bêyî ku xeberê bide malê, duayê dê û bavê ji xwe re têxe ciriya rêwîtiyê ji welêt revayabûne îçeriyê. Dema li otobozê sîwarbibûn û ji nav bajêr derketibûn kela wî tijî bibû, lê dê dîsa vegeriya. Bi vê dilê xwe aş kir. Çaxê li tehêla rê dinihêrî çi tişt û ciyê teze çav pêdiket mîna zarekî teze xeber dide nîşanî hevalên xwe dida, ji wan dipirsî. Bi vê rev û rêwîtiyê wî wetnê ji bindestiyê xelasdibû diçû azadiyê. Lewra ji ber ku nûxiryê diya xwe, delaliyê malê bû.
KURDCELL
KURDCELL[*]
Murad Pola
muradpola@gmail.com
Xeyal ji bo wî kar bû. Çawa mirov şeveqê ji xewê şîyar dibûn diçûn ser karê xwe, ew jî hema wisa her roj di hişê xwe de xeyalek çêdikir, pê şadibû, seba ku bigihêje encamê dûr û dirêj li ser difikirî. Gava xeyalê xwe rêk û pêk dikir, mîna qey êdî gihîştîye armanca xwe bextewar dibû. Dema heval û cînarên wî çav bi wî diketin digotin qey tu xem û kedera wî tuneye, li ser rûyê erdê kesê herî bextewar û serfiraz ew e. Çendekî vê yekê wisa berdewam dikir, lê nişkêva rojekê hişê wî dihate sêrî, tê derdixist ku tiştekî wisa, mîna xeyalê wî tuneye, vê carê ji binî ve diguherî dibû merivekî din, gunehê sêwîyên li ber dîwaran jî pê dihat. Gava meriv çav pê diket, ziravê merivan jê diqetî. Te digot ew ne merivê çendek li berya vê ye.
DÊRSIM welatê zef tê bihîstin û kêm tê nasîn
DÊRSIM
Murad Celalî
Hinek mijar hene ku di deheq wê de nivîsandin ji bo mirov pir bi zehmet e. Dêrsim jî ji yek wan mijaran e. Lewra heya nika li ser Dêrsim, dîrok û niştecîhên wê de, bîr û bawerîyên gelê wê, serhildan û ciyawazîyên wê yên ku li tu derên dinê peyda nabin ji van egeran hinek in. Him gelekî zêde qala wê hatîye kirin, tê kirin û bi qasî wê jî kêm û xelet tê nasîn.
Dêrsim di erdnîgarîya Kurdistanê de herêmeke pir girîng e. Lewra him bi çîya û çemên xwe, bi gelî û newalên xwe ve, him bi bîr û bawerîya xwe ve û him jî bi zaravayê xwe Kirmanckî ve ji wan herêman dinê yên Kurdistanê vediqete. Herweha bi berxwedan û serhildanên xwe ve herdem di dilê hêzên dagirker de bûye kuleke xedar, hê jî şopa wê kulê tê xuyanê.
Di vê nivîsê de emê qala van tiştan nekin. Egera ku bû baîs ev nivîsa were nivîsîn pirtûka Andranîkê ermen e ku piştî ku ev camêr di sala 1888 de li Dêrsimê gerîyaye, ketiye nav gelê Kurd, li çîya û banîyên wê gerîyaye, di derheq bîr û bawerî, edet, jîyan û çanda mirovên heremê de agahî berhev kiriye û ev agahîyên xwe nivîsîye û li Tiflîsê di sala 1900 de di nav Yekîtîya Weşanxaneyên Ermenîyan de bi navê “Dêrsim, Çanaparbordûtyûn Yêv Aşxarbgrûtyûn” wekî pirtûk daye çapkirin.
DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ
DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ
Murad Celalî
Çavnasîya min a nivîsandina bi Kurmancî û herweha bi dîroka Kurd û Kurdistanê re ev nêzîkî deh û danzdeh salan e. Dema min teze dest bi zanîngehê kiribû, ji ber ku beşa ku min dixwend dîrok bû û piranîya wê jî ji dîroka tirkan pêk dihat, ew hemû mijarên dîrokê ku wekî ders didane me -çi dîroka dunyayê û çi jî dîroka heremeke kifş bûya- hemû li gor dîroka fermî ya dewleta Tirk a netewperest ji bo xwe dabû nivîsîn, dihate vegotin û nirxandin. A ji wê hingê mêj ve perwerdeya li zanîngehê ji bo min bû dergehekî teze û ez ji wê çaxê vir ve bûme danasê wan.
Li zanîngehê hemû ders li ser heman xîmî ava bibûn/bûne, tirk mezin in, mêrxas in, çengawer in û tu kes nikare xwe li ber wan rabigire û jixwe tirkek berdêla hemû cîhanê ye. Ji bo xwepesinandin û serbilindîyê tirkbûn bes e. Heke tu tirk bî, êdî pêwîst nake tu bibî xwedî rûmet û nirxekî din, lewra te hemû hêjahî ji bav û kalên xwe yên ku dunya û alem li ber bayê wan hejîyabû hildaye û ev gencîne ji te re wekî mîrateke bê hempa maye.
6 Aralık 2010 Pazartesi
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye û çend gotin*
Geşedana di warê jinûveweşandina berhemên Kurdî yên di bin xweliya dîrokê de mane hêviyê dide mirov. Ji ber kêmbûna berhemên Kurdî –yan jî ji ber ku winda bûne, negihîştine roja me- yên nivîskî û qedîm, divê em wanên heyî wekî zêrê zerîn bizanibin û wisa li wan xwedî derkevin. Bi rastî ji van berhemên giranbiha, di mijara xwe de tekane ya Mela Mehmûdê Bazîdî (1799-1867) "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" ye. Ev pirtûk li ser jiyana Kurdan ya civakî berhema herî pêşîn e ku bi destê Kurdekî hatiye nivîsîn. Piştî ku Mela Mehmûd li Erzeromê A. Jabayê (1803-1894) ku balyozê dewleta Rûs e nasdike, di jiyana wî de herwiha di dîroka edebiyata Kurdî de jî qonaxeke nû dest pê dike. Dema A. Jaba ji Mela Mehmûdê Bazîdî fêrî Kurdî dibe, berêka dibe çavnasê wêjeya Kurdî jî. Loma seba berhevkirina berhemên Kurdî helanan dide Bazîdî û di encama vê de gelek berhemên ku îro bingeha klasîkên wêjeya Kurdî pêktînin di encama vê têkiliyê de ji windabûnê xelas bûne û gihîştine navenda Kurdolojiyê. Lewra Mela Mehmûdê Bazîdî berhema hêja û giranbiha Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Yûsif û Zuleyxaya Selîmê Silêman, Leyla û Mecnûna Harisê Bedlîsî, Şêx Sen’anê Feqiyê Teyran, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş wekî çîrokî nivîsandine. Piştre A. Jaba ew derbasî alfabeya Latînî kirine, wergerandine Frensî, pêşgotinek ji wan re nivîsandiye û ew ji Akademiya Zanistî ya Petersbûrgê re şandine.(1)
Wekî ji vê jî tê fêmkirin Mela Mehmûdê Bazîdî merivekî xwendî û dinyadîtî bû. Ji bilî zimanê Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî jî dizanibû. Di jiyana xwe ya rojane de merivekî çalak bûye, bi karê bazirganiyê re jî mijûl bûye. Lewma civaka xwe gelekî baş nasdikir û çavkaniya adet û baweriyên Kurdan qenc dizanibû. Em vê yekê di "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" de bi awayekî eşkere dibînin. Çawa ku me li jor jî qala wê kir Mela Mehmûd merivekî çalak bû, lewma li cem dewleta Osmanî jî merivekî serpêsekinî bû. Di serhildana Mîr Bedirxan ya di sala 1847an de ji hêla dewleta Osmanî ve ji bo navbeynkariyê bike hatibû şandin. Wekî din meriv pê derdixe ku navbera wî bi Siltan Evdilmecîd re xweş e. Lewra di "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" de dua dike dibêje edaleta wî berdewam bike. Lê ji ber ku mijara vê nivîsa me ne hûrgiliyên jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî ne em zêde pê de naçin, emê tenê navê berhemên wî bidin û derbasî mijara xwe bibin.
Mela Mehmûdê Bazîdî cara pêşîn pirtûka Şerefxan Bedlisî Şerefnameya ku qala mîrektiyên Kurdan dike ji Farisî wergerandiye Kurdî. Lê li gor ku Ziya Avcı di nivîsa xwe de dibêje, zimanê wê pir baş e û ji bo mirov bikaribe di heqê Kurmanciya wê demê de bibe xwedî fikrekî derfeteke gelekî baş e. Lê di hinek ciyan de di ser mijaran re qeviziye, wernegerandine û hinek cî jî bi kurtasî wergerandine. Ev wergera Mela Mehmûdê Bazîdî ya Şerefnameyê bi pêşgotina Qanadê Kurdo û J. C. Musaelyan ve wekî destxet di sala 1986an de hatiye çapkirin. Di sala 2007an de jî ew destxet ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatiye transkrîbekirin û ji aliyê Weşanxaneya Spîrêzê ve li Duhokê hatiye weşandin.
Berhemên Mela MehmûdKitêba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan: Li gor agahiyên heyî, Mela Mehmûdê Bazîdî di vê pirtûka xwe ya ji yazdeh beşan pêk tê de li ser mîrektiyên Kurdan rawestiye û qala bûyerên di navbera salên 1785 û 1857an de qewimîne kiriye. Lê mixabin ev pirtûka ku di sala 1857an de hatiye nivîsîn winda bûye. Tenê pêşgotina wê ya ji pêncî rûpelî pêk tê ji teref A. Jaba bi bal Frensî ve hatiye wergerandin û em wisa di heqê naveroka wê de dibine xwedî agahî. Hêviya me ew e ku ev pirtûka bi qasî hezar rûpelî were peydakirin û em jê îstifade bikin.
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye: Ev pirtûka Mela Mehmûdê Bazîdî ya herî hêja ye. Lewra herçendî qilafetê wê piçûk be jî, bi naveroka xwe ve têr tijî ye û ji bo nasîna civaka Kurd, Adet û kevneşopiyê wan gelekî girîng e. Ev pirtûka hêja jî bi destê A. Jaba bo Frensî hatiye wergerandin. Herwiha di sala 1963an de Rodenko ev pirtûk li Moskovayê bi Ruskî daye weşandin.
Ferhenga Kurdî-Frensî (Dictionnaire Kurde Francais): Ev jî ferhengeke Kurdî û Frensî ye. Mela Mehmûdê Bazîdî û A. Jaba ev berhama bi tevayî amade kirine û çap bûye. Wekî pirtûkên Mela Mehmûd yên din, Kurdiya vê jî bi tîpên Erebî ye.
Ferhenga Kurdî ya Devoka Hekarî-Rewendî: Ev pirtûka piçûk ji 49 rûpelan pêk tê. Mijara wê hinek taybetî û cihêtiyên di navbera devokên Kurmanciya Hekariyê û Rewendiyê de ye. Destxeta vê di sala 1858an de bi destê merivekî bi navê Şehnezer hatiye nivîsîn. Di sala 1858an de Frensiya wê jî hatiye weşandin. Herwiha di sala 1984an de ji teref Prof. Maruf Xeznedar ve hatiye serastkirin û ji nû ve çap bûye.
Ferhenga Kurdî-Rûsî-Frensî û Rûsî-Frensî-Kurdî: Mele Mehmûdê Bazîdî, ji bo amadekirina vê ferhenga Kurdî-Rûsî-Frensî û Rûsî-Frensî-Kurdî alîkariya A. Jaba kiriye. Ev ferhenga ku ji 15.000 kelîman pêk tê mixabin heya îro çap nebûye. Lê tiştê hêviyê dide meriv ew e ku ev pirtûk li Akademiya Zanistî ya Petersbûrgê hatiye parastin. Tê hêvîkirin ku di demeke nêz de were weşandin.
Rêzimana Erebî Bi Zimanê Kurdî: Navê wê yê rastî ‘Serf û Be’dê Usûl Lazimeyê Te’lîma Bi Zimanê Kurmancî’ ye. Elî Teremaxî (1591-?) di destpêka sedsala 17an de ew nivîsiye. Mele Mehmûdê Bazîdî ew pirtûk li cem melayekî xelkê Hekariyê peyda kiriye, ji nû ve rêkûpêk kiriye, nivîsandiye û pêşgotinek jî jê re amade kiriye.
Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan: Ev berhema hêja ya Mele Mehmûdê Bazîdî, ji sê meqale û çil çîrokan pêk hatiye û wekî kitêb bi hev re hatine çapkirin. Ji van hersê gotaran yek qala eşîrên Kurdan dike û der heqê jiyan û adetên wan de agahiyan dide. Di gotara dudan de jî qala heşt şairên Kurdan dike. Gotara sisêyan jî danasîna pirtûka Elî Teremaxî ya der heqê rêzimana Erebî de ye. Beşa dinê ya pirtûkê jî ji çil çîrokên bi îbret pêk tê.
Çavdêriyek li ser Adat û Rusûmatnameê EkradiyeDi vê nivîsê de armanca me ne ew e ku em qala jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî bikin û yan jî berhemên wî danasînin. Lewma em bi kurtasî qala van dikin û derbasî mijara xwe dibin.
Di meha Gulanê de Weşanên Nûbiharê berhemeke hêja ya ji gencîneya Kurdî derxiste ronahiyê. Ev berhem Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ya Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bi rastî Nûbiharê bi jinûveweşandina klasîkên Kurdî karekî qenc kiriye û bi weşandina vê berhemê jî ev xebata xwe berdewam kiriye. Amadekarî û lêkolîna vê xebatê Jan Dost kiriye. Birêz Jan Dost beriya vê jî li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî xebitîbû û bi Kurmanciya îro di nav Weşanên Avestayê de dabû weşandin. Herwiha bi helbest, roman û çîrokên xwe ve jî tê nasîn. Ev pirtûk nêzîkî 390 rûpelî ye, ji bilî pêşgotinê, wekî sê beşan hatiye amadekirin. Di pêşgotinê de Jan Dost qala xebat û lêkolînên rojhilatnasan yên di barê Kurdan û Kurdî de dike. Piştî wê behsa jiyan û berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî dike û di barê A. Jaba û têkiliya wî ya bi Mela Mehmûdê Bazîdî re agahiyan dide. Pey vê re li ser xebatên vê berhemê radiweste. Herî dawîn jî qala rêbaz û xebata xwe ya li ser vê berhemê dike. Di beşa pêşîn de tîpguhêziya metnê eslî cih digire û piştî wê jî Kurmanciya wê ya îro tê pêşkêşkirin. Jan Dost ji bo beş û mijar ji hevdu veqetin û baş bên fêmkirin ji bo her beşekê sernavek daniye û li ciyên pêwist dîtiye di jêrenotan de şîrove kirine û agahî dane. Seba bingeha van tiştên qala wan tên kirin werine peyitandin ji şairên Kurd mînak dane. Ev ji bo fêmkirina metnê eslî pir bi kêrî mirov tê. Di beşa dudan de jî lêkolîn û xebatên cihê yên di barê Adat û Rusûmatnameê Ekradiye de ji teref kesên cihê cihê ve hatine amadekirin hene. Herwiha ji berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî hinek beş ji bo nimûne hatine dayîn. Ev beşa jî seba xwendevan di heqê dîroka vê xebatê de, girîngiya wê ya di pirtûkxaneya Kurdî de nîşan dide. Wekî din kesê vê pirtûkê bixwîne dikare bi hêsanî di heqê xebatên wan kesên xerîbên li ser berhemên Kurdî bibîne û dibe ku ev yeka ji bo wan bibe helan û li ber van xebatan pozê wan bişewite û şerm bikin. Di beşa dawîn de bi tîpên Erebî eslê pirtûkê heye. Bi rastî ev beş ji bo kesên dikarin tîpên Erebî bixwînin baş e û ji bo meriv muqayesa navbera metnê bi tîpên Latinî û Erebî bike derfeteke baş e.
Ya rastî beriya vê min Adat û Rusûmatnameyî Tewayîfî Ekradiye bihîstibû, bes heta îro ji serî heta dawiyê nexwendibû. Lê gava min ev pirtûk xwend, pirtûk ji bo min bû mîna tiştekî li erdê dîtî. Çawa meriv tiştekî xwe winda bike, ji ber vê li ber bikeve û rojekê gava gûr û gumana xwe jê birîbe, bêje êdî nayê dîtin lê nişka ve derkeve pêşiyê, ya min jî ev mesele ye. Lewra hemû adet û baweriyên qala wan tên kirin di jiyana min a rojane de derdiketine pêşiya min, di nav gotin û şêwran de dihatine bihîstin. Ji van tiştan ezê qala çend heban bikim. Li hêla me Serhedê, dema mezin li ber zarokan bigerin, dê û xwuşk ji bo zarok û birayên xwe yên nexweş dua û laveyan dikin, li ber dilê wan tên dibêjin ez li dora te bigerim. Gava min ev pirtûk xwend jêdera vê gotinê û tiştê ji vê baweriyê re bûye bingeh ji bo min derkete holê.(2) Herwiha gava du meriv li ser meseleyekê li hevdu nekin, têkevine nîqaşê û yan bibezine hevdu, ji wan re tê gotin: Hûn çima dikevine cînaqê. Gava min ev pirtûk xwend min dît ku ev ji lîstikeke berê di nav Kurdan de hebûye maye. Li gor vê du meriv hestiyekî du nikul tînin, ango mîna heçî û çetel, her yek bi aliyekî de digre ber bi xwe ve kaş dike. A hestî di destê kê de bişkê ewê din jê dibe. A ev gotina îro di nav Kurmancan de bûye biwêj û ji bo bigirvekş û nakokiyan bi mecazî tê bikaranîn.(3) Ji van tiştan ezê yeka dawîn jî bêjim bes e. Lewra wisa nebe divê ez ji hemû tiştan re mînakekê bidim, ev jî ji bo nivîsekê ne pêkan e. Dema meriv, hay ji tiştekî tunebe, di heqê meseleyekê de bibêje ez mezûr im, ji bo parastina xwe dibêje: Çima min pîlê xwe bîn kiriye û min destê xwe bîn kiriye. Di vê pirtûka hêja de jêdera vê jî heye.(4) Bi rastî ev gotin û adet îro jî di nav me Kurdan de hene. Lê heya niha kesek li ser nesekiniye, mereq nekiriye ka gelo ev çi ye û ji ku derketiye. Piştî min ev xwend min çû ji mezinan pirsî lê tu bersiveke baş nedane min. Lewma ez vê pirtûkê pêşniyarî hemû Kurdan dikim.
Di vê pirtûka xwe de Mela Mehmûd hemû tişt bêyî guherandin, hema çawa be wisa nivîsîne. Heta di gelek ciyan de dema qala hinek bawerî û adetan dike wana wekî kevneşopiyên cahiliyeyê bi nav dike û rexne jî dike. Ev jî ji bo nirxandineke baş rêbazeka qenc e. Ji bilî vê, zimanê berhemê gelekî hêsan e, îro kesekî bixwîne bê zehmetî dikare têbigihîje.
Lê divê ez vê jî bêjim hinek tişt jî wekî umûmî hatine nîşandan, bi baweriya min ev ne rast e. Bo mîna Mela Mehmûd dibêje: Ekserêd Ekradan bi navê dayan têne gazîkirin. Mesela: ‘Eloyê Fatimê, Simoyê ‘Eyşê, Reşoyê Helê."(5) Ya ez dizanim, ne bi piranî lê bi îstisna meriv wisa bi dayika xwe têna nasîn. Ew jî heke bavê wan zû de, hê dema zarok bin miribe û yan jî diya wan jineke wekî mêran be, hukmê wê li ser mêrê wê hebe, wisa jin deng dide û zarokên wê bi wê tên nasîn. Herwiha di mesela kumreşiya mêran ya ji bo dê, xwuşk û jinên xwe de jî wisa mînakên îstisnayî wekî rewşa gelemperî hatiye nîşandan.(6)
Piştî vê ez dixwazim der heqê vê nusxeya hatiye weşandin de jî çend tiştan bêjim. Bi qasî min dît, kesê ev metnê bi tîpên Erebî nivîsiye nehatiye diyarkirin û ne kifş e ka di çi demê de hatiye nivîsîn. Wekî din gelo navê pirtûkê yê resen Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ye yan Adat û Rusûmatnameyî Tewayîfî Ekradiye ye? Ji van kîjan rast e? Herwiha di metnê rastî de navê nivîskar wekî Mela Mehmûdê Beyazîdî hatiye nivîsîn yan Mela Mehmûdê Bazîdî ye? Lewra gelê Bazîdê tu car nabêjin Beyazîdî. Evna bihatana diyarkirin dê baştir bibûya. Li gel vê bi baweriya min divê ew metnê ku tîpguhêziya wê hatiye kirin bêyî şîrove, jêrenot û kevanokên di nav hevokan de bi xurî bihata weşandin, ew şîrove û agahiyên pêwist di wê beşa ku metin bi Kurdiya îro hatiye pêşkêşkirin bihatana dayîn. Bi vî qaydî xwendekar ê bi tena serê xwe metin bixwenda û ji bo wî derfeta muqayeseya Kurmanciya wê demê û îro derketa holê.
Beriya vê jî me got, jêrenot û şîrove kêrhatî ne. Lê mixabin di hinek ciyan de zimanê hatiye bikaranîn lê nehatiye û bi baweriya min bêhurmetiyeke mezin li muxateb bûye. Bo mînak dema qala jêdera peyva Kurd tê kirin ka gelo ji ku hatiye, wateya wê çi ye, wê çîroka bê bingeh a der heqê Hz. Suleyman û qerwaşên wî tê neqilkirin: "…di dema Hz. Suleyman de, komek cin bazdane ser kinîze cêriyên Hz. Suleyman…"(7) Herweha ev peyv di rûpela 107an de dîsa tê bikaranîn. Bi baweriya min divê ev rîwayeta bê bingeh –ya rastî di heqê esl û zimanê Kurdî de baweriya Mela Mehmûdê Bazîdî ji binî ve xelet e, lê ev ne mijara me ye- bi zimanekî munasib bihata diyarkirin. Lewra ev berhemeke ciddî û ilmî ye, divê li gor rê û rêbaza wê bihata nivîsîn. Jixwe wekî di vê kitêbê de jî derbas dibe û nivîskar jî ji bavê xwe mînak dide, di civakê de ji bo xeberdan û şêwr bi edeb be, peyvên munasib tên bikaranîn.(8) Lê wekî îddiaya nivîskar ev ne ji bo neyê fêmkirin, berevajî vê wekî nîşana exlaqekî bilind tê dîtin.
Di rûpela 121an de dema qala zikatê dibe, Jan Dost di heqê zikatê de agahiyê dide û mixabin di wê de xeletiyek kiriye. Ew dibêje: "Li gor şerî’etê, zekata mal, yanî ya pereyan ji sedî bîst û pênc e, ango ji çilî yek e, weke ku Beyazîdî dibêje." Lê ka hûn hesab bikin, ma "ji çilî yek" û ji "sedî bîst û pênc" eynê tişt in? Di hevokê bi xwe de nakokî heye. Ya rast divê ji sedî didu û nîv bûya. Ev xeletiyeke maddî ye. Dîsa di vê jêrenotê de ji bo çêlekan/dewaran dibêje pezê reş. Bi qasî ez dizanim ji bo dewaran ango ga, gamêş û çêlekan pez nayê gotin û herweha ji bo pêz jî peyva reş nayê bikaranîn, ji bo wê peyva qer tê gotin.
Di vê pirtûkê de çend tişt bala min kişandin, ji wan yek peyva urtê ye ku -wekî orta hatiye nivîsîn- tê wateya esl, malbat, ocax û sulaleyê. Lê di vê lêkolînê de wekî nirx û îtibarê hatiye manekirin. Mîna vê tiştekî din jî di heqê tewilandina hespan de derketiye holê. Jan Dost gotiye: "Tewîle jî axura hespan e." Gava meriv vê dixwîne, peyv di hişê meriv de baş rûnanê. Lewra tewl, tewilandin ji bo li derva, li çolê nav mêrg û çayiran tên bikaranîn. Bo mînak dibêjin: Ka vê sika hespê hilde bibe di nav wê hêşînahiya han de bitewilîne. Bi min divê hinekî din jî bihata diyarkirin.Herwekî din di pirtûkê de hinek kêmasî û xeletiyên nivîsê jî hene. Navên taybet, hinek caran bi tîpên mezin dest pê dikin û carna bi yên piçûk. Navek bi çend awayan hatiye nivîsîn. Bo minak navê Minorsky di rûpela 7an de wekî Minosrky, 8an de wekî Mînorskî û di 99an de jî Mînosrky hatiye nivîsîn. Di jêrenotan de ji hinek peyvan tîp ketine, lewma xelet derketine.
Lê li gel van kêmasiyan dîsa jî bi saya lêkolîner Jan Dost û Nûbiharê berhemeke hêja û giranbiha gihîştiye berdestê me. Mala wan ava be. Dê keda wan winda nebe. Bi van nirxandinan armanca me tenê ew e ku ev çewtî di çapên din de werine serrastkirin û berhemeka tekûz derkeve holê.
JÊRENOT: 1) Ziya Avcı, Mele Mehmûdê Bazidî, http://www.kovarabir.com/mele-mehmude-bazidi-1799-18672) Mela Mehmûdê Beyazîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Jan Dost, r. 102, Nûbihar, Stenbol, 2010.3) H.b, r. 91.4) H.b, r. 132.5) H.b, r. 98.6) H.b, r. 105.
* Ev nivîs ji hejmara 112an a Kovara Nûbiharê hatiye girtin.
24 Kasım 2010 Çarşamba
XEZAL
Kulîlka ber qiraxê çîyê
Xezala deyştê
Berxika kozê
Jîyan li ber te vedibû
Ro bi te geş dibû
Welat bi te xweş dibû
Ger ku xwînxwarên hov li pey te neketana
Dexesîya wan çavên te yên belek nekiribana
Helbet Xwedayê Gewre çawa ku yê hesabê hemû bêkesan bipirse
Mafê hemû belengazan bide
Dilên şikestî bicebirîne
Dê hesabê te jî ji wan bipirse
Çawa ku dê ji wê keça saxesax hatîye çalkirin were pirsîn
Çima hatîye kuştin
Xwîna te yê wana bixeniqîne
Di nav tawanbarîya wana giran
Bêbextîya bê payan.
Dilêr Zana
06. 10. 2009
Xezala deyştê
Berxika kozê
Jîyan li ber te vedibû
Ro bi te geş dibû
Welat bi te xweş dibû
Ger ku xwînxwarên hov li pey te neketana
Dexesîya wan çavên te yên belek nekiribana
Helbet Xwedayê Gewre çawa ku yê hesabê hemû bêkesan bipirse
Mafê hemû belengazan bide
Dilên şikestî bicebirîne
Dê hesabê te jî ji wan bipirse
Çawa ku dê ji wê keça saxesax hatîye çalkirin were pirsîn
Çima hatîye kuştin
Xwîna te yê wana bixeniqîne
Di nav tawanbarîya wana giran
Bêbextîya bê payan.
Dilêr Zana
06. 10. 2009
XEMBARÎ
Ez bi xembarîyê bi tewambar bûme
Ji ber ku tade li min kirine
Dil li ber barana êşan
Her dikare berxwedana jîyanê bide
Lew dil baregeha mirov e
Ji bo têkneçûnê
Li wir amade dibin çekên jîyanê
Heke şerê derûnî di navenda wê de têk here
Tê hêz nikare wê nûve vejîne.
Dilêr Zana
27. 05. 2009
Ji ber ku tade li min kirine
Dil li ber barana êşan
Her dikare berxwedana jîyanê bide
Lew dil baregeha mirov e
Ji bo têkneçûnê
Li wir amade dibin çekên jîyanê
Heke şerê derûnî di navenda wê de têk here
Tê hêz nikare wê nûve vejîne.
Dilêr Zana
27. 05. 2009
ŞIKEFT
Ji me re jî şikeftek divê
Fenanî ya Eshabê Kehf
Da ku em xwe bi avêjine wê
Rizgar bikin dilê xwe
Ji xeter,
Ji qirêja civakê
Ger wisa nebe
Dê me daqurtîne
Wekî ku behra sor
fir’ewn binav kir
seba bibe îbret
li ber çavê hemû mirovahîyê.
Dilêr Zana
15. 07. 2009
Fenanî ya Eshabê Kehf
Da ku em xwe bi avêjine wê
Rizgar bikin dilê xwe
Ji xeter,
Ji qirêja civakê
Ger wisa nebe
Dê me daqurtîne
Wekî ku behra sor
fir’ewn binav kir
seba bibe îbret
li ber çavê hemû mirovahîyê.
Dilêr Zana
15. 07. 2009
SERÊŞ
Serêşîya jîyanê
Negiran e ji aqilê sivik
Barê giran
Ger derdê heyatê asteng bûya
Li ber herka dîrokê
Tu sibeh nedigihîştine êvara xwe
Dê li ber gewrîya rojê de bima
Wekî îro çawa mirazê me di çavê me de maye
Ji ber nezanîya
Bê xemîya
Nayê derman kirin
Lê rêka xelasîyê vaye nêz dibe
Heke çavê bîna hebin
Mizgînîya xêrê
Deng dide.
Dilêr Zana
25. 08. 2009.
Negiran e ji aqilê sivik
Barê giran
Ger derdê heyatê asteng bûya
Li ber herka dîrokê
Tu sibeh nedigihîştine êvara xwe
Dê li ber gewrîya rojê de bima
Wekî îro çawa mirazê me di çavê me de maye
Ji ber nezanîya
Bê xemîya
Nayê derman kirin
Lê rêka xelasîyê vaye nêz dibe
Heke çavê bîna hebin
Mizgînîya xêrê
Deng dide.
Dilêr Zana
25. 08. 2009.
RÛHISTÎN
Aqilê sivik barê giran e
Ji bo nezanê paleyê
Ji xelkê re
Geh dibe dostê neyar
Geh dibe neyarê hezkirîyê xwe
Li ber şêmîga zordestan
Dibe berdestî
Seba hişyar bibe ji xewa xefletê
Divê rûhistîn li bibe mêvan.
Dilêr Zana
10. 06. 2009
Ji bo nezanê paleyê
Ji xelkê re
Geh dibe dostê neyar
Geh dibe neyarê hezkirîyê xwe
Li ber şêmîga zordestan
Dibe berdestî
Seba hişyar bibe ji xewa xefletê
Divê rûhistîn li bibe mêvan.
Dilêr Zana
10. 06. 2009
Çirûskên Rizgarîyê
Gava jîyan di ber mirov de bimîne
Rê teng bibe
Ji bo çûna bal armancê ve
Hêvî ji alema nependî li mirov peyda dibe
Da ku çirûskên rizgarîyê
Rêya asêbûyî
Li ber veke
Ger dil ji bawerîyê xalî be
Ka hêvîyê çi dermanî
Bike li vê kula xedar
Dilêr Zana
18. 04. 2009
Rê teng bibe
Ji bo çûna bal armancê ve
Hêvî ji alema nependî li mirov peyda dibe
Da ku çirûskên rizgarîyê
Rêya asêbûyî
Li ber veke
Ger dil ji bawerîyê xalî be
Ka hêvîyê çi dermanî
Bike li vê kula xedar
Dilêr Zana
18. 04. 2009
PÊNÛS
Pênûs diqelişe
Diperite
Ji ber kovana dil
Azara kûr…
Xwe şaş dike
Ka dê çawa
Kaxiza spî
Nelewitî
Bi wan hestên birîndar
Kulên derbûyî
Biherişîne
Biperitîne
Û bikemilîne…
Ev herdu yarên qedîm
Li hevdu neban bûne
Bi hevdu nabanin
Wekî gur û pêz
Ketine qirika hevdu
Pev diçin
Şer dikin
Lê mîna hercar
Dîsa serkeftin li para pênûsê dikeve…
Dilêr Zana
21. 12. 2009
Diperite
Ji ber kovana dil
Azara kûr…
Xwe şaş dike
Ka dê çawa
Kaxiza spî
Nelewitî
Bi wan hestên birîndar
Kulên derbûyî
Biherişîne
Biperitîne
Û bikemilîne…
Ev herdu yarên qedîm
Li hevdu neban bûne
Bi hevdu nabanin
Wekî gur û pêz
Ketine qirika hevdu
Pev diçin
Şer dikin
Lê mîna hercar
Dîsa serkeftin li para pênûsê dikeve…
Dilêr Zana
21. 12. 2009
KEŞTÎYA RIZGARÎYÊ
Keştîya rizgarîyê vaye bi rê ketîye
Hezar û çarsed û çend sal berya vê
Bi cara dawîn
Qasidê Xwedê bi ala tewhîdê rêberîyê dike
Ji bo mirovên peyrewên banga felatê
Û xwe li ber bangên rêyênşaş ragirtine
Lê ji herdû alîyan
Çep û rast
Ji herdû hêlan
Pêş û paş
Pêlên înkar û tûxyanê radibin
Û ev bang û dengê felatê jî
Dê heya dawîyê
Di guhê mirovahîyê de olan bide
Û tekoşîna di navbera herdu alîyan de dê berdewam bike.
Dilêr Zana
30. 06.2009
Hezar û çarsed û çend sal berya vê
Bi cara dawîn
Qasidê Xwedê bi ala tewhîdê rêberîyê dike
Ji bo mirovên peyrewên banga felatê
Û xwe li ber bangên rêyênşaş ragirtine
Lê ji herdû alîyan
Çep û rast
Ji herdû hêlan
Pêş û paş
Pêlên înkar û tûxyanê radibin
Û ev bang û dengê felatê jî
Dê heya dawîyê
Di guhê mirovahîyê de olan bide
Û tekoşîna di navbera herdu alîyan de dê berdewam bike.
Dilêr Zana
30. 06.2009
HEWAR
Pêlên hewara gîyan
Ji hinavên axê
Ji bedena nivistî
Ber bi ezmanê erdê ve diherike
Wekî birûskekê
Bi bayê bezê berq vedide
Dil dibe dîlê kovanên bextê reş
Dikevgire di xelaya mirovên çê de
Dike gazî
Ji bo xwe li ber pîyên
Tawanê mirovahîyê xwe bide alî,
Nekeve ber diranê çerxa xerabîyên
Ku di rehikê ramana civakê de
Wekî lêmiştê dihetike
Nefetise
Roda neçe…
Dilêr Zana
26. 01. 2010
Ji hinavên axê
Ji bedena nivistî
Ber bi ezmanê erdê ve diherike
Wekî birûskekê
Bi bayê bezê berq vedide
Dil dibe dîlê kovanên bextê reş
Dikevgire di xelaya mirovên çê de
Dike gazî
Ji bo xwe li ber pîyên
Tawanê mirovahîyê xwe bide alî,
Nekeve ber diranê çerxa xerabîyên
Ku di rehikê ramana civakê de
Wekî lêmiştê dihetike
Nefetise
Roda neçe…
Dilêr Zana
26. 01. 2010
HAVEYN
Agirê sar em dorpêç kirine
Di nav vê jîyana xopan de
Geh li çepê diqelibîne
Geh li rastê wer dike
Hevsarê ku di destê neyar de
Diajo hepsê revanê jîyanê
Bal bi herîreşka
Ji ber kirêtîya mirov
Haveny girtîye
Dilêr Zana
11. 05. 2009.
Di nav vê jîyana xopan de
Geh li çepê diqelibîne
Geh li rastê wer dike
Hevsarê ku di destê neyar de
Diajo hepsê revanê jîyanê
Bal bi herîreşka
Ji ber kirêtîya mirov
Haveny girtîye
Dilêr Zana
11. 05. 2009.
GÎYAN
Gîyanê azad berbendkirî ye
Îro li ber qeyrana exlaqî
Ev barêgiran ji ber vê
Kula xedar e
Li stûyê mirov sîwar bûye
Dike ku wî
Bike bende
Ji daxwazên xwe re
Ew daxwazên ku
Bi bêbextîyê haveyn girtîye
Bi durûtîyê hasil bûye
Ji dexesîyê zaye
Encama perestîya nefsê
A ev bextreşî ye.
Dilêz Zana
14. 08. 2009
Îro li ber qeyrana exlaqî
Ev barêgiran ji ber vê
Kula xedar e
Li stûyê mirov sîwar bûye
Dike ku wî
Bike bende
Ji daxwazên xwe re
Ew daxwazên ku
Bi bêbextîyê haveyn girtîye
Bi durûtîyê hasil bûye
Ji dexesîyê zaye
Encama perestîya nefsê
A ev bextreşî ye.
Dilêz Zana
14. 08. 2009
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)